Darbeya li dijî DEP’ê piştî 28 salan hat dubarekirin: Zîhniyet neguherî

img

ANKARA - Siyasetmedaran di salvegera 28’emîn a darbeya 2'ê Adara 1994'an de ku bû sedema binçavkirina mebûsên DEP'ê, diyar kirin ku piştî rakirina parêzbendiya mebûsa HDP'ê Semra Guzel jî darbe dewam kiriye û gotin: "Dema mijar dibin kurd, ti ferqa AKP, MHP, CHP û Partiya Îyî ji hev tune ye.” 

Duh Desteya Giştî ya Meclisê li ser rakirina parêzbendiya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel nîqaş kirin. Di encamê de dengdayîna rakirina parêzbendiyê hat kirin û ev dengdayîn hat qebûlkirin. Rakirina parêzbendiya Guzel rastî Darbeya 2’yê Adara 1994’an a li dijî mebûsên Partiya Demokrasiyê (DEP) pêk hatibû, hat. Çawa ku 28 sal berê li dijî parlamenterên kurd darbe dihat kirin, îro jî ev darbeyên bi wî rengê berdewam dikin. Li gel ku 28 sal bi ser wê darbeya 2’yê Adarê re derbas bûn jî lê tiştek ku li parlamentoyê hatibe guhertin nîne. 
 
DARBEYA LI DIJÎ DEP’Ê 
 
Rakirina parêzbendiya mebûsên DEP’ê cara ewil bû ku darbeyek siyasî li Tirkiyê pêk dihat. Parlamentera DEP’ê Leyla Zan ali Desteya Giştî ya Meclisê bi kurdî sond xwaribû. Pişt re mebûsên kurd bûn hedef. Ev hedef bû sedema girtina parlamenteran. Serokwezîr, Serokkomar, wezîr û rayedarên wê demê gef li mebûsên kurd xwaribûn û lez dikirin ku parlamenterên kurd werin girtin. 
 
ORHAN DOGAN: EM NATIRSIN 
 
Parlamenterê DEP’ê Orhan Dogan kêliya ku hevdîtina rakirina parêzbendiya wan dihat kirin, li Desteya Giştî ya Meclisê axivîbû û gotibû, “Em ji rakirina parêzbendiyê û darizandinê natirsin.” 
 
LI DIJÎ SONDA KURDÎ RABÛN 
 
Di dengdayîna parêzbendiyê ya li Meclisê de parlamenterên DYP, ANAP, BBP û hin parlamenterên CHP’ê dengên “erê” dabûn û parêzbendiya parlamenterên DEP’ê di 2’yê Adara 1994’an de hat rakirin. Orhan Dogan û Hatîc Dîcle biryar girtin ku ji Meclisê dernekevin. Polîs ketin Meclisê û bi darê zorê Dogan û Dîcle binçav kirin. Wêne û dîmenên binçavkirina Dogan û Dîcle yên wê rojê mohra xwe li dîroka siyaseta Tirkiyê dabû û hêj ew dîmen di bîra her kesî de ye. Parlamenterên DEP’ê hatin girtin û di hezîrana 1994’an de jî DEP hat girtin. 
 
14 HEZAR KES HATIYE BINÇAVKIRIN 
 
Ev pêvajo tenê bi rakirina parêzbendiyan, girtina mebûsan û girtina partiyê re sînordar nebû. Di heman sala Darbeya DEPê de li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 14 hezar û 473 kes hatin binçavkirin, bi giştî 537 sal ceza hat birîn, 292 cînayetên kiryar nediyar pêk hatin, 5 hezar kesan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan, hezar û 500 gund hatin şewitandin, bi hezaran kes neçar ma ku koçber bibin. 
 
Di encama dozê de 15 sal cezayê girtîgehê li mebûsên DEP'ê hat birîn. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku doz ji bo wê hatibû veguhestin biryar da ku mafê darizandina adil a parlamenterên DEP'ê hatiye binpêkirin. Di sala 2004’an de, Dadgeha Bilind ev ceza betal kir. Parlamenterên DEP’ê Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Orhan Dogan û Selîm Sadak ên ku bi darbeya siyasî hatibûn girtin, piştî 10 salan hatin berdan.
 
MUXALEFETÊ GOTIBÛ LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN LÊ ‘ERÊ’ 
 
Îktidara AKP’ê ya ku li ser şopa Tansû Çîller xwe bi rê ve dibe, di 12'ê Nîsana 2016'an de ji bo rakirina parêzbendiya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşniyara rakirina parêzbendiyê amade kir. Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di 13ê Nîsana 2016’an da daxuyanî dabû û gotibû, "Li dijî destûrê ye, lê em ê bibêjin erê.”  Bi dengdana ku di 20’ê Gulana 2016’an de li Meclisê hat kirin, parêzbendiya hevserok û parlamenterên HDP’ê hat rakirin. Piştî vê pêvajoya darbeya siyasî şeva 4’ê Mijdara 2016’an 9 parlementerên ku di nav wan de Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên wê demê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş jî hebûn hatin binçavkirin û girtin. Pişt re jî 3 wekîlên ku parêzbendiya wan hatibû rakirin hatin binçavkirin û girtin. Di vê pêvajoyê de avêtin ser avahiyên HDP'ê, herî kêm 10 hezar endam û rêveberên partiyê hatin binçavkirin û girtin. 
 
CHP XELETIYÊN XWE DUBARE KIR 
 
Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku di 19'ê Tebaxa 2019'an de piştî hilbijartinana xwecihî demeke kin polîtîkaya qeyûm ji nû ve xist dewrê û rûpeleke din a reş li siyaseta Tirkiyeyê zêde kir. Parêzbendiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari û Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglû, bi xwendina cezayên girtîgehê yên ku beriya niha di vê pêvajoyê de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibûn dayîn û erê kiribû, di Desteya Giştî ya Meclisê di 4’ê Hezîrana 2020’an de hat rakirin. Ev destwerdana ku ji aliyê parlamenterên CHP û HDP’ê ve bi dirûşmeyên “Li Meclîsê darbe heye” dij derketin, bi dawî nebû. Tevî vê yekê jî CHP’ê, mîna Darbeya 4’ê Mijdarê, di rakirina parêzbendiya Parlamentera HDP’ê Semra Guzel de careke din rika xwe ya li dijî parlamenterên kurd nîşan da û di rakirina parêzbendiyê de dengên “erê” da. 
 
Siyasetmedarê kurd Sirri Sakik ê ku di darbeya 2’yê Adara 1994’an de parlamenterê DEP’ê bû û Parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel a ku bi konsepta darbeya 4’ê Mijdara 2016’an hatibû girtin û demek beriya hat berdan têkildarî  darbeya li dijî parlamenterên kurd ji ajnsa me re axivîn. 
 
SAKIK: DEMA MIJAR DIBIN KURD, TU FERQA WAN NAMÎNE 
 
Siyasetmedarê kurd Sirri Sakik ku di sala 1994'an de li dijî rakirina parêzbendiya xwe bi gotina "Eger tu parlamenterekî bi eslê xwe kurd bî, tu bibêjî kurd hene, li dijî te cezayê darvekirinê tê dayîn. Di demokrasiyê cotstandiyek wiha nabe” tê nasîn, îro jî li dijî van darbeyan derdikeve. Sirri Sakik ji bo tiştên duh li dijî Semra Guzel qewimîn got: “Di pirsgirêka kurd de ti guhertin û veguhertinek nîne. Xeletî ji damezrandina Komarê ve heta niha hatine dubarekirin. Îro jî ew xeletî tên dubarekirin.” 
 
Sakik anî ziman ku îktidarên li vî welatî hewl didin pirsgirêkên li welêt veşêrin û wiha got: “Me bang li kesên ku wê rojê parêzbendiya me rakirin; 'Hûn parêzbendiya me rakin, em diçin. Lê di wextek zû an dereng de em ê dîsa vegerin, lê hûnê li vir tune bin’. Rast e em dîsa vegeriyan, dema em hatin tu kes ji wan tune bû. Îro yên ku parêzbendiyê radikin jî wê helak bibin. Ez bawer im ku wê gelê me di demek kin de bersiva van xeletiyan bide.”
 
Sakik anî ziman ku mûxalefetê ji dîrokê ders dernexistiye û got: “Ji aliyekî ve mûxalefet behsa guhertin û veguhertinê dike û ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê hevdîtinên nû li dar dixe. Dibêjin dê sedsaleke nû ava bikin, lê li gorî wan mafê kurdan nîne di sedsala nû de bijîn. Ger tişta duh kirin rast bûya, diviyabû ev pêngava ku îro avêtine pêk nehata. Lê mixabin dema pirsgirêk bi kurdan re be û dema kurd dibin mijar tu ferqa AKP, MHP, CHP û ÎYÎ Partiyê ji hev namîne.” 
 
‘TEHAMÛLA KURDAN NEMAYE’ 
 
Sakik da zanîn ku kurd di nava sedsaliya komarê û demokrasiya parlamenteriyê de di pêvajoyeke êş û kul de derbas bûn û got: “Êdî kurd nikarin vê yekê tehemûl bikin. Divê em yekîtiyeke mezin pêk bînin, bayê guhertin û veguhertinê lazim e.” 
 
DEMÎREL: ZÎHNIYET NEGUHERÎ YE 
 
Parlamentera HDP'ê ya Amedê ya berê Çaglar Demîrel a di Darbeya 4'ê Mijdarê de hat girtin jî anî ziman ku zîhniyeta desthilatdaran ji berê heta niha neguheriye. Demîrel destnîşan kir ku ne tesaduf e ku parêzbendiya Guzel di salvegera 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û Darbeya 2'ê Adarê de hatiye rakirin û got: “Divê êdî ev zîhniyet ji holê rabe. Tepisandina siyaseta demokratîk û rakirina parêzbendiya wan derbeyek li vîna gelê kurd e. Me ti carî ev darbe, operasyonên qirkirina siyasî qebûl nekir. Ev polîtîka çareseriyê naynin. Dîrok yek ji vana efû nake. Heya ku zîhniyeta milîtarîst û serdest a mêr neguhere, ev yek wê bibe sedema windakirina gelên Tirkiyeyê. Pêwîste destên xwe ji ser kurdan rakin.” 
 
‘WÊ KURD BI SER BIKEVIN’ 
 
Demîrel li muxalefetê re jî wiha got: “Mixabin dema mesele dibin kurd, hemû alî dibin yek. Me careke din dît ku desthilatdarî û muxalefet xwedî heman zihniyetê ne. Darbeya siyasî ya dawî wê ti encam bi xwe re neyîne. Yên bi ser bikevin wê jin, kurd û siyaseta demokratîk be. Ti astengî nikare pêşiya siyaseta demokratîk bigire. Yên ku wê vê pêş bixin wê jinên kurd bin.” 
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

04/03/2022
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN
02/03/2022
21:45 Ma Musîcê 5 saliya xwe pîroz kir
18:42 Sal û mehek ceza li rojnamevan Kanbal hat birîn
16:48 Di Nobeda Edaletê de piştgirî dan Semra Guzel
16:16 Darazê 13 fezlekeyên nû şandin meclisê
16:08 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin
16:06 Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin
15:53 Dayikên Aştiyê serdana gora Ozdemîr kirin
15:51 Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin
15:43 Rapora ÎHD’ê: Mafên girtiyan tê binpêkirin û îşkence li wan hatiye kirin
15:42 Li Farqînê tecrîd hat protestokirin
15:28 ‘Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin’
15:01 Parêzerên Gulmez bertek nîşanî ‘îdianameya Googleyê’ dan
14:57 Cenazeyê Alpaydin piştî 6 salan dan malbata wî
14:47 Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin
12:36 Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir
12:14 Darbeya li dijî DEP’ê piştî 28 salan hat dubarekirin: Zîhniyet neguherî
12:13 Malbata Şenyaşar: Wê hiqûqa serdestan bi têkoşîna dayikan bi dawî bibe
11:50 Dê OHD ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê bide
11:22 HDP: Em ê bi ser kevin û darbekar dê têk biçin
11:02 Têkoşîna parastina ziman: Bi parastina zimanan re welatek dikare hebûna xwe bidomîne
10:57 Li Dêrsimê 3 kes hatin binçavkirin
10:55 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şande wê hevdîtina duyemîn bikin
10:53 "Ji bo hînkirina çîroka şanoya kurdî werin me temaşe bikin."
10:21 Ma Musicê di 5 salan de 4 hezar û 59 zarok û ciwan perwerde kir
09:01 Parêzer Çakas: Em li dor malbatên di Nobeda Edaletê de bibin xelek
09:01 Girtiyê nexweş bi biryarên desteya çavdêriyê tê îşkencekirin!
09:01 Rewşa dawî ya bazarê: Welatî nikarin bikirin, esnaf nikare bifiroşe
09:01 Li Stenbolê amadekariyên ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin' didomin
09:01 Têkoşîna Emîne Şenyaşar ji bo gelek kesan bû hêvî
09:01 Dayika doza edaletê dike: Ez ê heya dawiyê bitêkoşim
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2022'YAN
01/03/2022
22:17 Parêzbendiya Semra Guzel a HDP'î hat betalkirin
21:17 Di Doza Kobanê de muştekiyan giliyê tu kesî nekir
18:08 Dema serîlêdanên ji bo Pêşbirka Arjen Arî hat taloqkirin
17:01 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
16:57 Malbatên Nobeda Edaletê ya Îzmîrê banga berxwedanê kirin
16:46 Jin daketin qadan: Em li dijî tecrîdê û ji bo azadiyê li qadan in
16:35 Şahidê doza Tûnç: Min bi zora polis îmze kir
16:30 Şandeyeke jinan ji bo piştgiriyê çûn serdana Emîne Şenyaşar
16:15 Rapora ÎHD'ê ya 2021'an: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e
16:02 Ji bo Guzel li Meclisê protesto hat kirin
15:48 Di Nobeta Edaletê de banga rakirina tecrîdê kirin
15:22 Bûldan: Dem dema azadiya jinan e
15:21 Dadgeha Federal a Iraqê: PDK nikare namzetekê din nîşan bide
15:21 Odeya Tabibên Stenbolê xwest şertên kedkarên tenduristiyê bê başkirin