Ji hucreyê bang kir: Em ê nehêlin berxwedana jinan di bin siya êrişan de bimîne

img

STENBOL - Resmiye Vatansever ku ji 16 salên xwe yên girtîgehê 7 salan di hucreyê de ma ye, wiha got: “Ji bo ku destkefiyên jinan mayînde bibin, hewceye derbên mayînde li pergala mêrê serdest bên xistin. Jinên li girtîgehê, baş di ferqa vê rastiyê de ne. Divê em nehêlin ku berxwedana me, di bin siya êrişên dijwar de bimîne.”

 
Jinên ku ji bo nasname û azadiya xwe ji tundiyê re dibêjin ‘êdî bes e’, li dijî xizanî, talankirina xwezayê û polîtîkaya kedxwariyê li ber xwe didin. Jinên ku bi vê mebestê li ber xwe didin, dibin hedefa êrişên mêr-dewlet û darazê. Li dijî van êrişan, jin hemû qadên jiyanê vediguherînin qadên berxwedan û têkoşînê. Yek ji qadên ku têkoşîna jinan bênavber lê didome jî girtîgeh in. Jinên ku ji ber têkoşîna nasname û azadiya xwe hatine girtin, rastî binpêkirinên giran tên û di şert û mercên tecrîdê de hatine hiştin. Lê tevî vê yekê jî berxwedana wan, sînorên girtîgehê derbas dike. 
 
Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê rastî îşkence û destdirêjiya sîstematîk dihat, bû sembola berxwedan û têkoşîna li dijî zext, tundî û destdirêjiyê. Girtiya bi navê Resmiye Vatansever (49) ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê dimîne, ji ajansa me re nameyek şand û di nameya xwe de qala têkoşîna jinan kir û peyama 8’ê Adarê da. 
 
7 SALAN DI HUCREYÊ DE MA
 
Resmiye Vatansever, di 16’ê gulana 2006’an de hate girtin, cezayê muebbeta giran lê hate birîn û ev 16 sal in di girtîgehê de ye. Di dema girtina xwe de 3 caran hate sirgûnkirin û li 5 girtîgehên cuda ma ye. Her wiha di van 7 salên dawî de jî di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin. 
 
MAFÊ DARIZANDINA ADILANE 
 
Vatansever, da zanîn ku di dema binçavkirinê de gelek caran rastî binpêkirinan hatiye û heman binpêkirin li girtîgehê jî berdewam kirine. Vatansever dibêje ku binpêkirina herî mezin jî binpêkirina “mafê darizandina adilane” ye û wiha domand: “Di encama vê darizandinê de cezayekî nehiqûqî dane min. Li ser vê yekê parêzerên min îtîraz kir û serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME’yê jî biryara ‘binpêkirina mafan’ da. Gelek caran rastî îşkenceya lêgerîna tazî hatim. Êrişên fîzîkî û psîkolojîk li min hatin kirin. Sînoreke diyar ê cezayê muebbeta giran nîne lewma jî rêbazekî îşkenceyê ye. Bi rêbazekî îşkenceyê ya xweser re rû bi rû mam.” 
 
JIN, TIRSA DILÊ DESTHILATDARIYÊ NE 
 
Di berdewamê de Vatansever diyar kir ku di demên berê de jin yek bi yek di jiyana polîtîk de cih digirtin lê belê piştî salên 2000’ê, êdî bi girseyî beşdar bûne û wiha pê de çû: “Vê jî bandor li eniya jinan û civakê kir. Bi taybet jî bi têkoşîna azadiyê ya jinên kurd re têkoşîna jinan mezintir bû û bandoreke mezin kir. Êdî tekane tirsa desthilatdariyê, jin in. Lê tevahiya êrişan rastiyekî nîşanî me dide, ji bo vegotina jiyana li girtîgehan bên destnîşankirin. Hewl didin jinan weke mexdûr û objeya şer bibînin. Lê jin ne bi mexdûriyetên xwe, weke kirdeyên ku paşdegav bi desthilatdariya mêr didin avêtin pêş dikevin. Ji bo veşartina vê rastiyê, dewleta mêr hewl dide vê rastiyê veşêre lê hêza wê bi têrî vê nake.” 
 
DERBEKÎ MAYÎNDE LI SERDESTIYÊ XISTIN 
 
Vatansever, anî ziman ku divê jinên polîtîk bi seknekî rêxistinkirî û topyekûn bersiva van êrişan bide û wiha axivî: “Nexwe dê destkeftiyên jinan ên li girtîgehan nekare li hemberî faşîzmê mayînde bibin. Ji bo ku destkeftiyên jinan mayînde bibin, hewceye derbên giran û mayînde li pergala mêrê serdest bên xistin. Li gorî min, jinên li girtîgehê baş di ferqa vê rastiyê de ne. Divê em nehêlin berxwedana me di bin siya êrişên ku me diêşînin û bihêrs dikin de bimînin.” 
 
JI HUNDIR BER BI DERVE
 
Bi domdarî Vatansever diyar kir ku jiyana komunal ku utopyayan dixemîlîne, herî baş li girtîgehan ji hêla jinan ve tê avakirin û wiha got: “Di vê cîhana ku bi biryarên hemû kesî tê avakirin de her derfet û çavkaniyek bi rengekî hevpar tên parvekirin. Ji me her yêk, pêdiviya xwe ya perwerdeyê ji yên din pêşwazî dike. Em hînî siyaset, huner, wêje û zanistê dibin. Alternatîfa xwe ya li dijî pergala çînîtî, zayendperest û cûrperest, em ber bi derve berfireh dikin. Ev jî bandoreke mezin li derve dike. Ji bo şikandina vîna jinan, desthilatdarî li girtîgehan pêdivî bi çêkirina ‘çîrokên hovane’ dibîne. Tiştên ku em niha dijîn, encama bêçaretiya desthilatdariyê ye. Barê giran ê pêvajoyên zehmet, her tim li ser milê jinan e. Ev jî nîşanî me dide ku şoreşên roja me, şoreşên jinê ne û dijmin jî baş bi vê rastiyê dizane.” 
 
TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ YA JINAN
 
Nameya Resmiye Vatansever wiha berdewam kir: “Di qada demokratîk de jin hêviyê mezin dikin. Di demên dawî de li dijî saziyên jinan û siyasetmedarên jin êriş zêde dibin lê dîsa jî hêza wan xurtir dibe. Lê derbên ku li tecrûbeyên jinên ku dê vê pêvajoyê bigirin ser milê xwe hatine xistin, bi xwe re hinek talûke anîn. Tevgera jinan ku hewl dide bi awayekî herî berfireh mezintir bibe, talûke heye ku li dijî êrişên faşîst parçe bibe. Weke ku tê zanîn, ji aliyekî ve di nava sînorên nava pergalê de dimîne. Lewma jî ji bo ku ev parçebûne di asteke herî kêm de çêbibe û bikare jinan li dora armancên cuda bîne ba hev, divê têkoşîna yekbûyî ya jinan vê mijarê hîn baştir bigire dest. 
 
JEHRKUJA ŞER
 
Her wiha me dît ku jehrkuja hemû şerên qirêjî yên li cîhanê û bi taybet jî yên li Rojhilata Navîn, têkoşîna azadiyê ya jinan e. Her devera dinyayê niha bi xwînê hatiye şûştin û li gorî min hewceye jinên li vê erdnîgariyê dijîn, divê tecrûbeyên xwe yên şer û aştiyê li deverên din ên cîhanê re jî parve bikin. Hêzên emperyal piştî şerê li Rojhilata Navîn derxistî, niha jî şer li Balkan, Ûkrayna û li erdnîgariya Kafkasan daye destpêkirin. Bi ya min girînge ku jin, xwe bigihînin jinên li van deveran û bicivin. Rewşa aborî û civakî ya herêmên navborî, vê hevdîtinê hîn hêsantir dike. Tiştekî girînge ku li dijî şerên emperyalîzmê, li dijî faşîzma ku pêl bi pêl mezin dibe û li dijî xizaniyê, jinên vê erdnîgariyê stratejiya rizgariyê pêş bixin û têkoşîna gelan mezintir bikin. Hêviya min ew e ku tecrûbe û coşa berxwedana me bigihije hemû jinên li erdnîgariyên şer lê heye û bibe dirûşma têkoşîna jinan.
 
HÊRSA ME BÛ YEK 
 
Jiyan, têkoşîn û êrişên li dijî Garîbe Gezer, ji gelek aliyan ve bû sembol. Ew, jineke kurd bû ku di nava malbateke kurd a berxwedêr de ji dayik bûbû. Êrişên li dijî wê û malbata wê hatine kirin, mirov dikare weke êrişên li dijî gelê kurd û jinên kurd pênase bike. Lewma jî peyamên hatine dayîn, gihiştin cihê xwe. Lê peyama gihiştiye derve, ne peyama ku kesên ew ber bi mirinê ve dixwestin bû. Di şexsê Garîbeyê de em tevek kurd bûn, jin bûn û em tevek li zindanên faşîzmê girtî bûn. Ev qas canê me êşiya. Lê me tevekan jî fêm kir ku divê em hesabê bipirsin û hevgirtina me xurtir bû. Hêrsa me bû yek û me got; ‘Divê ji vir û şûnde tu jin li hemberî tacîz û destdirêjiyê bi tenê nemîne.’  Divê bi tenê nemîne da ku ne bi mirina xwe lê di jiyana xwe de hesabê ji van tecawizkaran bipirse. Heke ji bo vegotina Garîbeyê derfetên me baştir bûna, dibe ku wê demê encam cuda bûya. Tiştên ku li ser navê xwe min ji nekarîbûn ji Garîbeyê re bibêjim, dê ji rêhevaleka xwe ya din a jin re vebêjim. Têkoşîna min êdî dê bi berpirsyartiya ku divê bo Garîbeyê jî bidim dê bidome. Garîbe dê bi hêviyên xwe û bi tiştên li jiyanê zêdekirin re di jiyana me de jî bidome. 
 
PEYAMA 8’Ê ADARÊ
 
Li şûna ku peyama xwe ya 8’ê Adarê di hucreyê de bidim, min gelek dixwest ku dakevim qadan, mil bidim milê jinan û dirûşman berz bikim. Di cîhana me de her tiştên bi serê me tên wekî hev in. Em, xwedî dîrok û pêşerojeke hevpar in. Li gorî min ev mejî, di hemû jinan de mîna hev heye. Lê bes bila vê rastiyê bibînin, xwe ji zincirên xwe xelas bikin û bikevin nava tevgerê. Îsal jî dê li qadan gelek rêhevalên me yên nû hebin. Ji dil û can, yek bi yek dilê her yek ji wan maç dikim. Bo wan serkeftinê dixwazim.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

10/03/2022
13:51 Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand
13:34 Kiliçdaroglu: Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima gelê herêmê deng nade me
13:34 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
13:27 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 5 girtî hatin sirgûnkirin
13:12 Qeyûm hê jî destûr nedaye ku faîlê Dayan bê lêpirsînkirin
13:09 Ji bîranîna 10’ê Cotmehê: Ev 77 meh in em banga edalet û aştiyê dikin
12:05 Vaye strana Newroza 2022'yan: Agirê Newrozê hilke
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve