Agirê ku 30 sal berê li Keleha Wanê hat vêxistin niha bi sed hezaran kesî li hev kom dike

img
WAN - Agirê Newrozê yê di sala 1991'ê de li ser Keleha Wanê ji aliyê sê ciwanan ve hat vêxistin, niha li quntarên kelehê bi sed hezaran mirovan li hev kom dike. 
 
Newroza ku piştî avakirina komarê pîrozkirina wê hatibû qedexekirin, di sala 1982'yan de li Girtîgeha Amedê bi bi çalakiya Mazlûm Dogan a di 21'ê Adarê de ji bo kurdan veguherîbû berxwedanê. Newroza ku li gundan û bajaran bi çalakiyên biçûk dihat pîrozkirin, ji salên 1990'î û vir ve her çû bi awayekî girseyî hat pîrozkirin. Bi vê re dewletê jî her hewl da ku bi komkujiyan agirê Newrozê bitefîne. Lê tevî hemû qedexe, zext, komkujî, binçavkirin û girtinan jî her çû agirê Newrozê gurtir bû. 
 
Li herêmê ji bajarên ku bi pîrozbahiyên girseyî berbiçav bûn yek jê jî Wan bû. Gel bi xwe rê li ber pîrozbahiyên Newrozê yên li bajêr xistibû. Gel cara ewil di sala 1991'ê de mudaxileyî vê kiribû û awayê pîrozbahiya Newrozê destnîşan kiribû. Partiya Kedê ya Gel (HEP) wê demê li hêwana restoranekê bi mûmikan Newrozê pîroz kiribû. Ev pîrozbahiya Newrozê li bara gel bûbû cihê bertekên mezin. Berevajî vê gel, li gelek deverên bajêr û gundên bajêr agir vêxistibû û Newrozê pîroz kiribû. Piştî pîrozbahiya Newrozê bi rojekê bi sedena kes berê xwe dabûn avahiya partiyê û gotibûn pîrozbahî ne li hêwanan, divê li kuçeyan bê kirin. 
 
LI GUND Û BAJARAN AGIRÊ NEWROZÊ
 
Piştî vê berteka gel, biryar hatibû girtin ku Newroza sala 1991'ê li kuçeyan, taxan û gundan bê pîrozkirin. Bi vê re hem Walîtiya Herêmê ya Rewşa Awarte hem jî Walîtiya Wanê daxuyanî dabûn ku qethiyen dê nehêlin Newroz bê pîrozkirin, eger bê pîrozkirin dê mudaxile bikin. Gel guh li vê biryarê nekiribû û şeva Newrozê li hemû çeperên bajêr agir vêxistibû. Newroz li dor agirê ku li taxan û gundan hatibû vêxistin, hatibû pîrozkirin. 
 
AGIRÊ EWIL LI KELEHA WANÊ
 
Pîrozbahiya herî balkêş a 1991'ê ya li Keleha Wanê bû. Dema li gelek deverên bajêr mudaxileyî pîrozbahiyê hatibû kirin, li lûtkeya Keleha Wanê agirê Newrozê gur bûbû. Ev agirê ku hema bibêje ji gelek deverên bajêr xuya kiribû, pîrozbahî ber bi asteke din ve biribûn. Agirê li ser Kelehê hatibû vêxistin piştî mudaxileyeke bi saetan hatibû tefandin. 
 
NEWROZA BERXWEDANÊ
 
Pîrozbahiyên 1991'ê ji bo yên sala 1992'yan bûbûn gaveke pir girîng. Bi taybetî jî komkujiyên di pîrozbahiyên li Cizîrê û Nisêbînê de hatibûn kirin, pîrozbahiyên li Wanê veguherandibûn hêrs û berxwedaneke mezin. Di sibeha 21'ê Adarê de li gelek deverên bajêr bi hezaran kes berê xwe dabûn avahiya HEP'ê ya bajêr û ragihandibûn ku dê pîrozbahî li kuçeyan bê kirin. Gava girse li nav kuçeyan kom bûbû, polîs û eskeran jî dest bi mudaxileyê kiribû. Di mudaxileyan de kesek jiyana xwe ji dest dabû û bi sedan kes jî birîndar bûbûn. Li gor şahidên wê demê 700 kes hatibûn binçavkirin û 300 kes jî hatibûn girtin. 
 
LI HER DERÎ AGIRÊ NEWROZÊ
 
Li Wanê di sala 1993'yan de gel biryar girtibû ku vê carê li tevahiya bajêr Newrozê pîroz bike. Wekî Newrozên din vê carê jî li tevahiya çeperên bajêr, li kuçe û gundan agirê newrozê hatibû vêxistin. Di sala 1994'an de jî biryar hatibû girtin ku li dijî komkujiyan "her kes li mala xwe pîroz bike". Roja Newrozê hema bibêje li ber hemû malan agir hatibû vêxistin û li gundan jî li ser xêniyan agir gur bûbû. Di 1995-96 û 1997'an de jî her kes li cihê xwe agir vêxistibû û Newrozê pîroz kiribû. 
 
WALÎTÎ: EM BI HEV RE PÎROZ BIKIN
 
Di pîrozbahiyên 1998'an de tiştekî cuda rû dabû. Beriya 21'ê Adarê gel çûbû Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) û xwestibû partî ji bo pîrozbahiyê bang bike. Piştî vê Komîteya Amadekar a pîrozbahiyê hatibû avakirin û komîte ji bo pîrozbahiyê serî li walîtiyê dabû. Piştî serlêdanê walîtiyê pêşniyarek dabû ber Komîteya Amedakr. Walîtiyê gotibû 'em bi hev re pîroz bikin.' Dewletê dixwest bi vî awayî Newrozê wekî 'Nevruz'ê pîroz bike. Lê gel li ber vê pêşniyarê rabûbû û destnîşan kiribû ku ev pîrozbahî li dijî ruhê Newrozê ne. 
 
Piştî ev pêşniyar nehatibû qebûlkirin, walîtiyê jî daxuyandibû ku dê nehêlin NEwroz bê pîrozkirin. Piştî vê sibeha Newrozê gel berê xwe dabû avahiya HADEP'ê. Polîsan êriş biribûn ser kesên li kueçyê agir vêxistibûn. Piştî mudaxileyê hema bibêje li seranserê bajêr li kueçayn agir hatibû vêxistin. Di mudaxileyan de jinek birîndar bûbû û bis edan kes jî hatibûn binçavkirin. Di protestoyên ku heya serê sibehê dewam kiribûn de bi sedan kes birîndar bûbûn. 
 
CIWANAN BI KINCÊN XWE AGIRÊ NEWROZÊ VÊXISTIBÛN
 
Newroza 1999'an jî ji pîrozbahiyekê wêdetir protestoyek bû li dijî komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Beriya Newrozê bi rojekê komîteya amadekar daxuyanidbû ku înîsyatîfa pîrozbahiyê ya gel e. Sibeha Newrozê bi sedan kes çûbûn avahiya HADEP'ê û paşê li tevahiya kuçe û kolanan çalakiyên protestokirinê dest pê kiribûn. Li Kuçeya Hunerê jî 8 ciwan bi kincên li ser xwe agirê Newrozê vêxistibûn. Bi vê re esnafan jî dikanên xwe girtibûn û tevli protestoyan bûbûn. Di mudaxileya li protestoya li kuçeyê de bi dehan kes birîndar bûbûn. 
 
BERÎ NEWROZÊ BI 10 SAETAN
 
Li Wanê Newroza ewil a bi 'destûr' hatibû pîrozkirin jî Newroza sala 2000'î bû. HADEP'ê ji bo pîrozbahiyê serî li walîtiyê dabû û walîtiyê serlêdana wê qebûl kiribû. Lê walîtiyê beriya pîrozbahiyê bi sê rojan daxuyandibû ku pîrozbahiyê betal kiriye û dê nehêle Newroz bê pîrozkirin. Bi vê re gel û rêvebirên HADEP'ê jî daxuyandibûn ku çi dibe bila bibe dê Newrozê pîroz bikin. Beriya pîrozbahiyê bi 15 saetan walî, fermandarê garnîzonê û midûrê polîsan hevdîtin bi rêvebirên partiyê re kiribûn û ragihandibûn ku dikarin Newrozê pîroz bikin. Beriya pîrozbahiyê bi 10 saetan hatibû r4agihandin ku dê Newroz li cihekî bi qasî 10 kîlometreyan dûrî bajêr, li nêzî KEleha Wanê bê kirin. 
 
Piştî vê biryarê komîteya amadekar jî dest bi xebatên xwe kiribû. Li cihê pîrozbahiyê qaseya qamyonekê hatibû bicihkirin û ji bo muzîkekê jî gazî muzîkjenekî hatibû kirin. Komîteya amadekar dizanibû haya gel ji vê tune ye, lewma şev nîvê şevê bi rêya MED TV'yê cihê pîrozbahiyê û dema wê ragihandibû. 
 
Sibeha Newrozê saet li dor pêncê sibehê gava endamên komîteya amadekar û rêvebirên partiyê diçin qada pîrozbahiyê dibînin ku qad ji aliyê bi sedan esker û polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Wê gavê hatiye ferqkirin ku ji bo pergala deng ceryan tune ye. Paşê bi qabloya ceryan ji maleke nêzî 500 metreyî dûrî qadê ceryan hatiye kişandin. 
 
Di pîrozbahiya Newrozê ya sala 2001'ê de jî cara ewil platformek hatibû avakirin û cara ewil hunermendekî konserek dabû. Pîrozbahiyên Newrozê heya sala 2007'an bi beşdarbûna bi sed hezaran li heman qadê hatibû pîrozkirin. Di Newroza 2008'an de walîtiyê destûr nedabû. A rast walîtiyê xwestibû hîn bibe bê wê gel bertekek çawa nîşan bide. Pîrozbahiya ku dê bi pêşengiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bihata pîrozkirin, ji aliyê walîtiyê ve hatibû daxuyandin ku dê destûra wê neyê dayîn. Rêvebiriya DTP'ê jî daxuyandibû ku dê guh li vê biryarê nekin û ji bo vê hevdîtin kiribûn. Piştî ji hevdîtina tiştek derneketibû rêvebiriya partiyê daxuyandibû ku dê Newrozê di 22'yê Adarê de li Kolana Cumhûriyetê pîroz bikin. 
 
GEFA MIDÛRÊ POLÎSAN
 
Midûrê polîsan ê wê demê Salîh Kesmez jî beriya pîrozbahiyê bi rojekê gotibû "Ji bo bûyerên civakî çekine me yên nû hene. Hûn ê sibê van çekên me bibînin." 
 
HEMÛ KUÇEYÊN WANÊ BÛN QADA NEWROZÊ
 
Sibeha 22'yê Adarê jin, ciwan û extiyar jî di nav de bi hezaran kes berê xwe dabûn kolana ku dê Newroz lê bê pîrozkirin. Her çûbû girse qelebalixtir bûbû. Walî û midûrê polîsan cardin hevdîtin bi DTP'ê re kiribûn û jê xwestibûn ku girseyê belav bike. Lê dema hevdîtin li avahiya walîtiyê dewam dikirin polîsan mudaxileyî girseya li ber DTP'ê kiribû. Bi vê re hevdîtin bi dawî bûbû û DTP'î çûbûn ber avahiya partiyê gotibûn "Êdî hemû kuçeyên Wanê qada Newrozê ye" û bi vê rê agir hatibûn vêxistin û govend hatibûn gerandin. Bi vê re polîsan careke din êriş biribû ser girseyê. 
 
2 KES JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Di dema vê êrişê de polîsan jinan avêtibû ser hev du û bi copan li wan xistibûn. Ji ber vê bajêr rabûbû ser pêyan. Piştî ev yek hatibû bihîstin hema bibêje li tevahiya taxan û kuçeyan agir hatibû vêxistin. Paşê cardin polîsan êriş biribû ser girseya li ber DTP'ê û di vê êrişê de welatiyê bi navê Zahir Erînç jiyana xwe ji dest dabû 130 kes jî birîndar bûbûn. Ji kesên birîndar Ramazan Dag jî piştî êrişê bi hefteyekê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. 
 
50 HEZAR KES TEVLI MERASÎMA CENAZE BÛN
 
Çalakiyên protestoyê yên di 22 û 23'yê Adarê de dewam kirin, di 24'ê Adarê de bi merasîma cenazeyê Zekî Erînç re gihaştibû asta herî bilind. Cenazeyê Erînç bi beşdarbûna 50 hezar kesî hatibû definkirin û piştî definkirina cenaze bi deh hezaran kes berê xwe dabûn nava bajêr. Polîsan mudaxileyî meşê kiribû û di vê meşê de gelek kes birîndar bûbûn. 
 
Newroza ku di salên 1990'an de li gundan, tax û kuçeyan dihat pîrozkirin, salên dûr û dirêj li quntarên Keleha Wanê bû wesîleya hevdîtinên gelek mezin. Agirê ku di sala 1991'ê de li lûtkeya Keleha Wanê ji aliyê 3 ciwanan ve hat vêxistin, niha li quntarên Keleha Wanê bi beşdarbûna bi sed hezarana kesî gurtir dibe. 
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

18/03/2022
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye
16:17 Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak
15:55 Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin
15:47 Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye
15:31 Hunermend Çiya Şenses hat binçavkirin
14:36 Ji dehan partî û saziyên kurd bo Newrozê peyama hevpar
13:38 Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine
13:23 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:53 Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn
12:40 Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
11:55 Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir
11:49 ‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’
11:13 Walîtiyê nehêla ku derheqê polîsên Şenyaşar binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin
11:07 Rahşan Demîrel di rûhê milyonan de dijî
11:06 Li Batmanê kelecana pîrozbahiya Newrozê didome
10:41 Wê gelê Botanê bi rengên xwe bi herike qadên Newrozê
10:31 Qoser ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye
10:26 Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke
10:14 Li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin
10:12 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli Newrozê dibe: Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin
10:12 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
09:52 ‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’
09:09 Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin
09:09 ‘Newroz, dê bibe gava herî xurt a Tifaqa Demokrasiyê'
09:09 Li Cizîrê amadekariyên Newrozê: Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin
09:06 Têkoşîna hevpar dê di Newroza Stenbolê de li hev kom bibe
09:06 'Newroz meşaleya yekitiyê ye'
09:06 Mazlum Dogan: Dê tiştên gelek xweş çêbin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2022'YAN
17/03/2022
22:18 Mûsa Farisogûllari yê HDP'î ji girtîgehê derket
19:00 Li Mêrdînê agirê Newrozê geş bû
18:49 Rêvebira HDP'î Aksû hat berdan
17:10 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Şaredariya Silopiyayê Bazara Keda Jinan vekir
16:43 Girtiyê nexweş Ozkan ku nikaribû bê odeya SEGBÎS'ê nehat berdan
16:28 Li Hezex û Rezanê amadekariyên Newrozê hatin kirin
16:01 Daxwaza keşfê ya di Doza Komkujiya Îzolê de hate redkirin
15:45 ‘Heke edalet hebûya dê dayik ne li vir bûna’
15:30 Federici û Devis ji bo Aysel Tugluk banga azadiyê kirin
15:30 Zaînal Abarakov hat binçavkirin
14:58 Ji Newroza Hezroyê: Heke îro deriyên Îmraliyê bên vekirin dê aştî were
14:53 Bertek nîşanî binçavkirina 23 jinan dan: Tundî lê hatiye kirin
14:37 Banga Doza Geziyê: Berxwedan didome
14:32 Malbatan ji bo azadiya girtiyan li pêşiya edliyeyê bang kirin
14:31 Li Silopiya û Dîlokê amadekariyên Newrozê didomin
13:56 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
13:52 Doza parêzerên Ocalan hat taloqkirin
13:52 Polisan li Mêrsînê bi ser malan de girtin
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
13:13 23 jin bi hêceta meşa 25’ê Mijdarê hatine binçavkirin
13:11 Di doza rojnameger Kurşun de biryara yekkirinê dozê hat dayîn
12:29 Şandeya ingîlîz: Divê Erdogan ji ber sûcên şer were darizandin
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila walî û dozger nebin şirîkê sûc
12:02 Tenê 6 meh ma ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demboriyê
11:54 TEV-DEM: Tirkiyeyê Efrîn veguherand navenda çete û terorê
11:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Dayika Aştiyê Meryem Soylû birî
11:37 AYM dê ji bo serlêdana Semra Guzel bicive
11:34 Parêzer Çakas: Rêveberiyên girtîgehan guh nadin biryarên AYM’ê
11:26 Li Erdîşê bi hezaran kesî xwe da ber tîna agirê Newrozê!
11:06 Partiyên Kurdistanî: Werin Newrozê, dem dema yekitiyê ye
10:48 Newroza ku ji Kadîfekaleyê veguhêzî Gundogduyê
10:47 Banga xwedî derketin û tevlibûna mihrîcana fîlmê kurdî kirin
10:46 Banga ji bo saziyên navnetewî: Tiştên ku tên serê jinên Efrînê bibînin
10:04 Qeyûmê Qoserê navê Parka Mehmet Sîncar guhert!
09:59 Bernameya Duyemîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê
09:37 Wê qada Newrozê bi cil û bergên xwe bixemilînin
09:23 Bangawaziya HDK'ê ya ji bo Newrozê: Dem dema mezinkirina têkoşînê û serkeftinê ye
09:13 Hevdîtina Barzanî-Erdogan: Amadekariya êrişeke topyekûn tê kirin
09:12 'Şahidên nepen' ên bûn sedema girtina bi dehan kesan pûç derketin!
09:11 Şahidê gelek Newrozan: Aştî bi Ocalan pêkan e
09:10 Dîrokzan Bayrak: Newroza îsal dê ne kêmî ya 2013'an be
09:09 Cil û bergên Newrozê amade ne
09:08 Şêniyên Rihayê: Em ê di Newrozê de azadiya Ocalan daxwaz bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2022'YAN
16/03/2022
21:13 Li Dersimê agirê Newrozê gur kirin
21:05 'Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne'
20:12 Li Japonyayê bi pileya 7.3 erdhejek çêbû
17:06 Qurbaniyên komkojiya Helepçe û Beyazitê bi bîr anîn
16:41 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bû
16:26 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:18 Mezlûm Ebdî li gel şandeyeke DYA û NY'yê civiya
15:36 Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn: Em ê tu carî ji bîr nekin
15:22 Derbarê parlamenterên muxalefetê de 9 fezleke hatin amadekirin
15:21 Venêrîniya Cemaweriyê serlêdana ji bo Ozkan red kir
15:05 Ji bo Newroza Mêrsîn û Hatayê destûr hat dayîn
14:52 Temellî: Werin em li qada Newrozê mil bidin milê hev
14:43 ÎHD'ê qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî
14:21 Di dorpêça polîsan de dirûşma ‘Bijî berxwedena zindanan’ berz kirin
14:11 ÎHD'ê çavdêriya xwe ya 8'ê Adarê bi raporekê weşand
13:47 KESK: Jinên binçavkirî tavilê berdin
13:37 Cenazeyê Şîlan Çîçek li Mêrdînê hate definkirin
13:26 Li ser sînorê Dirbêsiyê 2 ciwan hatin kuştin
13:00 Li navenda Şirnexê starta Newrozê hat dayîn
12:36 Li 4 navçeyên Amedê destûra Newrozê hat dayîn
12:27 HDP’ê Kemal Kûrkût bi bîr anî
12:26 Di muzakereyên Rûsya û Ûkraynaye de pêşketin çêbûn
12:09 Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê xwe bêdeng dikin neçarî têkçûnê ne
12:03 Hejmara bersûcên di doza teqîna Pasûrê de zêde bûn
11:39 Li Wanê rojev Newroz e: Wê gel peyamê bide