‘Şoreşa Rojava encama serhildana Qamişlo ye'

img

RIHA - Hisên Berzencî ku di Komkujiya Qamişloyê de birîndar bûbû diyar kir ku Şoreşa Rojava, encama serhildana Qamişloyê ye. 

Di 12'ê adara sala 2004'an de li bajara Qamişlo yê Bakur û Rojhilataê Sûriyeyê di navbera  tîmên fûtbolê yên El Cîhad û El-Futwa de musebeqe hebû. Di dema lîstikê de bûyer derketin. Bi destpêkirina bûyeran re hêzên rejîma Baas êrişî kurdan kir.  Di encama êrişan de 52 kes hatibûn qetilkirin. Piştî vê komkujiyê, gel li ber xwe dabû û ev berxwedan li Qamişlo, Serêkaniyê, Hesekê, Amûdê, Efrîn, Heleb û Şamê berbelav bûbû. Ev berxwedan ku wekî Berxwedan Qamişloyê tê zanîn, di sala 2012'an de bû îlhama Şoreşa Rojava. 
 
Her wiha piştî Şoreşa Rojava, navê Stada Qamişloyê weke Stadyûma Şehîdên 12'ê Adarê hate guherandin.
 
Ji şahidên komkujiyê Hisên Berzencî, behsa wê rojê kir. 
 
 
Berzencî, bilêv kir ku beriya lîstikê hin alîgirên rejîmê hin dirûşme berz kirine û alîgirên ji Dêra Zorê hatine jî tevî kevir, kêr û daran ketine hundirê qadê. Berzencî, diyar kir ku peywirdarên qadê jî pirtûkên di destê alîgirên Qamişloyiyan de jî bi hinceta "hûn ê agir vêxin" ji wan stendine. 
 
'4 KES HATIN QETILKIRIN'
 
Berzencî, bilêv kir ku ew wê rojê li mala xizmekî xwe bû û danê nîvro gava bûyer dest pê kirine derketiye derve û dîtiye ku her der veguheriye qada şer. Berzencî, destnîşan kir ku rejîma Baasê çek bi kar anîn û fîşekek li cîranekî wî ketiye. Berzencî, bi domdarı wiha qala bûyeran kir: "Gotin birîndar hene. Me alîkariya birîndaran kir. Me mudaxileyî birîndaran dikir. Şehîd, hebûn. Ên ev tişt dibihîstin berê xwe didan qadê. Kurd hemû berê xwe dan qadê. Derdora qadê hatibû dorpêçkirin. Wê rojê ji Hesekê muhafiz hatin sewqkirin. Em ne di hundirê stadê de bûn, lê ên di stadê de gotin welatiyê bi navê Ahmed bi çekê hatiye qetilkirin. Wê rojê 4 kes hatin qetilkirin." 
 
JI BO ALÎKARIYÊ HATINE QAMIŞLOYÊ
 
Berzencî, bilêv kir ku piştî vê bûyerê stda wekî xwe ma ye lê tenê caxên wê yên hesinî hatine boyaxkirin. Berzencî, diyar kir ku di dema lîstikê de rêvebiriya tîma El Cîhadê bi êrişeke kevirî re rû bi rû ma ye û hikûmetê nehiştiye gel têkeve hundir. Berzencî got: "Wan jî bersiva êrişan da. Paşê bûyer rû dan. Li vir hin kes mirin. Piştî mirina hin kesan ji Amûdê, Hesekê û gelek deverên din gel hate Qamişloyê. Alîkariya gelê xwe kirin. Em ehlê aştiyê ne. Li dijî şer in lê gava şer bê ber derî jî em qebûl nakin. Em hewl didin wî şerî ji ber deriyê xwe dûr bixin." 
 
DI DEMA DEFINKIRINÊ DE ÊRIŞ
 
Berzencî, bilêv kir ku piştî hatina gel, muhafiz û hêzên hikûmetê jî hatin û zilm li gel kirine. Berzencî got: "Wê çaxê 4 şehîd û gelek birîndar hebûn. Piştî vê gelê Qamişloyê kete hundirê qadê. Şehîdên xwe defin kirin.  Roja din jî merasîm hat lidarxistin. Em di 13'ê adarê de çûn tevli merasîmê bûn. Di merasîmê de gotin 'Bila kes tiştekî neke, tenê cenaze bên definkirin.' Em ji bo şehîdan meşiyan. Gava em ber bi Enteriyeyê ve diçûn, li hêla gumrukê rageşiyek rû da. Hikûmetê gel tehrîk dikir. Gel got, 'Em dixwazin şehîdên xwe eveşêrin.' 4 wesayîtên hikûmetê hatin cem me. Li ber dîwarê Xelefê em gulebaran kirin. Ez li wir birîndar bûm. Ketim erdê. Wê kêliyê em 17 kes birîndar bûbûn." 
 
Berzencî, diyar kir ku piştî van bûyeran ji Şamê heya Dêrikê mirov rabûne ser pêyan û tenê ne gelê kurd, hin ereban jî piştgiriya kurdan kiriye. Berzencî destnîşan kir ku rejîma Baasê nedihişit gel derkeve derve û wiha domand: "Dewriye bênavber digeriyan. Piraniya gelê kurd girtin. Nêzî 400 kes hatin girtin. Bedelên giran hatin dayîn. Nedihiştin du mirov jî bi hev re bigerin. Piştî definkirina cenazeyan, li Enteriyeyê û Sînayê em gulebaran kirin. Bi vê re her kes bi cihekî de çû. Zarokên min bi zor û zehmet karîn xwe di duduyî şevê de bigihînin malê." 
 
'XWESTIN GELAN BERA HEV BIDIN'
 
Berzencî, diyar kir ku mebesta  rejîma Baasê ya ji van bûyeran ew bû ku berê gelê kurd û ereb  bide hev û wiha pê de çû: "Em ereb û kurd bûbûn ên malekê. Em bi hev re bûn. Tu meseleyek me bi hev re tune bû. xwestin vê yekîtiyê xera bikin. Gelek kes kuştin." 
 
JI QAMIŞLO BER BI ŞOREŞA ROJAVA VE
 
Herî dawî jî Berzencî ev tişt anî ziman: "Şoreşa Rojava ya niha, encama wê serhildana gel e. Me wê çaxê, di dema wê sehrildanê de dizanibû ev dê veguhere tiştekî din. Niha tiştên xweş rû dane û em bi hêvî ne wê rojên xweştir bên. Bila hemû partiyên me bibin yek û bi feraseta kurdî rabin ser pêyan." 
 
MA / Mujdat Can

Sernavên din

16/03/2022
11:38 ‘Çareseriya’ Kiliçdaroglu xelkê Amedê qaneh nekir
11:38 Ciwanên HDP'î hatin berdan
11:19 Tifaqa Kurdistanî Sebeba êrişên li ser kurdan parçebûna wan e
10:54 Xwendakarên ku zema rê şermezar kiribûn hatin berdan
10:40 Bernameya Newrozê ya 5 navendan diyar bû
10:32 DEVA û Partiya Pêşerojê: Divê em li cem malbatên girtiyan bin
10:31 Alinak: Çi heyfe ku Başûrê Kurdistanê mêtingeha Tirkiyeyê ye
10:30 Li Amedê gelek jin hatin binçavkirin
10:28 “Bi yekitiya neteweyî re dikare rê li ber Helebçeyên nû were girtin’
09:24 Sembola Newroza Berxwedanê: Bîşeng Anik
09:17 Amed amadekariyên Newroza mezin dike
09:14 Encu ji bo 'Newroza hesabpirsînê' bang kir: Em bi milyonan berê xwe bidin Yenîkapiyê
09:11 Babûr: Tecrîd belavî tevahiya derdorên civakê bûye
09:11 Şahidên Newrozên salên 90'î bi heman ruhî li benda Newroza îsal in
09:07 Ev 28 sal in ji bo Newrozê stranên şoreşgerî distre
09:06 Gelê kurd li dijî Dehaqan bû ‘Kawayê Hemdem’
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'YAN
08:47 TBB'ê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî
08:46 Xwendekaran birîna avê şermezar kir
15/03/2022
21:18 Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê vêxist
18:59 Li gundên Mêrdînê agirê Newrozê gur bû
18:51 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê
18:39 KESK û TÛHAD-FED'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:56 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyek revand
16:55 Yerlîkaya: Cejnên me bûne rojên berxwedana me
16:52 Taşçier: Em li dijî zordariyê biherikin Newrozê
16:41 Çawişê pispor tundî li bijîjk kir
16:32 Sancar: Dê hesabên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê li dîwarê HDP’ê bieliqe
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
14:42 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin
14:25 Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
14:24 Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn
13:11 Ji bo astengkirina malperan ‘ewlekariya neteweyî’ kirin hincet
12:55 Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
12:27 Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû
12:26 'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye'
12:26 Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze?
11:57 Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe
11:43 Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye
11:26 Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê