Ozsoy: Dagirkirina Ûkraynayê NATO'yê bihêztir kir

img

ENQERE - Hevberdevkê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, anî ziman ku Rûsya bi dagirkirina Ûkrayanyê re NATO'yê xurtir kiriye û got: "Çareserî, rêzgiriya ji bo diyarkirina çarenûsa xwe ya gelên Ûkraynayê ye." 

Dagirkirina Ûkraynayê ya bi destê Rûsyayê di roja 10'an de ye. Muzakereyên di navbera her du aliyan de jî didomin. Her wiha li alyek bangawazî tên kirin ji bo bidawîbûna şer, li aliyê din jî welatên Ewropayê û NATO'yê çekan ji Ûkraynayê re dişînin. 
 
Hevberdevkê Têkiliyên Derve yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy, şerê Rûys-Ûkraynayê nirxand. 
 
 
Ozsoy, diyar kir ku şerên di navbera hêzên mezin de dem bi dem xwe di pevçûnên herêmî de didin der û got: "Meseleya Ûkraynayê, meseleyeke 30 salî ye. Piştî Yekîtiya Sovyetê belav bû, welatên rojavayê bi xerakirina Dîwarê Berlînê û bi yekbûna Almanyaya Rojhilat-Rojavayê, soz dabûn rayedarên Rûsyayê ku dê NATO doza sînorên berfirehtir neke. NATO, di dema Şerê Sar de li hemberî Rûsyaya Sobyetê yanî Peymana Varşoyaê, wekî tifaqeke parastinê hatibû çêkirin. Lê piştî Sovyet belav bû, Peymana Varşoyaê jî belav bû û diviyabû NATO jî belav bibe. Ji lew re sedema hebûna wê ji holê rabûbû." 
 
Ozsoy, bilêv kir ku lê ji dêvla jiholêrakirinê NATO piştî salên 1990'an bi awayekî êrişkar li Rojhilatê Ewropayê bi cih bûye û got: "NATO, tenê ji bo parastinê i van deran bi cih nebû, di heman demê de hin çek jî li van deran bi cih kir. Piştî vê Rûsyayê jî bi israr ji NATO'yê doza neberbelavbûnê kir. Herî dawî di sala 2008'an de hin nîqaş hatin kirin ji bo Gurcîstan û Ûkrayna tevli NATO'yê bibin. Rûsya, bi vê re mudaxileyî Gurcistanê kir û ev yek berteref kir. Rûsya, ji bo Ûkraynayê jî wisa difikire ku dê piştî demekê entegreyî Ewropayê bibe û bibe endamê NATO'yê. Lewma dihat payin ku şerekî wisa rû bide." 
 
Ozsoy, destnîşan kir ku Ûkrayna ne welatekî ji rêzê yê Rojhilatê Ewropayê ye û got: "Bi belavbûna Sovyetê re, piştî Rûsyayê welatê herî mezin Ûkrayna ye. Xwedî artêş û aboriyeke girîng e. Ger entegreyî Ewropayê bibe, dê jeopolîtîk biguhere. Lewma Rûsya hem di warê ewlehiyê hem jî di warê hegemonyaya herêmî de dixwaze Ûkrayna notr be. Çendî li hemberî NATO'yê hin fikar û tirsên Rûsyayê hebin jî, lê şerekî wisa nayê rewakirin. Her wiha ger li Rojhilatê Ewropayê di navbera NATO û Rûsyayê d ehevsengiyek çênebe, dê di sedsala pêş de Ûkrayna û Rojhilatê Ewropayê bibe zemîna şerên bi vî rengî." 
 
‘PÊNGAVA PÛTÎN NATOYÊ XURT KIR'
 
Ozsoy, destnîşan kir ku dagirkirina Ûkraynayê ya bi destê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, destê Îngîltere û Amerîkayê xurtir kiriye û bi vê dagirkirinê re welatên Ewropayê yên bi fikar nêzî NATO'yê dibûn, dibe ku bibin endamên wê. 
 
‘GER ŞER GUR BIBE...'
 
Ozsoy, destnîşan kir ku dê şer bandorê li Tirkiyeyê jî bike û got: "Tirkiye, di 10 salên dawî de bazirganiya xwe ya bi Rûsyayê û Ûkraynayê re pir pêş de bir. Gelek çek firotin Ûkraynayê. Tirkiye hêzeke NATO'yê ye. Duyemîn artêşa mezin a NATO'yê ye. Li Behra Reş hêza herî mezin a NATO'yê ye. Bi vê siyaseta rageşiyê, bi polîtîkayeke hevsengiyî karê xwe bi ehr duyan jî dikir. Kengî siyaseta rageşiyê veguherî şerekî aşkere, Tirkiye jî emcbûr ma cihê xwe diyar bike. Qada manewrayê ya Tirkiyeyê teng bû. Ji lew re Tirkiye hêzeke NATO'yê ye. Hemû hêzên NATO'yê piştgiriya Ûkraynayê dikin û li bendê en Tirkiye jî piştgiriya wê bike." 
 
Ozsoy, diyar kir ku Tirkiye ji bo ew û Rûsya li ber pozê hev ranebin çi ji destê wê bê dê bike, lê gava şer gur bibe û Tirkiye bi awayekî aşkere piştgiriya Ûkraynayê bike, dibe ku ji aliyê Rûsyayê ve bi pêngavên pir cidî re rû bi rû bimîne. Ozsyo, got: "Ger Tirkiye dev ji siyaseta hevsengiyê berde û bi awayekî eşkere li teref Ûkraynayê cih bigire, Rûsya dê li Qefqasyayê meseleya Qerebaxê li hemberî Tirkiyeyê germ bike û li Îdlîbê û Rojavayê bi ser Tirkiyeyê de biçe. Lê ger Tirkiye li hemberî Rûsyayê nebe alîgir, vê carê jî dê Rojava doza bedêlê bike. Dê Tirkiye mecbûr bimîne li hêla NATO'yê cih bigire." 
 
Ozsoy, di dawiya axaftina xwe de got: "Bi awayekî divê hêza cewherî ay gelan hebe. Hêzên serdest gava bi hev re şer dikin, berjewendiyên xwe esas digirin. Li hemberî şerên di navbera desthilatan de, divê pêwendiya di navbera gelan de bê avakirin. Di vî şerî de çareserî, rêzgiriya ji bo diyarkirina çarenûsa xwe ya gelên Ûkraynayê ye." 
 
MA / Bêrîvan Altan

Sernavên din

10/03/2022
14:03 Girtiya nexweş Karaguzel krîza dil derbas kir
14:02 Wê Newroz li Anatoliya Navîn jî bê pîrozkirin
13:54 Başaran: Hûnê nikaribin bi jinan paşde gavê bidin avêtin
13:51 Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand
13:34 Kiliçdaroglu: Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima gelê herêmê deng nade me
13:34 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
13:27 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 5 girtî hatin sirgûnkirin
13:12 Qeyûm hê jî destûr nedaye ku faîlê Dayan bê lêpirsînkirin
13:09 Ji bîranîna 10’ê Cotmehê: Ev 77 meh in em banga edalet û aştiyê dikin
12:05 Vaye strana Newroza 2022'yan: Agirê Newrozê hilke
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN