NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi dirûşmeya “Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe azad bikin” starta 8’ê Adarê hat dayîn.
Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bernameya têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê diyar bû. Starta çalakiyên ku di pêşengtiya Platforma Xebatên Hevpar a Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de pêk were li Navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê bi daxuyaniyekê hat dayîn. Li gorî nûçeya di Nûjinhayê de cih digire wê 8’ê Adara îsal bi dirûşmeya “Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe azad bikin” were pîrozkirin.
Bernameya ku dê li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê heta 10’ê Adarê berdewam bike wiha ye:
“*Wê tevahiyê li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê 8’ê Adarê were pîrozkirin.
* Di 1’ê Adarê de wê goristanên şehîdan bên ziyaretkirin, li ser goran find bên pêxistin û li ser navê platformê wê daxuyanî bê dayîn.
* Têkildarî Roja Jinan a Cîhanê wê semînerên taybet bên dayîn.
* Li ser medyaya dîjîtal wê bi herêmî û asta Rojhilata Navîn panelên civakî werin lidarxistin.
* Di 10’ê Adarê de wê gelemperiyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû rêxistin û tevgerên jinan pirozbahiyê li dar bixin.
* Rêxistin û tevgerên jinan wê li gorî bernameyên xwe hin çalakiyan li dar bixin.”