Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rûsya û Ûkraynayê duh bi şev hevdîtina duyemîn a muzakereyê kirin. Aliyan di hevdîtinê de li ser dewamkirina muzakereyan li hev kir. Hat ragihandin ku şewata li Santrala Nukleer a Zaporizhzhya heta serê sibê dom kir û pişt re hat vemirandin. 

Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê di roja 9’emîn de ye û pêşveçûna artêşa Rûs didome. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin destnîşan kir ku dê operasyon nesekine. Duh êvarê di navbera her du welatan de li ser sînroê Belarûsê tûra duyemîn a hevdîtina muzekereyê pêk hat. Di muzakereyê de ji bo tahliyekirina sivîlan bi awayek demkî agirbest hat ragihandin. Her du aliyan ji bo tûra sêyemîn a hevdîtinê li hev kirin. 
 
Geşedanên derbarê şerê Rûsya û Ûkraynayê kêlî bi kêlî wiha ne:
 
15.28 SEKRETERÊ NATOYÊ: EM BI RÛSYAYÊ RE ŞER NAXWAZIN 
 
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg, di civîna Wezîrên Karên Derve yên NATO'yê ku li Brukselê tê lidarxistin de axivî. Stoltenberg, diyar kir ku Rûsya xesar dide ewlehiya Ewropayê û wiha got: "Rûsya, li Ewropayê ket şerekî ku ji Şerê Duyemîn ê Dinyayê ve nehatiye dîtin. Bi rêya hêzê asayîbûneke nû ku têde şertên bingehîn tên nîqaşkirin hatin avakirin. Gefa şer ku li her derê belav bûye rastiyek e. Em li gelê Ûkraynayê û hikûmeta ku bi awayekî demokratîk hatiye hilbijartinin." Stoltenberg, bangî Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn kir û ev tişt jê re got: "Em bang li Pûtîn dikin ku şer bi dawî bike û hemû hezên xwe ji Ûkraynayê vekişîne. Bi niyeta xwe ya baş tevlî hewldanên dîplomatîk bibin. NATO tifaqeke parastinê ye. Em bi Rûsyayê re şer naxwazin. Lê em bi awayekî hêz girêdayî xala 5'emîn a Peymana Washingtonê ne. Wê NATO, her dera xaka xwe biparêze."
 
15.17 KREMLÎN: MUZAKERE WÊ GIRÊDAYÎ BERSIVA KÎEVÊ BIN
 
Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov, ji rojnamegeran re derbarê muzakereyên ku li Belarûsê di navbera Ûkrayna û Belarûsê de tên kirin de axivî. Peskov, diyar kir ku ji muzakereyan hê encamek nehatiye girtin û ev daxuyanî da: "Me ji Ûkraynayê re got ku wê çareserî çawa pêk bê. Wê ji niha şûn ve muzakere li gorî bersiva Kîevê bin."
 
14.14 JI PÛTÎN JI BO DINYAYÊ: BI RÛSYAYÊ RE TÊKILIYÊN XWE ASAYÎ BIKIN
 
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, bang li welatan kir ku têkiliyên xwe yên bi wan re asayî bikin û ev tişt got: "Li dijî cîranan niyeteke me ya ne baş nîne. Wê Rûsya berpirsyariyên xwe yên aborî yên li dijî welatên din bi cih bîne."
 
13.52 NY KOMÎSYON AVA BIKE 
 
Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), pêşniyaza derbarê avakirina komîsyona lêpirsîna serbixwe ya derbarê binpêkirinên mafên ên li Ûkraynayê û şermezarkirina Rûsyayê qebûl kir. 
 
13.22 SCHOLZ: NATO DÊ DI WARÊ LEŞKERÎ DE DAXIL NEBE 
 
Serokwezîrê Elmanya Scholz da zanîn ku NATO dê di warê leşkerî de daxilî şerê li Ûkraynayê nebe. 
 
13.00 LEŞKERÊN RÛS KETIN BAJARÊ MIKOLAYIVÊ 
 
 Serokê Şaredariya Mikolayivê Oleksandr Senkevich daxuyand ku leşkerên rûs ketine bajarê wan. 
 
12.50 LUKAŞENKO:  ARTÊŞA BELARÛSÊ TEVLI OPERASYONÊ NABE 
 
Serokê Dewletê yê Belarûsê Aleksander Lukaşenko daxuyand ku îro li gel Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya telefonê hevdîtinek “dirêj” kiriye. Lukaşenko diyar kir ku artêşa Belarûsê wê tevli operasyona leşkerî ya Rûsyayê nebe û dê nebe jî.
 
12.30 YE: QEDEXE BINPÊKIRINA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ YE 
 
Rûsyayê weşanên welatên Ewropayê qedexe kiribû. Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser vê biryara qedexekirina weşanan daxuyanî da û biryara qedexekirina weşanan şermezar kir û got: “Ev binpêkirina azadiya çapemeniyê ye.” 
 
12.00 RÛSYA: SANTRALA NUKLEER DI KONTROLA ME DE YE 
 
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyanî da û piştrast kir ku wan Santrala Nukleer a Zaporijya ku santrala Ewropayê ya herî mezin e û li Ûkraynayê ye xistine bin kontrola xwe. Di daxuyaniyê de hat gotin santral bi awayek asayî dixebite. 
 
11.40 GAZPROM: SEWQIYATA GAZÊ BO EWROPA DIDOME 
 
Şîrketa enerjiyê ya herî mezin a Rûsyayê Gazprom daxuyand ku sewqiyata gaza xwezayî bi ser Ûkraynayê re ji bo Ewropa tê dabînkirin. 
 
11.35 BLINKEN: NATO TIFAQA PARASTINÊ YE 
 
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blinken da zanîn ku NATO tifaqek parastinê ye û got: “Heke berê şer bikeve me, em amade ne.” 
 
10.05 NATO LI BRUKSELÊ DICIVE 
 
Wezîrên Karên Derve yên NATO’yê îro li paytexta Belçîkayê Brukselê bi awayek awarte li hev dicivin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî ji bo civînê çû Brukselê. Reutersê ji biryargeha NATO’yê ya li Brukselê dîmen belav kir. 
 
09.54 RÛSYAYÊ WEŞANÊN WELATÊN ROJAVA ASTENG KIR 
 
Saziya Kontrolê ya Medya Rûs ragihandina weşanên serwîsa rûsî ya BBC’iyê, Deutsche Welle ya navenda wê li Elmanyayê ye, Radio Liberty a Amerîkayê u navenda wê li Pragê ye û rojnameya Meduza ku bi îngîlîzî û rûsî online weşanê dike asteng kir. Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê gotibû, “BBC li Rûsyayê weşanek ku peşkê li rewşa siyasî û ewlehiya Rûsyayê dixe dike.” 
 
09.43 'LEŞKERÊN RÛS DEST DANÎN SER SANTRALÊ’
 
Li gorî nûçeya Reutersê, hêzên leşkerî yên Rûsyayê Santrala Nukleerî ya Zaporizyayê ya Ukraynayê bi dest xistin.
 
09.40 ÇÎNÊ CEZA DANÎ SER RÛSYAYÊ 
 
Banka Razemeniya Binesaziya Asyayê (AIIB) ya ku dewleta Çînê piştgiriya wê dike, diyar kir ku ew ê faliyetên xwe yên li hemberî Rûsya û Belarûsê rawestînin. AIIB’ê ya ku navenda wê li Pekînê ye duh daxuyanî dabû û gotibû: "Ji bo parastina berjewendiyên bankê, rêveberiyê biryar da ku faliyetên xwe yên li Rûsya û Belarûsê rawestîne û lêkolîn bike.” 
 
08.30 WHO: DIBE KU KARESETA MIROVAHÎ PÊK WERE 
 
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bi bîr xist ku di nava hefteyekê de milyonek kes Ûkraynayê terikandine û diyar kir ku penaberên ku dê di rojên pêş de welatê xwe terk bikin, dibe ku komên ku ji nexweşiyan metirsîdartir in û di warê aborî de zehm
 
7:29 ŞERÊ LI DERDORA SANTRALA NUKLEER SEKINΠ
 
Piştî şewata li Santrala Nukleer a Zaporizhzhya Ûkraynayê, Şaredarê Energodarê Dmitro Orlov got li herêmê şer bi dawî bûye. Rayedarên Ûkraynayê daxuyandibûn ku ji ber şer di tesîsa nukleerê de li sê qatên wê şewat derketiye. 
 
6:02 JOHNSON: PUTÎN GEF LI EWLEHIYA EWROPAYÊ DIXWE 
 
Serokwezîrê Îngîlistanê Boris Johnson got: “Çalakiyên bêtirs ên Serokê Rûsyayê Putin li tevahiya Ewropayê dibe sedema gefxwarina ewlehiyê.” Johnson li Serokê Dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy geriya û jê re diyar kir ku şewata li santrala nukleer fikarê dide û xwest Rûsya êrişên xwe yên li derdora santralê rawestîne. 
 
5:50 EWLEHIYA SANTRALA NUKLEERÊ HAT KONTROLKIRIN 
 
Ûkraynayê ragihand ku wan şewata li santrala Nukleer a Zaporizhia ya duh bi şev derketiye, kontrol kiriye. Hat zanîn ku santral dixebite. 
 
4:50 EREBISTANA SIÛDÎ TEKLÎFA NAVBEYNKARIYÊ KIR
 
Prensê Velîaht ê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman, bi lîderên Rûsya û Ûkraynayê re pêwendî danî û got ew amade ne ku bibin navbeynkarê her du aliyan. Her du lîderan jî ji Selman re got ew çareseriya siyasî destek dikin. 
 
4:30 AMERÎKA PÊWENDIYEK XETA TAYBET BI RÛSYAYÊ RE DANΠ
 
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê daxuyand ku ji bo ew “bikevin pêşiya hesabên şaş, alozî û bûyerên leşkerî” bi Wezareta Parastinê ya Rûsyayê re li ser telefonê pêwindiyek taybet daniye. 
 

Sernavên din

04/03/2022
12:00 Polîsan di serdegirtina malê de pirsa Egît Îpek kirin!
11:45 Kemal Ozkîraz hat binçavkirin
11:12 Girtiyê ku ‘lêgerîna nava dev’ red kir 7 meh in nayê tedawîkirin
11:11 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
11:11 Strana 'Xuçê' diyarî jinan kirin
10:44 Malbata Şenyaşar: Her kesê edaletê dixwaze bila di 9’ê adarê tev li nobeta me bibe
10:22 Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû
10:08 Mitînga 8’ê Adarê ya Enqereyê dê li Anitparkê bê kirin
09:59 Erdemcî yê ji doza DÎAYDER’ê hat berdan: Dixwazin tola Stenbolê ji me hilînin
09:58 Rojeva esasî ya DBP’ê azadiya Ocalan e
09:19 Dayika Nûdem Durak bang li hunermendan kir: Xwedî li keça min derkevin
09:07 Aydogan: Azadiya Ocalan bi têkoşîneke girseyî pêkan e
09:07 Girtî Ozcan: Bi mirinê gefan li min dixwin
09:06 Jin dê li Qada Îstasyonê ji bo azadiyê biqîrin
09:05 ‘ATK ne li gor zanistê, li gor îqtidarê biryarê dide'
09:04 Jinên astengdar: Ne alîkarî, em doza jiyaneke wekhev dikin
09:03 Ozdînç: Qeyûm perçeyek konsepta şerê taybet in
09:03 Nivîskar Akdogan: Heps û zindan jî qada wêjeya kurdî ne
09:03 Li dijî 'tundiya biunîforma’ têkoşîna polîtîk
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2022'YAN
01:31 Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemîrlî îstifa kir
03/03/2022
21:37 Li Cizîrê Malgazê 75 salî hat binçavkirin
16:24 'Ji bo azadiyê em her derî veguherînin qada berxwedanê’
16:21 Li cihê Gulistan Doku lê hatiye windakirin daxuyaniya 8’ê Adarê dan
16:02 Li Amedê fûara înşatê hat vekirin
15:58 Li pêşiya Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Dawî li sepana ‘lêgerîna nava dev’ bînin
15:51 Nobeda Edaletê: Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve
15:37 Dozger xwest rêvebera Komeleya Rosayê bê cezakirin
15:32 Jinan li Hezexê çîrokên jinên girtî yên nexweş xwendin
14:26 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ diyarî Emîne Şenyaşar kirin
14:06 Malbatên Girtiyan: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehan
14:06 Doza Kobanê: Veguherandina civakê berpirsyariya me ye
13:25 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:16 Ji bo girtina DÎAYDER'ê doz hate vekirin
13:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:25 Çîroka jineke kurd û xizma windakiriyekî
12:15 Ferît Şenyaşar: Dîmen di arşîva dewletê de ne
11:54 Daneyên ENAG'ê û TÛÎK'ê yên enflasyonê gelek dûrî hev in
10:59 Qaymeqam pere û parlamenterê AKP'ê jî kar teklîfî malbata Dayan kir
10:45 Gelo Erdogan heyet şandiye Rûsyayê?
10:22 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şandeya muzakereyê cara duyemîn li hev dicive
09:33 Ber bi 8'ê Adarê ve: Jinên Rojava ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têdikoşin
09:32 Çîrokên henûn: Efsûna Welatê Min
09:21 Jinên êzdî: Em ê di 8'ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:20 Li Cizîrê 2 rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin
09:07 Ezîz ê Cewo: Şerê tê kirin şerê NATO û Rûsyayê ye
09:02 Jinên Rihayê: Ewlehî tune ye
09:02 Qeyûm avahiya şaredariyê da polîsan
09:02 Dîmenên dema qetilkirina ferdên malbata Şenşayar hatine dizîn!
09:02 Dosyeya Gezer şandin AYM'ê
09:02 Pêkanînên şerê taybet ên bi destê darazê tên parastin
09:02 Tuncel: Heke jin azad nebe, civakek nikare azad bibe
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2022'YAN
02/03/2022
21:45 Ma Musîcê 5 saliya xwe pîroz kir
18:42 Sal û mehek ceza li rojnamevan Kanbal hat birîn
16:48 Di Nobeda Edaletê de piştgirî dan Semra Guzel
16:16 Darazê 13 fezlekeyên nû şandin meclisê
16:08 Jin li qadan in: Em ê bi coşa 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin
16:06 Rakirina parêzbendiya Semra Guzel li gelek bajaran hat protestokirin
15:53 Dayikên Aştiyê serdana gora Ozdemîr kirin
15:51 Rapora Baroya Amedê: 67 zarok hatine kuştin
15:43 Rapora ÎHD’ê: Mafên girtiyan tê binpêkirin û îşkence li wan hatiye kirin
15:42 Li Farqînê tecrîd hat protestokirin
15:28 ‘Nirxên mirovahiyê tê tecrîdkirin’
15:01 Parêzerên Gulmez bertek nîşanî ‘îdianameya Googleyê’ dan
14:57 Cenazeyê Alpaydin piştî 6 salan dan malbata wî
14:47 Dayikên Aştiyê gazî jinan kirin ku tevli mitînga 8'ê Adarê bibin
14:47 Hevseroka HDP'î kirin qawişa girtiyên edlî
14:02 Xizmên girtiyan li ber ATK'ê banga soz girtinê kirin
12:36 Tirkiyeyê êrişî Minbîc û Eyn Îsayê kir
12:14 Darbeya li dijî DEP’ê piştî 28 salan hat dubarekirin: Zîhniyet neguherî
12:13 Malbata Şenyaşar: Wê hiqûqa serdestan bi têkoşîna dayikan bi dawî bibe
11:50 Dê OHD ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê bide
11:22 HDP: Em ê bi ser kevin û darbekar dê têk biçin
11:02 Têkoşîna parastina ziman: Bi parastina zimanan re welatek dikare hebûna xwe bidomîne
10:57 Li Dêrsimê 3 kes hatin binçavkirin
10:55 Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Şande wê hevdîtina duyemîn bikin
10:53 "Ji bo hînkirina çîroka şanoya kurdî werin me temaşe bikin."
10:21 Ma Musicê di 5 salan de 4 hezar û 59 zarok û ciwan perwerde kir
09:01 Parêzer Çakas: Em li dor malbatên di Nobeda Edaletê de bibin xelek
09:01 Girtiyê nexweş bi biryarên desteya çavdêriyê tê îşkencekirin!
09:01 Rewşa dawî ya bazarê: Welatî nikarin bikirin, esnaf nikare bifiroşe
09:01 Li Stenbolê amadekariyên ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin' didomin
09:01 Têkoşîna Emîne Şenyaşar ji bo gelek kesan bû hêvî
09:01 Dayika doza edaletê dike: Ez ê heya dawiyê bitêkoşim
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2022'YAN
01/03/2022
22:17 Parêzbendiya Semra Guzel a HDP'î hat betalkirin
21:17 Di Doza Kobanê de muştekiyan giliyê tu kesî nekir
18:08 Dema serîlêdanên ji bo Pêşbirka Arjen Arî hat taloqkirin
17:01 Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn
16:57 Malbatên Nobeda Edaletê ya Îzmîrê banga berxwedanê kirin
16:46 Jin daketin qadan: Em li dijî tecrîdê û ji bo azadiyê li qadan in
16:35 Şahidê doza Tûnç: Min bi zora polis îmze kir
16:30 Şandeyeke jinan ji bo piştgiriyê çûn serdana Emîne Şenyaşar
16:15 Rapora ÎHD'ê ya 2021'an: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e
16:02 Ji bo Guzel li Meclisê protesto hat kirin
15:48 Di Nobeta Edaletê de banga rakirina tecrîdê kirin
15:22 Bûldan: Dem dema azadiya jinan e
15:21 Dadgeha Federal a Iraqê: PDK nikare namzetekê din nîşan bide
15:21 Odeya Tabibên Stenbolê xwest şertên kedkarên tenduristiyê bê başkirin