Bi hezaran kes tevli kongreya HDP’ê bûn: Çareserî ne li NATO’yê ye çareserî li cem Ocalan e

img

DÎLOK - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di kongreya HDP’ê ya Dîlokê de diyar kir ku AKP bi hevkariya Amerîka û NATO’yê êrişên xwe yên derveyî sînor didomîne û got: “NATO ji we re çareseriyê nayine. Çareserî hevdîtina bi birêz Ocalan re ye.” 

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Dîlokê ve bi dirûşma "Dem dema HDP'ê ye" Kongreya Asayî ya 4’emîn li eywanek dawetê ya li bajêr li dar xist. Eywan bi pankartên "Em ê Denîz Poyraz ji bîr nekin”, "Zext nikarin me bêzar bikin” û “Jin jiyan azadî" û alên HDP'ê hat xemilandin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes beşdarî kongreyê bûn. Di kongreya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Li kongreyê cih û hin welatiyan li ser pêya temaşeyî axaftinan kir. Welatiyan li ber stranan Hozan Servan govend gerand û kêliyek jî coşa li eywanê kêm nebû. 
 
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di kongreyê de axivîn. 
 
ŞERÊ HÊZDARIYÊ 
 
Berdan Ozturk bal kişand ser şerê di navbera Rûsyayê û Ûkraynayê de û wiha got: “Şerê li Ûkraynayê derketiye Şerê Cîhanê yê 3’yemîn e. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn kûr dibe. Em sedema vî şerê ku derketiye jî dizanin. Ev şer şerê ku ez bêtir bi hêz bibim e. Şerê di navbera Rûsya û NATO’yê de yê hêzbûnê ye.” Ozturk diyar kir ku AKP-MHP’ê jî 7 sal in li welat şer didomîne û wiha got: “Niha jî bûne kevoka aştiyê. Dixwazin di navbera Rûsya û Ûkraynayê de aştî pêk were. Efrînê, Girê Spî dagir bike, paşê jî aştiyê bixwaze! Wekîltiya Semra Guzel betal bikin, paşê jî hûnê bêjin aştî. Hûnê bi vî awayî vê zîhniyetê bidomînin. Wê bersiva pêwîst gel bide gotin û pratikên we. 
 
ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE 
 
7 sal in li dijî kurdan şerê man û nemanê dikin. Dixwazin kurdan biqedînin. Vaye li Dîlokê jî xuya bû ku kurd naqedin. Meseleyek kurdan heye. Meseleya azadiya kurdan e. Ev azadî, aştî û demokrasî wê çawa were. Em heta nefesa xwe ya dawî dibêjin, rêya vê yekê li Îmraliyê ye. Rêya çareseriyê hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re ye. NATO ji we re çareseriyê nayine. Siberoja gelan nefiroşin. Divê miheqeq tecrîd were rakirin. Dê dîsa di Newrozê de gel azadiya Ocalan daxwaz bike. Wekî din rê û rêbazê wê nînin. Êdî gelan nexapînin. Bi salan e hûn xelkê dixapînin. Halê welat li ber çavan e. Hûn dijminatiya kurdan dikin. Hûn bi hevkartiya Amerîka û NATO’yê Mexmûr, Şengalê bombebaran dikin. Hûn başûrê Kurdistanê dagir dikin. Hûn Efrînê dagir dikin. Roj were dê çeteyên we yên li Efrînê derkevin. Wê aştî were ser vê axê.” 
 
'HDP LI HER DERÊ YE’ 
 
Piştî Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan xîtabî beşdaran kir û Serokê DEP’ê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik yê di sala 1992’yan de hat qetil kirin û 57 qurbaniyên di êrişa DAIŞ’ê ya li Beybahçeya Dîlokê 6 sal berê pêk hat bibîr anî û dest bi axaftina xwe kir. Bûldan got coşa HDP’ê her diçe mezintir dibe û HDP li Kurdisatnê û li her deverê Tirkiyê li ser pêya ye û wê HDP her hebe. 
 
‘DOZA KOBANÊ TIRSA NAVA DILÊ WAN E’ 
 
Bûldan diyar kir ku yên ji meşa HDP’ê ditirsin astengiya derdixin pêşiya wan û got: “Tirsa nava dilê AKP’ê û MHP’ê ji vekirina doza girtinê ya partiya me û Doza Kobanê jî xuya dike. Yê ku li vî bajarî digot, ‘Kobanê ket û wa dikeve’ xest aloziyan derxe. Tişta ku dixwestin encam negirtin, niha jî rabûne pêşiya me bigirin û dixwazin me ji siyasetê veqetînin. Lê HDP hêza muxalefeta Tirkiyê ye. HDP hêza kurdan e. Hesabên wan yek bi yek xera dibin. Hêvî û wêrekiya HDP’ê wê hemû êrişên we bişkêne. Her ku ew xeyalan dikin, em jî xeyalên wan xera dikin. Yên ku digotin tu taqeta HDP’ê nemaye vaye kongreya me bersiva herî xweş dide wan.” 
 
‘NE EM WÊ ÎKTIDAR TÊK BIÇE’ 
 
Bûldan anî ziman ku îktidarê xwest HDP’ê ji Dîlokê biqewirîne lê bi ser neketin û yên ji siyaset û Dîlokê biçin jî ew bi xwe ne û ew ji niha ve mizgîniya vê dide gel. Bûldan got HDP vebijêrka herî bi hêz a li Tirkiyê ye û HDP wê nekeve lê yên ku bikevin AKP û MHP ye. 
 
Bûldan anî ziman ku aştî ji bo tevahiya mirovahiyê pêdiviya lezgîn e û wiha axivî: “Vaye hûn dibînin li Ûkraynayê şerek hêzan heye. Her ku diçe mezintir dibe. He roj însan tên kuştin û dikevin bin erdê. Xelkê ku herî zêde ji êşa xelkê Ûkraynayê fêm dike em in. Gel van şeran tercîh nake. Ev şerê destilatadaran û serdestan e. Ji bilî aştiyê tu rêyek din tune ye. Li ku dera dinyayê dibe bila bibe, şer pirsgirêka hevkar a tevahiya mirovhiyê ye. Em wek HDP’ê carek din dibêjin çareseriya hemû pirsgirêkan diyalog û muzakere ye.” 
 
‘TECRÎD LI HER DEVERÊ BELAV BÛYE’ 
 
Bûldan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Dîrokê nîşanî me daye ku ji xeynî diyalog û muzakereyê û aştiyê tu tiştek din ne mimkin e pirsgirêkan çareser bike. Tecrîd li her derê ye û didome. Heke hûn ax, ziman, çand, ernîgarî, siyaset û rêberên kurdan tecrîd bikî, helbet wê kurd jî bersiva vê nîşanî web idin.” 
 
BIRYARA DMME’YÊ 
 
Bûldan biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bi bîr xist û got AKP biryara DMME’yê ya ji bo Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û siyasetmedarên din nas nake. 
 
NEWROZA AŞTIYÊ 
 
Bûldan 8’ê Adarê li jinan pîrozkir û got: “Em jiyanek bê tundî dixwazin. Em ê jiyanek azad û dinyayek xweş bi hev re ava bikin. Dirûşma me ‘Jin jiyan azadî ye’. Em bi dil û can hêvî dikin ku 8’ê Adarê, 21’ê Adarê Cejna Newrozê bibe wesîleya aramî û aştiyê ye. Wê ev Newroz bibe Newroza aştiyê. Ez ji niha ve vê mizgîniyê didim her kesî.” 
 
Piştî axaftinan di hilbijartina bi yek lîsteyê pêk hat de Aytek Kaya û Avnî Bîlîcî ji bo hevserokatiya HDP’a Dîlokê hatin bijartin.
 
 

Sernavên din

10/03/2022
13:51 Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand
13:34 Kiliçdaroglu: Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima gelê herêmê deng nade me
13:34 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
13:27 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 5 girtî hatin sirgûnkirin
13:12 Qeyûm hê jî destûr nedaye ku faîlê Dayan bê lêpirsînkirin
13:09 Ji bîranîna 10’ê Cotmehê: Ev 77 meh in em banga edalet û aştiyê dikin
12:05 Vaye strana Newroza 2022'yan: Agirê Newrozê hilke
12:04 Hevdîtina li Antalyayê dest pê kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:48 Malbata Şenyaşar: Me bi du kesan dest pê kir lê em ê sibe bibin milyon kes
11:34 Têkoşîna di navbera Newroz û ‘Nevruzê’ de
11:12 Starta Newrozê hat dayîn: Dem dema azadî û yekitiyê ye
11:10 Cara 3’yemîn e berdana girtî tê taloqkirin
10:54 Dîrok û kes cuda ne lê îfadeyên wan heman îfade ne
10:44 ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket
10:20 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan: Dem dema serkeftinê ye
10:10 Hûrguliyên Newroza Amedê diyar bûn
10:09 Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e
09:14 Li girtîgehê tu tişt nemaye nehatiye serê wî!
09:13 Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin
09:12 Bi hinceta 'wergêr tune' name û pirtûkên bi kurdî nadin girtiyan!
09:11 Ji ber ku rêvebirê HDP'ê ye, erseya wî ya 364 metrekare kirin 48 perçe
09:10 ‘ATK, bûye saziyeke siyasî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2022'YAN
09/03/2022
20:53 Ji polîsên ku li Rihayê birîndar bûbûn yek jê mir
19:31 Li quntarên Cûdiyê dîmenên heywanên kovî hatin girtin
19:01 Meclîsa Jinan a DTSO'yê Ferda Cemîloglû bibîr anî
18:21 Malpera Yenî Yaşamê hat astengkirin
17:41 Li Rihayê 2 polîs bi giranî birîndar bûn
16:28 Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser greva birçîbûnê
16:19 Bersûcên qetlîamê hem gilî kirin hem jî xwestin bên parastin!
16:04 Ferît Şenyaşar: Em ê tu carî hêviya xwe nebirîn
16:03 DMME'yê cezayê tecrîdê li dijî hiqûqê dît
16:03 Li 39 girtîgehan herî kêm 7 hezar û 357 binpêkirin hatin tespîtkirin
15:17 Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye
15:11 Li Wanê cenazeyê penaberekî hat dîtin
15:02 Ev 3 meh in nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê
14:45 Starta Newroza 2022’yan dê sibe bi Tifaqa Kurdistanî re bê dayîn
14:32 Doza rojnamevan Orûç hat taloqkirin
14:23 Beşdarbûna Farîsogûllari ya kongreya partiya wî sûc hesibandine
14:22 Zeyneb Celaliyan: Ez ê li ber zilm û îşkenceya we tobe nekim
14:22 Kesên di mitînga 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:20 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket sala duyemîn: Qîrîna dayika Emîne bibihîzin
14:16 Ocalan: Newroz vejîne, kulîlkeke ku serê xwe ber bi royê ve bilind dike
13:17 Rêxistinên tenduristiyê banga rawestandina şer kirin
12:45 Li Girtîgeha Kiriklarê 10 girtî tên tecrîdkirin
12:39 Karatay hat veşartin
12:00 Li bendê ye ku sotemenî careke din bê zemkirin
11:33 Jinên wanî: Em ê bi rihê 8'ê Adarê li qada Newrozê bin
11:33 Li Konyayê jinek hat kuştin
11:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar salek li pey xwe hişt
11:18 11 meh in cezayê wî qediyaye lê nayê berdan
11:06 Li Antalyayê 40 kes hatin berdan
10:53 Qeyûmê Farqînê ji hevşaredarê ku şûna wî dagir kiriye re sersaxî xwest!
10:14 Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye
10:13 Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir
09:41 Cenazeyê Karatay piştî 7 salan di qitûyekê de radestî malbatê hat kirin
09:04 'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye'
09:04 Ji girtîgehê 'nameya binpêkirinên mafan'
09:01 Li girtîgehan pêkanînên Esat Oktay Yildiran didomin
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2022'YAN
08/03/2022
20:44 Dê cenazeyê Karatayê li Bazîdê bê veşartin
19:28 Bi hezaran jin dest bi meşê kirin
18:32 Ji Silopiyayê bang kirin: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
18:22 Mîtînga 8'ê Adarê ya Amedê bi meşeke girseyî bi dawî bû
17:39 Ciwan ji bo Ocalan meşiyan
17:34 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
17:26 Ciwanan li Wanê ji bo Ocalan meş li dar xist
17:19 OHD'ê ji bo çûna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê da
17:10 Başaran: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
16:55 Ebrû Gunay: Ocalan li dijî şer, rêya çareseriye ye
16:51 Jinan li Nisêbîna Rengîn peyama ‘Em ê tecrîdê rakin’ da
16:46 ‘Qîrîna jinên kurd a 8’ê Adarê dê yekitiyê ava bike’
16:15 ÎHD’ê rapora binpêkirina mafên jinan a Herêma Egeyê eşkere kir
16:13 Di Nobeta Edaletê de ji jinên girtî re edalet hat xwestin
15:42 Zilamê ku zarokek tacîz kirî hate lînçkirin
15:35 Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne
14:51 Aydenîz: Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe
14:28 Jin bi şîara 'azadî' diherikin Qada Stasyonê
14:27 Li Silopiyayê coşa 8'ê Adarê
14:23 Li Wanê jin herikîn qadê: Sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan
14:23 Doza Kobanê: Siyasetmedarên girtî 8’ê Adarê pîroz kirin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:39 Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e
12:44 Li Tirkiyeyê 'zilamên malê' tune ne
12:39 Malbata Şenyaşar: Bila jin me bi tenê nehêlin
12:10 Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin
11:38 Girtiyê ku tedawiya bi kelemçe qebûl nekir, hat îşkencekirin!
11:37 Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî
11:09 Margaret Owen Ocalan şiband Mandela û azadiya wî xwest
10:59 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê didome: Qursa olê li girtiyan ferz dikin
09:06 Damezrînerê DÎAYDER'ê mele Yûsûf: Ji me re dibêjin 'nebin kurd'
09:06 Li dijî tahdeya nêrza navê hebûnê: Xweperastin
09:02 Qîrîna ji bo edaletê ya li Rihayê li seranserê Tirkiyeyê olan da
09:02 Kaplan a OHD'î: Tu eleqeya raporên ATK'ê û rastiyê bi hev tune ye
09:02 'Bila ew tenê rojek bêdest bimînin, gelo ka wê çi bikin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'YAN
07/03/2022
21:34 Pîrozbahiyên Newroza 2022'yan dest pê dikin
16:46 Ajokaran li Qersê çalakî kir: Em ê êdî wesayîtên xwe nexebitînin
16:33 Jin ji 8'ê Adarê re amade ne: Wê têkoşîna me bi serkeve