Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne

  • rojane
  • 15:43 24 Sibat 2022
  • |
img

ÊLIH - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di kongreya MEBYA-DER’ê de axivî û bertek nîşanî nêzikatiya PDK’ê ya li hemberî cenazeyan da. Ozturk, got ku tu ferq û cudahiya PDK’ê ji AKP’ê nîne. 

Şaxa Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Xwe di Dergûha Şaristaniyê de Winda Kirîn (MEBYA-DER) a Êlihê, 2’yemîn kongreya xwe ya awarte li dar xist. Kongre, li eywaneke dawetan a li bajêr hat lidarxistin. Di kongreyê de li gel Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, her wiha Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî jî amade bûn.
 
‘ÇARESERÎ, PÊŞNIYARÊN OCALAN IN’
 
Ji ewil dîwana kongreyê hat hilbijartin û piştre jî Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî. Başaran got ku şerê li Rojhilata Navîn li gelek deverên cîhanê berbelav bûye û wiha dom kir: “Ji bo berjewendiyên xwe, bêyî ku dudil bimînin êrişî kurdan û destkeftiyên wan kirin. Jîngehên kurdan hatin serûbinkirin. Destkeftiyên kurdan hêjta jî di hedefa van hêzan de ne. Li dijî pêşniyarên çareseriyê yên birêz Ocalan ku bo Rojhilata Navîn pêş xistibûn, şer dane destpêkirin. Van dewletan pêşniyarên wî qebûl nekirin û tecrîdeke giran xistin meriyetê. Lê ev hêz niha xitimî ne. Vê dijwariya şer niha hemû dewlet şewitandine. Rêya çareseriyê di pêşniyarên Ocalan de ye.” 
 
TÊKOŞÎNA KURDAN
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî diyar kir ku gelê kurd ji ber erdnîgariya xwe gelek bedelên giran dane û wiha berdewam kir: “Gelê kurd, koletî red kir, li ber xwe dan û bedel dan. Lê kesên ku êrişî kurdan dikirin negihiştin armancên xwe. Hemû jî yek bi yek tune bûn. Lê gelê kurd û berxwedana wan hêj li cihê xwe ye. Çavê hemû cîhanê niha li gelê kurd e. Ji wan yek jî beyî kurdan nikare yek gavê biavêje. Em wisa bi hêsanî negihiştin van rojan. Ev yek, bi saya kesên canê xwe fedayî vê xakê kirin pêk hat.” 
 
FELSEFEYA OCALAN
 
Ozturk, da zanîn ku gelê kurd bi saya têkoşînê xwe, hebûna xwe parastiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em, ji serdemekê ku kesekî nedikariya bibêje ‘ez kurd im’ û bi kurdî biaxive hatin van rojan. Kurd, her tim rastî komkujiyan hatin. Lê her komkujiyekê di heman demê de bingeha berxwedanê ava kir. Ev îradeya gelê kurd jî bi saya felsefeya birêz Ocalan çêbû. Dirûşma ‘Bê Serok jiyan nabe’, di esasê xwe de bersiva herî mezin a li hemberî tecrîdê ye. Gelê me bi daketina qadan re bersiva herî baş dan wan kesên dixwazin bi tecrîdê re gel ji Ocalan û fikrên wî dûr bixin.” 
 
HEVKARIYA TIRKIYE Û DAIŞ’Ê
 
Bi domdarî jî Ozturk bal kişand ser geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Bi belgeyan derket holê ku Tirkiye û DAIŞ di van êrişan de hevkar in. Her cara ku DAIŞ têk diçe, Tirkiye bi alîkariya xwe hewl dide dîsa zindî bike. Bi vê yekê re êrişî Rojava dikin û komkujiyan pêk tînin. Ev rêxistina ku ne tenê ji bo kurdan lê ji bo hemû mirovahiyê weke gefekê disekine, Tirkiye tenê bi mebesta tunekirina destkeftiyên kurdan piştgiriya wê dike. Anku dijminatiya wan a li hemberî kurdan ewqasî çavên wan kor kirine.” 
 
HELWESTA PDK’Ê
 
Berdan Ozturk piştre jî qala nêzikatiya PDK’ê ya li hemberî cenazeyan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesên ku goristanan bombebaran dikin, zilmekî mezin li cenazeyan û malbatên wan dikin. Li tu devereke cîhanê hûn li rastî nêzikatiyeke wiha nayên. Cenazeyên tu kesekî rastî zilmekî wiha nehatine. Heman tiştên ku Tirkiye bi cenazeyan dike, niha jî hevkarê wan PDK dike. Cenazeyên gerîlayan nadin malbatên wan. Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne. Roja ku bombe li Şengal, Mexmûr û Rojava dihatin barandin, Barzanî bi Erdogan re hevdîtin kir. Lê ev ne cara ewile ku wiha dikin. Derdekî van ê Kurdistanî nîne. Tekane derdê wan; ew bi xwe û şirikê wan Erdogan e.” 
 
Piştî axaftinan jî hilbijartin hat kirin û Medenî Onar û Nebahat Sarhan weke hevserokên nû yên komeleyê hatin hilbijartin.
 

Sernavên din

26/02/2022
11:48 Malbata Şenyaşar: Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?
11:32 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Şerê Ûkrayna-Rûsyayê tezên Ocalan piştrast kir
11:25 Yureklî: Pêkanînên Almanyaya Nazî li Îmraliyê didomin
10:42 Teqîna 5’ê Hezîranê: Dadgehê ceza neda polîsan û şaredarî sûcdar kir
09:51 ‘PDK’ê bi nîşandana namzetê xwe, destkeftiyên kurdan xist talûkeyê’
09:49 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 3’yemîn de ye: Li Kîevê pevçûn dijwar bûn
09:17 Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye
09:14 Jinên ku qeyûm karê wan xesp kir, bi hevkarî hildiberînin
09:14 Birayê Veysî Kaya: Me alaya wî li erdê nehişt
09:13 Înfaza wî ji ber gotinên wî yên derbarê Desteya Çavdêriyê de hat şewitandin
09:12 DBP ji bo kongreyê amade ye: Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve
09:12 Rîma Berekat: Xeyala jinan îro li Rojava dibe heqîqet
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'YAN
25/02/2022
22:12 Li Rihayê lîstika 'Ji Akademiyê Re Raporek'
21:16 Li ser dîwaran wêneyên Ocalan hatin xêzkirin
16:33 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:22 Hunermendan serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
16:10 Karkerê birapor ji kar hat derxistin
16:09 ‘Bila trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bi dawî bibe’
15:28 DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir
15:22 Ji bo girtiyên nexweş serî li meclisê da
14:55 DEDAŞ’ê di bin parastina cendermeyan de ceza li welatiyan birî
14:50 Dayik Dokû: Bila li meclisê komîsyon bê avakirin
14:44 Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin
14:27 Wezareta Dadê wê randevuyê bide malbata Dokû
14:09 Dermanan nadin girtiyên bi şewba koronayê ketîn
14:08 2 xwendekarên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:08 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Bila daxwazên zarokên bi cih bînin
13:49 Danişîna rojnamevan Eser hat taloqkirin
13:43 Hevserokê SYKP’a Stenbolê hate binçavkirin
13:32 Li Midyatê operasyona nelirêtiyê
13:31 Sarisozen: Cîhan bedela neçareserkirina pirsgirêka kurd dide
13:30 TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin
13:29 Derbarê Emîne Şenyaşar de lêpirsîna 14’emîn hat destpêkirin
13:07 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:42 Xwendekarên li Ûkraynayê asê mayîn: Hewl didin me bibin leşkeriyê
12:28 Herêma ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye veqetandin bi têlan tê girtin
12:01 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê starta 8’ê Adarê hat dayîn
11:46 Rojnamevan Aktaş û Yavûzel ê DBP’î dê werin bibîranîn
10:35 Koç: Li dijî talûkeya heyî divê kurd gavên dîplomatîk bidin destpêkirin
09:46 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike
09:09 Ji bo tifaqa Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur jinan koalîsyon ava kir: NADA
09:07 Dayikên Aştiyê: Barzanî gora xwe bi destê xwe dikole
09:03 'Jin ji ber pirsên şaş serî li saziyên fermî nadin'
09:03 Li Girtîgeha Bunyanê 'Sirûda Îstîklalê' li girtiyan ferz dikin
09:03 Leyla Guven giliyê gardiyanê ku gef lê xwarin kir
09:03 DBP ji bo kongreya mezin amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
09:03 Şêniyên Sûrê: Kesên ji bo zengînbûnê hatine, dê serê wan di ber wan de biçin
09:03 Du xwîşkên laçikspî ji bo aştiyê ev 31 sal in bi hev re têdikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2022'YAN
24/02/2022
22:32 Biden, mueyideyên derbarê Rûsyayê de eşkere kirin
22:00 Roja hilbijartina parlementoyê ya Herêma Kurdistanê diyar bû
21:34 Ji TJA'yê bi quşxane-taweyan çalakiya dengderxistinê
17:06 Li ser Çiyayê Gabarê liv û tevgera hewayî
16:54 Nobeta Edaletê: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşîn
16:41 Heta komên agirkujiyê hatin cihê bûyerê, mînîbûs bi temamî şewitî!
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn
13:41 Çawişê pispor ê tecawizkar beraet kir
13:40 Name û kart ji jinên girtî re şandin
13:40 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kirin
13:20 Derketina derve jî li malbata Doku hat qedexekirin!
13:19 Girtiyê nexweş felc bû
13:18 Di lêpirsîna derbarê Rojnameger Çelîk de biryara neşopandinê hat dayîn
13:08 EÎHD: Bila Tirkiye helwesteke li dijî şer bigire
12:59 Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê wesayîtek bombebaran kir
12:54 Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin
12:20 Doza Taşkiran a ESP'yî hat taloqkirin
12:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî kargehên kurmancî û zazakî dide destpêkirin
12:08 Wê li benda îfadeyê rojnamegerên îngilîz bê sekinandin
11:56 Zelenskiy ji Ewropayê daxwaza girtina qada hewayî kir
11:35 Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re civîn li dar xist
11:33 Li Girtîgeha Bakirkoyê destê hev girtin qedexe ye!
11:33 Bernameya 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê eşkere bû
10:58 Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê biqîrin
10:52 Dozên rojnamevan Evren anîn ba hev
10:28 Enqere civîna bilind a ewlehiyê li dar dixe
10:13 Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin
10:12 Dibe ku partiyên nû beşdarî têkoşîna hevpar bibin
09:37 Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin
09:32 Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû
09:09 Gardiyanan gefa ‘em ê serê we jê bikin’ li girtiyan xwar
09:08 Ercanli: Em di peydekirina dermanan de zehmetiyê dikişînin
09:07 Parêzer Sevîmlî: Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyê