‘PDK’ê bi nîşandana namzetê xwe, destkeftiyên kurdan xist talûkeyê’

  • rojane
  • 09:51 26 Sibat 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Merwan Ozdemîr têkildarî nîqaşên li ser serokomariya Iraqê axivî û wiha got: “PDK’ê, bi nîşandana namzetê xwe re xetere li ser destkeftiyên kurdan çêkir.” 

Krîza siyasî û aborî ya li Iraqê berdewam e. Di 10’ê cotmeha 2021’an de hilbijartina parlamentoyê hatibû kirin lê tevî ku bi ser hilbijartinê re 5 meh derbasbûne jî, hêjta hikûmet nehatiye avakirin. Ji, ber qayişkêşî û cudahiyên siyasî yên di navbera partiyan de, parlamentoyê nekarî serokomar hilbijêre. Dihat payîn ku di 7’ê sibatê de hilbijartina serokomariyê bê kirin û namzetê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zebarî bû. Lê belê ji ber ku navê Zebarî di nelirêtiyên di serdema wezîrtiya wî ya darayiyê de derbas dibû, Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Zebarî betal kir. Lewma jî parlamentoyê nekarî bicive. Ji bo hilbijartina serokomariyê, pêvajoya namzetiyên nû dest pê kir û parlamentoyê di 22’yê sibatê de navên 33 namzetên hatine qebûlkirin, aşkere kir. Tê payîn ku dê di hefteya pêşiya me de serokomarê Iraqê li parlamentoyê bê diyarkirin. 
 
Ji ber ku PDK’ê namzetê xwe nîşan da, di navbera partiyên kurd de jî alozî derket. Di vê çarçoveyê de PDK’ê, Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Federal a Kurdistanê Rêber Ehmed Xalidî û Yekitiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) jî serokomarê Iraqê yê berê Berhem Salih weke namzet nîşan da.
 
Piştî destwerdana DYA’yê ya Iraqê, di navbera komên etnîkî û olî de lihevkirineke nefermî çêbû û welêt li gorî vê lihevkirinê tê birêvebirin. Li gorî lihevkirinê; serokomariya welêt dane kurdan, serokwezîrî dan şîeyan, serokatiya parlamentoyê jî dan suniyan. Muhammed Helbûsî yê sunî, weke serokê parlamentoyê hat hilbijartin û tê payîn ku serokwezîr jî dê ji şîeyan bê hilbijartin. Lê belê ji ber ku PDK’ê namzetê xwe yê serokomariyê nîşan da, destkeftiya kurdan niha di talûkeyê de ye. 
 
Rojnameger Merwan Ozdemîr derheqê hilbijartina serokomariyê, israra PDK’ê û nîqaşên li Iraqê ji ajansa me re nirxand. 
 
PIRSGIRÊKA KURD KÛR DIBE
 
Ozdemîr anî ziman ku ji bo mijara serokomariyê di navbera partiyên kurd de bi salan bû lihevkirinek hebû û wiha got: “Namzetê YNK’ê dihat hilbijartin. Lê bi nîşandana namzet re PDK’ê ev lihevkirin xerab kir. Helwestên PDK’ê li ser destkeftiyên kurdan gefeke. PDK’ê dîsa namzetek nîşan da û da zanîn ku di vê mijarê de biisrar e. Xuyaye ku partiyên ji Başûr dê bi hevgirtî nekevin hilbijartinên serokomariyê. Sedema vê jî helwesta PDK’ê bû. Navbera PDK’ê û hemû partiyên kurd ên li çar parçeyan xerabe. Di navbera wan û kurdên Bakur de pirsgirêk heye û bi Enqereyê re lihev dikin. Pirsgirêkên wan bi Rêveberiya Xweser a Rojava re hene û zêdetirî 3 sal in jî ambargo danîne ser Wargeha Mexmûrê.” 
 
‘PDK, HESASIYETÊN KURDAN PAŞGUH DIKE’
 
Di berdewamê de jî Ozdemîr diyar kir ku PDK, hesasiyetên neteweya kurd paşguh dike û wiha domand: “Ev polîtîkaya wê jî rê li ber nerazîbûnan vedike. Pirsgirêka kurd, ji bo Rojhilata Navîn bûye birîneke xedar. Lê helwesta PDK’ê ne ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd e. Berevajî vê, pirsgirêka heyî hêj kûrtir dike. Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re, gelek kesên di nava PDK’ê de jî bibertek in. Pirsgirêkên wan ên bi YNK’ê re jî rûyê wan ê rast derdixe holê. Helwestên PDK’ê, destkeftiyên kurdan xistin talûkeyê û dibe ku kurd hilbijartina serokomariyê winda bikin.”
 
‘PDK BI KURDAN DIDE WINDAKIRIN’
 
Bi domdarî Ozdemîr anî ziman ku li dijî vê helwesta PDK’ê, teqez dê YNK jî bikeve nava hewldanên cuda û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê di dawiya dawî de PDK bi kurdan dide windakirin. Weke ku tê zanîn mezintirîn hêza ku alîkariyê dide PDK’ê, Tirkiye ye. Dev ji avakirina yekitiya kurdan berde, di hevdîtinên bi Hulusî Akar re jî diyar dibe ku di nav xwe bi xwe de jî ne yek in. Li gorî edebê dewletê yan jî rêveberiyê, ji bo nûnertiya herêmekê kesek tê hilbijartin û xebatên dîplomatîk ew dimeşîne. Lê li Munîhê hem Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hem jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî cuda cuda pê re hevdîtin kirin. Ev jî nîşaneya neyekbûna wan e.” 
 
NEZELALIYEK HEYE
 
Rojnameger Ozdemîr da zanîn ku ji bo herêmê hewceye ku rêveberiyeke nû hebe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Herêma Kurdistanê ev zêdetirî 17 sal in xwedî statûyeke qanûnî ye. Rola PDK’ê ya di van salan de xeyalên kurdan têk birin. Xelkê Başûr dibêje li şûna ku ez li vir bijîm, bila li sînorê welatekê din bimrim. Yek ji mijarên divê em li ser bifikirin jî ev e. Tu bendewariyeke gel nemaye. Kesên ku naxwazin li Başûr bijîn, tevî xetereya mirinê jî xwe diavêjin rêyên mirinê. Ev jî nîşan dide ku tu hêviyeke wan ji van partiyên siyasî nemaye. Di mijara avakirina hikûmetên li Başûr û Iraqê de nezelaliyek heye. Dibe ku serokomarî bikeve destê PDK’ê. An jî îxtîmal heye ku YNK bikeve nava hewldanên cuda û vê hewldana PDK’ê vala derxîne. Nezelaliyek heye. Lê di her şert û mercan de pirsgirêkeke mezin li pêşiya kurdan in.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

26/02/2022
11:48 Malbata Şenyaşar: Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?
11:32 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Şerê Ûkrayna-Rûsyayê tezên Ocalan piştrast kir
11:25 Yureklî: Pêkanînên Almanyaya Nazî li Îmraliyê didomin
10:42 Teqîna 5’ê Hezîranê: Dadgehê ceza neda polîsan û şaredarî sûcdar kir
09:51 ‘PDK’ê bi nîşandana namzetê xwe, destkeftiyên kurdan xist talûkeyê’
09:49 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 3’yemîn de ye: Li Kîevê pevçûn dijwar bûn
09:17 Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye
09:14 Jinên ku qeyûm karê wan xesp kir, bi hevkarî hildiberînin
09:14 Birayê Veysî Kaya: Me alaya wî li erdê nehişt
09:13 Înfaza wî ji ber gotinên wî yên derbarê Desteya Çavdêriyê de hat şewitandin
09:12 DBP ji bo kongreyê amade ye: Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve
09:12 Rîma Berekat: Xeyala jinan îro li Rojava dibe heqîqet
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'YAN
25/02/2022
22:12 Li Rihayê lîstika 'Ji Akademiyê Re Raporek'
21:16 Li ser dîwaran wêneyên Ocalan hatin xêzkirin
16:33 Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:22 Hunermendan serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 3 girtî piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
16:10 Karkerê birapor ji kar hat derxistin
16:09 ‘Bila trajediya mirovahiyê ya li girtîgehan bi dawî bibe’
15:28 DAKAP’ê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkere kir
15:22 Ji bo girtiyên nexweş serî li meclisê da
14:55 DEDAŞ’ê di bin parastina cendermeyan de ceza li welatiyan birî
14:50 Dayik Dokû: Bila li meclisê komîsyon bê avakirin
14:44 Li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê jin tên tacîzkirin
14:27 Wezareta Dadê wê randevuyê bide malbata Dokû
14:09 Dermanan nadin girtiyên bi şewba koronayê ketîn
14:08 2 xwendekarên li Antalyayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:08 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Bila daxwazên zarokên bi cih bînin
13:49 Danişîna rojnamevan Eser hat taloqkirin
13:43 Hevserokê SYKP’a Stenbolê hate binçavkirin
13:32 Li Midyatê operasyona nelirêtiyê
13:31 Sarisozen: Cîhan bedela neçareserkirina pirsgirêka kurd dide
13:30 TJA'yê çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Garîbe Gezer da destpêkirin
13:29 Derbarê Emîne Şenyaşar de lêpirsîna 14’emîn hat destpêkirin
13:07 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:42 Xwendekarên li Ûkraynayê asê mayîn: Hewl didin me bibin leşkeriyê
12:28 Herêma ji bo ‘Daristana Bahçelî’ hatiye veqetandin bi têlan tê girtin
12:01 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê starta 8’ê Adarê hat dayîn
11:46 Rojnamevan Aktaş û Yavûzel ê DBP’î dê werin bibîranîn
10:35 Koç: Li dijî talûkeya heyî divê kurd gavên dîplomatîk bidin destpêkirin
09:46 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike
09:09 Ji bo tifaqa Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur jinan koalîsyon ava kir: NADA
09:07 Dayikên Aştiyê: Barzanî gora xwe bi destê xwe dikole
09:03 'Jin ji ber pirsên şaş serî li saziyên fermî nadin'
09:03 Li Girtîgeha Bunyanê 'Sirûda Îstîklalê' li girtiyan ferz dikin
09:03 Leyla Guven giliyê gardiyanê ku gef lê xwarin kir
09:03 DBP ji bo kongreya mezin amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
09:03 Şêniyên Sûrê: Kesên ji bo zengînbûnê hatine, dê serê wan di ber wan de biçin
09:03 Du xwîşkên laçikspî ji bo aştiyê ev 31 sal in bi hev re têdikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2022'YAN
24/02/2022
22:32 Biden, mueyideyên derbarê Rûsyayê de eşkere kirin
22:00 Roja hilbijartina parlementoyê ya Herêma Kurdistanê diyar bû
21:34 Ji TJA'yê bi quşxane-taweyan çalakiya dengderxistinê
17:06 Li ser Çiyayê Gabarê liv û tevgera hewayî
16:54 Nobeta Edaletê: Em ê li dijî tecrîdê têbikoşîn
16:41 Heta komên agirkujiyê hatin cihê bûyerê, mînîbûs bi temamî şewitî!
16:32 ‘Bi qetilkirina Altûn re nekarîn rastiyê di tariyê de bihêlin’
16:15 Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man
15:55 Li Êlihê zem hatin şermezarkirin
15:49 Rêveberên DAD’ê serdana Nobeda Edaletê kirin
15:43 Ozturk: Tu ferq û cudahiyeke PDK’ê ji AKP’ê nîne
15:42 Danişîna kujerê Fatma Altinmakas hat paşxistin
15:37 Doza Dayikên Aştiyê û rojnemavanan hat taloqkirin
15:31 HDP: Derî li şer vebû
15:30 Girtiyên ku li dijî ‘lêgerîna nava dev’ derdikevin nayên tedawîkirin
15:12 Civîna bilind a ewlehiyê bi dawî bû
15:03 HDK’ê kampanya ‘Ji bo Îzmîrê av’ da destpêkirin
14:57 Li Rihayê jinek hat kuştin
14:54 Hiqûqzanan xwest Aysel Tugluk were berdan
14:45 Gunay: Şerê Ûkraynayê şerê serdestiyê yê navbera NATO û Rûsyayê ye
14:43 Li ber edliyê ji bo azadiya girtiyan bang kirin
14:35 Bandora Rûsya û Ukraynayê li ser Tirkiyê: Feqîrî wê zêde bibe
14:22 Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn
13:41 Çawişê pispor ê tecawizkar beraet kir
13:40 Name û kart ji jinên girtî re şandin
13:40 Parêzerên Ocalan ji bo Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kirin
13:20 Derketina derve jî li malbata Doku hat qedexekirin!
13:19 Girtiyê nexweş felc bû
13:18 Di lêpirsîna derbarê Rojnameger Çelîk de biryara neşopandinê hat dayîn
13:08 EÎHD: Bila Tirkiye helwesteke li dijî şer bigire
12:59 Tirkiyeyê li ser rêya Qamişlo û Amûdê wesayîtek bombebaran kir
12:54 Lucescu: Hêvî dikim mirovên mezîn ên bêmêjî şer rawestînin
12:20 Doza Taşkiran a ESP'yî hat taloqkirin
12:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî kargehên kurmancî û zazakî dide destpêkirin
12:08 Wê li benda îfadeyê rojnamegerên îngilîz bê sekinandin
11:56 Zelenskiy ji Ewropayê daxwaza girtina qada hewayî kir
11:35 Şandeya HDP'ê bi Josep Borrell re civîn li dar xist
11:33 Li Girtîgeha Bakirkoyê destê hev girtin qedexe ye!
11:33 Bernameya 8'ê Adarê ya Meclisa Jinan a HDP'ê eşkere bû
10:58 Malbata Şenyaşar: Em ê li her derê biqîrin
10:52 Dozên rojnamevan Evren anîn ba hev
10:28 Enqere civîna bilind a ewlehiyê li dar dixe
10:13 Xwendekarê ku birîndar bû: Polîsan êrişkar parastin
10:12 Dibe ku partiyên nû beşdarî têkoşîna hevpar bibin
09:37 Zelenskiy: Em ê xwe biparêzin
09:32 Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li cîhanê belav bû
09:09 Gardiyanan gefa ‘em ê serê we jê bikin’ li girtiyan xwar
09:08 Ercanli: Em di peydekirina dermanan de zehmetiyê dikişînin
09:07 Parêzer Sevîmlî: Tûglûk bû sembola teşhîrkirina bêhiqûqîtiyê