Şahidên Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Em bi wî ruhî agirê Newrozê gur bikin

img

MÊRDÎN - Di sala 1992'yan de li Nisêbînê gel piştî pîrozbahiya Newrozê bi rojekê li hemberî komkujiyên li Şirnex û Cizîrê daketibû kolanan. Şahidên komkujiyê, bang kirin ku Newroz bi ruhê 92-93'yan bê pîrozkirin. 

Pîrozbahiyên Newroza 1992'yan ji bo kurdan heyameke girîng e. Kurd tevî hemû komkujiyan jî agirê "serîhildanê" vêxistibûn. Li Şirnex û Cizîrê di dema pîrozbahiyan de gel hatibû gulebarankirin û bi dehan kes jiyana xwe ji dest dabû. Berevajî Şirnex û Cizîrê pîrozbahiya li Nisêbînê bi awayekî aram hatibû kirin. Lê piştî ku xebera komkujiyên li Şirnex û Cizîrê gihaştibû Nisêbînê, a din a rojê gel daketibû kolanan. Gelê Nisêbînê di 22'yê Adarê de ji bo şermezarkirina komkujiyan daketibû kolanan û piştî demekê her çûbû girse zêdetir bûbû li ser Pira Şehîdan. Piştî dora girseyê hatibû dorpêçkirin, girseyê jî dest bi çalakiya rûniştinê kiribû. Vê carê heman tişta li Şirnex û Cizîrê li Nisêbînê jî hatibû kirin. Polîsan gel guleberan kiribûn û bi panzerêan bi ser gel de çûbû. Li gor hejmarên fermî 16, li gor şahidan jî 21 kes hatibûn qetilkirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûbûn. 
 
Kesên di çalakiya protestokirina komkujiya 1992'yan de birînra bûbûn û kesên şahidên wê demê behsa wan rojan kirin û ji bo pîrozbahiya Newrozê bang kirin. 
 
YUCE: GEL LI BER XWE DA
 
Bahattîn Yuce, wê demê 17 salî bûye û panzêr di ser nigê wî re derbas bûye û ji ber vê seqet bûye. Yuce, bilêv kir ku cihê edliyeya niha wê çaxê qada Newrozê bûye û gava girse ber bi wir ve çûye, bi panzêran pêşiya wê hatiye girtin. Yuce, destnîşan kir ku wê kêliyekê polîsekî fermana gulebarankirinê daye û ji girseyê westiye belav bibe. Yuce, bilêv kir ku lê girse guh lê nekiriye û got: "Bera ciwanekî dan. Lê dîsa jî mirov nereviyan." 
 
Yuce, anî ziman ku kesa ewilî bi panzêrê hatiye eciqandin û jiyana xwe ji dest daye Ayla Er bûye. Yuce, bilêv kir ku piştî eciqandina Ayla Erê êdî eks kesî nediye. Yuce, destnîşan kir ku kesên ji ber gulebaranê û panzêrê jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne dîtine û got: "6 mehan derûniya min nebaş bû, xew bi çacê min nedikete." Yuce, destnîşan kir ku nigekî wî jî di bin panêzêrê de maye û got: "Tam 4 saetan nehiştin kes tevbigere. Ne ambulans ne jî tiştekî din. Gelek birîndar hebûn. Ên ketin çem hebûn. Hin jê di çem de çûn. Min ew dîtin. Cîranê me Abdûllah Afşîn hebû. Birîndar bû. Min xwest wî hilgirim. Birayê wî Ramazan hatibû. Xwe avêtibû ser cenazeyê birayê xwe. Gava panzêr hat me xw ebera bin pirê da. Dayikekê nigê min pêça. Nehiştin kes biçe cihekî. Ji hewşa nexweşxaneyê bera gel didan. Paşê gava şiyar bûm min dît ez li enxweşxaneyê me."
 
‘EM Ê AZAD BIBIN'
 
Yuce, têkildarî pîrozbahiyên îsal jî anî ziman ku dixwazin li Nisêbînê, Botan, Serhed û her derî Newroz bê pîroz kirin û got: "Ev heqê me ye. Ne qedexe ye. Qedexe be jî gava her kes li gor quweta xwe pîroz bike, em ê kêfxweş bibin. Newroza 2022'yan dê bibe serkeftina gelê me, em ê azad bibin, înşelleh." 
 
‘XWESTIN BERSIVÊ BIDIN'
 
Ji şahidên Newroza 1992'yan Nezîr Saraç jî diyar kir ku gel ji bo bersiva komkujiyên li Şirnex û Cizîrê bide daketiye kolanan û amîrê polîsan ji gel re gotiye" Pirsgirêkeke me ya bi navê kurd tune ye, derdê em bi PKK'ê re heye. Bila her kes biçe mala xwe." Saraç, bilêv kir ku lê gel guh li vê nekiriye û meşiyaye û panzêran li ser pirê dora gel dorpêç kiriye. Saraç, destnîşan kir ku li wir gel bi panzêran hatiye eciqandin û hatiye gulebarankirin û got: "Wezîrê Karên navxweyî malavayiya Nisêbîniyan kiribû ji ber ku prîozbahiya li Nisêbînê bia wayekî aram hatibû kirin. Lê li Şirnex û Cizîrê gel hatibû qetilkirin. Mirovan wê çaxê xwe wekî 'kesên îxanet kiribin' hesibandin. Ji bo bersiva vê bidin daketin kolanan. 18 kes şehîd ketin." 
 
Saraç, ji bo pîrozbahiya Newroza 2022'yan bang li gel kir û got: "Em serî netewînin û Newrozê pîroz bikin." 
 
‘FERMAN BÛ'
 
Ji şahidên Newroza wê çaxê Mûkkader Kûrt jî diyar kir ku gava bûyer rû dane li kurê xwe geriyaye û got: "Gava komkujî çêbû, kurê min li ser pirê bû. Xwe avêtibû avê û wilo xelas bûbû. Cîranê me ew ji avê derxistibû. Cîranê me kincên wî guherandibûn û ew şandibû malê." Kûrt tiştên wê demê wekî "ferman rabûbû" pênase kirin û got: "Ên şehîd ketin, ên birîndar bûn, ên bi avê de çûn... Ferman bû. Me dua dikir ku ew roj biqede, bes bê." 
 
Kûrt, bilêv kir ku li bendê ye ku Newroza 2022'yan bi coşeke mezin bê pîrozkirin û bang li her kesî kir ku tevli pîrozbahiyê bibe. 
 
‘EM BI RUHÊ 92-93'YAN PÎROZ BIKIN'
 
Ji şahidên wê demê Latîf Ûgûr jî got: "Tanq û topên gel tune bûn, tenê tiliyên wan hebûn. Nîşana serketinê kirin. Mirovan bi dirûşmeyên xwe peyam didan."
 
Ûgûr ji bo Newroza 2022'yan bang kir û got: "Em Newroza îsal bi ruhê 1992 û 1993'yan pîroz bikin." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

16/03/2022
11:38 ‘Çareseriya’ Kiliçdaroglu xelkê Amedê qaneh nekir
11:38 Ciwanên HDP'î hatin berdan
11:19 Tifaqa Kurdistanî Sebeba êrişên li ser kurdan parçebûna wan e
10:54 Xwendakarên ku zema rê şermezar kiribûn hatin berdan
10:40 Bernameya Newrozê ya 5 navendan diyar bû
10:32 DEVA û Partiya Pêşerojê: Divê em li cem malbatên girtiyan bin
10:31 Alinak: Çi heyfe ku Başûrê Kurdistanê mêtingeha Tirkiyeyê ye
10:30 Li Amedê gelek jin hatin binçavkirin
10:28 “Bi yekitiya neteweyî re dikare rê li ber Helebçeyên nû were girtin’
09:24 Sembola Newroza Berxwedanê: Bîşeng Anik
09:17 Amed amadekariyên Newroza mezin dike
09:14 Encu ji bo 'Newroza hesabpirsînê' bang kir: Em bi milyonan berê xwe bidin Yenîkapiyê
09:11 Babûr: Tecrîd belavî tevahiya derdorên civakê bûye
09:11 Şahidên Newrozên salên 90'î bi heman ruhî li benda Newroza îsal in
09:07 Ev 28 sal in ji bo Newrozê stranên şoreşgerî distre
09:06 Gelê kurd li dijî Dehaqan bû ‘Kawayê Hemdem’
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'YAN
08:47 TBB'ê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî
08:46 Xwendekaran birîna avê şermezar kir
15/03/2022
21:18 Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê vêxist
18:59 Li gundên Mêrdînê agirê Newrozê gur bû
18:51 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê
18:39 KESK û TÛHAD-FED'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:56 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyek revand
16:55 Yerlîkaya: Cejnên me bûne rojên berxwedana me
16:52 Taşçier: Em li dijî zordariyê biherikin Newrozê
16:41 Çawişê pispor tundî li bijîjk kir
16:32 Sancar: Dê hesabên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê li dîwarê HDP’ê bieliqe
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
14:42 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin
14:25 Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
14:24 Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn
13:11 Ji bo astengkirina malperan ‘ewlekariya neteweyî’ kirin hincet
12:55 Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
12:27 Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû
12:26 'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye'
12:26 Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze?
11:57 Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe
11:43 Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye
11:26 Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê