ŞIRNEX - Hat zanîn ku çoltera Çiyayê Gabarê ji hêla leşkerên li Qereqola Akdîzgînê ve hatin topbarankirin.
Leşkerên artêşa Tirkiyeyê duh li dijî Çiyayê Gabar ê Şirnexê operasyoneke leşkerî dabûn destpêkirin. Ji duh ve liv û tevgera leşkerî ya li herêmê berdewam e. Hat zanîn ku gelek deverên çoltarê Çiyayê Gabarê ji hêla leşkerên li Qereqola Akdîzgînê ve hatine topbarankirin. Hat ragihandin ku liv û tevgera hewayî li ser herêmê jî berdewam e.