Têkoşîna domdar a li pêşiya fabrîqeyan: Têkoşîna 8'ê Adarê dê heta hetayê bidome

  • jin
  • 09:03 1 Adar 2022
  • |
img
STENBOL - Jina kedkar Meral Akdaş ku 297 rojan ji bo mafên xwe li ber Flormar Kozmetîkê li ber xwe da, niha jî li fabrîqeya Corazon Endûstriyel Ambalajê berxwedana xwe didomîne. Akdaş, dibêje ku dê têkoşîna 8'ê Adarê heta hetayê bidomînin. 
 
Berxwedana karkeran, li Tirkiyeyê mohra xwe li sala 2021’an da. Berxwedana karkeran li seranserî bajarên Tirkiyeyê berbelav bûn. Karkerên ku heqê keda destê xwe nedigirtin, ji fabrîqeyan heta kolanan, li her deverê li ber xwe dan. Di van berxwedanan de jinên kedkar jî cih girtin û bi tu awayî qadên berxwedanê vala nehiştin. Jinan xwest ku ji bo heman karî, heman heqdest bê dayîn û mafên wan ên reha bên qebûlkirin. Li dijî betlaneya bêheq, xebata bêtemînat, bêkarî û şert û mercên giran ên kar, dengê xwe bilind kirin û ji bo hemû kedkarên berxwedêr bûn hêvî. Yek ji mînakên vê berxwedanê jî, berxwedana jinên li fabrîqeya Corazon Endûstriyel Ambalaj a li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê dixebitin e. Jinên ku li vê fabrîqeyê dixebitiyan, 4 mehan mûçeyên xwe newergirtin û di 4’ê sibatê de dev ji kar berdan. Jinên kedkar ku ev du sal bûn mûçeyên wan dereng dihatin dayîn û di 4 mehên dawî de jî mûçeyên wan nehatibûn dayîn, di 4’ê sibatê de dev ji kar berdan. Yek ji van jinan jî Meral Akdaş (43) e. Ev ne cara yekemîne ku Meral Akdaş ji bo xweha eniya xwe li ber xwe dide. Beriya niha jî ji fabrîqeya Flormarê hatibû derxistin û ji bo parastina mafên xwe, dest bi berxwedanê kiribû. Ev berxwedana wan bi serkeftinê tacîdar bû.
 
Akdaş, niha jî ji bo mafên xwe yên reha li dijî Corazon Ambalajê li ber xwe dide. Akdaş, ji 18 saliya xwe heta niha ji bo keda xwe têdikoşe û têkoşîna xwe ji ajansa me re vegot. 
 
DI 18 SALIYA XWE DE DEST PÊ KIR
 
Meral Akdaş, li navçeya Gebze ya Kocaliyê ji dayik bû. Di 18 saliya xwe de li fabrîqeyê dest bi kar kir. Akdaş, ji fabrîqeyên kozmetîkê heta yên telîs, hilberandina kruvasan û ambalajê, di gelek fabrîqeyan de xebitî. Di vê pêvajoyê de li hemberî binpêkirina mafan, gelek caran bi tena serê xwe têkoşiya. Akdaş, zewicî ye û 3 zarokên wê hene. Her wiha 5 salan jî li fabrîqeya Flormar Kozmetîk a li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Gebzeyê (GOSB) xebitî.
 
DI TÊKOŞÎNA SENDÎQAYÎ DE CIH GIRT
 
Di dema xebata li vê fabrîqeyê de ji ber heqdestê kêm û şertên xebatê yên zehmet, xwe di nava Sendîqeya Petrol-Îş’ê ya Konfederasyona Sendîqeyên Karkerên Şoreşger (DÎSK) de birêxistin kir. Lê belê ji ber ku bû endama sendîqayê, di sala 2016’an de tevî 132 karkerên din ji kar hate derxistin. 
 
297 ROJAN LI FLORMARÊ LI BER XWE DA
 
Piştî ku tevî 132 hevalên xwe ji kar hatî derxistin, Akdaş di 15’ê gulana sala 2018’an de li pêşiya fabrîqeya Flormar Komzetîkê dest bi çalakiyê kir. Karkerên ji kar hatine derxistin her roj ji bo mafên xwe serê sibehê saet di 09.00’an de dihatin pêşiya fabrîqeyê û heta 17.00’ê êvarê jî çalakiya xwe didomandin. Di dawiya dawî de berxwedana wan bi ser ket û daxwazên wan piştî berxwedana 297 rojan hatin qebûlkirin. Li gel tezmînatên qedem û îxbarê, her wiha 16 mûçe jî ji ber “niyeta xerab” weke tezmînat hatin dayîn. Xalên derxistina karkeran a ji kar jî hatin guherandin û her wiha pêşî li ber wergirtina “mûçeyên bêkariyê” yên newergirtin jî hate vekirin. Berxwedana Flormarê ku bi pêşengiya jinan dest pê kiribû, bû sembola berxwedana karkeran. 
 
'EM BI SER KETIN’
 
Akdaş, qala têkoşîna xwe kir û da zanîn ku wan çalakiya xwe di nava şert û mercên giran de domandine. Akdaş, da zanîn ku heqdestekî kêm didan wan û wiha got: “Me nedikariya debara malbatên xwe bikin. Me daxwaza mafên xwe kir lê nehatin qebûlkirin. Me jî xwe di nava sendîqayê de birêxistin kir. Bi sendîqayîbûnê re jî em ji kar derxistin. Me dest bi çalakiyê kir lê koneke me jî nebû. Ji ber ku walîtiyê destûra vegirtina konê nedida. Gelek sar bû û me di bin betaniyan de li ber xwe dida. Me mafên xwe bi dest xistin. Em bi ser ketin. Lê piştî ku mafên me hatin dayîn, karmendê me nexwest bi me re bixebite. Tevgereke jinan a xurt di berxwedana Flormarê de hebû lewma jî ev berxwedan zêde dirêj kir.” 
 
TÊKOŞÎNA MAFAN A JI FLORMARÊ HETA CORAZONÊ
 
Piştî berxwedana Flormarê, piştre jî li fabrîqeya Corazon Endûstriyel Ambalajê ya li Gebzeyê dest bi kar kir.  Gelemperiya xebatkarên fabrîqeyê jin bûn. Xebatkarên jin li fabrîqeyê rastî mobbîngê dihatin, keda wan dihat xwarin, mûçeyên wan dereng dihatin dayîn û di 4 mehên dawî de jî mûçeyên wan nehatibûn dayîn. Lewma jî di sala 2021’an de dest bi berdana kar kirin. 
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Akdaş wiha qala vê pêvajoyê dike: “Her roj dixwestin em hîn bêhtir tiştan çêbikin. Lê hêza her kesî diyar e. Zexta zêde çêkirina berheman li me dikirin. Heke me îro 500 lib çêkiribin, roja din dixwestin ku em 600 liban derxînin. Û ev hejmar roj bi roj zêdetir dibû. Berpirsyarên me gefa; ‘heke hûn bêhtir çênekin, em ê we ji kar derxînin’ li me dixwarin.” 
 
'ME TEKLÎFÊN WAN QEBÛL NEKIRIN’
 
Akdaş, diyar kir ku wan dest bi berdana kar kir û wiha pê de çû: “Berxwedana me berdewam e. Bi berdana kar re zextên li ser me jî zêdetir bûn. Karmendê me ji bo ku em çalakiya xwe bi dawî bikin, çendek teklîf kirin lê me qebûl nekir. Teklîfên ku wî dikirin, bi têrî nedikir ku mexdûriyetên me ji holê rabin. Lewma me qebûl nekir. Ji me re gotin; ‘çendek rojan li ser bifikirin û piştre werin.’ Me hizra xwe kir lê belê nabe ku ev teklîf bên qebûlkirin. Di 4’ê sibatê de jî karê me bi rengekî yekalî fesh kirin. Karmendê me digot; ‘pereyê min nîne, nikarin bidim.’ Lê belê hêj diçû cem muşteriyên karê wan qediyayî.” 
 
'BILA DAWIYEKÎ LI NEWEKHEVIYÊ BÎNIN’
 
Di berdewamê de Akdaş da zanîn ku bi zilaman re di heman karî de dixebitiyan lê belê heqdestê wan ji yê zilaman kêmtir bû. Akdaş, wiha dirêjî da axaftin xwe: “Heta gelek caran em ji wan bêhtir dixebitiyan. Dema me sedema vê dipirsiya jî ji me re digotin; ‘zilam debara mala xwe dikin.’ Em jî debara malbata xwe dikin û bi heman performansê dixebitin lê heqdestê me kêmtir e. Li vê derê newekheviyek heye. Divê ev newekheviye ji holê rabe.” 
 
BANGA BERXWEDANÊ
 
Akdaş, got ku têkoşîna di bin sîwana sendîqayê de girîng e û axaftina xwe wiha xelas kir: “Heta piştgirî nebe, domandina têkoşînê nepêkan e. Heta ku piştevanî û hêza jinan hebe, em ê berxwedana xwe bidomînin. 8’ê Adarê ji bo têkoşîna jinan xwedî cihekî taybet e. Em jî dê di vê rojê de li kolanan bin. Greva ku jinan ji bo şert û mercên baştir ên kar di 8’ê Adarê de dabû destpêkirin û şewitandina bi dehan jinan, gelek girîng e.  Em jî dê di vê rojê de berxwedana xwe bidomînin û vê çanda têkoşînê heta hetayê bidomînin. Banga me ji bo hemû jinên cîhanê û Tirkiyeyê yên ku di nava şert û mercên giran de dixebitin ew e ku di 8’ê Adarê de piştgiriyê bidin berxwedana me.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

01/03/2022
14:57 Di Nobeda Edaletê de rexne li partiyên siyasî hat kirin
14:42 Hevşaredarê berê yê Yenîşehîrê Kurbanoglu hat girtin
14:28 Li Sûra dîrokî coşa 8'ê Adarê
14:27 NY: Li Ûkraynayê 13 jê zarok 536 kes jiyana xwe ji dest dan
14:21 Di Doza Kobanê de strana ‘Welatê me Kurdistan e’ olan da
13:51 Doza 5’ê Hezîranê ya ji nû ve tê lidarxistin, li çapemeniyê hat qedexekirin
13:44 Polisên ku ji "jor" ferman girtin mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin
13:08 Ji 7 partiyên siyasî û rêxistinan daxuyaniya hevpar: Em nabin aliyekî şer
12:43 Ferît Şenyaşar: Em ê ji ber deriyê edliyê neçin
12:18 Berteka amediyan a ji bo zema rê: Tiştê em qezenc dikin diçe heqê rê
12:17 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriya Bûrsayê dan
12:03 Walîtiyê ‘îşkence’ parast û li gorî qanûnan dît!
11:16 Peyama sereke ya kongreya DBP’ê: Pirsgirêka kurd bêyî Ocalan çareser nabe
11:02 Bûldan: Parlamentoya bihêz bi Rêya Sêyemîn pêkan e
10:04 Şerê Rûsya û Ûkraynayê di roja 6'an de didome: Nîv mîlyon mirov welatê xwe terk kirin
09:35 Dê rakirina parêzbendiya Guzel li Meclisê bê nîqaşkirin
09:07 Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
09:06 Waniyan bertek nîşanî Îrfan Kartalê AKP'î dan
09:06 Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê pêkanînên Esat Oktay
09:03 Serhildanên jinan ên li dijî kedxwarên kapîtalîst berdewam in
09:03 Têkoşîna domdar a li pêşiya fabrîqeyan: Têkoşîna 8'ê Adarê dê heta hetayê bidome
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2022'YAN
28/02/2022
17:14 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser grevên birçîbûnê
17:03 Lêgerîna edaletê ya ji bo Roboskî didome
16:58 Beştaş: Em bibiyar in ku Tifaqa Demokrasiyê ava bikin
16:56 Ji bo piştevaniyê serdana malbata Şenyaşar kirin
16:19 Di lihevkirina 6 partiyên muxalefetê de Pirsgirêka Kurd tuneye!
16:19 Jinan ji girtiyên jin re qert şandin
16:05 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî AKP’iyê ku got ‘Pirsgirêka kurd nîne’ da
15:34 Serokê berê yê Katalonyayê serdana KNK'ê kir
15:28 Ji bo jinên girtî pifdankên xemrî firandin
15:14 Leyla Guven û 16 girtiyên jin sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
14:19 6 partî metna Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî îmze dikin
14:17 ‘Di rapora ATK’ê ya Tugluk de îmzeya norologan tune ye’
13:56 MYK'a HDP'ê: Vegera li Mutabaqata Dolmabahçeyê pêwistiyeke lezgîn e
12:34 Deriyên Îstînafê jî li malbata Şenyaşar hatin girtin
12:01 Li Girtîgeha Baybûrtê heqaretên giran li girtiyên jin tên kirin
12:01 ‘Ku ez keça xwe bibînim belkî wê nas nekim jî’
11:43 Malbata Şenyaşar li pêşiya Dadgeha Îstînafê ye
10:41 Jin dê ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan
10:12 Bi hinceta ku guh li wan nekirin polisan li 3 kesan dan
09:52 Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 5’emîn de ye: Hevdîtina Rûsya û Ûkraynayê dest pê kir
09:31 Li Efrînê 5 kes hatin revandin û zêdetirî 800 dar hatin birîn
09:00 Parêzer Ece: Heke midûr jidil be bila gav biavêje
09:00 Li wêneyê jina Zapatîstayî doza PKK'ê hat vekirin
09:00 Pesnê xwe pê dan lê qet neket faliyetê
09:00 Şahidiya şerekî: Dagirkeriya aqilê baviksalarî û jin
09:00 Jinên Başurê Kurdistanê dê di 8'ê Adarê li qadan bin: Em ê bi ruhê Viyanan tebikoşin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2022'YAN
27/02/2022
23:55 Li Wanê ji bo dema 15 rojan çalakî û şahî hatin qedexekirin
23:38 Li Rihayê xwendekarekî întîhar kir
22:55 Parlamenterê AKP'ê yê ku got 'Pirsgirêka kurd tune ye' hat protestokirin
21:29 Xalit Tarî li NÇM'a Stenbolê konser da
19:34 Li Semsûrê panela ziman: Ziman ruh e
19:05 Welatiyek ku ji Ukraynayê vegeriya Tirkiyê hat binçavkirin
16:48 Aydenîz û Bayindir careke din bû hevserokên DBP'ê
15:58 Ûkraynayiyên li Îzmîrê: Dawî li şer bînin
15:50 'Wê Ocalan bi têkoşînê bigihîje azadiya xwe'
15:49 ÎHD Û TÎHV'ê daxwaza berdana xwendekaran di bin çavan de kirin
14:11 Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Di Pirsgirêka Kurd de çareseriya tekane Ocalan e
13:14 Mîthat Sancar: Yekitiya Neteweyî ferz e
13:03 Peyama siyasetmedarên girtî ya ji bo kongreya DBP'ê: Wê gotina dawîn ên li ber xwe didin bibêjin
11:22 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 356'an de ye
11:11 6'emîn kongreya DBP'ê bi coş dest pê kir
10:10 Şerê Rûsya û Ûkraynayê gihîşt navenda bajaran: Ewropayê qada xwe ya hewayî ji balefirên rûs re girt
09:26 Ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM'ê hat dayîn
09:18 DEDAŞ 12 hezar TL ceza li malbata ku zarokê wan girêdayî amûra hilmijandinê ye birî
09:16 'An wê daxwazê me qebûl bikin an wê cenazeyên me derkevin'
09:15 Li Girtîgeha Tekirdagê 3 girtiyên din jî tevli greva birçîbûnê bûn
09:13 Ji bo girtiyên naxweş bang kirin: Em ji bo wan tevbigerin
09:11 Onder: Dê şer bandorek mezin li aboriya qels a Tirkiyeyê bike
09:07 Hevjîna girtiyê nexweş Zubeyde Abî: 26 sal bi êş û azar derbas bûn
09:04 Ji Îrana ku 8’ê Adarê lê qedexe: Êdî tehemûla me nemaye
09:01 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2022'YAN
26/02/2022
23:59 Li Amedê konsereke mezin
22:02 Li Stenbolê şanoya 'Tu Ne Gara' yî'
18:56 Li Wanê lîstika 'Serbaz' hat lîstin
17:51 Pirtûkên nivîskarên girtî hatin îmzekirin
17:50 ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş Ozkan banga berdanê kir
17:09 Şaxa OHD’a Îzmîrê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:44 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Em li cem malbatan e
16:36 Ji bo çalakiyên 8’ê Adarê ya Îzmîrê bangewazî hat kirin
16:35 Li Enqereyê 7 partiyên siyasî li hev civiyan
16:12 Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya meha adarê aşkere kir
16:06 ÎHD xwest girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Yildiz bên berdan
15:51 ÎHD: Girtiya nexweş Dîcle Bozan terkî mirinê hatiye kirin
15:46 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bidin jiyîn
15:29 Greva birçîbûnê ya Mêrdînê komeke din dewr girt
15:20 Xizmên windakiriyan faîlên Can û Kaya pirsîn
14:58 Temellî: Paradîgmaya ku pergala şer hilweşîne li Îmraliyê ye
14:13 Dayikên Şemiyê: Cûneyt Aydinlar li ku ye?
13:36 Li Edeneyê şerê li Ûkraynayê hat protestokirin
12:53 Li Amedê heqê veguhestinê hate zêdekirin
12:35 Aygul Dokû: Ez ê di 8’ê Adarê de bibim dengê Gulistanê
12:22 Komxebata Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li Silêmaniyeyê dest pê kir
11:59 Li Girtîgeha Îdirê 2 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
11:48 Malbata Şenyaşar: Madem ku em di heman keştiyê de ne, wê demê çima ev zilm tê kirin?
11:32 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Şerê Ûkrayna-Rûsyayê tezên Ocalan piştrast kir
11:25 Yureklî: Pêkanînên Almanyaya Nazî li Îmraliyê didomin
10:42 Teqîna 5’ê Hezîranê: Dadgehê ceza neda polîsan û şaredarî sûcdar kir