Medyayê bi weşanên xwe xwest agirê Newrozê vemirîne

img
STENBOL - Ji salên 1990'î heta niha gelê kurd tevî hemû astengî û qedexeyan bi coşek mezin Newrozê pîroz dike. Çapemeniya alîgir a ku di pencereya bîrdoziya fermî de li coşa pîrozbahiya Newrozê dinêre, hewl da agirê ku sal bi sal gurtir dibe vemirîne û girse kirin hedef. 
 
Newroz îsal dê bi daxwaza "Azadiya fizîkî" ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, yekîtiya neteweyî ya kurdî, daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî, bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" were pîrozkirin. Newroz wê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn dê ji aliyê milyonan kes ve bê pîrozkirin. Gelê kurd ji salên 1990'an heta niha tevî hemû qedexe, astengî, binçavkirin, girtin, cezakirin û kuştinê bi berdêlên giran Newrozê piroz dike. Gelê kurd ku bi bedena xwe agirê Newrozê geş kir, sal bi sal li tax, kolan, gund, navçe û bajaran belav bû û niha bi milyonan kurd û gelên Tirkiye Newrozê pîroz dikin. Ji salên 1990’î heta niha medya hawiz her dem li gorî daxwazên îktidarê der barê pîrozbahiyên Newroze de manşet avêtin rojnameyan. Her dem bi manşetên wekî “Bi Bûyer/Bê Bûyer", “Newroza bi Xwîn", “Pêl bi pêl Newroz", “Bi Promosyon/Qedexeya Lastikan /Bê PKK /Fermî/Happy Nevruz” ango “Hevditina Nevruzê”, “Civîna Nevrozê", “Nevruz Cenna Tirkan e", “Pîrozbahiya Newrozê /Bi kêf /Bi Alarm/ Bi Tedbir” û gelek manşetên din ên di medya hawiz ango alîgir de hatin xuyakirin. 
 
Medya hawiz ku cih neda pîrozbahiyên Newrozên salên 90’an, piştî salên 2000’an hêdî hêdî cih da pîrozbahiyên Newrozan. Lê vê carê bi manşetên ku daxwazên gel, coş û tevlêbûna gel nedît hatin weşandin. Piştî pêvajoya çareseriyê vê carê di medya neteweyî û navneteweyî de wekî rojev û manşeta sereke hat dîtin. Piştî li Amedê bi milyonan tev li Newroza dîrokî bû rojnameyên medya hawiz bi sernavê "Li Amedê roja dîrokî" pêşkêş kirin. Rojname û televîzyonan piştî pêvajoya şer dîsa dest pê kir, di sala 2016'an û piştî we dîsa dest bi zimanê salên 90’î kirin. 
 
CUDAHIYA MEDYA HAWIZ Û ÇAPEMENIYA AZAD BI MANŞETAN XWE NÎŞAN DA
 
1991: NEWROZ LI HER DERÊ YE
 
Di Newroza 1991'an de Rojnameya Yenî Ulke bi manşeta “Newroz bû cejna Tirkan" û “Roja serkeftin û berxwedana gelê Kurd: Newroz li her derê ye" derket. Rojnameya medya hawiz Hurriyet êrîşa dewletê ya li dijî gel rewa kir û bi manşeta “Bîlançoya Nevruza bi xwîn 31 mirî: Cejne an îsyan e?" derket. Li Cizîrê polîs û leşkeran êrîşi girsê kir û Yek jê polis 31 welatî mirin. 
 
MÎLLÎYET: NE CEJN E ÎSYAN E 
 
Di Newroza 1992'yan de Rojnameya Yenî Ulke ya heftane weşan dikir bi manşeta “Newroz piroz be”  derket. Rojnameya hawiz ya Milliyetê jî bi sernavê “Li Edene, Şirnex û Cizîrê pevçûnên mezin, yek jê polis 24 mirî: Ne Cejn e Îsyan e" derket. 
 
ÇAPEMEMINA AZAD HAT GIRTIN
 
Di Newroza 1993'yan de rojnameyên çapemeniya azad beriya pîrozbahiya Newrozê hat girtin. Di 22'ê Adara 1993'yan de Rojnameya Hurriyetê bi manşeta “PKK, li Apo guhdarkir" derket. Rojnameya Milliyetê jî bi manşeta "Em hatin kîjan rojê" derket. 
 
MÎLLÎYET: SÎQALKÊN NEVRUZÊ 
 
Di Newroza 1994'an de piştî PKK’ê daxuyanî da û got: “Newrozê li malê pîroz bikin" gel li bajarên herêmê derneket kolanan. Lê li bajarên metrepolan kurd derketin qadan û Newroz bi coşek mezin pîroz kir. Rojnameya Ozgur Gundem bi manşeta “Newroza ‘Nevruz’ b ser neket" derket. Rojnameya Milliyetê jî  bi sernavê “Sîqalkê Nevruzê" nûçe dît û siyasetmedarên kurd ên ewropa kirin hedef. 
 
NEWROZÊN DI ROJNAMEYAN DE NEHATI NDÎTIN
 
Di pîrozbahiyên Newroza 1995'an de rojnameyên hawiz pîrozbahi nedîtin. Rojnameyan weki kevneşopiya çanda Tirk dît û wekî "Nevruz" ên ji aliyê rayedarên hikûmetê ve pêk hat dît. Rojnameya Ozgur Ulke  di 2'ê Sibata 1995'an de hat girtin û di dawiya meha adarê de dîsa dest bi weşanê kir.  
 
MÎLLÎYET WEKÎ NEWROZA DEMİREL NÎŞAN DA
 
Di Newroza 1996'an de Rojnameya Demokrasî di 22'ê Adara 1996'an de bi manşeta “Duh Newroz bû" derket. Wêneyê Newrozê kir manşet. Rojnameya Meydan bi sernavê “Alarma Nevruzê" nûçeya newrozê weşand. Rojnameya Milliyetê jî pîrozbahiya Newrozê ku Serokomar Demirel tev lê bû nîşan da û bi manşeta “Nevruza Bê bûyer" derket. 
 
‘NEWROZ LI HER DERÊ YE' 
 
Di Newroza 1997'an de Rojnameya Demokrasî bi manşeta "Coşa Newrozê li her derê ye" derket. Rojnameya Milliyetê jî bi bi sernavê “Nevruza bi çalakî û bê bûyer" çap kir. 
 
NEWROZ 3 ROJAN BÛ MANŞET 
 
Di Newroza sala 1998'an de jî Rojnameya Ulkede Gundem bi manşeta “Gelên Xwişk û Bira Cejna Raperîna Kurdan bi hevre pîroz dikin: Newroz pîroz be” derket. Rojnameyea Ulkede Gundem di 22'ê Adarê de jî bi manşeta “Sedhezaran agirê raperînê geş kir" derket. Di 24'ê Adarê de heman rojname bi manşeta “Ji Girtiya PKK’yî Sema Yuce qêrîna şermezarkirina şerê qirêj: Bi Agirê Newrozê bedena xwe şewitand" derket. Rojnameya Mîlliyetê jî qet nûçeyên Newrozê nedît. 
 
KOMPLO MOHRA XWE LI  NEWROZÊ XIST
 
Di Newroza 1999'an de ji ber Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat girtin gel li kolanan Newroz pîroz kir. Gel Azadiya Ocalan xwest. Rojnameyên çapemeniya azad hatin sansurkirin. Rojnameya Milliyetê bi sernavê “Di Nevruzê de pir kes hatin binçavkirin." derket. 
 
‘TEKER DI BINÇAVAN DE NE' 
 
Di Newroza 2000'an de Rojnameya Ozgur Bakiş  bi manşeta “Ev agir dê we jî bişewitîne" derket. Rojnameya Milliyet jî tekerên ku polîsan kom kirin kir manşet û sernavê “Lastik di bin çavan dene" da. 
 
‘ERD Û EZMAN BI HEYBET'
 
Di Newroza 2001'an de Rojnameya Yedînci Gundem manşeta "Di Newrozê de milyonek kes bernameya gel nivîsand: Erd û ezman heybet" derket. Rojnameya Milliyet jî sernavê “Gaffar jî di Nevruzê de bû" derket. 
 
‘NEWROZÊ QEDEXE NAS NEKIR'
 
Di Newroza 2002'an de li tevahiya Tirkiye pîrozbahî hatin xedexekirin. Rojnameya Yedinci Gundem bi manşeta “Newrozê qedexe nas nekir" derket. 
Rojnameya Milliyetê bi sernavê “Nevruza îsal can şewitand' derket. 
 
‘LI DIJÎ DEHAQQAN AGIRÊ NEWROZÊ' 
 
Di Newroza 2003'an de rojnameyên medya hawiz qet Newroz nedît. Rojnameya Yeniden Ozgur Gundem jî bi manşeta "Li diî Dehaqan Agirê Newrozê" derket. 
 
Di Newroza 2004'an de bi deh hezaran gel Newroz li Stenbolê pîroz kir. Gel li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Rojnameya Ulkede Ozgur Gundem di 22'ê Adarê de bi manşeta "Gel dimeşin Azadiyê" derket. Rojnameya Milliyetê bi ser navê “Di pîrozbahiya Nevruzê de li rojnameger xistin" da. 
 
EV NEWROZEK CUDA YE
 
Di Newroza 2005'an de Rojnameya Ulkede Ozgur Gundemê di 20''ê Adarê de bi manşeta "Ocalan di Newrozê de projeya demokratik aşkere dike, Îro Konfederalizmê îlan dike" derket. Di 21'ê Adarê de jî "Ev Newrozek cuda ye" derket. Dozgeriyê biryara komkirina rojnameyê da. Rojnameya Milliyetê bi sernavê “Di bin siya Ocalan de" derket. 
 
‘PEYAMA GEL A NEWROZÊ' 
 
Di Newroza 2006’an de bi sed hezaran li Qada Kazliçeşme ya Stenbolê Newroz pîroz kir. Bi sed hezaran got Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vîna me ye. Rojnameya Ulkede Ozgur gundem bi manşeta "Dora gotinê ya Amedê ye" derket. Ulkede Ozgur Gundem roja din jî bi manşeta "Peyama Gel a Newrozê" derket. Rojnameya Milliyetê jî bi sernave “protokol ‘li ser agir e" derket. 
 
‘NEWROZ PİROZ BE’
 
Di Newroza 2007'an de bi sed hezaran gel Newroz daket qadan û Newroz pîroz kir. Gel xwest tecrîd bi dawî bibe û jahrikirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Rojnameya Guncel bi manşeta "Newroz piroz be" derket. Rojnameya Milliyetê jî Newroza ku rayedarên dewletê beşdar bûn dit û Newroza gel a Sedhezaran nedît. Tenê pîrozbahiya Erdogan beşdar bû bi ser navê “Di pîrozbahiya Nevruzê de “bi helbestan peyama aştiyê" derket. Dîsa Newroz wekî “Nevruz” da. 
 
NEWROZA XWESERIYA DEMOKRATİK 
 
Di Newroza 2008'an de bi milyonan daket qadan û Xweseriya Demokratik xwest. Gel xwest Girtîgeha Îmraliyê bê girtin. Xwest Qanûna Bingehin be guhertin û Nasnameya kurdan bê qebûlkirin. Di 2008'an de Rojnameya Haftaya Bakiş  manşeta "Newroza Xweseriya Demokratik" derket. 
 
Di Newroza 2009'an de milyon daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Rojnameya Gunluk bi manşeta "Milyonan hilbijartina xwe kir" derket  û vîna gel ya hilbijartinê aşkere kir. 
 
Di Newroza 2010'an de gelek Rojnaemyên medya hawiz Newroz kir nûçe. Medya azad ya Rojnameya Gunluk bi manşeta "Erd û Ezman Newroz" û "Milyonan got erê" derket. Rojnameya Cumhuriyetê bi ser navê “Nevruz pîroz kirin" derket. Rojnameya Milliyetê bi ser navê “Bi sed hezaran Newroz bê bûyer pîroz kir" derket. Got Ocalan mohra xwe li newrozê xist. Rojnameya Sabahê manşeta “Vaye Nevruza çareseriyê" Rojnameya Sozcu bi ser navê “Ne Nevruz Şova Apo" derket. Rojnameya Star bi ser navê “Zimanê Nevruzê aştî ye" derket. 
 
NEWROZA 2012'AN JI NAVENDEKÊ MANŞET HAT AVÊTIN
 
Newroza 2012'an ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hat qetexekirin. Tenê ji bo 21'ê Adarê destûr hat dayîn. Di 18'ê Adarê de gel li Stenbol û Amedê daket qadan û Newroz pîroz kir.  Gel û polîsan şer kir û gel Newroz pîroz kir. Li Stenbolê Hacı Zengin di êrişa polîsan de jiyana xwe ji dest da. Ronameya Gundemê bi manşeta “Newrozê qedexe nas nekir û li qadan bû" Rojnameya Guneş ji bo Newroza ku kesekî jiyana xwe ji dest da manşeta “Polis: 1 BDP:0” da. Rojnameay Radikal sernavê “Înatê can stend", Rojnameya Bugun “Terora Nevruzê" Hurriyet  sernavê “Kin ateşi”, Sozcu sernavê “Xerakirin û şewitandin" avêtine. 
 
OCALAN MOHRA XWE LÊ DA
 
Di Newroza 2013'an de bi milyonan gel daketin qadan û deklerasyona Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan a çareseriya demokratîk erê kirin. Newros bi şîara "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statu" hat pirozkirin. Deklerasyona Rêberê PKK'ê Ocalan' li Amedê ji aliyê milyonan ve hat guhdarkirin. Gel manifesto silav kir. Rojnameya Ozgur Gundem bi manşeta “Ocalan ji Amedê bang kir: Serdemek nû dest pê kir." derket. 
 
Rojnameya Sabahê bi sernavê, “PKK vedikişe" derket. Rojnameya Posta bi ser navê “Mandela bi ser ket Ocalan jî dê bi ser bikeve" derket. Rojnameya Haberturk bi ser navê “Dema aştiyê ye" rojnameya Zaman bi ser navê “bang li PKK’ê kir ‘Dema çekan qediya' derket.b 
 
LI NEWROZA AMEDÊ WEŞANA ZINDÎ KIRIN
 
Di Newroza  2014'an de bi milyonan gel tev li Newrozê bû. Bi dehan weşanen neteweyî û navneteweyî li qada Newrozê ya Amedê weşana zindî kirin. Bi sedan rojnamegerên neteweyî û navneteweyî Newroza Amedê şopandin. Rojnameya Gundemê "Daweta Aştiya mezin" derket. Bal kişandin ser nameya Ocalan. Rojnameya Akşam bi sernavê "Ji rêxistina kur re inat dema Bahara çareseriyê ye" Milliyet bi sernavê "Peyama biryarê" Sabah "Newroza ji çareseriyê re berdewam" derketin. 
 
MUTABAKATA DOLMABAHÇE XWENDIN
 
Di Newroza 2015'an de bi milyonan kes beşdari pîrozbahiyê bû. Peyama mutabakata Dolmabahçe hat xwendin. Rojnameya Ozgur Gundemê cih da peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û manşeta “Cîhan li dora peyama Ocalan û gel jî li dora azadiyê bûn yek. Milyonan bûn yek dil." derket. Dîsa bi manşeta "Dema Demokrasiyê ye" derket. Rojnameya Evrenselê jiî bi manşeta “Berpirsiyari êdî aydi devletê ye" derket. 
Rojnameya Milliyetê cih da peyama Bahçelî û manşeta “Nameya îxanetê" da. Rojnameya Sabahê manşeta “Pêvajoya çareseriyê hemû Tirkiye hembêz dike" da. Rojnameya Cumhuriyetê sernavê “îsyana li dijî Qesrê" derket. 
 
GEL TEVÎ ÊRIŞÊN DIJWAR JÎ DAKET QADAN
 
Di Newroza 2016'an de tevî li gelek bajaran êrîşên dijwar pêk hatin jî dîsa bi milyonan gel daket qatan û Newroz pîroz kir. Bi taybetî li bajarên Rêveberiyên Cewherî lê hatin îlankirin û qedexe lê hatin îlankirin gel bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Rojnameya Ozgur Gundemê bi manşeta “Çareserî li Îmraliyê ye" derket. Rojnameya Cumhuriyet “Çareserî di hefteyekê de dê bê" da. Rojnameya Sabahê “Amed rû neda" da. Rojnameya Zaman jî sernavê "Li Amedê Newroz bê coş derbas bû" 
 
‘NA DERKET PÊŞ'
 
Di Newroza 2017'an de bi milyonan kes beşdar bû. Beriya referanduma 16'ê Nîsanê gel ji referandumê re got "Na" Rojnameya Ozgurlukçü Demokrasî bi manşeta “Vaye vîna gel" derket. Rojnameya Cumhuriyetê bi sernavê “Agirê Nevruzê ji bo aştiyê pêket" Star bi sernavê “Nevruz bê bûyer pêket" Rojnameya Milliyetê sed hezaran kesên daketin qadan nedît. Pîrozbahiya Newroza Stenbolê bi sernavê “Coşa Nevruzê” da. Rojnameyê sernavê "Na" derxist pêş. 
Rojnameya Evrenselê Newroza Amedê derxist pêş û manşeta “Di Xêrê de Aştî û di Aştiye de Xêr heye (Hayır’da barış, Barış’ta da hayır var) ” da. 
Rojnameya Haberturk jî got 'Nevruz hat pîrozkirin' 
 
‘AGIRÊ NEWROZÊ WÊ EFRÎNÊ PAQIJ BIKE' 
 
Di sala 2018’an de dîsa çavê hemû cîhanê li ser Newroza Amedê bû. Teî hemû qedexe û astengiyan bi sed hezaran li qada Newroza Amedê kom bûn. Gel bi coş û peyamên xurt Newroz li Amedê pîroz kir. Bertekên li dijî operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê derket pêş. Lê medya hawiz a bi fermana hikûmetê tev geriya Newroza 2018'an qet nedît. Medya hawiz dagirkeriya TSK’ê ya li dijî Efrînê derxist pêş. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi sernavê “Agirê Newrozê wê Efrinê paqij bike" derket. Rojnameya Evrenselê jî sernavê ku bertekê nîşanî operasyona li dijî Efrînê dide derket û bi sernavê “Yek Xwediyê Aştiyê" derket. 
 
TECRÎDÊ MOHRA XWE LI NEWROZA 2019'AN DA 
 
Di sala 2019'an de cejna Newrozê li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê bi beşdariya milyonan kes hat pîrozkirin. Di pêvajoya ku bi hezaran girtiyên siyasî li girtigehan û bi sedan kes jî li derve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di girevê de bûn, Newroz bi dirûşmeya “Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin" wekî cejna berxwedan û raperîna li dijî terîdê hatibû pîrozkirin. 
 
Tenê du rojnameyan Newrozê kir manşet. Yek ji van rojnameya Yenî Yaşamê ye û bi manşeta “Em ê bi Newrozê bi ser bikevin û tecrîdê bişkînin" derket. A din jî rojnameya Evrenselê bû û bi manşeta "Gel got em li vir in" derket. 
 
Rojnameya Bîrgunê bi sernavê "Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin" nûçeyek kurt çêkir. Rojnameyên wek Sozcu, Cumhuriyet jî nûçeyên kurt çêkirin û qala pîrozbahiya Newrozê kirin. Wek din rojnameyên din Newroza bi beşdariya milyonan însan hat pîrozkirin di rûpelên ewil de nedan. 
 
NEWROZA 2020’AN JI BER KORONAYÊ HAT BETALKIRIN 
 
Newroza sala 2020'an ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ku bandora xwe li ser tevahiya dinyayê kir hat betalkirin. Cara yekemîn kurdan û dostên wan ji ber pandemiyê pîrozbahiya Newrozê bi girseyî pîroz nekirin. Lê belê gelê kurd bi awayên semobolîk be jî êvara 21'ê Adarê kuçe, hewş û şaneşînên mala xwe agirê Newrozê pêxistin û dîsa Newrozê pîrozkirin.
 
2021: NEWROZA AZADIYÊ
 
Pîrozbahiyên Newroza sala 2021'an li Kurdistan û Tirkiyê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" hat pîrozkirin. Çawa ku berê medya alîgir pîrozbahî, coş û kêfxweşiya Newrozan nedidît, di sala 2021'an de jî heman rêbazî bikar anî û pîrozbahiyên bi tevlîbûna milyonan pêk hat ji nedîtî ve hat. Rojnameyên wek Yenî Şafakê, Karar û Akşam Newrozê ji nedîtî ve hatin, rojnameya Milliyetê jî tenê sernavê "Kêfxweşiya Nevruzê (Nevruz sevinci)" tercih kir. Newroza 2021'an li 30 bajaran û 61 navçeyan hatibû pîrozkirin.
 
Rojnameya Birgunê jî tevî zextên îktidarê jî roja Newrozê di rûpela xwe ya ewil de bi sernivîsa xwe ya "Berxwedana Newrozê (Newroz’da direniş)” balê kişand ser Newrozê. 
 
Rojnameya Yenî Yaşamê jî dotira rojê manşeta "Newroza Azadiyê" nivîsand û geşedanên Newrozê pêşkêşî xwînerên xwe kir. 
 
2022: DEM DEMA SERKEFTINÊ YE
 
Dirûşma Newroza îsal jî “Dem dema serkeftinê ye" dê li 72 navendan bê pîrozkirin. Her wiha dîsa rojeva sereke "Azadiya Ocalan e" û dê agirê ewilî yê Newroza îsal li navçeya Elkê ya Şirnexê bê vêxistin. Wek her sal dê dîsa fînala pîrozbahiyên Newrozê li Amedê be û roja duşemê 21'ê Adarê dê li Parka Newrozê bê pîrozkirin. 
 
MA / Mehmet Aslan 

Sernavên din

13/03/2022
14:28 Tirkiyeyê gundê Hirûrê bombebaran kir
11:59 Başaran: Coşa jinan a 8’ê Adarê dê biherike qada Newrozê
11:57 Gelê Amedê: Ev Newroz wê bibe wesîleya şikandina tecrîdê
11:56 Jinên Cizîrî: Dewlet, bi cezayên sivik re tecawizkaran xelat dike
11:16 Malbata Şenyaşar bang li Înce kir: Dîmen li ku ne?
11:02 ZINDÎ | Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Bajar tên bombebarankirin
10:48 Bi kampanyayên xwe dibin dengê jinên girtî
10:28 3 mûçeyan distîne: Hem qeymeqam hem qeyûm û hem jî midûr e
09:50 Dadgeha Îstînafê: Kemal Kûrkût di çarçoveya qanûnan de hat kuştin
09:07 6 sal bi ser qedexeya derketina derve ya Geverê re derbas bûn: Me serî netewand
09:06 Nisêbîn xwedî li têkoşîna xwe derdikeve
09:03 Agirê ku 30 sal berê li Keleha Wanê hat vêxistin niha bi sed hezaran kesî li hev kom dike
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2022'YAN
08:51 Ji ber barîna berfa zêde li Mêrdînê gelek rê hatin girtin
12/03/2022
23:04 Tirkiyeyê gundekî Eyn Îsayê bombe kir: 3 zarok birîndar bûn
19:57 Xelata 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê' dan Emîne Şenyaşarê
17:00 Ji bo girtiyên nexweş standa îmzeyan vekirin
16:49 Li herêma Egeyê 33 girtiyên jin ên nexweş hene
16:14 Dibe ku lingên girtiyê ji sedî 78 astengdar e bên jêkirin
16:06 28 sal in rojnamevan Nazim Babaoglu winda ye: Kujer diyar in
15:34 Şêwira Jinên Kurd bi dawî bû
15:30 Ji bo berdana girtiyê nexweş Cemîl Erdem bang kirin
15:13 Qetlîamên Helebce, Qamişlo û Gaziyê hatin şermezarkirin
14:35 Li Riha, Îzmîr, Edene û Mêrsînê startên Newrozê hatin dayîn
14:24 Barkêşan li Mêrsînê dev ji kar berdan
14:16 Qeymeqam Nisêbînê li şûna biçe nexweşxaneyê, hemşîreyên taybet wezîfedar kir!
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglu pirsîn
13:39 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:29 HDP: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin xwedî li bîranîna qurbaniyan derkevin
12:26 Di Doza Kobanê de hemû daxwazên siyasetmedaran hatin redkirin
12:00 Li Silêmaniyê 'Şêwira jinên kurd' dest pê kir
11:43 Nûçegihanê PÎRHA’yê: Em ê xwe li ber wan netewînin
11:19 3 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
11:16 Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nemînin
11:05 Serokê Komeleya 78'iyan Bariş: Ji bo hevhelalkirinê ji ewil divê lêborînê bixwazin
11:04 Li Amedê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin
10:29 Sagkan: Di dosyeya malbata Şenyaşar de ‘mafê darizandina adilane’ hat binpêkirin
09:47 Medyayê bi weşanên xwe xwest agirê Newrozê vemirîne
09:46 DÎSK ji bo mitîngên li bajarên Bakur amadekariyan dike
09:28 Aynûr Dogan konserek mezin li Amedê da
09:18 Li dijî zilmê bi bedena xwe agirê Newrozê gur kir
09:15 ‘Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgeheke vekirî'
09:13 Ji ber nedermankirinê çavê girtiyê nexweş kor dibe
09:13 Dozger li cihê dîroka berdanê ya girtî 'heya mirinê' nivîsiye
09:11 Keça Karaguzel a girtî: Em bi fikar in
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2022'YAN
11/03/2022
17:31 TÛHAY-DER'ê serdana Nobeda Edaletê kir
16:09 Kedkarên tenduristiyê amadekariya greva du rojan dikin
15:57 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 89’an de didome
15:48 Kaçmaz: Wesayîtên zirxî dibin sedema felakete
15:42 Meclisa Xwendekarên Demokratîk çûn serdana malbata Şenyaşar
15:22 Girteka polîsan 4 meh beriya îfadeyê şahidê nepen hatiye amadekirin!
15:15 Kiliçdaroglu: Têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd 5 prensîbên me hene
14:17 Li Herêma Botanê starta Newrozê hat dayîn: Newroz Cizîr e
14:10 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 Wêjegeh Amed bernameyên xwe yên mehane didomîne
13:48 ÎSÎG: Di 2 salan de hezar û 400 karker ji Covid-19’ê mirin
13:16 Sibe li Silêmaniyeyê dê Şêwira Jinên Kurd bê lidarxistin
13:03 Bedrî Çakmak ê ku cezayê wî hat taloqkirin jiyana xwe ji dest da
12:37 Dê di doza rojnameger Bayram de şahid bê guhdarîkirin
12:14 Girtiyê ku ji sedî 80 astengdare nayê berdan
11:46 Deklarasyona Newrozê ya Stenbolê: Li dijî Dehaqên serdemê biherikin qadên Newrozê
11:13 Malbata Şenyaşar: Jiyaneke adilane û birûmet pîroz e
10:30 Ji 7 partiyan biryara Mitînga Aştiyê
10:24 28 sal berê çû nûçeyê û êdî qet venegeriya!
09:25 Agirê Newrozê bi dirûşma 'azadî' gur bû
09:10 Li ser îfadeyên binakok cezayê muebbeta giran û 54 sal li Demîr birîn
09:05 ‘Şoreşa Rojava encama serhildana Qamişlo ye'
09:05 54 roj in li dijî binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ne
09:05 Şahidên Newroza 1992'yan a Nisêbînê: Em bi wî ruhî agirê Newrozê gur bikin
09:05 Li Sirbîstanê ciwanê kurd avêtine Çemê Tîsayê
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2022'YAN
08:09 Ciwanan tecrîd û rewşa girtîgehan ji Kiliçdaroglu pirsîn
10/03/2022
18:57 Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek nû
18:51 Li Rihayê kesê ku 2 polîs 'kuştibûn' hat kuştin
17:01 Li Wanê amadekariyên Newrozê dest pê kir
16:57 Fehîme Poyraz: Girtiyên nexweş berdin
16:56 Li Amedê kesek hat girtin
16:34 ‘Li vî welatî bi milyonan kes li benda edaletê ne’
16:10 DAKAP dê ji ber tundiya polîsan gilî bike
16:09 Wê starta Newroza Stenbolê jî sibê bê dayîn
15:55 Egîtîm Senê bertek nîşanî bihakirina tiştan da
15:44 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
15:35 Kesekê ku li Hesekê mayin didanî mir
15:34 Şahidên Doza Kobanê: Me DAIŞ’ê protesto kir
15:31 Serokê TBB'ê Sagkan: Nobet girtina Emîne Şenyaşar şerma me hemûyan e
15:20 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xistin
14:39 6 Sal û 3 meh ceza li nivîskar Azad Zal hat birîn
14:29 Hevdîtina Antalyayê bi dawî bû: Tu pêşketinek çênebû
14:21 Rojnamevan Kanbal hat beraetkirin
14:03 Girtiya nexweş Karaguzel krîza dil derbas kir
14:02 Wê Newroz li Anatoliya Navîn jî bê pîrozkirin
13:54 Başaran: Hûnê nikaribin bi jinan paşde gavê bidin avêtin
13:51 Di serdegirtina malê de polîsan serê welatiyekî şikand
13:34 Kiliçdaroglu: Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima gelê herêmê deng nade me
13:34 Peyamên Newrozê dan û govenda Newrozê gerandin
13:27 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 5 girtî hatin sirgûnkirin
13:12 Qeyûm hê jî destûr nedaye ku faîlê Dayan bê lêpirsînkirin
13:09 Ji bîranîna 10’ê Cotmehê: Ev 77 meh in em banga edalet û aştiyê dikin
12:05 Vaye strana Newroza 2022'yan: Agirê Newrozê hilke