Bûldan: Dem dema azadiya jinan e

  • jin
  • 15:22 1 Adar 2022
  • |
img

ENQERE - HDP'ê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Civîna Koma Jinan li dar xist. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axivî û destnîşan kir ku dem dema azadiya jinan e û wê jin vê pergalê biguherînin. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Partiyê Pervîn Buldan Civîna Koma Jinan li dar xist. 
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Keskan a Çep Ayşe Erdem, Dayikên Aştiyê, Meclisên Jinên Sosyalîst, Partiya Kedkarên Tirkiyeyê (TÎP), SKYP, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (CHD), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Jin bi hev re bi hêz in, Jina Demokrat a Nû,  Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD)  û ji Komelya Jiyana Nû gelek kes tevli civînê bû. Her wiha parlamentera HDP'ê ya berê ku ji girtîgehê nû derketiye Çaglar Demîrel jî tevli cîvînê bû.  
 
 
WÊNEYÊN TUGLUK Û POYRAZ 
 
Li ser maseyan li gel wêneyên Denîz Poyraz a li HDP'a Îzmîrê hat qetilkirin û wêneyê siyasetmedar Aysel Tugluk, dowîzên bi dirûşmên, "Hevserokatî xebta me ya xemrî ye", "Em ê bi hev re biguherin û dawî li çewisandina kedê bînin", " Em ê bi hev re biguherin, ji xizaniya jinê re na", "Em ê bi hev re biguherin ,ji Jinên girtî re azadî", Em ê bi hev er biguherin, Bijî piştevaniya jinan"  hatin danîn.
 
8'Ê ADARÊ DIYARÎ POYRAZ Û GEZER HAT KIRIN 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan bi kurdî û tirkî silav da jinan û diyar kir ku ew 8'ê Adarî diyarî Denîz Poyraz û Garibe Gezer dikin û got: "Ez hemû jinên cîhanê silav dikim. Ez silavan ji jinên têkoşîna jinê gur dikin, jinên li girtîgehan, kedkar û nûnerên jin ên saziyan û jinên li mal, ofis, fabrîqeyan hildiberînin silav dikim. 
 
Em vê hefteyê daxwazên wekheviyê, têkoşîna edalet û heq a em kedê didên em wekî hemû jinên cîhanê diqêrin. Em têkoşîna xwe û destkeftiyên xwe yên em bi têkoşîna xwe bi dest xistine pîroz dikin. Li dijî kesên êrişî destkeftiyên me dikin em diqêrin. Di 8'ê Adarê de wekî hemû jinên cîhanê em ji bo daxwazên xwe yên hevpar tên gel hevdu. Ev roj li we û hemû jinên cîhanê pîroz be."
 
'EV ŞER WÊ HILWEŞANDINÊ BI XWE RE BÎNE' 
 
Bûldan bal kişand ser êrişa dagirkirinê ya Rûsyayê û wiha got: "8'ê Adarê di heman demê de rojeke em ji hêzên emperyalîst re dibêjin na ye. Mixabin tam jî di van rojan de bi tevgera dagirkeriyê ya Rûsyayê re em dibin şahidê şerekî. Ez sersaxiyê ji bo kesên heta niha xizmên xwe winda kirine dixwazim. Em êşa gelê Ukraynayê dijîn. Ev şer dê tenê hilweşandinê bi xwe re bîne. Me wekî HDP'ê jî berê gotibû. Ev şer têkoşîna serdestiyê ya di navbera Rûsya û Emerîqayê de ye. Divê rêya diyalogê bê vekirin. Divê saziyên navneteweyî jî ji bo pêşî li trajediyên mirovî bê girtin berpirsiyariyê bigire ser xwe."
 
'EM ŞER NAXWAZIN'
 
Bûldan bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê û got: "Çawa heta îro em li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê derketin îro em li dijî şerên din ên cîhanê jî derdikevin. Em wek HDP û jin dibêjin ku gel dikarin bi hev re di nav aştî û azadiyê de bijîn. Em piştevaniya wê jiyana aştiyê dikin. Hikûmeta ku her tim ji qeyranan xwe ser piyan digire, bi aligiriya xwe ya vê şerê dê bêtir di nav qeyranê de be. Em carek din hikûmetê hişyar dikin. Gelên ku niha li dijî buhabûn, kedxwarî, zext û zordariyê re têdikoşe dê bi şerê re bêtir bê mexdûrkirin. Ji ber vê em carek din hişyar dikin û em şer naxwazin."
 
'KRÎZ BÊTIR BANDORÊ LI JINAN DIKE' 
 
Bûldan diyar kir ku îro li welat krîza heyî bêtir tesîrê li ser jinan dike û wiha domand: "Ji aliyek bêkarî, newekheviya mûçeyan, buhabû û fatureyên ku tên... Êdî navê vê tiştî xizanî ye û xizaniyeke kûr tê jiyîn. Li Tirkiyeyê di nav 30 milyon jinan de tenê 10 milyon jin bi awayekî fermî dixebitin. Jixwe hejmara jinên ku bêfermî dixebitin jî nayê zanîn. Di nav 2 sala n de jinên ku hewcedarî bi alikariya civakî dibîne du qet zêde bûye. Gelo ev alîkariya civakî didin jinan? Herî kêm 300 lîra û herî zêde jî 500 lîra ye. Di şertên niha de gelo 500 lîra terê dike. Bi vê pereyê gelo kijan hewcedariyên xwe pêk bîne. Dê pê kira bide, fature bide, xurek bikire û derman bistîne?"
 
Bûldan diyar kir ku berxwedana karkerên Mîgros, Farplas û Xiaomî heye û got: "Li gelek deveran berxwedana karkeran didome. Berxwedana wan berxwedana me ye. Em ji berxwedana wan hêzê digirin. Newekhevî û bêedaletî şîdeta herî mezin a li hemberî jinê ye û çavkaniya hemû cureyên şîdetê dike." 
 
'ÊRIŞÎ MUXALI^FAN DIKIN'
 
Bûldan di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li hemberî jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di nav meha çilê de 26 jin hatin qetilkirin, 28 jin ji mi awayeke bi guman jiyana xwe ji dest dan. Her roja ku derbas dibe hejmara qetilkirina jinan zêde dibe. Her wiha îqtîdar li hemberî jinên muxalîf jî êrîşên xwe didomîne. Eren Keskîn, Şebnem Korur Fincanci, Ezgî Mola û herî dawiyê jî Sezen Aksû... Dixwazin jinan bitirsînin. Lê divê bizanin ku em jin bi hêz in."
 
'EM HÊZA XWE JI RASTIYA XWE DIGIRIN'
 
Bûldan bal kişand ser çalakiya "Nobeda Edaletê" ya Emîn Şenyaşar û wiha got: "Îro kujerên zarokên wê li kolanan digerin, lê 4 demsal in li ber Edliya Rihayê çalakiya Emîneyê didome û Emîne dibêjê 'Edî ez nikarin vê zilmê rakin'. Divê qerîna wê bê bihistin. Divê edalet pêk bê. Wek Emîne dibêje hûn nikarin wê bêdeng bikin. Ji ber ku cîhan dizane ku Emîn Şenyaşar mafdar e. Her wiha li Dêrsimê Gulistan Doku 2 sal beriya niha winda bû. Lê derbarê mijarê de heta niha lêkolinek baş nehat kirin û lê faîl hatin parastin. Îqtîdara mêr hebûna jinê û mafê jinê bi tu awayî qebûl nake û êriş dike. Denîz Poyraz bû hedefa êrişan. Di şexsê Denîz de siyaseta demokratîk a jinan hedef hat girtin. Em ê hesabê kuştina Denîz bipirsin. Parlamenter Semra Guzel jî bi êrişê re rûbirû ma. Betalkirina parlamenteriya wê tê wateya êrişa li hemberî nasnameya jinê ya siyasetê. Dixwazin jinên kurd ji siyasetê dûr bixin. Tê wateya tune hesibandina hebûna kurd. Lê divê bizanin ku Semra Guzel vîna gel e û parlamentera gel e. Em heza xwe ji rastiya xwe digirin, ji jinan û ciwanan digirin."
 
'PÊWÎSTE AYSEL TUGLUK BÊ BERDAN' 
 
Bûldan di axaftina xwe de qala rewşa siyasetmedara girtî ya nexweş Aysel Tugluk kir û got: "Hevrêya me Aysel ji ber rewşa xwe nikare li girtîgehê bimîne. Lê wekî gelek girtiyên nexweş rapora 'Dikare di girtîgehê de bimîne' hat dayîn. Saziya Tiba Edlî bi raporên xwe nexweşên giran nabîne. Nêzîkatiyeke dijminatiyê tê meşandin û mafê mirovan tê binpêkirin, qanûn tên binpêkirin. Em bêhiqûqiya ku tê kirin tu carî qebûl nakin û em ê li hemberî vê têbikoşin. Çawa ku her roj jinek tê kuştin her roj li girtîgehê cenazeyek derdikeve. Girtîgeh veguherandin cihê mirinê. Hevseroka me ya ewilî Aysel Tugluk ji ber şert û mercên girtîgehê nexweş ket û divê demildest serbest bê berdan. Bi rêbazên îşkenceyê hewl didin ku vîna jinên azad bişkinin û têkoşîna jinan têk bibin. Her wiha 11 roj cezayê hicreyê li Leyla Guven hatiye birîn. Bi cezayên hicreyê hûn nikarin li hemberî jinên têkoşêr bisekînin."
 
'DEM DEMA AZADIYA JINAN E' 
 
Bûldan herî dawî wiha got: "Me soz daye Aysel, Garîbe, Denîz, Pinar, Îpek Ateş û hevrêyên din; em ê li dijî îktîdara serdest a mêr têkoşîna xwe bidomînin û em ê tifaq û piştevaniya jinan mezin bikin. Vê heftê dê çalakiyên me yên 8'ê Adarê bidomînin. Em bang li jinan dikin ku tevli çalakiyan bibin. Em ê bi hev re li qadan biqîrin. Em ê bi hev re biguherînin û dem dema azadiya jinan e." 

Sernavên din

04/03/2022
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN
02/03/2022
21:45 Ma Musîcê 5 saliya xwe pîroz kir
18:42 Sal û mehek ceza li rojnamevan Kanbal hat birîn
16:48 Di Nobeda Edaletê de piştgirî dan Semra Guzel
16:16 Darazê 13 fezlekeyên nû şandin meclisê
16:08 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin
16:06 Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin
15:53 Dayikên Aştiyê serdana gora Ozdemîr kirin
15:51 Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin
15:43 Rapora ÎHD’ê: Mafên girtiyan tê binpêkirin û îşkence li wan hatiye kirin
15:42 Li Farqînê tecrîd hat protestokirin
15:28 ‘Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin’
15:01 Parêzerên Gulmez bertek nîşanî ‘îdianameya Googleyê’ dan
14:57 Cenazeyê Alpaydin piştî 6 salan dan malbata wî
14:47 Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin
12:36 Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir
12:14 Darbeya li dijî DEP’ê piştî 28 salan hat dubarekirin: Zîhniyet neguherî
12:13 Malbata Şenyaşar: Wê hiqûqa serdestan bi têkoşîna dayikan bi dawî bibe
11:50 Dê OHD ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê bide
11:22 HDP: Em ê bi ser kevin û darbekar dê têk biçin
11:02 Têkoşîna parastina ziman: Bi parastina zimanan re welatek dikare hebûna xwe bidomîne
10:57 Li Dêrsimê 3 kes hatin binçavkirin
10:55 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şande wê hevdîtina duyemîn bikin
10:53 "Ji bo hînkirina çîroka şanoya kurdî werin me temaşe bikin."
10:21 Ma Musicê di 5 salan de 4 hezar û 59 zarok û ciwan perwerde kir
09:01 Parêzer Çakas: Em li dor malbatên di Nobeda Edaletê de bibin xelek
09:01 Girtiyê nexweş bi biryarên desteya çavdêriyê tê îşkencekirin!
09:01 Rewşa dawî ya bazarê: Welatî nikarin bikirin, esnaf nikare bifiroşe
09:01 Li Stenbolê amadekariyên ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin' didomin
09:01 Têkoşîna Emîne Şenyaşar ji bo gelek kesan bû hêvî
09:01 Dayika doza edaletê dike: Ez ê heya dawiyê bitêkoşim
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2022'YAN
01/03/2022
22:17 Parêzbendiya Semra Guzel a HDP'î hat betalkirin
21:17 Di Doza Kobanê de muştekiyan giliyê tu kesî nekir
18:08 Dema serîlêdanên ji bo Pêşbirka Arjen Arî hat taloqkirin
17:01 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
16:57 Malbatên Nobeda Edaletê ya Îzmîrê banga berxwedanê kirin
16:46 Jin daketin qadan: Em li dijî tecrîdê û ji bo azadiyê li qadan in
16:35 Şahidê doza Tûnç: Min bi zora polis îmze kir
16:30 Şandeyeke jinan ji bo piştgiriyê çûn serdana Emîne Şenyaşar
16:15 Rapora ÎHD'ê ya 2021'an: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e
16:02 Ji bo Guzel li Meclisê protesto hat kirin
15:48 Di Nobeta Edaletê de banga rakirina tecrîdê kirin
15:22 Bûldan: Dem dema azadiya jinan e
15:21 Dadgeha Federal a Iraqê: PDK nikare namzetekê din nîşan bide
15:21 Odeya Tabibên Stenbolê xwest şertên kedkarên tenduristiyê bê başkirin