ENQERE - Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi telefonê hevîtin kirin.
Di roja 11'emîn a şerê Rûsya û Ûkraynayê de Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi telefonê hevîtin kirin. Ajansa Dewletê ya Rûsyayê RİA, ragihand ku Erdogan û Pûtîn şerê li Ûkraynayê axivîne. Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin, duh bi daxuyaniyekê ragihandibû wê Edogan agirbestê pêşniyarî Pûtîn bike.