DBP ji bo kongreya mezin amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e

img

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku dê mijarên sereke yên kongreya wan azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, statû, perwerdehiya bi zimanê zikmakî, meseleya kurdî û demokratîkbûyîn be. 

Partîya Herêmên Demokratîk (DBP), dê di 27'ê Sibatê de li Enqereyê Kongreya Sayî ya 6'an li dar bixe. Kongre dê bi dirûşmeya "Bi Civaka Rêxistinbûyî ber bi Civaka Azad ve" bê lidarxistin. Ji bajarên derdorê û herêmê dê gelek kes tevli kongreyê bibin. 
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, têkildarî kongreyê û nexşerêya partiyê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Bayindir, bilêv kir ku ji roja hatine ser kar heya niha tevî hemû zext û zoriyan jî xebatên xwe domandine û di çarçoveya xebatan de bi taybetî li herêmê tu gund, tax, navçe û bajar nehiştine ku neçûnê. Bayindir got: "Li hemberî faşîzma AKP-MHP'ê me li Tirkiye û Kurdistanê roleke mezin lîst."
 
Bayindir, destnîşan kir ku di hevdîtinên gel ên vê dawiyê de ji nû ve biryara rêxistinbûyînê girtine û kongreya wan jî di çê çarçoveyê de ye, lewma kongre xwedî girîngiyeke dîrokî ye. 
 
XWEREXNEKIRIN
 
Bayindir, bilêv kir ku li bara civakê beranberiyek dîtina wan a ji bo mijarên civakî û polîtîkayên wan ên siyasî çêbûye û got: "A rast me kongreya xwe jî li ser vî esasî ava kir. Helbet em bi binçavkirin, girtin û sirgûnên vê desthilatê re rû bi rû man. Lê dîsa jî partiya me di warê azadiya Kurdistanê û demokrasiya Tirkiyeyê de bû xwedî pozîsyoneke girîng." 
 
Bayindir, diyar kir ku ji ber îqtidara AKP-MHP'ê û zextên li ser civakê negihaştina hemû armancên xwe û got: "Ev îqtidar her deqe û her roj bo konsepta tahde û şer bi ser gelê me de diçe. Ev xwerexnekirina me ya herî mezin e. Lê divê em bibêjin ku di warê têkoşîna hevpar de em li Tirkiyeyê tevî hêzên şoreşger û demokrasiyê rêyeke dirêj meşiyan." 
 
ARMANCÊN KONGREYÊ
 
Bayindir li ser armanca kongreyê jî sekinî û got: "Armanca wan ji vê atmosfera rejîma AKP-MHP'ê xelas bibin û atmosfereke azadîxwaz û demokratîk baifirînin." Bayindir, bilêv kir ku ji bo vê jî sala 2023'yan danîne ber xwe û got: "Armanca me em Tirkiyeyeke bêyî rejîma AKP-MHP'ê, Tirkiyeyeke meseleya kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin baifirînin. Ji her wextî bêtir derfetên vê yekê hene." 
 
YEKÎTIYA NETEWEYÎ Û TECRÎD
 
Baydindir, destnîşan kir ku van armancên wan jî girêdayî mijarên wekî rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û yekîtiya neteweyî ne. Bayindir, bilêv kir ku ev her du mijar ji zû de rojevên wan ên sereke ne û Ocalan ji bo demokrasiya welêt û çareserkirina meseleya kurdî aktorekî girîng e. Bayindir got: "Me di hevdîtinên xwe de dît ku bi fikirên civakê û Birêz Ocalan çi qasî paralelî hev in. Ev fikir tenê ne di nava gelê kurd de, di nava hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê de jî fikireke berbelav e. Em dibêjin, fikira ku li ber vê fikirê rabe dê Tirkiyeyê hîn bêtir be rbi tarîtiyê ve bibe. Helbet meseleya me ye, polîtîkaya vê fikira siyasî." 
 
AZADIYA FIZÎKÎ YA OCALAN
 
Bayindir, destnîşan kir ku ew doza azadiya fizîkî ya Ocalan dikin û ev jî tê wateya çareserkirina meseleyan. Bayindir got: "Fikirên Ocalan tenê ne ji bo gelê kurd in. Xwedî perspektîfeke ku dikare hemû pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn çareser bike. Helbet ji bo pêşeroj û azadiya gelê kurd rola Ocalan, roleke bivê nevê ye. Sedema girankirina tecrîda li ser Ocalan a bi destê AKP-MHP'ê jî ev e. AKP, bi vê tecrîdê dixwaze polîtîkaya xwe ya belavkariyê ya li Rojhilata Navîn pêk bîne. Tirkiye îro ro krîzên li Rojhilata Navîn kûrtir dike û şer û pevçûnan jî gur dike. Ên li pişta vê jî AKP û MHP ne. Lewma azadiya fîzîkî ya Ocalan bivê nevê ye. Em hewl didin fikirên Ocalan û tecrîda li ser wî ragihînin civakê. Em hewl didin Birêz Ocalan azad bibe." 
 
Her wiha Bayindir, diyar kir ku mijareke sereke ya li ser disekinin jî yekîtiya neteweyî ya kurd e û dê di pêş de ji bo vê pir bixebitin. Bayindir, bal kişand ser helwesta partiyên siyasî ya di vî warî de jî û got: "Lê di vî warî de hê jî mesafeya di navbera partiyan de nehatiye çareserkirin. Sedema sereke ya vê jî helwesta PDK'ê ya dijî berjewendiyên gelê kurd e." 
 
Bayindir, bilêv kir ku lê dê di pêvajoya pêş de di vî warî de bi awayekî dînamîktir tevbigerin. 
 
AZADÎ Û TÊKOŞÎN
 
Bayindir ji bo xebatên kongreyê jî got: "Xebatên me yên qadê yên pratîk qediyan. Em bi tespîtine pir xurt û dîrokî de ber bi kongreyekê ve diçin. Em ê di kongreyê de peyamên wekî azadiya Ocalan, statu, zimanê zikmakî, çareserkirina mesleeya kurdî û azadiyê bidin ku di heman demê de daxwazên gelê me ne. Helbet dê li gel vana ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û têkoşîna hevpar a bi hêzên şoreşger û demokratîk re jî peyamên me hebin. Em ê bi vê kongreyê DBP'ê bi awayekî hîn xurtir bi rêxistin bikin." 
 
MA / Ergîn Çaglar

Sernavên din

26/02/2022
11:48 Malbata Şenyaşar: Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?
11:32 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Şerê Ûkrayna-Rûsyayê tezên Ocalan piştrast kir
11:25 Yureklî: Pêkanînên Almanyaya Nazî li Îmraliyê didomin
10:42 Teqîna 5’ê Hezîranê: Dadgehê ceza neda polîsan û şaredarî sûcdar kir
09:51 ‘PDK’ê bi nîşandana namzetê xwe, destkeftiyên kurdan xist talûkeyê’
09:49 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 3’yemîn de ye: Li Kîevê pevçûn dijwar bûn
09:17 Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye
09:14 Jinên ku qeyûm karê wan xesp kir, bi hevkarî hildiberînin
09:14 Birayê Veysî Kaya: Me alaya wî li erdê nehişt
09:13 Înfaza wî ji ber gotinên wî yên derbarê Desteya Çavdêriyê de hat şewitandin
09:12 DBP ji bo kongreyê amade ye: Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve
09:12 Rîma Berekat: Xeyala jinan îro li Rojava dibe heqîqet
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'YAN
25/02/2022
22:12 Li Rihayê lîstika 'Ji Akademiyê Re Raporek'
21:16 Li ser dîwaran wêneyên Ocalan hatin xêzkirin
16:33 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:22 Hunermendan serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
16:10 Karkerê birapor ji kar hat derxistin
16:09 ‘Bila trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bi dawî bibe’
15:28 DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir
15:22 Ji bo girtiyên nexweş serî li meclisê da
14:55 DEDAŞ’ê di bin parastina cendermeyan de ceza li welatiyan birî
14:50 Dayik Dokû: Bila li meclisê komîsyon bê avakirin
14:44 Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin
14:27 Wezareta Dadê wê randevuyê bide malbata Dokû
14:09 Dermanan nadin girtiyên bi şewba koronayê ketîn
14:08 2 xwendekarên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:08 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Bila daxwazên zarokên bi cih bînin
13:49 Danişîna rojnamevan Eser hat taloqkirin
13:43 Hevserokê SYKP’a Stenbolê hate binçavkirin
13:32 Li Midyatê operasyona nelirêtiyê
13:31 Sarisozen: Cîhan bedela neçareserkirina pirsgirêka kurd dide
13:30 TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin
13:29 Derbarê Emîne Şenyaşar de lêpirsîna 14’emîn hat destpêkirin
13:07 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:42 Xwendekarên li Ûkraynayê asê mayîn: Hewl didin me bibin leşkeriyê
12:28 Herêma ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye veqetandin bi têlan tê girtin
12:01 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê starta 8’ê Adarê hat dayîn
11:46 Rojnamevan Aktaş û Yavûzel ê DBP’î dê werin bibîranîn
10:35 Koç: Li dijî talûkeya heyî divê kurd gavên dîplomatîk bidin destpêkirin
09:46 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike
09:09 Ji bo tifaqa Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur jinan koalîsyon ava kir: NADA
09:07 Dayikên Aştiyê: Barzanî gora xwe bi destê xwe dikole
09:03 'Jin ji ber pirsên şaş serî li saziyên fermî nadin'
09:03 Li Girtîgeha Bunyanê 'Sirûda Îstîklalê' li girtiyan ferz dikin
09:03 Leyla Guven giliyê gardiyanê ku gef lê xwarin kir
09:03 DBP ji bo kongreya mezin amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
09:03 Şêniyên Sûrê: Kesên ji bo zengînbûnê hatine, dê serê wan di ber wan de biçin
09:03 Du xwîşkên laçikspî ji bo aştiyê ev 31 sal in bi hev re têdikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2022'YAN
24/02/2022
22:32 Biden, mueyideyên derbarê Rûsyayê de eşkere kirin
22:00 Roja hilbijartina parlementoyê ya Herêma Kurdistanê diyar bû
21:34 Ji TJA'yê bi quşxane-taweyan çalakiya dengderxistinê
17:06 Li ser Çiyayê Gabarê liv û tevgera hewayî
16:54 Nobeta Edaletê: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşîn
16:41 Heta komên agirkujiyê hatin cihê bûyerê, mînîbûs bi temamî şewitî!
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn
13:41 Çawişê pispor ê tecawizkar beraet kir
13:40 Name û kart ji jinên girtî re şandin
13:40 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kirin
13:20 Derketina derve jî li malbata Doku hat qedexekirin!
13:19 Girtiyê nexweş felc bû
13:18 Di lêpirsîna derbarê Rojnameger Çelîk de biryara neşopandinê hat dayîn
13:08 EÎHD: Bila Tirkiye helwesteke li dijî şer bigire
12:59 Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê wesayîtek bombebaran kir
12:54 Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin
12:20 Doza Taşkiran a ESP'yî hat taloqkirin
12:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî kargehên kurmancî û zazakî dide destpêkirin
12:08 Wê li benda îfadeyê rojnamegerên îngilîz bê sekinandin
11:56 Zelenskiy ji Ewropayê daxwaza girtina qada hewayî kir
11:35 Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re civîn li dar xist
11:33 Li Girtîgeha Bakirkoyê destê hev girtin qedexe ye!
11:33 Bernameya 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê eşkere bû
10:58 Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê biqîrin
10:52 Dozên rojnamevan Evren anîn ba hev
10:28 Enqere civîna bilind a ewlehiyê li dar dixe
10:13 Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin
10:12 Dibe ku partiyên nû beşdarî têkoşîna hevpar bibin
09:37 Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin
09:32 Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû
09:09 Gardiyanan gefa ‘em ê serê we jê bikin’ li girtiyan xwar
09:08 Ercanli: Em di peydekirina dermanan de zehmetiyê dikişînin
09:07 Parêzer Sevîmlî: Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyê