Hevjîna girtiyê nexweş Zubeyde Abî: 26 sal bi êş û azar derbas bûn

  • rojane
  • 09:07 27 Sibat 2022
  • |
img
WAN - Zubeyde Abî, hevjîna girtiyê nexweş Ebedîn Abî, diyar kir ku dê nobeda xwe ya edaletê bidomîne û got: "26 salên me, bi êş û azar derbas bûn. Min keça xwe bi hêsirên çavên xwe mezin kir." 
 
Nobeda Edaletê ya li Baroya Wanê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatien şewitandin didome. Ji çalakgeran yek jê jî Zubeyde Abî, hevjîna girtiyê nexweş Ebedîn Abî ye. Ebedîn Abî, di sala 1996'an de li gundekî Bêşebab a Şirnexê hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Abî yê cezayê muebedê lê hatiye birîn, niha Girtîgeha Binyan a Kayserî ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê de ye. 
 
Li girtîgehê nexweşîna şekir, diyabet û ya dil li Abî peyda bûye. Abî, di girtîgehê de pirtûkeke helbestan a bi navê "Hêlîn û Hebûn" nivîsiye û di sala 2014'an de çap kiriye.
 
Hevjîna wî Zubeyde Abî ku dotamam wî ye û di sala 1987'an de bi hev re zewicîne, têkildarî têkoşîna bi salan de axivî. 
 
‘26 SAL BI ÊŞ Û AZAR DERBAS BÛ'
 
Dayik Abî, bilêv kir ku di sala 1996'an de keça wê Hebûn hatiye dinê û ew û keça xwe bi hev re mezin bûne. Abî got: "26 sal, bi êş û azaran derbas bû." 
 
Abî, diyar kir ku di sala 1996'an de gava li gund di kon de diman, di navbera PKK'yî û eskeran de şer qewimiye û wiha behsa wê rojê kir: "Hewan davêtin hêla em lê bûn. Wê gavê keça min Hebûn ê pitik bû. Di hemêza bavê xwe de bû. Me jî şer temaşe dikir. Em di ortê de mabûn. Paşê esker hatin cihê em lê bûn. Hevjînê min û 4 kesên din binçav kirin." 
 
‘MIN KEÇA XWE BI HÊSIRÊN ÇAVÊN XWE MEZIN KIR'
 
Abî, destnîşan kir ku hevjînê wê û kesên pê re bi îşkence û tahdeyê hatine binçavkirin û got: "Hevjînê min dixistin nava avê û derdixistin. Baş tê bîra min, wê rojê ava hewzê wekî cemedê bû. Çek dispartin serê hevjînê min. Îşkenceyeke dijwar li hevjînê min kirin. Paşê ew xistin nava betaniyekê û birin. Ji bo îfadeya li ser xwe qebûl bike, li dadgehê çek spartin serê wî. Min ew zilma dewletê bi çavê xwe dît." 
 
Dayik Abî, destnîşan kir ku wê û keça xwe rojên pir zor û zehmet dîtine û got: "Gava hevjînê min hat girtin ez çûm cem bavê xwe. Ez û keça xwe bi hev re mezin bûn. Min keça xwe bi hêsirên çavên xwe mezin kir." 
 
Dayik Abî, diyar kir ku hevjînê wê tim sewqî girtîgehên cuda tê kirin û ew jî li gor derfetên xwe carinan diçin girtîgehê. 
 
Dayik Abî, bibîr xist ku gava carekê çûne girtîgehê cem hevjînê xwe û vegeriyane polîsan ew dane sekinandin û got: "Keça min di rê de, li girtîgehê pir digiriya. Ew digiriya, ez jî pê re digiriyam. Keça min di rêyan de mezin bû. Carekê gava em ji girtîgehê vegeriyan gund, em li devereke ku pevçûn lê çêbûbû hatin sekinandin. Ji me re gotin, 'Keça Ebedîn Abî ji bo çalakiyê hatiye.' Keça min hê biçûçik bû. Di hemêza min de bû. Me bi mînîbusê birin qereqolê. Gotin, 'Keça Ebedîn Abî li ku ye? Ji bo çalakiyê hatiye.' Min jî pitika di hemêza xwe de nîşan da, min got, ev e keça Ebedîn Abî. Ma dê ev pitik çalakiyê bike? Paşê em berdan." 
 
'EDALET TUNE YE'
 
Abî, destnîşan kir ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan têdikoşin û got: "Em tenê doza edaletê dikin. Hevjînê min heye niha 10 caran anjiyo bûye. Li Tirkiyeyê edalet tune ye. Ger hebûna dê wisa nebûna. Ge redalet hebûna dê girtiyên nexweş hemû bihatana berdan. Ez pir li ber vê dikevim. Em ê heya dawiyê ji bo edaletê bitêkoşin."
 
BANGAWAZÎ
 
Abî, di dawiya axaftina xwe de bang li civakê kir û got: "Bila gel bê piştgiriya me bike. Bila ew jî li cem me bin. Tenê ne malbatên girtiyan, bila her kes bê. Êdî bila rabin ser pêyan." 
 
MA / Mehmet Şah Orûç
 

Sernavên din

01/03/2022
14:57 Di Nobeda Edaletê de rexne li partiyên siyasî hat kirin
14:42 Hevşaredarê berê yê Yenîşehîrê Kurbanoglu hat girtin
14:28 Li Sûra dîrokî coşa 8'ê Adarê
14:27 NY: Li Ûkraynayê 13 jê zarok 536 kes jiyana xwe ji dest dan
14:21 Di Doza Kobanê de strana ‘Welatê me Kurdistan e’ olan da
13:51 Doza 5’ê Hezîranê ya ji nû ve tê lidarxistin, li çapemeniyê hat qedexekirin
13:44 Polisên ku ji "jor" ferman girtin mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:08 Ji 7 partiyên siyasî û rêxistinan daxuyaniya hevpar: Em nabin aliyekî şer
12:43 Ferît Şenyaşar: Em ê ji ber deriyê edliyê neçin
12:18 Berteka amediyan a ji bo zema rê: Tiştê em qezenc dikin diçe heqê rê
12:17 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriya Bûrsayê dan
12:03 Walîtiyê ‘îşkence’ parast û li gorî qanûnan dît!
11:16 Peyama sereke ya kongreya DBP’ê: Pirsgirêka kurd bêyî Ocalan çareser nabe
11:02 Bûldan: Parlamentoya bihêz bi Rêya Sêyemîn pêkan e
10:04 Şerê Rûsya û Ûkraynayê di roja 6'an de didome: Nîv mîlyon mirov welatê xwe terk kirin
09:35 Dê rakirina parêzbendiya Guzel li Meclisê bê nîqaşkirin
09:07 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:06 Waniyan bertek nîşanî Îrfan Kartalê AKP'î dan
09:06 Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê pêkanînên Esat Oktay
09:03 Serhildanên jinan ên li dijî kedxwarên kapîtalîst berdewam in
09:03 Têkoşîna domdar a li pêşiya fabrîqeyan: Têkoşîna 8'ê Adarê dê heta hetayê bidome
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2022'YAN
28/02/2022
17:14 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser grevên birçîbûnê
17:03 Lêgerîna edaletê ya ji bo Roboskî didome
16:58 Beştaş: Em bibiyar in ku Tifaqa Demokrasiyê ava bikin
16:56 Ji bo piştevaniyê serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 Di lihevkirina 6 partiyên muxalefetê de Pirsgirêka Kurd tuneye!
16:19 Jinan ji girtiyên jin re qert şandin
16:05 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP’iyê ku got ‘Pirsgirêka kurd nîne’ da
15:34 Serokê berê yê Katalonyayê serdana KNK'ê kir
15:28 Ji bo jinên girtî pifdankên xemrî firandin
15:14 Leyla Guven û 16 girtiyên jin sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
14:19 6 partî metna Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî îmze dikin
14:17 ‘Di rapora ATK’ê ya Tugluk de îmzeya norologan tune ye’
13:56 MYK'a HDP'ê: Vegera li Mutabaqata Dolmabahçeyê pêwistiyeke lezgîn e
12:34 Deriyên Îstînafê jî li malbata Şenyaşar hatin girtin
12:01 Li Girtîgeha Baybûrtê heqaretên giran li girtiyên jin tên kirin
12:01 ‘Ku ez keça xwe bibînim belkî wê nas nekim jî’
11:43 Malbata Şenyaşar li pêşiya Dadgeha Îstînafê ye
10:41 Jin dê ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan
10:12 Bi hinceta ku guh li wan nekirin polisan li 3 kesan dan
09:52 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 5’emîn de ye: Hevdîtina Rûsya û Ûkraynayê dest pê kir
09:31 Li Efrînê 5 kes hatin revandin û zêdetirî 800 dar hatin birîn
09:00 Parêzer Ece: Heke midûr jidil be bila gav biavêje
09:00 Li wêneyê jina Zapatîstayî doza PKK'ê hat vekirin
09:00 Pesnê xwe pê dan lê qet neket faliyetê
09:00 Şahidiya şerekî: Dagirkeriya aqilê baviksalarî û jin
09:00 Jinên Başurê Kurdistanê dê di 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê bi ruhê Viyanan tebikoşin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2022'YAN
27/02/2022
23:55 Li Wanê ji bo dema 15 rojan çalakî û şahî hatin qedexekirin
23:38 Li Rihayê xwendekarekî întîhar kir
22:55 Parlamenterê AKP'ê yê ku got 'Pirsgirêka kurd tune ye' hat protestokirin
21:29 Xalit Tarî li NÇM'a Stenbolê konser da
19:34 Li Semsûrê panela ziman: Ziman ruh e
19:05 Welatiyek ku ji Ukraynayê vegeriya Tirkiyê hat binçavkirin
16:48 Aydenîz û Bayindir careke din bû hevserokên DBP'ê
15:58 Ûkraynayiyên li Îzmîrê: Dawî li şer bînin
15:50 'Wê Ocalan bi têkoşînê bigihîje azadiya xwe'
15:49 ÎHD Û TÎHV'ê daxwaza berdana xwendekaran di bin çavan de kirin
14:11 Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Di Pirsgirêka Kurd de çareseriya tekane Ocalan e
13:14 Mîthat Sancar: Yekitiya Neteweyî ferz e
13:03 Peyama siyasetmedarên girtî ya ji bo kongreya DBP'ê: Wê gotina dawîn ên li ber xwe didin bibêjin
11:22 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 356'an de ye
11:11 6'emîn kongreya DBP'ê bi coş dest pê kir
10:10 Şerê Rûsya û Ûkraynayê gihîşt navenda bajaran: Ewropayê qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girt
09:26 Ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM'ê hat dayîn
09:18 DEDAŞ 12 hezar TL ceza li malbata ku zarokê wan girêdayî amûra hilmijandinê ye birî
09:16 'An wê daxwazê me qebûl bikin an wê cenazeyên me derkevin'
09:15 Li Girtîgeha Tekirdagê 3 girtiyên din jî tevli greva birçîbûnê bûn
09:13 Ji bo girtiyên naxweş bang kirin: Em ji bo wan tevbigerin
09:11 Onder: Dê şer bandorek mezin li aboriya qels a Tirkiyeyê bike
09:07 Hevjîna girtiyê nexweş Zubeyde Abî: 26 sal bi êş û azar derbas bûn
09:04 Ji Îrana ku 8’ê Adarê lê qedexe: Êdî tehemûla me nemaye
09:01 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2022'YAN
26/02/2022
23:59 Li Amedê konsereke mezin
22:02 Li Stenbolê şanoya 'Tu Ne Gara' yî'
18:56 Li Wanê lîstika 'Serbaz' hat lîstin
17:51 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:50 ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş Ozkan banga berdanê kir
17:09 Şaxa OHD’a Îzmîrê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:44 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Em li cem malbatan e
16:36 Ji bo çalakiyên 8’ê Adarê ya Îzmîrê bangewazî hat kirin
16:35 Li Enqereyê 7 partiyên siyasî li hev civiyan
16:12 Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha adarê aşkere kir
16:06 ÎHD xwest girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Yildiz bên berdan
15:51 ÎHD: Girtiya nexweş Dîcle Bozan terkî mirinê hatiye kirin
15:46 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bidin jiyîn
15:29 Greva birçîbûnê ya Mêrdînê komeke din dewr girt
15:20 Xizmên windakiriyan faîlên Can û Kaya pirsîn
14:58 Temellî: Paradîgmaya ku pergala şer hilweşîne li Îmraliyê ye
14:13 Dayikên Şemiyê: Cûneyt Aydinlar li ku ye?
13:36 Li Edeneyê şerê li Ûkraynayê hat protestokirin
12:53 Li Amedê heqê veguhestinê hate zêdekirin
12:35 Aygul Dokû: Ez ê di 8’ê Adarê de bibim dengê Gulistanê
12:22 Komxebata Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li Silêmaniyeyê dest pê kir
11:59 Li Girtîgeha Îdirê 2 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
11:48 Malbata Şenyaşar: Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?
11:32 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Şerê Ûkrayna-Rûsyayê tezên Ocalan piştrast kir
11:25 Yureklî: Pêkanînên Almanyaya Nazî li Îmraliyê didomin
10:42 Teqîna 5’ê Hezîranê: Dadgehê ceza neda polîsan û şaredarî sûcdar kir