ZINDÎ | Di hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya û Ûkraynayê de encam derneket

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê Rûsyayê û Ûkraynayê di roja 15’emîn de ye. Wezîrên karên derve yên her du welatan li Antalyaya Tirkiyeyê hevdîtin kirin. Wezîran diyar kir ku di hevdîtinê de tu tiştek encam nedaye. 

Şerê di navbera Rûsyayê û Ûkraynayê de ket roja 15’emîn. Wê wezîrên karên derve yên her du welatan îro li bajarê Antalyayê yê Tirkiyê bicivin û hevdîtin bikin. Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dê li ser maseyê rûnin. Her wiha dê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglû jî di hevdîtinê de amade be. Beriya hevdîtinê hikûmeta Ûkraynayê îdia kir ku li bajarê Maruupolê li nexweşxaneyê hatiye xistin û aliyê Rûsyayê jî bertek nîşanda ku “nûçeyek derew e.” 
 
Geşedanên têkilarî Rûsyayê û Ûkraynayê wiha ne: 
 
15.40 KREMLÎN: WÊ BERSIVA HERKESÊ KU GULE BERDIN BÊ DAYÎN 
 
Li Ûkraynayê destûr hatibû dayîn ku di pêvajoya Rêveberiya Awarte herkes çek bi kar bîne. Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov, derbarê destûrê de ev daxuyanî da: "Bi awayekî xwezayî herkesê ku çek bi kar bîne wê bibe hedef. Wê bê bîra we Serokdewlet Pûtîn bang kiribû ku herkes çekan deyne û gotibû ku wê ev bibe garantiya kes gule li kesî nereşîne. Lê divê li dijî komên nîjadperest ên radîkal û leşkergehên Bandera ku berxwedana çekdarî nîşan didin çek bên bikaranîn. Ji ber vê sedemê, heke kesên di destê wan de çek hebin û li dijî leşkerên me bi kar bînin wê ji me re bibin hedef."
 
15.30 WEZÎRÊ PARASTINÊ YÊ SWÊDÊ: EM Ê TEVLÎ NATOYÊ NEBIN
 
Wezîrê Parastinê yê Swêdê Peter Hultqvist, diyar kir ku heta ew wezîrê parastinê be dê welatî wî nebe endamê NATO'yê û ev tişt got: "Rewşa ku em îro têde ne hînê min kir ku nikarin bibêjim 'qet'. Ji bo parastina herêmên nêz endamtiya NATO'yê erênî nabînim. Heke Swêd bibe endamê NATO'yê divê xeta xwe ya ewlehiyê ji bingehê ve biguherîne. Wê ev jî bandor li ewlehiya herêma nêzî me bike."
 
13.00 HEVDÎTINA LI ANTALYAYÊ BI DAWÎ BÛ 
 
Hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Kuleba ya li Antalyayê bi dawî bû. Kuleba diyar kir ku di hevdîtinê de tu pêşketin pêk nehatiye. Lavrov jî got: “Tu tiştek ku cihê muzakereyan bigire tune ye.” 
 
12.25 SEKRETERÊ NATO’YÊ TÊ TIRKIYÊ 
 
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg dê sibê serdana Tirkiyê dike. 
 
12.03 PESKOV: EM Ê TÊKILDARÎ NEXWEŞXANEYÊ BI ARTÊŞÊ RE HEVDÎTIN BIKIN 
 
Berdevkê Kremlinê Dimitri Peskov diyar kir ku ew ê têkildarî êrişa li ser nexweşxaneya li Mariupolê bi artêşa re hevdîtin bikin û dê li ser vê mijarê rawestin. 
 
11.30 HEVDÎTINA LI ANTALYAYÊ DEST PÊ KIR 
 
Hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya-Ûkrayna-Tirkiyê ya sê alî ku li Antalyayê hat lidarxistin, dest pê kir. 
 
11.07 FRANSA: ENDAMTIYA ÛRKAYNAYÊ YA YE’YÊ DÊ DEM BIGIRE 
 
Serokê Karên Ewropa yê Fransayê Clement Beaune, diyar kir ku lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo krîza li Ûkraynayê biaxivin di civîna li Parîsê de hatiye lidarxistin, endamtiya Ûkraynayê ya ji bo YE’yê girtine dest û dê ev ev endamtî demê bigire. 
 
10.42 RÛSYA: HIN NOKTEYÊN MARIUPOLÊ HATIN KONTROLKIRIN 
 
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku hin nokteyên li bajarê Mariupolê desteser kirine. 
 
10.20 RÛSYA DÊ DI KONSEYA EWROPAYÊ DE CIH NEGIRE 
 
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyaniya “Êdî dê Rûsya di Konseya Ewropayê de cih negire” da. Rûsya ji sala 1996’an ve di nava Konseya Ewropa de endam bû. 
 
08.47 RÛSYA: ÊRIŞA LI NEXWEŞXANEYÊ DEREW E 
 
Rûsyayê sûcdariya ku li bajarê Mariupolê li nexweşxaneyek zarokan hatiye xistin red kir û wek “nûçeya derew” daxuyanî da. 
 
08.45 NY: RIJANDINA XWÎNÊ RAWESTÎNIN 
 
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres jî ji bo êrişa li ser nexweşxaneya li Mairupolê got: “sawê dide mirov.” Guterres li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û banga rawestandina xwîna tê rijandin kir. 
 
08.40 AMERÎKA Û ÎNGÎLISTANÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DA 
 
Qesra Spî ya Amerîkayê jî êrişa li dijî nexweşxaneya Mariupolê wek “hovîtî” pênase kir. Serokwezîrê Îngîlistanê Boris Johnson jî ji êrişa li dijî nexweşxaneyê re got, “bêehlaqî ye.” 
 
08.30 ZELENSKIY DESTÛRA BIKARANÎNA ÇEKAN DA 
 
Serokê Dewletê yê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy jî qanûna serbestkirina çekan a xelkê ku di serdema rewşa awarte de bikar bîne, îmze kir. 
 
 

Sernavên din

16/03/2022
11:38 ‘Çareseriya’ Kiliçdaroglu xelkê Amedê qaneh nekir
11:38 Ciwanên HDP'î hatin berdan
11:19 Tifaqa Kurdistanî Sebeba êrişên li ser kurdan parçebûna wan e
10:54 Xwendakarên ku zema rê şermezar kiribûn hatin berdan
10:40 Bernameya Newrozê ya 5 navendan diyar bû
10:32 DEVA û Partiya Pêşerojê: Divê em li cem malbatên girtiyan bin
10:31 Alinak: Çi heyfe ku Başûrê Kurdistanê mêtingeha Tirkiyeyê ye
10:30 Li Amedê gelek jin hatin binçavkirin
10:28 “Bi yekitiya neteweyî re dikare rê li ber Helebçeyên nû were girtin’
09:24 Sembola Newroza Berxwedanê: Bîşeng Anik
09:17 Amed amadekariyên Newroza mezin dike
09:14 Encu ji bo 'Newroza hesabpirsînê' bang kir: Em bi milyonan berê xwe bidin Yenîkapiyê
09:11 Babûr: Tecrîd belavî tevahiya derdorên civakê bûye
09:11 Şahidên Newrozên salên 90'î bi heman ruhî li benda Newroza îsal in
09:07 Ev 28 sal in ji bo Newrozê stranên şoreşgerî distre
09:06 Gelê kurd li dijî Dehaqan bû ‘Kawayê Hemdem’
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'YAN
08:47 TBB'ê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî
08:46 Xwendekaran birîna avê şermezar kir
15/03/2022
21:18 Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê vêxist
18:59 Li gundên Mêrdînê agirê Newrozê gur bû
18:51 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê
18:39 KESK û TÛHAD-FED'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:56 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyek revand
16:55 Yerlîkaya: Cejnên me bûne rojên berxwedana me
16:52 Taşçier: Em li dijî zordariyê biherikin Newrozê
16:41 Çawişê pispor tundî li bijîjk kir
16:32 Sancar: Dê hesabên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê li dîwarê HDP’ê bieliqe
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
14:42 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin
14:25 Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
14:24 Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn
13:11 Ji bo astengkirina malperan ‘ewlekariya neteweyî’ kirin hincet
12:55 Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
12:27 Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû
12:26 'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye'
12:26 Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze?
11:57 Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe
11:43 Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye
11:26 Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê