Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê ku Rûsyayê 13 roj berê li dijî Ûkraynayê dabû destpêkirin, veguhêzî qada îktîsadî. Welatên Ewropayê qedexe kiribûn ku êdî ji Rûsyayê neft neyê kirîn. Li hemberî vê hewldanê, Rûsyayê bersiv da û got ku dê xaza xwezayî bibire. Heta niha zêdetirî milyonek kes ji Ûkraynayê koçber bû û ji bo 5 bajaran jî biryara agirbesta demkî hate ragihandin. 
 
Şerê ku Rûsyayê 13 roj berê li dijî Ûkraynayê dabû destpêkirin, veguhêzî qada îktîsadî. Welatên ewropî biryar dan ku êdî tu dewletek nefta Rûsyayê nekirin. Li ser vê biryara qedexekirinê jî Rûsyayê bertek nîşan da û da zanîn ku dê xaza xwezayî li ser welatên ewropî bibirin. Di encama şerê heta niha de zêdetirî milyonek kes koçber bûn, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Li ser vê yekê jî li 5 bajarên Ûkraynayê biryara agirbestê hate ragihandin. Hat ragihandin ku di hevdîtinên sêyemîn de hinek pêşketin çêbûne. 
 
Geşedanên rojane yên şerê Rûsya-Ûkraynayê wiha ne: 
 

15.31 ÇÎNÊ JI BO HEVDÎTINÊN AŞTIYÊ BANG KIR

Serokê Çînê Şi Jinping ji bo aştiyê bang li Rûsya û Ûkraynayê kir.

14.52 STOLTENBERG: DIBE KU REWŞ JI KONTROLÊ DERKEVE

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg diyar kir ku êrişa Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putîn di hêla mirovî de bi xwe re encamên rûxîner tîne. Stoltenberg, da zanîn ku dibe rewş ji kontrolê derkeve û wiha got: “Berpirsyariye me ew e ku em nehêlin pevçûnên heyî li derveyî Ûkraynayê berbelav bibin.”

12.57 NY: 2 MILYON KES KOÇBER BÛ

Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku heta niha ji Ûkraynayê 2 milyon kes ji Ûkraynayê ber bi welatên cîran ve koçber bûne. 

12.25 ’12 HEZAR LEŞKERÊN RÛS HATIN KUŞTIN’

Serfermandariya Giştî ya Ûkraynayê diyar kir ku ji 24’ê Sibatê heta 7’ê adarê zêdetirî 12 hezar leşkerên Rûsyayê jiyana xwe ji dest dane.

11.45 ZELENSKÎ: EM DIKARIN JI BO KIRIM Û DOBASÊ LIHEV BIKIN

Serokê Dewletê yê Ûkraynayê Volodimir Zelenskî li ser pirseke derheqê naskirina Kirim û Donbasê de got ku ev mijar dikare were nîqaşkirin û ev tişt anî ziman: “Em dikarin li hev bikin bê ka mirovên li wê derê dikarin çawa bijîn.”

11.17 MACRON: HETA MOSKOV NEBE, AŞTÎ NEPÊKANE

Serokwezîrê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku hewceye di mijara Ûkraynayê de hemû kes rêzê nîşanî dewleta Rûsyayê û xelkê wê bide û wiha got: “Ji ber ku heta Moskov tev li nebe, tu hewldanên ji bo aştiyê dê demdirêj nebin.” 

10.16 INGILISTANÊ DEMILDEST DAXUYANÎ DA 
 
Serokê Parastinê yê Ingilistanê Ben Wallace diyar kir ku heke Polonya biryar bide ku balafirên şer bide Ûkraynayê, dê piştgiriyê bidin vê biryarê. 
 
10.13: HEMÛ KES LI BENDA VEKIRINA KORÎDORA ÎNSANÎ YE
 
Bi vekirina korîdora mirovî ya li bajarê Sumy re dê xelkê bajêr îro saet di 11.00’an de li TSÎ’yê bi otobûsan bên veguhestin. 
 
10.05: MILYONEK Û 200 HEZAR KES KOÇÎ POLONYAYÊ BÛ 
 
Parastvanên sînorê Polonyayê da zanîn ku ji 24’ê sibatê heta niha ji Ûkraynayê zêdetirî milyonek û 200 hezar kes derbasî Plonyayê bûne. 
 
10.04: BIHAYÊ NÎKELÊ JI SEDÎ SED ZÊDE BÛN
 
Welatên rojavayî ku sepanên sizayî li ser Rûsyayê giran dikin, di vê çarçoveyê de bihayê nîkelê ji sedî sed zêdetir bûn. 
 
02.30: ZELENSKİY: EZ LI KÎEVÊ ME
 
Serokê Dewleta Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy li ofîsa xwe ya serokatiyê bangî gel kir. Zelenskiy, da zanîn ku ew li Kîevê dimîne û ev tişt anî ziman: “Ez xwe naveşêrim û ji kesekî jî natirsim. Me digot roja duşemê rojekî zehmete. Di halê hazir de li welatê me şer heye û ji bo me her roj roja duşemê ye. Em êdî hîn bûn ku her roj û şev bi vî rengî bin. Em di roja 12’an a têkoşîn û parastina xwe de ne.”
 
02.00: ÛKRAYNA: BILA PUTÎN Û ZELENSKİY HEVDÎTINÊN RASTE RAST BIKIN
 
Wezîrê Karên Hundir ê Ûkraynayê Dmitro Kuleba têkildarî şerê di navbera wan û Rûsyayê axivî û da zanîn ku ew dixwazin Serokê Dewleta Ûkraynayê û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn hevdîtinên raste rast bikin. 
 
00.45:  PUTÎN: LEŞKERÊN LI ÛKRAYNAYÊ, LEŞKERÊN PROFESYONEL IN 
 
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn da zanîn ku kesên leşkeriya mecbûrî dikin beşdarî şerê li Ûkraynayê nebûne û dê nebin jî. Li gorî nûçeya Sputnik Turkiyeyê, Putîn têkildarî mijarê wiha got: “Em ê ji rezerva cîhgir, leşkerên cîhgir negirin leşkeriyê. Tenê leşkerên profesyonel li Ûkraynayê li ser peywira xwe ne. Dê ew aştiyê pêk bînin.” 
 
00.20:  'AMBARGO DANÎN SER XAZÊ’ 
 
Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak da zanîn ku ji ber tawanbariyên li Rûsyayê tên kirin, dibe ku têkildarî Kuzey Akim 1’ê de gavên nû biavêjin. Novak, diyar kir ku li dijî van tawanan dibe ku xazê bibirin û wiha dom kir: “Ji bo birîna xaza Kuzey Akim 1’ê em xwedî her mafekî ne. Lê heta niha jî me gavekî wiha neavêtiye. Dê tu xêra vê negihije kesekî. Lê belê siyasetmedarên ewropî bi daxuyaniyên xwe me neçarî vê biryarê dikin.” 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rûsya her sal li ser xeta Kuzey Akim 1’ê ji Almanyayê re 55 milyar mîtrokûp xaza xwezayî dişîne. 
 
23.40: LI 5 BAJARAN AGIRBESTA DEMKΠ
 
Rûsyayê ji bo veguhestina sivîlan, li bajarên Kîev, Harkîv, Çernîgîv, Sumî û Marîuupolê agirbesta demkî ragihand. Li gorî vê, dê agirbest li gorî saeta Moskovê di 10.00’an de dest pê bike. 
 

Sernavên din

13/03/2022
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin
14:28 Tirkiyeyê gundê Hirûrê bombebaran kir
11:59 Başaran: Coşa jinan a 8’ê Adarê dê biherike qada Newrozê
11:57 Gelê Amedê: Ev Newroz wê bibe wesîleya şikandina tecrîdê
11:56 Jinên Cizîrî: Dewlet, bi cezayên sivik re tecawizkaran xelat dike
11:16 Malbata Şenyaşar bang li Înce kir: Dîmen li ku ne?
11:02 ZINDÎ | Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Bajar tên bombebarankirin
10:48 Bi kampanyayên xwe dibin dengê jinên girtî
10:28 3 mûçeyan distîne: Hem qeymeqam hem qeyûm û hem jî midûr e
09:50 Dadgeha Îstînafê: Kemal Kûrkût di çarçoveya qanûnan de hat kuştin
09:07 6 sal bi ser qedexeya derketina derve ya Geverê re derbas bûn: Me serî netewand
09:06 Nisêbîn xwedî li têkoşîna xwe derdikeve
09:03 Agirê ku 30 sal berê li Keleha Wanê hat vêxistin niha bi sed hezaran kesî li hev kom dike
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2022'YAN
08:51 Ji ber barîna berfa zêde li Mêrdînê gelek rê hatin girtin
12/03/2022
23:04 Tirkiyeyê gundekî Eyn Îsayê bombe kir: 3 zarok birîndar bûn
19:57 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê' dan Emîne Şenyaşarê
17:00 Ji bo girtiyên nexweş standa îmzeyan vekirin
16:49 Li herêma Egeyê 33 girtiyên jin ên nexweş hene
16:14 Dibe ku lingên girtiyê ji sedî 78 astengdar e bên jêkirin
16:06 28 sal in rojnamevan Nazim Babaoglu winda ye: Kujer diyar in
15:34 Şêwira Jinên Kurd bi dawî bû
15:30 Ji bo berdana girtiyê nexweş Cemîl Erdem bang kirin
15:13 Qetlîamên Helebce, Qamişlo û Gaziyê hatin şermezarkirin
14:35 Li Riha, Îzmîr, Edene û Mêrsînê startên Newrozê hatin dayîn
14:24 Barkêşan li Mêrsînê dev ji kar berdan
14:16 Qeymeqam Nisêbînê li şûna biçe nexweşxaneyê, hemşîreyên taybet wezîfedar kir!
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglu pirsîn
13:39 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:29 HDP: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin xwedî li bîranîna qurbaniyan derkevin
12:26 Di Doza Kobanê de hemû daxwazên siyasetmedaran hatin redkirin
12:00 Li Silêmaniyê 'Şêwira jinên kurd' dest pê kir
11:43 Nûçegihanê PÎRHA’yê: Em ê xwe li ber wan netewînin
11:19 3 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
11:16 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nemînin
11:05 Serokê Komeleya 78'iyan Bariş: Ji bo hevhelalkirinê ji ewil divê lêborînê bixwazin
11:04 Li Amedê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
10:29 Sagkan: Di dosyeya malbata Şenyaşar de ‘mafê darizandina adilane’ hat binpêkirin
09:47 Medyayê bi weşanên xwe xwest agirê Newrozê vemirîne
09:46 DÎSK ji bo mitîngên li bajarên Bakur amadekariyan dike
09:28 Aynûr Dogan konserek mezin li Amedê da
09:18 Li dijî zilmê bi bedena xwe agirê Newrozê gur kir
09:15 ‘Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgeheke vekirî'
09:13 Ji ber nedermankirinê çavê girtiyê nexweş kor dibe
09:13 Dozger li cihê dîroka berdanê ya girtî 'heya mirinê' nivîsiye
09:11 Keça Karaguzel a girtî: Em bi fikar in
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2022'YAN
11/03/2022
17:31 TÛHAY-DER'ê serdana Nobeda Edaletê kir
16:09 Kedkarên tenduristiyê amadekariya greva du rojan dikin
15:57 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 89’an de didome
15:48 Kaçmaz: Wesayîtên zirxî dibin sedema felakete
15:42 Meclisa Xwendekarên Demokratîk çûn serdana malbata Şenyaşar
15:22 Girteka polîsan 4 meh beriya îfadeyê şahidê nepen hatiye amadekirin!
15:15 Kiliçdaroglu: Têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd 5 prensîbên me hene
14:17 Li Herêma Botanê starta Newrozê hat dayîn: Newroz Cizîr e
14:10 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 Wêjegeh Amed bernameyên xwe yên mehane didomîne
13:48 ÎSÎG: Di 2 salan de hezar û 400 karker ji Covid-19’ê mirin
13:16 Sibe li Silêmaniyeyê dê Şêwira Jinên Kurd bê lidarxistin
13:03 Bedrî Çakmak ê ku cezayê wî hat taloqkirin jiyana xwe ji dest da
12:37 Dê di doza rojnameger Bayram de şahid bê guhdarîkirin
12:14 Girtiyê ku ji sedî 80 astengdare nayê berdan
11:46 Deklarasyona Newrozê ya Stenbolê: Li dijî Dehaqên serdemê biherikin qadên Newrozê
11:13 Malbata Şenyaşar: Jiyaneke adilane û birûmet pîroz e
10:30 Ji 7 partiyan biryara Mitînga Aştiyê
10:24 28 sal berê çû nûçeyê û êdî qet venegeriya!
09:25 Agirê Newrozê bi dirûşma 'azadî' gur bû
09:10 Li ser îfadeyên binakok cezayê muebbeta giran û 54 sal li Demîr birîn
09:05 ‘Şoreşa Rojava encama serhildana Qamişlo ye'
09:05 54 roj in li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne
09:05 Şahidên Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Em bi wî ruhî agirê Newrozê gur bikin
09:05 Li Sirbîstanê ciwanê kurd avêtine Çemê Tîsayê
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2022'YAN
08:09 Ciwanan tecrîd û rewşa girtîgehan ji Kiliçdaroglu pirsîn
10/03/2022
18:57 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek nû
18:51 Li Rihayê kesê ku 2 polîs 'kuştibûn' hat kuştin
17:01 Li Wanê amadekariyên Newrozê dest pê kir
16:57 Fehîme Poyraz: Girtiyên nexweş berdin
16:56 Li Amedê kesek hat girtin
16:34 ‘Li vî welatî bi milyonan kes li benda edaletê ne’
16:10 DAKAP dê ji ber tundiya polîsan gilî bike
16:09 Wê starta Newroza Stenbolê jî sibê bê dayîn
15:55 Egîtîm Senê bertek nîşanî bihakirina tiştan da
15:44 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
15:35 Kesekê ku li Hesekê mayin didanî mir
15:34 Şahidên Doza Kobanê: Me DAIŞ’ê protesto kir
15:31 Serokê TBB'ê Sagkan: Nobet girtina Emîne Şenyaşar şerma me hemûyan e
15:20 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xistin
14:39 6 Sal û 3 meh ceza li nivîskar Azad Zal hat birîn
14:29 Hevdîtina Antalyayê bi dawî bû: Tu pêşketinek çênebû
14:21 Rojnamevan Kanbal hat beraetkirin
14:03 Girtiya nexweş Karaguzel krîza dil derbas kir
14:02 Wê Newroz li Anatoliya Navîn jî bê pîrozkirin
13:54 Başaran: Hûnê nikaribin bi jinan paşde gavê bidin avêtin
13:51 Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand