Li Sirbîstanê ciwanê kurd avêtine Çemê Tîsayê

img
STENBOL - Hat diyarkirin ku ciwanê kurd Naîm Ozturk ê ku çûye Sirbîstanê, li vir qaçaxçiyên mirovan ew avêtine Çemê Tîsayê. Malbat 108 roj in tu xeber ji Ozturk negirtine. 
 
Tê gotin ku li bajarê Sûbotîcayê yê Sirbîstanê qaçaxçiyên mirovan Naîm Ozturk (27) ê ji Gimgima Mûşê avêtine çem. Malbat 108 roj in tu xeber ji Ozturk negirtine. Malbata wî dibêje ku kurê wan di 19'ê Mijdara 2021'ê de ji Stenbolê bi balafirê çûye Bosnayê û ji wir jî di heman rojê de çûye bajarê Sûbotîcayê yê Sirbîstanê û li vira qaçaxçiyên mirovan ew avêtine Çemê Tîsayê. 
 
Li gor îdiayan Ozturk di 21'ê Mijdarê de li bajarê Sûbotîcayê li Otêla Casa Sîmonê maye. Tê gotin ku Ozturk li vira bi beranberiya ku wî û zarokên wî bibin Almanyayê 15 hezar Euro daye Mûstafa Ozgulê ku serçete Hanîfe Yucel ew pê daye naskirin.
 
Tê gotin ku Ozgul jî Ozturk wekî xwarziyê xwe bi Yûnûs Akkoyûn daye naskirin. Li gor îdiayê Ozgul jî wê biçe Almanyayê û ji vo vê ji Yûnûs Akkoyûn re gotiye dê biçe pereyê Hanîfe Yucelê ya ku zarokên wî şandine Almanyayê bide û bi vî awayî ji otêlê derketiye. Tê gotin ku Ozgul, Naîm Ozturk wekî "temînat" nîşan daye. 
 
Ozgul, gotiye dê biçe pismamê xwe ji balafirgeha Belgradê bigire û piştî çûye hew vegeriyaye otêlê. Li ser vê Akkoyûn bi rêya Whatsappê peyam ji Ozgul re şandiye û gotiye Yucelê telefonî wî kiriye û doza pereyê xwe kiriye. Piştî vê Akkoyûn peyameke bi deng ji Ozgul re şandiye û gotiye, "Xalo, ez ê telefonî jinikê bikim û bibêjim zilam rahiştiye çenteyan û çûye, bila haya te jê hebe." 
 
Me xwe gihand peyamên bideng ên Akkoyûn. Li gor peyaman Ozgul ji ber ku pereyê diviyabû bidana Hanîfe Yucelê nedaye ji otêlê derketiye û Ozturk jî wekî rehîn daye Akkoyûn. Akkoyûn di peyamên xwe de ji Ozgul re gotiye "Ger tu biçî, va xwarziyê te li cem min e. Em ê wî dîl bigirin, heya tu bêyî. Xalo, ger niyeta te û golavêtinê hebe bibêje." 
 
Di berdewama peyamê de Akkoyûn ji Ozgul re gotiye Yucelê li benda wî ye û ji ber vê Ozturk dane sekinandin û gotiye: "Tu rabûyî te çenteyên xwe hilgirtine û tu çûyî. Te tiştek ji min re negot û tu çûyî. Min te wekî emabetgir danîbû vira. Kurik li vira ye. Dibêje ger telefonê veneke dê telefonî bavê xwe bike." 
 
Akkoyûn di berdewama peyama xwe de ji Ozgul re ev tişt jî gotine: "Keko were, ez li benda te me. Heya tu neyê dê ev kurik neçe cihekî jî. Li qisûrê nenêr em ne zarok in. Heya tu neyê dê ev kurik li vir be. Ozturk jî ji telefona Akkoyûn peyamekê ji Ozgul re şandiye û gotiye, "Tu li ku derê yî Mûstafa keko, çima tu bersivê nadî? Em ji sibehê de li te digerin." Paşê Ozturk jî peyameke bi deng şandiye û gotiye, "Keko ji min re nenivîse, peyama bi deng bişîne." 
 
FÎDEY XWESTIYE
 
Piştî vê Ozturk bi şev telefonî birayê xwe Giyasettîn Ozturk kiriye. Birayê wî pêwendiyê bi Akkoyûn re daniye û Akkoyûn jî xwe wekî Yûnûs Emre daye naskirin û 15 hezar euro fidye xwestiye. 
 
BALYOZXANEYÊ MUDAXILE NEKIRIYE
 
Giyasettîn Ozturk, di 22'yê Mijdara 2022'yan de gava xeberê ji birayê xwe negirtiye serî li Balyozxaneya Tirk a Sirbîstanê daye. Balyozxane ji Oztruk re gotiye gava gilî bike dê bi Înterpolê karibin mudaxile bikin. 
 
EW AVÊTINE ÇEM
 
Paşê Ozturk birine mala Yucelê. Li gor peyamên bideng, Yûnûs Akkoyûnê ku li gel çeteya ku Ozturk avêtiye çem hereket kiriye, di 7'ê Çileyê de li bajarê Keil ê Almanyayê li Midûriyeta Polîsan a Federal îfade daye û diyar kiriye ku çeteyan Ozturk avêtiye Çemê Tîsayê. 
 
SERLÊDAN
 
Mehmet Alî Ozturk ku piştî tu xeber ji kurê xwe negirtine, li gor tiştên kurê wî Ozturk jê re gotine di 25'ê Mijdarê de serî li Dozgeriya Komarê ya Gimgimê daye û bira Giyasettîn Ozturk jî ji bo birayê wî bi Înterpolê bê dîtin di 26'ê Mijdarê de bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Gimgimê didedaye. Bira Ozturk 3 caran serî li CÎMER'ê û Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Belgradê jî dide. 
 
Lê hat hînbûn ku heya niha ji bo dîtina Ozturk tu tişt nehatiye kirin. 
 
Piştî vê bira Ozturk çûye Sirbîstanê û li vira serçete Yucel a bi kodnav û endamên çeteyê yên din deşîfre kirine. Ozturk kesê wekî xalê xwe daye naskirin şandiye cem Akkoyûn û bi heman telefonê telefonî Hanîfe Yucel û Mûstafa Ozgul kiriye. Di hevdîtinê de dengê xalê Ozturk, Yucel, Akkoyûn û Ozgul hatine tomarkirin. Li gor gotinên Akkoyûn û Ozgul, çeteyan Ozturk avêtiye çem. Her wiha di hevdîtinê de endamên çeteyê sûc xistine stuyê hev du. 
 
‘GER DOZ BÊ VEKIRIN EZ Ê HER TIŞTÎ BIBÊJIM'
 
Têkildarî van îdiayan me xwe gihand Akkoyûnê ku niha li Almanyayê ye. Akkoyûn, diyar kir ku tevî qaçaxçiyên mirovan ên di bin banê Hanîfe Yucelê de tevnegeriyaye û ji bo biçe Almanyayê çûye Sûbotîcayê. Akkoyûn, îdia kir ku Yucelê soz daye wî ku dê wî bişîne Almanyayê, lê ji ber ku pereyê wî kêm bûye ev yek hinekî bi derengî ketiye. Her wiha me qeyda dengî wî ku tê de dibêje "Me Naîm renîn girtiye" jî jê pirsî. Akkoyûn, derpêş kir ku ji ber ku adis bûye bi henekî ev tişt gotiye. Akkoyûn, bilêv kir ku ger derbarê windakirina Ozturk de doz bê vekirin çi zanibe wê bibêje. 
 
BERSIV NEDAN
 
Me bi rêya telefonê xwe gihand serçete Hanîfe Yucelê jî. Yucelê diyar kir ku naxwaze derbarê Naîm ozturk de biaxive û telefonê girt. Her wiha Suleyman Başibuyuk jî ku li gor îfadeya Akkoyûn wî Ozturk avêtiye çem, got naxwaze biaxive û derpêş kir ku ev îdia ne rast in." 
 
Her wiha Reşît Akyapi jî ku tê gotin ew jî di nav kesên ku Ozturk avêtine çem de bûye, hat diyarkirin ku gava hewl daye biçe Tirkiyeyê li balafirgehê fîşek li ser wî hatine dîtin û ji ber vê hatiye girtin. 
 
Giyasettîn Ozturk anî ziman ku van kesan birayê wî winda kirine û got: "Her tişt di heman şevê de qewimî. Ez 3 caran bi Yûnûs (Akkoyûn) re axivîm. Fîdye ji min xwest. Du caran jî telefonê li ser çavê min girt. Got, muxatabê te ne ez im. Min lavayî kirin, min got zirarê nedin birayê min û pereyê ku Ozgul nedaye we ez ê bidim we, lê guh li min nekirin. Ji ber Ozgul birayê min avêtin çem. Du meh in ez li Sirbîstanê me. Min hemûyan yeko yeko dît. Ez navê wan ê rastîn jî hîn bûm. Min li vir giliyê wan kir. Her wiha min parêzer jî girt. Lê baş alîakriya min nakin. Heya niha tu tişt daxilî nava dosyeyê nehatiye kirin." 
 
ŞÎRKETA QAÇAXÇIYÊN MIROVAN
 
Ozturk, destnîşan kir ku heya niha ji bo dîtina birayê wî tu tişt nehatiye kirin û ne dewlet ne jî balyozxane alîakriya wan nekirine. Ozturk, bilêv kir ku ji bo birayê xwe çûye balyozxaneyê, lê balyoz ji wî re gotiye "Em ji bo derxistina nasname û ewraqan li vira ne." Ozrturk, diyar kir ku Yucel û Başibuyuk hê jî li Sirbîstanê ne û ev kesên dixwazin ji Tirkiyeyê biçin Ewropayê tînin Sirbîstanê. Ozturk, derpêş kir ku Başibuyuk şîrketeke bi navê Amed Group ava kiriye û bi rêya vê şîrketê vexwendnameyê ji kesên li Tirkiyeyê re dişîne û bi vî awayî kesan tîne Sirbîstanê. 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

18/07/2022
13:56 Li nêzî baregeheke leşkerî ya li Cûdî teqîn: Kesek birîndar bû
13:42 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
12:54 TTB’ê derbarê meleyê ku wan kiribû hedefê de gilî kir
12:45 Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin
11:57 Nehiştin serokê baroyê pirsan ji kujer Gencer bike
11:34 Li Şaxê leşkerek hat kuştin
11:33 Li Girtîgeha Beşîkduzu greva birçîbûnê: Divê şande werin lêkolînê bikin
11:29 Di turnuvaya futbolê de ji bo 16 rojnamegeran pankart hat vekirin
10:38 Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê
10:20 Danişîna Denîz Poyraz dest pê kir: Kesek xwest bi çek bikeve edliyeyê
09:40 Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû!
09:02 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Wê min bikujin
09:02 Şoreşa Rojava 10 salî ye: Dewlemendiyeke mezin hat afirandin
09:02 ‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’
09:01 Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
17/07/2022
22:36 Li Licê şerekî dijwar
17:10 Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bû
16:47 Li Musilê êrişa hewayî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:06 ÎHD 36 salî ye
15:04 Di şerê li başûr de leşkerek hat kuştin
14:44 Zarokê 6 salî û kalikê xwe hatin kuştin
13:53 Belavkara Yenî Yaşamê hat berdan
13:30 Malbata Şenyaşar: Fadil li benda edaletê ye
13:04 Li Kampa Holê cînayet zêde dibin
12:16 Sancar hişyarî da muxalefetê: Li dijî planên şer hişyar bin
11:39 Li Hindistanê lehî: di 47 rojan de 102 kes mirin
11:23 Li Kerkûkê 7 endamên DAIŞ’ê hatin girtin
11:20 Danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz sibê tê lidarxistin
10:27 Li Zapê êrişên bi çeken kîmyewî berdewam dikin
10:19 Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî
09:19 Li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûne 'hêlîna ewlehiya' DAIŞ'ê
09:03 Şêniyên Sûrê yên tê xwestin xaniyê wan bên xerakirin: Em derkevin em ê nikaribin heqê kirê bidin
09:02 Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû
18:38 Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe
17:31 ‘Bila rojnameger bên berdan’
16:11 Faîlên Agît û Akîpa hatin pirsîn
15:35 Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin
15:33 ATK’ê ji bo girtiyê ji sedî 41 astengdar got, ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
15:32 Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi pêşandanê hatin bibîranîn
15:17 ‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’
14:43 Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin
14:32 Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
09:02 AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin
09:02 Banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:01 16 rojnamevan mehek e girtî ne
09:00 Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê!
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
15/07/2022
20:51 Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
18:17 Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome
10:17 Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin
10:02 Li 3 gundên Hîzanê qedexeya derketina derve hate ragihandin
09:38 Malbatên rojnamevanên girtî bi lêgerîna tazî re rûbirû man
09:35 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:30 Li Hatayê mudaxileyî Mîhrîcana Evvel Temmûzê kirin: 24 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Girtîgeha Aydinê mirineke bi guman: Gelo întîhar e yan cînayet e?
09:02 Li Amedê ji 2 testan testek pozîtîf e
09:02 Êrişên nijadperest zêde bûne, gelek penaber serî li komeleyê didin