Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe

img

ENQERE - Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel da zanîn ku kesên nûnertiya pergala mêrê serdest dikin, xeta azadiyê ya jinan bo xwe weke gefekê dibînin û wiha got: “Gotina; ‘heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe’ ne dirûşmek lê wateya jiyanê bi xwe ye.” 

Di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jin, ji bo parastina destkeftiyên xwe, ji bo jiyaneke wekhev û mirovane, ji bo xurtkirina piştevanî û yekitiya xwe dadikevin qadan. Bi nêzbûna 8’ê Adarê re jinan jî lez dan amadekariyên xwe. Bi sedan siyasetmedarên jin ên ku li dijî pergal û neheqiyê serî rakirin û niha di girtîgehê de ne, 8’ê Adarê di nava çar dîwaran de pêşwazî dikin. Jinên ku tevî şert û mercên girtîgehê jî serî natewînin û têdikoşin, bi vê têkoşîna xwe, polîtîkaya yekperest û zayendîperest a dewletê vala derdixînin. 
 
Yek ji van jinan jî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel e ku di her danişînê de bi parastinên xwe pergala heyî didarizîne. 
 
JI HADEP’Ê HETA DBP’Ê 24 SAL
 
Sebahat Tuncel, di sala 1998’an de wek Seroka Baskê Jinan a Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) dest bi siyasetê kir. Bi girtina HADEP’ê re jî weke endama Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gel (DEHAP) hate hilbijartin. Tuncel, yek ji endamên damezirîner a Partiya Demokratîk a Civakê (DTP) û ji endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) bû ku di heman demê de Berdevkiya Giştî ya Meclisa Jinan a DTP’ê dikir. Tuncel, di sala 2006’an de hate girtin û 8 meh û nîvan di girtîgehê de ma. Di Hilbijartinên Giştî yên 22’yê tîrmeha 2007’an de bû parlamentera Stenbolê. Li ser vê yekê jî di 25’ê tîrmeha 2007’an de hate berdan. Bi girtina DTP’ê re, Tuncel vêcarê jî tev li Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû û di Hilbijartinên Giştî yên 2’yê hezîrana 2011’an de weke parlamentera serbixwe ya Stenbolê hate hilbijartin. Piştî hilbijartinan jî BDP hate girtin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 15’ê cotmeha sala 2011’an de hate damezirandin û di 27’ê cotmeha 2013’an de jî Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu weke hevberdevkên wê hatin hilbijartin. Dema Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê dikir, di 6’ê mijdara sala 2016’an de hate girtin. 
 
Tuncel, niha jî li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kocaeliyê tê ragirtin û ji bo Doza Kobanê anîn Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Tuncel, bi wesîleya 8’ê Adarê ji ajansa me re nameyek şand û têkoşîna jinan nirxand. 
 
GIRÎNGIYA XWEBIRÊXISTINKIRINA CEWHERΠ
 
Tuncel, destnîşan kir ku tevî hemû zextan jî jinan têkoşîna xwe domandin û mohra pêşengtiyê li gelek tiştên nû dan. Tuncel, bi domdarî wiha got: “Yek ji destkeftiyên herî mezin, pergala hevserokatiyê ye. Bi vê destkeftiyê re hişmendiya yekperest, dijdemokratîk û rêveberiya navendîperest hilweşand. Ev destkeftî, berhema kedeke mezine ku êdî xwe sazûman kiriye. Li kêm deverên cîhanê mînakeke wiha heye. Di nava Zapatîstayiyan de jî pergala hevserokatiyê û hevkoordînatoriyê hene. Tevlibûna jinan a nava refên têkoşînê, bandoreke mezin li têkoşîna xelkê herêmê dike. Di mijara sergihiştina şêweyê ziman û rêveberiyê yê hişmendiya nêrzayî de û avakirina civakîbûna wekheviya jin-mêr de jin bi rolekî mezin radibin. Nirxandinek heye ku dibêje; ‘heta ku di qada polîtîk de serkeftinek çênebe, nepêkane ku di qadên din de tiştek were bidestxistin.’ Ji bo vê jî divê wekheviya di navbera jin û mêran de bibe rojeveke sereke, çareserî bên pêşxistin, divê jin rêxistiniya xwe ya cewherî xurtir bikikn û di mekanîzma û sepanên biryardayînê de bêhtir cih bigirin.” 
 
TECRÛBEYA DI SYASETÊ DE 
 
Bi domdarî Tuncel bal kişand ser tecrûbeyên di siyasetê de û ev nirxandin kir: “Pêvajoya ku mijara hevserokatiyê ji ewil ketiye rojevê, nîqaşên di wê demê de hatine kirin, hewldana derbaskirina helwestên dijber û pêvajoya xistina meriyetê ya vê pergalê kir ku ez bi ser gelek tiştan re bigihim. Cara ewil bû ku li Tirkiyeyê tiştekî wiha diket meriyetê û li seranserî cîhanê kêm mînakên wê hebûn. Rêbaza di qanûna partiyên siyasî de pir zelal bû ku li me dihat ferzkirin. Em li ser difikirîn bê ka bêyî fermiyetê em ê çawa bikarin vê pergalê bêxin meriyetê. Li cihekî ku partiya siyasî nedikariya şêweyê siyaseta berê biguherîne û siyaseta mêrê serdest lê serwer; gelo dê me çawa bikariya ev pergal bixista meriyetê? Gelo xetereyên wê çi bûn? Ma baş pê dizanî ku mekanîzmeyeke demokratîk, azadîxwaz û wekheviya jin û mêran esas digire dê di veguherandina civakê de rolekî çalak bilîze. Lewma jî me li ser serkeftîbûna vê pergalê gelek nîqaş kirin. Tecrûbeyên me yên berê, ji bo pêvajoya ku me bi Ertugrul Kurkçu re hevserokatî û hevberdevkî dikir re gelek bû alîkar û rêyek nîşanî me da bê ka em vê pergalê dê çawa bixin meriyetê. Di pêvajoya HDK/HDP’ê de bûm xwedî tecrûbeyên cuda û vê tecrûbeyan gelek tişt hînî min kir.” 
 
PÊVAJOYA HEVSEROKATIYÊ
 
Tuncel, da zanîn ku bi damezirandina DTP’ê re êdî derbasî pergala hevserokatiyê bûn û wiha pê de çû: “Hevserokên wê jî Aysel Tugluk û Ahmet Turk bûn. Tiştên destpêkê her tim pir zehmet in. Ji bo ku ev pergal bi rastî jî were pratîzekirin, weke meclisa jinan me gelek ked da. Ji ber ku feraseta giştî pergala hevserokatiyê weke pirsgirêka jinan didît. Li hêlekî me hewl dida vê pergalê bêxin meriyetê û li hêla din jî ji bo ku qanûna partiyên siyasî were guherandin û pergala hevserokatiyê di qanûnê de cih bigire, me dest bi kampanyaya îmzeyan kir. Me di demekî kin a bi qasî mehekê de 100 hezar îmze kom kirin û radestî Komîsyona Daxwaznameyan a Meclisê kir. Ji rexekî ve jî me hewl da girîngiya pergala hevserokatiyê û rola jinan a di siyasetê de ji jinan û rêxistinên jinan re vebêjin. Di encama van xebatên me û israra me ya di hevserokatiyê de, heke xelet nebim di sala 2014’an de Qanûna Partiyên Siyasî hat guherandin û ji bo partiyên ku saziya ‘serokatiya giştî’ dixwestin, serokatiya giştî hate qanûnîkirin. Me jî li bajêr, navçe û rêveberiyên herêmî dest bi pergala hevserokatiyê kir.” 
 
PEYWIRA HEVSEROKAN
 
Di berdewamê de Tuncel bi bîr xist ku di dema damezirandina HDK û HDP’ê de mijara hevserokatî û hevberdevkiyê nebû mijara nîqaşê û ji hêla hemû pêkhateyan ve hatiye qebûlkirin. Tuncel, da zanîn ku hevserokatî, mekanîzmeya biryardayînê nîne û wiha axivî: “Modêla rêveberiya demokratîk, wekhev û azadîxwaz esas digire û hewl dide bi guhdarîkirina nêrîn û pêşniyarên hemû derdoran re polîtîkayekî pêş bêxe. Peywira wan ew e ku rêveberiya koordîneya nîqaşên li meclisên herêmî, meclisên giştî, meclisa partiyê, meclisên jin, ekolojî, ked û hwd. bike, planên heyî bêxin meriyetê û siyaset û polîtîkaya me bi gel re parve bikin. Anku ya girîng ne hebûna du serokan lê hebûna pergal û rêveberiyeke demokratîk e.” 
 
ZAYENDA CIVAKÎ Û SIYASET
 
Bi domdarî jî Tuncel bal kişand ser zehmetiyên xebatên têkel û wiha pê de çû: “Pergaleke ku ev bi hezaran sala ye li gorî zîhniyeta mêrê serdest teşe girtî li holê ye. Hinek elimandinên jinatî û mêrtî yên hatine hînkirin hene. Di jiyana siyasî, aborî, civakî û çandî de zîhniyeta mêrê serdest serwere. Ji bo ku jin tev li siyaset û jiyanê nebin, gelek astengî hene. Lewma jî têkoşîna jinan, di nava şert û mercên newekhev de dest pê dikin. Weke jinên kurd, xebatên ku me di salên 90’î de di Komeleya Jinên Welatparêz û komîsyonên jinan ên partiyên siyasî de dabûn destpêkirin, di şerê li dijî kurdan de û ji bo pêşîlêgirtina polîtîkayên înkar û pişaftinê yên dewletê rolekî mezin lîst. Careke din nîşanî me da bê ka têkoşîna birêxistinkirî ya jinan çiqas girîng e. Li rexekî em ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane têdikoşiyan û li rexa din jî me pirsgirêkên ku ji ber jinbûna xwe dijiyan ferq kirin. Em di dawiya dawî de gihiştin wê qenaetê ku ev pirsgirêk tevek dikare bi têkoşîneke birêxistinkirî ya jinan werin çareserkirin. Kir ku jin bikarin xwe bigihînin hemû avahiyên me yên li bajêr û navçeyan û polîtîkayeke ku di serî de jinan esas digire, jinan beşdarî xebatan dike û astengiyên di vê mijarê de ji holê radike bimeşînin. Kotaya ji sedî 25 a HADEP’ê û baskê jinan, kotaya ji sedî 35 a DEHAP’ê û meclisên jinan, kotaya ji sedî 40 a DTP’ê, pergala hevserokatiyê, nûnertiya wekhev a HDP û DBP’ê, rêxistiniyên xweser û bihêzkirina meclisan, ev tevek jî destkeftiyên têkoşîna jinan e. Ev pêvajoya behsê xeberê wisa bi hêsanî derbas nebû. Jinan, ji bo van destkeftiyan gelek nîqaş meşandin û ji bo xwe bigihînin vê encamê, neçar man ku têkoşîneke xurt a zayendî bimeşînin.” 
 
PERGALA AZADÎXWAZIYA JINÊ
 
Tuncel, destnîşan kir ku destkeftiyên jinên kurdan û xeta wan a azadîxwaz niha ji bo hemû rêxistinên jinan ên cîhanê bûye hêviyek û wiha berdewam kir: “Em, hemû destkeftiyên tevgerên jinan ên cîhanê weke destkeftiyên xwe dihesibînin. Her wiha têkoşîn û destkeftiyên xwe jî weke parçeyeke tevgera jinên cîhanê dibînin. Ji bo ku pergala hevserokatiyê ji hêla gel vê were qebûlkirin, xebatkarên partî û saziyan gelek ked dan. Rast bikaranîna wê û bandora destkeftiyên wê yên li ser civakê kir ku ev pergal xwe sazûman bike. Gelek caran nêzikatiyên ku weke hevserokatî pirsgirêka jinan be û pêdiviya jinan bi vê pergalê hebe pêş ketin. Lê rêxistiniya ku li dora vê pergalê teşe digire, bandorê li her kesî dike. Heta ku zîhniyet û hînbûnên di siyasetê de neguherin, pir zehmete ku mirov bikare pergaleke azadîxwaz û wekhev ava bike. Ji hevserokan yek jê jin û yê din zilam bû. Bi vê yekê re nûnertiya gelan esas hat girtin. Heke yek ji wan kurd bûya, yê/ya din an tirk bû yan jî ji neteweyeke din bû. Feraseta rêveberiyê ya li dora pergala hevserokatiyê teşe girtî, rêveberiyeke demokratîk û azadîxwaztir e. Her kesên ku azadiya civakê dixwazin, yên ji bo wekheviya jin û mêr têdikoşin, yên dixwazin pergaleke adilane û aştîxwaz de bijîn, divê hîn bêhtir xwedî li pergala hevserokatiyê derkevin.” 
 
HEVSEROKATÎ, NAVENDA BIRYARDAYÎNÊ NÎNE
 
Sebahat Tuncel dibêje ku pergala hevserokatiyê, dê li pêşiya kesên jiyan û pergaleke nû dixwazin rêyekî veke û sedema vê jî wiha şîrove dike: “Heke mirov bixwaze bê ka pergaleke serkeftî ye yan na, divê mirov ji ewil berê xwe bide gel. Heke gel xwedî li vê pergalê derbikeve, ev tê wateya serkeftîbûna we. Gelê kurd û hemû gelên ku guh didin dengê HDP’ê, di rewşa heyî de xwedî li pergala hevserokatiyê derdikevin. Lewma ez dikarim bibêjim ku modêleke serkeftî ye. Lê ji bo ku ev pergal hîn bêhtir an jî baştir bikeve meriyetê, divê mekanîzmayên azadîxwaz û demokratîk ku bibin bersiva pêdiviyên pêvajoyê, bênavber bixebitin. Hevserok, parçeyeke pergala giştî ne. Navenda biryardayînê nînin. Lê koordînekirina biryarên ji jêr heta jor hatine girtin, nûnertiyeke rast û sepandina biryaran, berpirsyariya wan e. Armanc, pêşxistina pergaleke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ye.” 
 
HÊZA KU ÇARESERIYÊ BIRÊXISTIN DIKE
 
Di nameya xwe de Tuncel got ku tê fêmkirin bê ka desthilatdar çima êrişî pergala hevserokatiyê dike û sedema vê wiha vegot: “Tiştekî xwezayî ye ku kesên nûnertiya serdestiya zilam dikin, xeta azadiyê ya jinan ji xwe re weke gefekê bibînin. Serkeftina bingehîn a pergala hevserokatiya me ku weke sedema tayînkirina qeyûman tê destnîşankirin, pêşxistina demokrasiya herêmî û paşdexistina serdestiya zilam e. Nirxandina ‘heta jin azad nebin, ne pêkane ku civak azad bibe’, ne dirûşmek lê wateya jiyanê bi xwe ye. Newekheviya di navbera jin û zilam de, çavkaniya hemû newekheviyên di nava civakê de, çavkaniya tehekûm, tundî û kedxwariyê ye. Tunekirina vê newekheviyê dê pergala mêtingeriya pergala kapîtalîst a mêrê serdest têk bibe. Sererastkirina têkiliyên civakî, aborî û çandî, avakirina jiyaneke wekhev û azadîxwaz, dê sedemên hebûna serdestan jî ji holê rakin. Polîtîkaya dethilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî jinan dimeşîne, polîtîkayeke bîrdozî ye. Meşa femînîst a jinan bi hinceta ‘bêrêzî li azan hatiye kirin’ weke hedef hate nîşandan, gefa jêkirina zimanê wê li Sezen Aksu xwarin, Peymana Stenbolê betal kirin û nefeqe kirin mijara nîqaşê. Li dijî van sepanên desthilatdariyê û şirîkên wan, tekane rê ew e ku em hêza rêxistinkirî ya jinan xurtir bikin û bi hev re têbikoşîn.” 
 
BER BI 8’Ê ADARÊ VE
 
Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel nameya xwe bi van gotinan diqedîne: “Li dijî hemû cureyên tundî, cudakarî û xizaniyê, jin dê di vê 8’ê Adarê de jî dakevin qadan. Dê bibêjin; ‘jiyaneke cuda pêkane.’ Ev têkoşîna jinan ne tenê pêşeroja wan lê pêşeroya hemû civakê eleqedar dike. Lewma jî girînge ku zilamên ji vê pergalê aciz jî piştevaniyê bidin têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan. Li dijî êrişên li me tên kirin, hewceye em pergal û têkoşîna xwe birêxistin bikin û civakî bikin. Sekna li hemberî faşîzm, yekperestî û zilmê, têkoşîna ji bo jiyaneke nû ku gelên me bi hesreta wê dijîn, berpirsyarî û peywireke me ya dîrokî ye. Divê neyê jibîrkirin ku gotina herî dawî ya berxwedêr û têkoşeran e.”
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

04/03/2022
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN
02/03/2022
21:45 Ma Musîcê 5 saliya xwe pîroz kir
18:42 Sal û mehek ceza li rojnamevan Kanbal hat birîn
16:48 Di Nobeda Edaletê de piştgirî dan Semra Guzel
16:16 Darazê 13 fezlekeyên nû şandin meclisê
16:08 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin
16:06 Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin
15:53 Dayikên Aştiyê serdana gora Ozdemîr kirin
15:51 Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin
15:43 Rapora ÎHD’ê: Mafên girtiyan tê binpêkirin û îşkence li wan hatiye kirin
15:42 Li Farqînê tecrîd hat protestokirin
15:28 ‘Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin’
15:01 Parêzerên Gulmez bertek nîşanî ‘îdianameya Googleyê’ dan
14:57 Cenazeyê Alpaydin piştî 6 salan dan malbata wî
14:47 Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin
12:36 Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir
12:14 Darbeya li dijî DEP’ê piştî 28 salan hat dubarekirin: Zîhniyet neguherî
12:13 Malbata Şenyaşar: Wê hiqûqa serdestan bi têkoşîna dayikan bi dawî bibe
11:50 Dê OHD ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê bide
11:22 HDP: Em ê bi ser kevin û darbekar dê têk biçin
11:02 Têkoşîna parastina ziman: Bi parastina zimanan re welatek dikare hebûna xwe bidomîne
10:57 Li Dêrsimê 3 kes hatin binçavkirin
10:55 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şande wê hevdîtina duyemîn bikin
10:53 "Ji bo hînkirina çîroka şanoya kurdî werin me temaşe bikin."
10:21 Ma Musicê di 5 salan de 4 hezar û 59 zarok û ciwan perwerde kir
09:01 Parêzer Çakas: Em li dor malbatên di Nobeda Edaletê de bibin xelek
09:01 Girtiyê nexweş bi biryarên desteya çavdêriyê tê îşkencekirin!
09:01 Rewşa dawî ya bazarê: Welatî nikarin bikirin, esnaf nikare bifiroşe
09:01 Li Stenbolê amadekariyên ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin' didomin
09:01 Têkoşîna Emîne Şenyaşar ji bo gelek kesan bû hêvî
09:01 Dayika doza edaletê dike: Ez ê heya dawiyê bitêkoşim
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2022'YAN
01/03/2022
22:17 Parêzbendiya Semra Guzel a HDP'î hat betalkirin
21:17 Di Doza Kobanê de muştekiyan giliyê tu kesî nekir
18:08 Dema serîlêdanên ji bo Pêşbirka Arjen Arî hat taloqkirin
17:01 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
16:57 Malbatên Nobeda Edaletê ya Îzmîrê banga berxwedanê kirin
16:46 Jin daketin qadan: Em li dijî tecrîdê û ji bo azadiyê li qadan in
16:35 Şahidê doza Tûnç: Min bi zora polis îmze kir
16:30 Şandeyeke jinan ji bo piştgiriyê çûn serdana Emîne Şenyaşar
16:15 Rapora ÎHD'ê ya 2021'an: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e
16:02 Ji bo Guzel li Meclisê protesto hat kirin
15:48 Di Nobeta Edaletê de banga rakirina tecrîdê kirin
15:22 Bûldan: Dem dema azadiya jinan e
15:21 Dadgeha Federal a Iraqê: PDK nikare namzetekê din nîşan bide
15:21 Odeya Tabibên Stenbolê xwest şertên kedkarên tenduristiyê bê başkirin