Di meha sibatê de 24 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 13:40 5 Adar 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên JINNEWS’ê, di meha sibatê de 24 jin û 2 zarok hatin qetilkirin. Her wiha 26 jin û 7 zarok jî bi rengekî guman jiyana xwe ji dest dan.

JINNEWS’ê daneyên tundiya mêr a meha sibatê aşkere kir. Li gorî daneyan, di nava mehekê de 24 jin û 2 zarok ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin. Di heman demê de 26 jin û 7 zarok jî bi rengekî guman jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di meha sibatê de jinekê û zarokekî li dijî hewldana kuştinê xwe parastin û rizgar bûn. 
 
Li gorî daneyan; li Stenbolê 4, li Samsunê 2, li Zonguldakê 1, li Rihayê 2, li Xarpêtê 1, li Sakaryayê 1, li Sêwazê 1, li Uşakê 1, li Bûrsayê 2, li Kocaeliyê 2, li Balikesirê 1, li Konyayê 1, li Mêrsînê 1, li Duzceyê 1, li Mereşê 1, li Enqereyê 1 û li Îzmîrê jî jinek hatiye qetilkirin. 
 
KUJERÊN JINAN
 
Her wiha hat destnîşankirin ku ji jinên hatine qetilkirin 12 jê ji hêla hevjînê xwe ve, 4 jê ji hêla xizmên xwe ve, 3 jê ji hêla hezkiriyê xwe ve, 2 jê ji hêla kurê xwe ve û jinek jî ji hêla birayê xwe ve hate kuştin. Kujerên 2 jinan jî hêj ne diyar e. 4 jinên ku hêj doza wan a hevweqetandinê didomiya jî hatine qetilkirin. Jinekê jî parastina xwe ya cewherî kir û xwe ji mêrê xwe yê êrişkar xelas kir. 
 
Di heman demê de, mêran hewl dan ku 14 jinan qetil bikin, tundî li 10 jinan hate kirin, dest dirêjî li jinekî hate kirin, 2 jin hatin tacîzkirin, jinek hate rewandin û 2 jin jî bi rengekî guman birîndar bûn. 
 
11 ZAROK HATIN TACÎZKIRIN
 
Ji êrişên zilaman, zarokan xwe jî para xwe girt. Di meha sibatê de 2 zarok hatin qetilkirin, 7 zarokan bi rengekî guman jiyana xwe ji dest dan, zarokek bi rengekî guman birîndar bû, 2 zarok ji mirinê filitîn, tundî li 3 zarokan hate kirin û 11 zarok jî hatin tacîzkirin. Zarokekî jî bi parastinê xwe ji êrişê xelas kir. 
 
JINÊN TÊKOŞER DI HEDEFÊ DE NE
 
Di berdewamiya raporê de wiha hat gotin: “Tundiya mêr-dewletê ya li ser jinan roj bi roj zêdetir dibe. Li şûna pêşîlêgirtina vê tundiyê, her roj saziyên jinan ên têkoşîna li dijî tundiyê tên girtin. Di vê çarçoveyê de, di sala 2016'an de sazî û dezgehên jinan ên girêdayî şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin girtin. Navnîşanên stargehan tê aşkerakirin û piştre jî tên girtin. Kujer û êrişkar ji hêla darazê ve tên parastin û ev parastin di meha sibatê de jî dom kir. Di gelek danişînên dozan de faîl bi hinceta ‘rewşa baş’ hatin berdan. Li şûna faîlan, jin hatin darizandin. Bi hinceta ku Meşa Şevê ya Stenbolê ku di di 8’ê Adar par de hatibû lidarxistin de xwe hilavêtine, derheqê jinan de doz hatibû vekirin. Danişîna doza wan hate dîtin. Der barê parêzvanên mafên jinan û  parêzer Rûşen Seydaoglu de doz hat vekirin û 6 sal û 3 meh ceza lê hate birîn.”
 

Sernavên din

10/03/2022
13:51 Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand
13:34 Kiliçdaroglu: Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima gelê herêmê deng nade me
13:34 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
13:27 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 5 girtî hatin sirgûnkirin
13:12 Qeyûm hê jî destûr nedaye ku faîlê Dayan bê lêpirsînkirin
13:09 Ji bîranîna 10’ê Cotmehê: Ev 77 meh in em banga edalet û aştiyê dikin
12:05 Vaye strana Newroza 2022'yan: Agirê Newrozê hilke
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve