Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de: Daxwazên girtiyan qebûl bikin

img

STENBOL - Li Girtîgeha Tekirdagê ya Jimara 2'yan a Tîpa F'yê 43 roj in girtî ji bo bidawîbûna zext û zoriyan di greva birçîbûnê de ne. Xizmên girtiyan xwestin demildest daxwazên girtiyên di grevê de bên qebûlkirin. 

Di 19'ê Kanûna 2021'an de li Girtîgeha Tekirdagê ya Jimara 2'yan a Tîpa F'yê girtî Vedat Erkmen bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Piştî Erkmen, gardiyanan êriş biribûn ser girtî Yasîn Eneç jî. Piştî vê girtî Mehmet Suleyman Ûcakan, Tûrhan Îlbaş, Huseyîn Karadaş, Habîb Guler û Ahmet Arîf  Yoyler di 17'ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Di 1'ê Sibatê de jî girtî Şahbettîn Ogut û Îlyas Yorgûn û Ahmet Altay û di 16'ê Sibatê de jî Ahmet Surme, Kûtbettîn Onûr û Yûnûs Konak jî tevli grevê bûbûn. Her wiha hat ragihandin ku 10 roj berê du girtiyên din ên navên wan nehatin hînbûn jî tevli grevê bûne.  
 
Girtiyên di greva birçîbûnê de dixwazin binpêkirinên mafan, pêkanînên kêfî û bêhiqûqî, avêtina ser qawîşan û sirgûn bi dawî bibin. 
 
Malbatên girtiyan, ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bang kirin. 
 
TENDURSITIYA WAN XERAB DIBE
 
Munnever Çîçek, hevjîna girtiyê nexweş Kenan Çîçek ê di Girtîgeha Tekirdagê ya Jimara 2'yan a Tîpa F'yê de anî ziman ku hevserê wê ji ber ku hevjînê wê nexweş e nikaribûye tevli greva birçîbûnê bibe û xwest daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin. Çîçek, bilêv kir ku di hevdîtina dawî de rewşa hevjînê wê nebaş bûye û got: “Ger greva birçîbûnê wiha berdewam bike, dê rewşa tenduristiya wan xirabtir bibe. Em malbatên girtiyan em ê her tim li cem girtiyan bin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Çîçek, bang li rayedaran kir ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û got: “Em dibêjin bila daxwazên girtiya bi cî bînin û grev dawî bibe. Em dixwazin berî mirin çêbibe û nexweşî li girtiyan peyda bibe greva bi dawî bibe. Em ê her tim li hember zext û zoriyên li ser girtiyan rabin. Hê kesek jiyana xwe ji dest nedaye bila hin gav bên avêtin. Her wiha dibe nexweşînên giran jî li wan peyde bibin. Em naxwazin kes bimire. Bila hemû malbat jî xwedî li vê çalakiyê derkevin." 
 
‘JI KÊFA XWE NEKETINE GREVÊ’
 
Sevgul Karadaş, hevjîna Huseyîn Karadaşê di greva birçîbûnê de jî anî ziman ku girtiyên siyasî bi awayekî bêhiqûqî hatine girtin û got: “Li girtîgehê zilmê li girtiyan dikin. Girtiyê me bê sûc in. Qet nebe bila di girtîgehê da rehetiyê bidin wan, tahdeyê li wan nekin. Bila daxwazên wan bînin cih. Bila tahde bi dawî bibe. Êdî bila raya giştî jî bêdeng nemîne, bila xwedî li girtiyan derkeve. Ev kes ji kêfa xwe neketine grevê. Girtî dixwazin tahde û zextên tên kirin bi dawî bibin. Êdî bes e, bila xilas bibin ew îşkence û zextên li ser girtiyan.”
 
RAYA GIŞTÎ BILA BIBE DENGÊ MALBAT Û GIRTÎYAN
 
Rûtbettîn Ûcakan, birayê girtî Suleyman Ûcakan ê di greva birçîbûnê de jî bang li Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD), baroyan û partiyên siyasî û hemû sazî û dezgehên têkildar kir û got: “Bila her kes bi hestiyarî nêzî vê grevê bibe. Dê dawî nebaş be. Berî ku rewş ber bi nebaşiyê ve biçe, bila hin gav bên avêtin. Em dixwazin demildest daxwazên wan bên qebûlkirin. Divê raya giştî jî bibe dengê malbat û girtiyan. Bila hemû kes bi hêstên mirovanê nêzî vê bibe, da em karibin derd û pisgirêkên xwe bînin ziman.”

Sernavên din

04/03/2022
14:03 HDP û HDK’ê bang li Ewropayê kir: Deriyên xwe li hemû penaberan vekin
13:40 Derheqê Guzel de lêpirsîn hat destpêkirin
13:32 Malbatên girtiyan serdana Partiya Saadetê kirin
13:29 Rapora meha sibatê ya DFG’ê: 16 sal ceza li 5 rojnamevanan hat birîn
13:06 Kişanak banga avakirina Tifaqa Jinan kir: Dê bibe tifaqa aştiya civakî
12:12 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN
02/03/2022
21:45 Ma Musîcê 5 saliya xwe pîroz kir
18:42 Sal û mehek ceza li rojnamevan Kanbal hat birîn
16:48 Di Nobeda Edaletê de piştgirî dan Semra Guzel
16:16 Darazê 13 fezlekeyên nû şandin meclisê
16:08 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin
16:06 Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin
15:53 Dayikên Aştiyê serdana gora Ozdemîr kirin
15:51 Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin
15:43 Rapora ÎHD’ê: Mafên girtiyan tê binpêkirin û îşkence li wan hatiye kirin
15:42 Li Farqînê tecrîd hat protestokirin
15:28 ‘Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin’
15:01 Parêzerên Gulmez bertek nîşanî ‘îdianameya Googleyê’ dan
14:57 Cenazeyê Alpaydin piştî 6 salan dan malbata wî
14:47 Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin
12:36 Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir
12:14 Darbeya li dijî DEP’ê piştî 28 salan hat dubarekirin: Zîhniyet neguherî
12:13 Malbata Şenyaşar: Wê hiqûqa serdestan bi têkoşîna dayikan bi dawî bibe
11:50 Dê OHD ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê bide
11:22 HDP: Em ê bi ser kevin û darbekar dê têk biçin
11:02 Têkoşîna parastina ziman: Bi parastina zimanan re welatek dikare hebûna xwe bidomîne
10:57 Li Dêrsimê 3 kes hatin binçavkirin
10:55 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şande wê hevdîtina duyemîn bikin
10:53 "Ji bo hînkirina çîroka şanoya kurdî werin me temaşe bikin."
10:21 Ma Musicê di 5 salan de 4 hezar û 59 zarok û ciwan perwerde kir
09:01 Parêzer Çakas: Em li dor malbatên di Nobeda Edaletê de bibin xelek
09:01 Girtiyê nexweş bi biryarên desteya çavdêriyê tê îşkencekirin!
09:01 Rewşa dawî ya bazarê: Welatî nikarin bikirin, esnaf nikare bifiroşe
09:01 Li Stenbolê amadekariyên ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin' didomin
09:01 Têkoşîna Emîne Şenyaşar ji bo gelek kesan bû hêvî
09:01 Dayika doza edaletê dike: Ez ê heya dawiyê bitêkoşim
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2022'YAN
01/03/2022
22:17 Parêzbendiya Semra Guzel a HDP'î hat betalkirin
21:17 Di Doza Kobanê de muştekiyan giliyê tu kesî nekir
18:08 Dema serîlêdanên ji bo Pêşbirka Arjen Arî hat taloqkirin
17:01 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
16:57 Malbatên Nobeda Edaletê ya Îzmîrê banga berxwedanê kirin
16:46 Jin daketin qadan: Em li dijî tecrîdê û ji bo azadiyê li qadan in
16:35 Şahidê doza Tûnç: Min bi zora polis îmze kir
16:30 Şandeyeke jinan ji bo piştgiriyê çûn serdana Emîne Şenyaşar