'Jin ji ber pirsên şaş serî li saziyên fermî nadin'

  • jin
  • 09:03 25 Sibat 2022
  • |
img

MÊRSÎN - Parêzer Serap Anyay Ulgul, anî ziman ku li saziyên fermî bi pirsên tawanbar ên ku ji jinên tahde li wan tên kirin tên pirsîn, parastin tê astengkirin û jin jî ji bo ev pirs ji wan neyên kirin serî li saziyan nadin.

Li gor çeteleya meha Çile ya 2022'yan a JINNEWSÊ, di meha ewil a sala 2022'yan de herî kêm 32 jin hatine qetilkirin û 31 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. 
 
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Mêrsînê Serap Angay Ulgulê, anî ziman ku di bûyerên tahdeyê de, jin ji ber helwestên şaş û kêm ên saziyên fermî, di warê serlêdanê de dudilî dibin.
 
Parêzer Ulgul, bilêv kir ku li qereqolê pirsên wekî "Çawa çêbû? Tu çima li wir bûyî?" û "Mêrê te ye, ka em we li hev bînin" ji jinên tahde li wan tên kirin tên pirsîn û ji ber vê jin nikarin tiştên hatine serê wan bibêjin û gelek jin jî sirf ji ber van pirsan serî li saziyên fermî nadin. Ulgul, diyar kir ku bi vî awayî jin dev ji rapora derbkirin an jî destdirêjiyê jî berdidin. 
 
PIRSA RAST
 
Ulgul, bilêv kir ku peywireke girîng dikeve ser milê kesên ku gava jinên tahde li wan tên kirin ewilî serî li wan didin û got: "Tişta divê saziyên fermî bikin; pirsên ji bo kiryar zû bê zevtkirin û delîl zû bên berhevkirin bike. Yanî li vira pirsa divê bê kirin ne pirsa 'Te ji bo parastina namûsa xwe çi kir?', divê derî feraseta rolên ku zayendiya civakî li me ferz dikin li meseleyê bê mêzekirin. Gava bi awayekî rast nêzî bûyerê bê kirin, dê sûc û sûcdar bi rihetî kifş bibin. Ev jî tê wateya cezakirina wan kesan." 
 
KÊMKIRINA CEZA
 
Ulgul, helwesta darazê ya ji bo kiryaran jî nirxand û destnîşan kir ku divê tu qîmeteke kincê ku kiryar li xwe dike û pê tê hizûra dadger tune be û got: "Kiryar gelek caran li jinikê xistiye û axirê ew kuştiye. Pêşî cezayê muebeda giran lê tê birîn û paşê cezayê wî tê kêmkirin. Yanî divê tu qîmeta wî kincê ku sûcdar li xwe dike û pê tê hizûra dadger tune be. A girîng bûyer û paşeroja bersûc e. Bersûc berê gelek tahde li jinê kiriye. Divê ev esas bê girtin." 
 
Ulgul, destnîşan kir ku kêmkirina ceza kiryaran wêrek dike. 
 
QANÛNA JIMARE 6284
 
Ulgul, diyar kir ku qanûna jimare 6284 a ku ji dêvla Peymana Stenbolê hatiye çêkirin, kêm e û got: "Tê gotin li hemberî tahdeya li nav malê têdikoşe. Yanî li gor pênaseya malbatê ya ku dewletê ji xwe re çêkiriye. Lê divê mirov lê mêze bike bê ka ev parastin çawa tê kirin." 
 
WEKHEVIYA ZAYENDÎ
 
Ulgul, li ser biryara fesixkirina Peymana Stenbolê û bandorên wê jî sekinî û got: "Berê gava me ji bo dosyeyekê doza mafê axaftinê bikira, me li qadên ku Peymana Stenbolê dane ber me mêze dikir. Lê piştî fesixkirina peymanê, di dest me de tenê CMK, TCK û qanûna jimare 6284'an ma." 
 
Ulgul, girîngiya wekheviya zayendiya civakî destnîşan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ewilî divê bi sererastkirineke hundirîn a sazûmaniyî bê destpêkirin. Lê ev jî ne bes e. Pêdivî bi sererastkirinên qanûnî heye. Divê îqtidara siyasî di warê cinayetên jinan de ev qasî xwe li ker û laliyê daneyne. Ji bo vê gelek sererastkirin divên. Divê perwerdehiya zayendiya civakî daxilî nav jiyana me ya perwerdehiyê bê kirin." 
 
MA / Selman Guzelyuz
 
 
 

Sernavên din

01/03/2022
16:02 Ji bo Guzel li Meclisê protesto hat kirin
15:48 Di Nobeta Edaletê de banga rakirina tecrîdê kirin
15:22 Bûldan: Dem dema azadiya jinan e
15:21 Dadgeha Federal a Iraqê: PDK nikare namzetekê din nîşan bide
15:21 Odeya Tabibên Stenbolê xwest şertên kedkarên tenduristiyê bê başkirin
14:57 Di Nobeda Edaletê de rexne li partiyên siyasî hat kirin
14:42 Hevşaredarê berê yê Yenîşehîrê Kurbanoglu hat girtin
14:28 Li Sûra dîrokî coşa 8'ê Adarê
14:27 NY: Li Ûkraynayê 13 jê zarok 536 kes jiyana xwe ji dest dan
14:21 Di Doza Kobanê de strana ‘Welatê me Kurdistan e’ olan da
13:51 Doza 5’ê Hezîranê ya ji nû ve tê lidarxistin, li çapemeniyê hat qedexekirin
13:44 Polisên ku ji "jor" ferman girtin mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:08 Ji 7 partiyên siyasî û rêxistinan daxuyaniya hevpar: Em nabin aliyekî şer
12:43 Ferît Şenyaşar: Em ê ji ber deriyê edliyê neçin
12:18 Berteka amediyan a ji bo zema rê: Tiştê em qezenc dikin diçe heqê rê
12:17 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriya Bûrsayê dan
12:03 Walîtiyê ‘îşkence’ parast û li gorî qanûnan dît!
11:16 Peyama sereke ya kongreya DBP’ê: Pirsgirêka kurd bêyî Ocalan çareser nabe
11:02 Bûldan: Parlamentoya bihêz bi Rêya Sêyemîn pêkan e
10:04 Şerê Rûsya û Ûkraynayê di roja 6'an de didome: Nîv mîlyon mirov welatê xwe terk kirin
09:35 Dê rakirina parêzbendiya Guzel li Meclisê bê nîqaşkirin
09:07 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:06 Waniyan bertek nîşanî Îrfan Kartalê AKP'î dan
09:06 Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê pêkanînên Esat Oktay
09:03 Serhildanên jinan ên li dijî kedxwarên kapîtalîst berdewam in
09:03 Têkoşîna domdar a li pêşiya fabrîqeyan: Têkoşîna 8'ê Adarê dê heta hetayê bidome
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2022'YAN
28/02/2022
17:14 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser grevên birçîbûnê
17:03 Lêgerîna edaletê ya ji bo Roboskî didome
16:58 Beştaş: Em bibiyar in ku Tifaqa Demokrasiyê ava bikin
16:56 Ji bo piştevaniyê serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 Di lihevkirina 6 partiyên muxalefetê de Pirsgirêka Kurd tuneye!
16:19 Jinan ji girtiyên jin re qert şandin
16:05 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP’iyê ku got ‘Pirsgirêka kurd nîne’ da
15:34 Serokê berê yê Katalonyayê serdana KNK'ê kir
15:28 Ji bo jinên girtî pifdankên xemrî firandin
15:14 Leyla Guven û 16 girtiyên jin sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
14:19 6 partî metna Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî îmze dikin
14:17 ‘Di rapora ATK’ê ya Tugluk de îmzeya norologan tune ye’
13:56 MYK'a HDP'ê: Vegera li Mutabaqata Dolmabahçeyê pêwistiyeke lezgîn e
12:34 Deriyên Îstînafê jî li malbata Şenyaşar hatin girtin
12:01 Li Girtîgeha Baybûrtê heqaretên giran li girtiyên jin tên kirin
12:01 ‘Ku ez keça xwe bibînim belkî wê nas nekim jî’
11:43 Malbata Şenyaşar li pêşiya Dadgeha Îstînafê ye
10:41 Jin dê ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan
10:12 Bi hinceta ku guh li wan nekirin polisan li 3 kesan dan
09:52 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 5’emîn de ye: Hevdîtina Rûsya û Ûkraynayê dest pê kir
09:31 Li Efrînê 5 kes hatin revandin û zêdetirî 800 dar hatin birîn
09:00 Parêzer Ece: Heke midûr jidil be bila gav biavêje
09:00 Li wêneyê jina Zapatîstayî doza PKK'ê hat vekirin
09:00 Pesnê xwe pê dan lê qet neket faliyetê
09:00 Şahidiya şerekî: Dagirkeriya aqilê baviksalarî û jin
09:00 Jinên Başurê Kurdistanê dê di 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê bi ruhê Viyanan tebikoşin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2022'YAN
27/02/2022
23:55 Li Wanê ji bo dema 15 rojan çalakî û şahî hatin qedexekirin
23:38 Li Rihayê xwendekarekî întîhar kir
22:55 Parlamenterê AKP'ê yê ku got 'Pirsgirêka kurd tune ye' hat protestokirin
21:29 Xalit Tarî li NÇM'a Stenbolê konser da
19:34 Li Semsûrê panela ziman: Ziman ruh e
19:05 Welatiyek ku ji Ukraynayê vegeriya Tirkiyê hat binçavkirin
16:48 Aydenîz û Bayindir careke din bû hevserokên DBP'ê
15:58 Ûkraynayiyên li Îzmîrê: Dawî li şer bînin
15:50 'Wê Ocalan bi têkoşînê bigihîje azadiya xwe'
15:49 ÎHD Û TÎHV'ê daxwaza berdana xwendekaran di bin çavan de kirin
14:11 Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Di Pirsgirêka Kurd de çareseriya tekane Ocalan e
13:14 Mîthat Sancar: Yekitiya Neteweyî ferz e
13:03 Peyama siyasetmedarên girtî ya ji bo kongreya DBP'ê: Wê gotina dawîn ên li ber xwe didin bibêjin
11:22 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 356'an de ye
11:11 6'emîn kongreya DBP'ê bi coş dest pê kir
10:10 Şerê Rûsya û Ûkraynayê gihîşt navenda bajaran: Ewropayê qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girt
09:26 Ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM'ê hat dayîn
09:18 DEDAŞ 12 hezar TL ceza li malbata ku zarokê wan girêdayî amûra hilmijandinê ye birî
09:16 'An wê daxwazê me qebûl bikin an wê cenazeyên me derkevin'
09:15 Li Girtîgeha Tekirdagê 3 girtiyên din jî tevli greva birçîbûnê bûn
09:13 Ji bo girtiyên naxweş bang kirin: Em ji bo wan tevbigerin
09:11 Onder: Dê şer bandorek mezin li aboriya qels a Tirkiyeyê bike
09:07 Hevjîna girtiyê nexweş Zubeyde Abî: 26 sal bi êş û azar derbas bûn
09:04 Ji Îrana ku 8’ê Adarê lê qedexe: Êdî tehemûla me nemaye
09:01 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2022'YAN
26/02/2022
23:59 Li Amedê konsereke mezin
22:02 Li Stenbolê şanoya 'Tu Ne Gara' yî'
18:56 Li Wanê lîstika 'Serbaz' hat lîstin
17:51 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:50 ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş Ozkan banga berdanê kir
17:09 Şaxa OHD’a Îzmîrê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:44 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Em li cem malbatan e
16:36 Ji bo çalakiyên 8’ê Adarê ya Îzmîrê bangewazî hat kirin
16:35 Li Enqereyê 7 partiyên siyasî li hev civiyan
16:12 Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha adarê aşkere kir
16:06 ÎHD xwest girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Yildiz bên berdan
15:51 ÎHD: Girtiya nexweş Dîcle Bozan terkî mirinê hatiye kirin
15:46 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bidin jiyîn
15:29 Greva birçîbûnê ya Mêrdînê komeke din dewr girt
15:20 Xizmên windakiriyan faîlên Can û Kaya pirsîn
14:58 Temellî: Paradîgmaya ku pergala şer hilweşîne li Îmraliyê ye
14:13 Dayikên Şemiyê: Cûneyt Aydinlar li ku ye?
13:36 Li Edeneyê şerê li Ûkraynayê hat protestokirin
12:53 Li Amedê heqê veguhestinê hate zêdekirin
12:35 Aygul Dokû: Ez ê di 8’ê Adarê de bibim dengê Gulistanê
12:22 Komxebata Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li Silêmaniyeyê dest pê kir