Dayika doza edaletê dike: Ez ê heya dawiyê bitêkoşim

img

ÎZMÎR - Medîne Kaymaz a 80 salî ku di Nobeda Edaletê ya Îzmîrê de ye, anî ziman ku ew û zarokên xwe 30 sal in li ber xwe didin û wê heya dawiyê bitêkoşe. 

Piştî Amed û Wanê di 12'ê Sibatê de li Îzmîrê jî xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin Nobeda Edaletê dan destpêkirin. Nobed li Baroya Îzmîrê didome. Malbatan diyar kir ku heya daxwazên wan neyên qebûlkirin dê nobeda wan bidome. 
 
Ji çalakgerên Nobeda Edaletê ya Îzmîrê yek jê jî Medîne Kaymaz a 80 salî, dayika girtî Bayram Kaymazê di Girtîgeha Tekirdag a Tîpa F'yê de, ye. Kaymaz, 30 sal berê ji ber rewşa aborî ji navçeya Stewrê ya Mêrdînê hatiye Îzmîrê. Dayika 8 zarokan Kaymaz, li Îzmîrê nasnameya kurd û têkoşîna gelê kurd nas kiriye. 
 
HERÎ KÊM 5 CARAN HATIYE BINÇAVKIRIN
 
Kurê wê Bayram Kaymaz, gava ji eskeriyê tê daxilî nav xebatên ciwanan dibe. Bi xwe re malbata xwe jî serwext kiriye. Bayram, piştî 2 salên xebatên ciwanan hatiye girtin. Lê malbata wî li derve têkoşîn domandiye. Ferdên malbatê ji ber têkoşîna xwe nesîb ji tahde û zilmê girtine. Piştî Bayram, bi demekê xwişka wî jî hatiye girtin. Dayik Kaymaz jî heya niha herî kêm 5 caran hatiye binçavkirin. Kurê wê Bayram Kaymaz di girtîgehê de ye, 2 keçên wê jî tevli nav PKK'ê bûne. 
 
LI DIJÎ KOMPLOYÊ XWE ŞEWITANDIYE
 
Bayram Kaymaz ku di sala 1971'ê de li Mêrdînê çêbûye, di sala 1995'an de bi hincetên siyasî hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn. Kaymaz ku 27 salin di girtîgehê de ye, gava di sala 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin li Girtîgeha Nazîllî ya Tîpa E'yê agir bi bedena xwe xistiye. Kaymaz, ji ber vê bi mehan hatiye dermankirin û gelek deverên laşê wî û serê wî şewitiye. Lê ji ber ku baş nehatiye dermankirin tenduristiya wî xirabtir bûye. Li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ya Tîpa F'yê ji ber ku bijîşk derziyeke "şaş" lêxistiye, ji navê berjêr jî felc bûye. Her wiha çavên wî jî xirab bûne. 
 
MALBAT TEVLI TÊKOŞÎNÊ BÛ
 
Dayik Medîne Kaymaz jî tevî kurekî xwe li Îzmîrê dimîne. Ji ber temenê xwe bi alîkariya dayikên din diçe cihê Nobeda Edaletê. Her sibeh dayikek diçe cem wê û bi hev re diçin cihê nobedê. Medîne Kaymaz, behsa zor û zehmtiyên bi wan re rû bi rû mane kir. 
 
Kaymaz, diyar kir ku gava li Mêrdînê bûne derbarê nasnameya kurdî de pir bi tiştekî nizanbûne û li ser têkoşîna ku bi kurê wê Bayram dest pê kir sekinî: "Ji ber ku Bayram diçû dibistanê bi her tiştî dizanibû. Bavê wî jî hêrsoyî bû, got belkî xwe rast bike ew ji dibistanê derxist û şand eskeriyê. Lê Bayram, piştî ji eskeriyê vegeriya hîn bêtir guherî. Ji ber zor û zehmtiyên li wira, li Îzmîrê tevli nav xebatên ciwanan bû. Nêzî 2 salan di nava ciwanan de ma û paşê hat girtin. Piştî hat girtin em malbat jî ji nêz ve tevli têkoşînê bûn. Keçên min jî bi awayekî çalak daxilî nava têkoşînê bûn. Keçeke min a di tekstîlêd e dixebitî, piştî Bayram hat girtin. Lê zû hat berdan." 
 
KEÇA WÊ TEVLI PKK'Ê BÛ
 
Kaymaz, bilêv kir ku keça wê piştî ji girtîgehê derketiye û gava Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin tevli PKK'ê bûye û wê salê kurê wê Bayram jî li girtîgehê xwe şewitandiye. Kaymaz got: "30 sal in tu zilm nema ku dewletê neanî serê me. Gelek caran avêtin ser mala me. Ji ber vê xwediyên malan em ji xanî derdixistin. Em bê mal diman. Dewleta tirk li ber çavê min zilm e. Min soz daye xwe, ez ê heya dawiyê li dijî vê zilmê bitêkoşim." 
 
Kaymaz, behsa wê dema ku kurê wê neqlî Îmraliyê hatiye kirin jî kir û got: "Ewilî em 15 rojan carekê diçûn. Carinan me ew didît. 8 caran ser me kontrol dikirin. Gardiyanên li Îmraliyê tîmên taybet bûn. Gava me li wan mêze dikir wekî me li dîwaran mêze bikirana. Te digot qey bi navê hestan tiştek bi wan re tune ye. Li Îmraliyê sivîlek jî tune ye. Hemû jî kincên wan taybet in. Em di 6 saetan di digahştin wir. Lê me saetekê hevdîtin dikir." 
 
NEHIŞTIN EM OCALAN BIBÎNIN
 
Kaymaz, destnîşan kir ku qet nehiştine Ocalan bibînin û got: "Tenê carekê dengê kenê Ocalan hat min. Min ji xwişka wî Fatma Ocalan pirsî. Fatmayê jî got, gava gotinên Maşallahaê ragihandine, Ocalan keniyaye. Maşallah ji be rku astengdar e, carinan lê wer dibû ku nizanibû serok di girtîgehê de ye." 
 
'LI ÎMRALIYÊ KÊFXWEŞ BÛ'
 
Kaymaz, bilêv kir ku kurê wê tim behsa hevdîtinên xwe yên bi Ocalan re dikir û got: "Kurê min tim digot, tu dibêjî qey melekên Ocalan hene. Bi hemû peyvên ji devê me derdiketin dizanibû. Tiştên dê bihatana serê me ji berê de texmîn dikir. Kesekî pir cuda û zana ye, figot. Kurê min bi salan e di girtîgehê de ye. Lê Îmraliyê pir kêfxweş bû. Gava wî ji Girtîgeha Îmraliyê derxistine, ji bo neçe her der belawela kiriye. 5 gardiyanan bi zorê ew zevt kirine û bi şew ew ji wir derxistine." 
 
'EM JI BO EDALETÊ NOBEDÊ DIGIRIN'
 
Dayik Kaymaz, destnîşan kir ku kurê wê niha di Girtîgeha Tekirdagê, di hucreyekê de ye û ji be rşewbê herî dawî par ew dîtiye. Kaymaz, diyar kir ku 15 rojan carekê bi telefonê bi hev re xeber didin, ew jî 5 deqe û got: "Di vî 5 deqeyî de tenê siheta wî û lazmatiyên wî jê dipirsim." 
 
Kaymaz, destnîşan kir ku Nobeda Edaletê li dijî bêedaletiyê dane destpêkirin û got: "Sedema çûna zarokên me ya çiyê û girtina wan dewlet e. Ji ber ku em kurd in û doza nasnameya xwe dikin zilmê li me dikin. Lê em bi salan e li dijî vê zilmê doza aştiyê dikin. Heya zilm hebe û Ocalan bê tecrîdkirin dê aştî neyê vê axê. Em dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan. Piştî ev qas êş û azaran poşmantiyê li zarokên me ferz dikin. Ma ê piştî 30 salên di girtîgehê de poşman bibin? Heya edaletê pêk bê dê têkoşîna me bidome." 
 
'AŞTIYA WELÊT OCALAN E'
 
Dayik Kaymaz, destnîşan kir ku divê dewleta baş zanibe ku aştiya welêt Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Heya ew di Îmraliyê de be dê aştî neyê vî welatî. Dê şer neqede. Mifteya aştiya vî welatî di destê Ocalan de ye. Zarokên me jî ji ber ku vê diparêzin di girtîgehê de ne. Em 40 salin têdikoşin. Heya aştî çêbibi em ê paş de gav neavêjin." 
 
MA / Semra Tûran - Tolga Guney
 

Sernavên din

04/03/2022
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN
02/03/2022
21:45 Ma Musîcê 5 saliya xwe pîroz kir
18:42 Sal û mehek ceza li rojnamevan Kanbal hat birîn
16:48 Di Nobeda Edaletê de piştgirî dan Semra Guzel
16:16 Darazê 13 fezlekeyên nû şandin meclisê
16:08 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin
16:06 Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin
15:53 Dayikên Aştiyê serdana gora Ozdemîr kirin
15:51 Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin
15:43 Rapora ÎHD’ê: Mafên girtiyan tê binpêkirin û îşkence li wan hatiye kirin
15:42 Li Farqînê tecrîd hat protestokirin
15:28 ‘Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin’
15:01 Parêzerên Gulmez bertek nîşanî ‘îdianameya Googleyê’ dan
14:57 Cenazeyê Alpaydin piştî 6 salan dan malbata wî
14:47 Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin
12:36 Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir
12:14 Darbeya li dijî DEP’ê piştî 28 salan hat dubarekirin: Zîhniyet neguherî
12:13 Malbata Şenyaşar: Wê hiqûqa serdestan bi têkoşîna dayikan bi dawî bibe
11:50 Dê OHD ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê bide
11:22 HDP: Em ê bi ser kevin û darbekar dê têk biçin
11:02 Têkoşîna parastina ziman: Bi parastina zimanan re welatek dikare hebûna xwe bidomîne
10:57 Li Dêrsimê 3 kes hatin binçavkirin
10:55 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şande wê hevdîtina duyemîn bikin
10:53 "Ji bo hînkirina çîroka şanoya kurdî werin me temaşe bikin."
10:21 Ma Musicê di 5 salan de 4 hezar û 59 zarok û ciwan perwerde kir
09:01 Parêzer Çakas: Em li dor malbatên di Nobeda Edaletê de bibin xelek
09:01 Girtiyê nexweş bi biryarên desteya çavdêriyê tê îşkencekirin!
09:01 Rewşa dawî ya bazarê: Welatî nikarin bikirin, esnaf nikare bifiroşe
09:01 Li Stenbolê amadekariyên ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin' didomin
09:01 Têkoşîna Emîne Şenyaşar ji bo gelek kesan bû hêvî
09:01 Dayika doza edaletê dike: Ez ê heya dawiyê bitêkoşim
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2022'YAN
01/03/2022
22:17 Parêzbendiya Semra Guzel a HDP'î hat betalkirin
21:17 Di Doza Kobanê de muştekiyan giliyê tu kesî nekir
18:08 Dema serîlêdanên ji bo Pêşbirka Arjen Arî hat taloqkirin
17:01 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
16:57 Malbatên Nobeda Edaletê ya Îzmîrê banga berxwedanê kirin
16:46 Jin daketin qadan: Em li dijî tecrîdê û ji bo azadiyê li qadan in
16:35 Şahidê doza Tûnç: Min bi zora polis îmze kir
16:30 Şandeyeke jinan ji bo piştgiriyê çûn serdana Emîne Şenyaşar
16:15 Rapora ÎHD'ê ya 2021'an: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e
16:02 Ji bo Guzel li Meclisê protesto hat kirin
15:48 Di Nobeta Edaletê de banga rakirina tecrîdê kirin
15:22 Bûldan: Dem dema azadiya jinan e
15:21 Dadgeha Federal a Iraqê: PDK nikare namzetekê din nîşan bide
15:21 Odeya Tabibên Stenbolê xwest şertên kedkarên tenduristiyê bê başkirin