Rûsya, li Ûkraynayê agirbestê dirêj kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di roja 14'an a şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de ji bo tehliyekirina sivîlan Rûsyayê li hin bajaran agirbestê cara duyemîn dirêj kir. Li dijî danekirinên aborî û çandî yên welatên rojavayî Rûsya jî îxrackirina hin berheman qedexe kir. 
 
Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de di roja 14'an de berdewam dike. Rûsya, biryara agirbestê ku duh ji bo tehliyekirina sivîlan girtibû îro dirêj kir. Payutext Kîev jî di nav de li bajarên mîna Çernîhîv, Sûmî, Harkov û Marîûpolê ji bo tehliyekirina sivîlan li gorî saeta Moskovê saet di 10.00'an de careke din agirbest ragihand. 
 
Geşedanên derbarê şer de wiha ne: 
 
12.59 RÛSYA 248 KESAN TEHLIYE KIR 
 
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ragihand ku ji bajarê Herson ê Ûkraynayê bi trênê bizirxî 248 biyaniyan tehliye kirine. Di nav van kesan welatiyên Tirkiye, Misr, Azerbaycan, Pakistan, Swêd, Îtalya, Brezîlya, Hîndistan û Mexrîbê hene. 
 
12.40 WEZARETA KARÊN DERVE YA RÛSYAYÊ: ARMANCA ME YA GUHERTINA HIKÛMETÊ TUNE YE 
 
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, diyar kir ku weke plan kirine şerê ku li dijî Ûkraynayê dane destpêkirin bi rê ve diçe û ragihand ku armanca wan a guhertina hikûmeta Ûkraynayê tuneye. 
 
12.38 PÛTÎN FONA HEBÛNÊ KIR DEWRÊ 
 
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, qanûna ku rê dide Fona Hebûnê ya Neteweyî erê kir 
 
12.08 ÛKRAYNA WELTÎBÛNÊ DIDE KESÊN ŞERKER 
 
Alîkarê Wezîrê Karên Hundir ê Ûkraynayê Yevhen Yenîn, soz da ku wê welatîbûnê bidin kesên li Ûkraynayê li dijî Rûsyayê şer bikin.
 
11.58 AKAR: WÊ KEŞTÎ DI DEMEKE HERÎ KURT DE BÊN 
 
Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, ji bo keştiyên ku ji ber şer li bendergehên Rûsyayê tên rawestandin ev tişt got: "Wê di demeke herî kurt de bên Tirkiyeyê. Em li benda geşedanên erênî ne."
 
11.57 SIVÎL JI SÛMIYÊ BI WESAYÎTAN DERTÊN 
 
Piştî ku "Qorîdora mirovî" vebû sivîl bi wesayîtan dest bi derketina ji bajarê Sûmî yê Ûkraynayê kirin. 
 
10.59 YE: HETA DAWIYA VÊ ZIVISTANÊ EM NE GIRÊDAYÎ GAZA RÛSYAYÊ NE 
 
Serokê Komîsyona Yekitiya Ewropayê (YE) Ûrsûla von der Leyen, diyar kir ku heta dawiya vê zivistanê pêwistiya wan bi gaza ku ji Rûsyayê tê kirîn nîne û ew gaza sirûştî ku bêtir hatiye şileyîkirin dikirin. 
 
10.48 RÛSYA: SANTRALA NUKLEERÊ ÇEK HAT DÎTIN 
 
Mihafizên Neteweyî yên Rûsyayê (Rosgvardiya), ragihand ku li Santrala Nukleerê ya Zaporojyayê 500 çek hatine dîtine. Li gorî nûçeya ku Spûtnîkê derbas kiriye, serhengekî derbarê mijarê de ev agahî dane: "Dema ku santral hat kontrolkirin, çekên giran jî di nav de cebilxaneyeke zêde hat dîtin. Ev cebilxane li beşên hêzê yên santralê bûn. Bi awayekî micid amadekariya şer dihat kirin."
 
08.45 JI BANQEYA NAVENDÎ YA RÛSYAYÊ BIRYARA DANEKIRINAN 
 
Banqeya Navendî ya Rûsyayê, firotina bi perê biyanî ji îro (9'ê adarê) heta 9'ê îlonê qedexe kir. 
 
08.00 FÎTCH, NOTA RÛSYAYÊ DAXIST 
 
Saziya Pîlekirina Qrediyê ya Navneteweyî Fîtch Ratîngs, nota qrediyê ya Rûsyayê ji "B'yê" daxist "C'yê". 
 
07.00 AMERÎKA PATRÎOTAN DIŞÎNE POLONYAYÊ 
 
Fermandariya Ewropayê ya Amerîkayê, aşkera kir ku wê 2 bataryayên Patrîotan bi armanca parastinê bişîne Polonyayê. 
 
02.30 PENTAGONÊ PÊŞNIYARA POLONYAYÊ RED KIR 
 
Pentagon, aşkera kir ku nêrîna Polonyayê ya balafirên xwe ji bo şandina Ûkraynayê bike bin fermana Amerîkayê di NATO'yê de bûye sedema fikaran û nêrînek ne baş e. 
 
00.20 RÛSYAYÊ AGIRBESTÊ DIRÊJ KIR 
 
Rûsya agirbesteke demkî ku bi saeta Moskovê (Bi saeta Ûkraynayê 09.00) saet di 10.00'an de dest pê bike ragihand. Hat ragihandin ku wê bi agirbestê re li Kîev, Çernîhîv, Sûmî, Harkov û Marîûpolê destûra qorîdorên tehliyekirina sivîlan bê dayîn. Di daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya Rûsyayê ve hat dayîn de ev tişt hat gotin: "Rûsya di 9'ê adarê de bi saeta Moskovê saet di 10.00'a de agirbest îlan bike û amade ye qorîdorên mirovî ava bike."

Sernavên din

13/03/2022
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin
14:28 Tirkiyeyê gundê Hirûrê bombebaran kir
11:59 Başaran: Coşa jinan a 8’ê Adarê dê biherike qada Newrozê
11:57 Gelê Amedê: Ev Newroz wê bibe wesîleya şikandina tecrîdê
11:56 Jinên Cizîrî: Dewlet, bi cezayên sivik re tecawizkaran xelat dike
11:16 Malbata Şenyaşar bang li Înce kir: Dîmen li ku ne?
11:02 ZINDÎ | Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Bajar tên bombebarankirin
10:48 Bi kampanyayên xwe dibin dengê jinên girtî
10:28 3 mûçeyan distîne: Hem qeymeqam hem qeyûm û hem jî midûr e
09:50 Dadgeha Îstînafê: Kemal Kûrkût di çarçoveya qanûnan de hat kuştin
09:07 6 sal bi ser qedexeya derketina derve ya Geverê re derbas bûn: Me serî netewand
09:06 Nisêbîn xwedî li têkoşîna xwe derdikeve
09:03 Agirê ku 30 sal berê li Keleha Wanê hat vêxistin niha bi sed hezaran kesî li hev kom dike
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2022'YAN
08:51 Ji ber barîna berfa zêde li Mêrdînê gelek rê hatin girtin
12/03/2022
23:04 Tirkiyeyê gundekî Eyn Îsayê bombe kir: 3 zarok birîndar bûn
19:57 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê' dan Emîne Şenyaşarê
17:00 Ji bo girtiyên nexweş standa îmzeyan vekirin
16:49 Li herêma Egeyê 33 girtiyên jin ên nexweş hene
16:14 Dibe ku lingên girtiyê ji sedî 78 astengdar e bên jêkirin
16:06 28 sal in rojnamevan Nazim Babaoglu winda ye: Kujer diyar in
15:34 Şêwira Jinên Kurd bi dawî bû
15:30 Ji bo berdana girtiyê nexweş Cemîl Erdem bang kirin
15:13 Qetlîamên Helebce, Qamişlo û Gaziyê hatin şermezarkirin
14:35 Li Riha, Îzmîr, Edene û Mêrsînê startên Newrozê hatin dayîn
14:24 Barkêşan li Mêrsînê dev ji kar berdan
14:16 Qeymeqam Nisêbînê li şûna biçe nexweşxaneyê, hemşîreyên taybet wezîfedar kir!
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglu pirsîn
13:39 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:29 HDP: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin xwedî li bîranîna qurbaniyan derkevin
12:26 Di Doza Kobanê de hemû daxwazên siyasetmedaran hatin redkirin
12:00 Li Silêmaniyê 'Şêwira jinên kurd' dest pê kir
11:43 Nûçegihanê PÎRHA’yê: Em ê xwe li ber wan netewînin
11:19 3 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
11:16 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nemînin
11:05 Serokê Komeleya 78'iyan Bariş: Ji bo hevhelalkirinê ji ewil divê lêborînê bixwazin
11:04 Li Amedê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
10:29 Sagkan: Di dosyeya malbata Şenyaşar de ‘mafê darizandina adilane’ hat binpêkirin
09:47 Medyayê bi weşanên xwe xwest agirê Newrozê vemirîne
09:46 DÎSK ji bo mitîngên li bajarên Bakur amadekariyan dike
09:28 Aynûr Dogan konserek mezin li Amedê da
09:18 Li dijî zilmê bi bedena xwe agirê Newrozê gur kir
09:15 ‘Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgeheke vekirî'
09:13 Ji ber nedermankirinê çavê girtiyê nexweş kor dibe
09:13 Dozger li cihê dîroka berdanê ya girtî 'heya mirinê' nivîsiye
09:11 Keça Karaguzel a girtî: Em bi fikar in
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2022'YAN
11/03/2022
17:31 TÛHAY-DER'ê serdana Nobeda Edaletê kir
16:09 Kedkarên tenduristiyê amadekariya greva du rojan dikin
15:57 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 89’an de didome
15:48 Kaçmaz: Wesayîtên zirxî dibin sedema felakete
15:42 Meclisa Xwendekarên Demokratîk çûn serdana malbata Şenyaşar
15:22 Girteka polîsan 4 meh beriya îfadeyê şahidê nepen hatiye amadekirin!
15:15 Kiliçdaroglu: Têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd 5 prensîbên me hene
14:17 Li Herêma Botanê starta Newrozê hat dayîn: Newroz Cizîr e
14:10 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 Wêjegeh Amed bernameyên xwe yên mehane didomîne
13:48 ÎSÎG: Di 2 salan de hezar û 400 karker ji Covid-19’ê mirin
13:16 Sibe li Silêmaniyeyê dê Şêwira Jinên Kurd bê lidarxistin
13:03 Bedrî Çakmak ê ku cezayê wî hat taloqkirin jiyana xwe ji dest da
12:37 Dê di doza rojnameger Bayram de şahid bê guhdarîkirin
12:14 Girtiyê ku ji sedî 80 astengdare nayê berdan
11:46 Deklarasyona Newrozê ya Stenbolê: Li dijî Dehaqên serdemê biherikin qadên Newrozê
11:13 Malbata Şenyaşar: Jiyaneke adilane û birûmet pîroz e
10:30 Ji 7 partiyan biryara Mitînga Aştiyê
10:24 28 sal berê çû nûçeyê û êdî qet venegeriya!
09:25 Agirê Newrozê bi dirûşma 'azadî' gur bû
09:10 Li ser îfadeyên binakok cezayê muebbeta giran û 54 sal li Demîr birîn
09:05 ‘Şoreşa Rojava encama serhildana Qamişlo ye'
09:05 54 roj in li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne
09:05 Şahidên Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Em bi wî ruhî agirê Newrozê gur bikin
09:05 Li Sirbîstanê ciwanê kurd avêtine Çemê Tîsayê
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2022'YAN
08:09 Ciwanan tecrîd û rewşa girtîgehan ji Kiliçdaroglu pirsîn
10/03/2022
18:57 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek nû
18:51 Li Rihayê kesê ku 2 polîs 'kuştibûn' hat kuştin
17:01 Li Wanê amadekariyên Newrozê dest pê kir
16:57 Fehîme Poyraz: Girtiyên nexweş berdin
16:56 Li Amedê kesek hat girtin
16:34 ‘Li vî welatî bi milyonan kes li benda edaletê ne’
16:10 DAKAP dê ji ber tundiya polîsan gilî bike
16:09 Wê starta Newroza Stenbolê jî sibê bê dayîn
15:55 Egîtîm Senê bertek nîşanî bihakirina tiştan da
15:44 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
15:35 Kesekê ku li Hesekê mayin didanî mir
15:34 Şahidên Doza Kobanê: Me DAIŞ’ê protesto kir
15:31 Serokê TBB'ê Sagkan: Nobet girtina Emîne Şenyaşar şerma me hemûyan e
15:20 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xistin
14:39 6 Sal û 3 meh ceza li nivîskar Azad Zal hat birîn
14:29 Hevdîtina Antalyayê bi dawî bû: Tu pêşketinek çênebû
14:21 Rojnamevan Kanbal hat beraetkirin
14:03 Girtiya nexweş Karaguzel krîza dil derbas kir
14:02 Wê Newroz li Anatoliya Navîn jî bê pîrozkirin
13:54 Başaran: Hûnê nikaribin bi jinan paşde gavê bidin avêtin
13:51 Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand