ZINDÎ | Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Bajar tên bombebarankirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji hevdîtinên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de heta niha encamek derneketiye. Şerê di navbera her du aliyan de niha jî bi bombebarankirina bajaran didome. 

Şerê ku Rûsyayê li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin, du hefte li pey xwe hişt. Dewletên rojavayî ku niha polîtîkaya dij-şer dimeşînin, li rexekî li pey hewldanên lihevkirinê û li hêla din jî çekan bo Ûkraynayê dişînin. Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putîn, bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê jî Almanya û Fransayê diyar kirin ku Putîn ji bo bidawîkirina şer amade nîne. 
 
“Şerê hegemonyayê” yê di navbera Bloqa Rojava ku NATO serkêşiya wê dike û Rûsyayê, niha li Ûkraynayê berdewam dike. Di nava van du hefteyên dawî de bi hezaran sivîlan, jinan, zarokan û leşkeran jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan ûkraynî jî koçber bûn. Şer, niha bi bombebarankirina bajarên Ûkraynayê berdewam dike. 
 
Geşedanên dawî wiha ne:
 

15.00: 35 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Waliyê Lviv Oblastê Maksym Kozytsky da zanîn ku Rûsyayê li dijî qada perwerdekirina leşkeran êrişa hewayî pêk anî û di encama êrişê de 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û 134 kes jî birîndar bûn.

14.20: ŞAREDAREKE DIN JÎ HATE REVANDIN

Serokê Şaredariya bajarê Dniprorudneyê Yevhen Matviiv ji hêla yekîneyên Rûsyayê ve hate revandin. Ji destpêka şer heta niha du hevşaredar ji hêla leşkerên rûs ve hatin revandin. Têkildarî mijarê Waliyê Zaporizhzhia Oblastê Olexandr Starukh got ku êdî şerên sûc bi awayeke sîstematîk tên kirin. Serokê Şaredariya Melitopolê Ivan Fedorov hêj di destê hêzên Rûsyayê de ye.

14.00: LI QADA PEVÇÛNAN A MARİUPOLÊ TIRKIYEYÎ JÎ HENE

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê (ADF) de li ser pirseke derheqê hemwelatiyên Tirkiyeyê yên xwe spartin mizgefteke Mariupolê, ev agahî dan: “Hinek hemwelatiyên me li qadên pevçûnan ma ne. Bi taybet jî li Mariupolê.”

13.10: ÊRIŞÎ TRÊNA PENABERAN KIRIN

Kargeha rêhesin a neteweyî ya Ûkraynayê da zanîn ku trêneke ji bo penaberên ji rojhilatê Ûkraynayê hatine veguhestin bîne bi rê ketî, ji hêla artêşa Rûsyayê ve hatiye hedefgirtin û di êrişê de konduktorekî jiyana xwe ji dest da ye.

12.30: 9 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Waliyê Lvivê da zanîn ku hêzên Rûsyayê êrişî baregehên leşkerî yên rojava kiriye. Walî, diyar kir ku Rûsyayê 30 moşek avêtîne cihê baregehê, di êrişê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da ye û 57 kes jî birîndar bûne.

11.30: LI APARTMANEKÊ HATE XISTIN

Di êrişa hewayî ya Rûsyayê de avahiya Çernihivê hedef hat girtin. Waliyê Chernihiv Oblastê Viacheslav Chaus diyar kir ku di encama êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest da ye.

11.15: INGILISTAN: RÛSYA DORPÊÇ DIKE

Ingilistanê da zanîn ku artêşa Rûsyayê hewl dide hêzên Ûkraynayê dorpêç bike. Wezareta Parastinê ya Ingilistanê diyar kir ku hêzên Rûsyayê ji hêla bakur ve li Harkovê û li başûrê welêt jî ber bi Mariupolê ve pêş dikevin û dixwazin hêzên Ûkraynayê dorpêç bikin. Her wiha hat destnîşankirin ku hêzên Rûsyayê yên ku ber bi Kirimê pêş dikevin, ji bo ku berê xwe bidin Odesayê niha hewl didin Mykolaivê derbas bikin.

11.10: HEVDÎTINA ZELENSKY-BENNETT

Têkildarî hevdîtina Zelensky û Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett daxuyanî hat dayîn. Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Îsraîlê, Serokê Dewletê yê Ûkraynayê Zelensky û Serokwezîrê Îsraîlê Bennett derheqê dîtina rêyeke sekinandina şer û hewldanên Îsraîlê yên ji bo sekinandina pevçûnan de axivîne. Her wiha hat gotin ku Zelensky ji bo berdana Serokê Şaredariya Melitipolê alîkarî ji Îsraîlê xwestiye.

11.00: UKRAYNA: TEKLÎFÊN ME HENE

Alîkarê Serokê Ofîsa Serokwezîrtiyê Dewleta Ûkraynayê Mihail Podolyak da zanîn ku hindik ma ye ku ew û Rûsya li hev bikin û wiha domand: “Hinek teklîfên me hene ku ziyan negihije berjewendiyên Rûsyayê û Ûkrayna jî ziyanê nebîne.” 

10.15: 8 MOŞEK HATIN AVÊTIN
 
Hat ragihandin ku artêşa Rûsyayê 8 moşek avêtine Navenda Parastina Aştiyê û Ewlekariyê ya li bajarê Lviv ê Ûkraynayê. Şaredariya Lvivê têkildarî mijarê ev agahî parve kir: “Dagirkeran, êrişî Navenda Parastina Aştî û Ewlekariyê kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, heta niha 8 moşek hatine avêtin.” 
 
09.45: LI ÇEKÊN ROJAVAYIYAN XISTIN 
 
Rûsyayê, li herêma Lvîv a li nêzî sînorê Polonyayê li baregeheke leşkerî xist ku dihat gotin ku çekên ji dewletên rojavayî dihatin lê vê derê dihatin belavkirin. 
 
07.45: DÊR HATE BOMBEBARANKIRIN
 
Hat ragihandin ku Rûsyayê li bajaroka Svyatogorsk a li Herêma Donetskê li dêrê xist ku sivîl tê de hebûn. Her wiha li dijî bajarê Gostomel ê li heman herêmê jî êriş hatin kirin. Çapemeniya Rûsyayê diyar kir ku balafirên Rûsyayê li deverên leşkerî yên girêdayî artêşa Ûkraynayê xistine. 
 

Sernavên din

18/03/2022
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye
16:17 Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak
15:55 Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin
15:47 Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye
15:31 Hunermend Çiya Şenses hat binçavkirin
14:36 Ji dehan partî û saziyên kurd bo Newrozê peyama hevpar
13:38 Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine
13:23 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:53 Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn
12:40 Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
11:55 Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir
11:49 ‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’
11:13 Walîtiyê nehêla ku derheqê polîsên Şenyaşar binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin
11:07 Rahşan Demîrel di rûhê milyonan de dijî
11:06 Li Batmanê kelecana pîrozbahiya Newrozê didome
10:41 Wê gelê Botanê bi rengên xwe bi herike qadên Newrozê
10:31 Qoser ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye
10:26 Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke
10:14 Li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin
10:12 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli Newrozê dibe: Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin
10:12 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
09:52 ‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’
09:09 Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin
09:09 ‘Newroz, dê bibe gava herî xurt a Tifaqa Demokrasiyê'
09:09 Li Cizîrê amadekariyên Newrozê: Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin
09:06 Têkoşîna hevpar dê di Newroza Stenbolê de li hev kom bibe
09:06 'Newroz meşaleya yekitiyê ye'
09:06 Mazlum Dogan: Dê tiştên gelek xweş çêbin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2022'YAN
17/03/2022
22:18 Mûsa Farisogûllari yê HDP'î ji girtîgehê derket
19:00 Li Mêrdînê agirê Newrozê geş bû
18:49 Rêvebira HDP'î Aksû hat berdan
17:10 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Şaredariya Silopiyayê Bazara Keda Jinan vekir
16:43 Girtiyê nexweş Ozkan ku nikaribû bê odeya SEGBÎS'ê nehat berdan
16:28 Li Hezex û Rezanê amadekariyên Newrozê hatin kirin
16:01 Daxwaza keşfê ya di Doza Komkujiya Îzolê de hate redkirin
15:45 ‘Heke edalet hebûya dê dayik ne li vir bûna’
15:30 Federici û Devis ji bo Aysel Tugluk banga azadiyê kirin
15:30 Zaînal Abarakov hat binçavkirin
14:58 Ji Newroza Hezroyê: Heke îro deriyên Îmraliyê bên vekirin dê aştî were
14:53 Bertek nîşanî binçavkirina 23 jinan dan: Tundî lê hatiye kirin
14:37 Banga Doza Geziyê: Berxwedan didome
14:32 Malbatan ji bo azadiya girtiyan li pêşiya edliyeyê bang kirin
14:31 Li Silopiya û Dîlokê amadekariyên Newrozê didomin
13:56 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
13:52 Doza parêzerên Ocalan hat taloqkirin
13:52 Polisan li Mêrsînê bi ser malan de girtin
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
13:13 23 jin bi hêceta meşa 25’ê Mijdarê hatine binçavkirin
13:11 Di doza rojnameger Kurşun de biryara yekkirinê dozê hat dayîn
12:29 Şandeya ingîlîz: Divê Erdogan ji ber sûcên şer were darizandin
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila walî û dozger nebin şirîkê sûc
12:02 Tenê 6 meh ma ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demboriyê
11:54 TEV-DEM: Tirkiyeyê Efrîn veguherand navenda çete û terorê
11:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Dayika Aştiyê Meryem Soylû birî
11:37 AYM dê ji bo serlêdana Semra Guzel bicive
11:34 Parêzer Çakas: Rêveberiyên girtîgehan guh nadin biryarên AYM’ê
11:26 Li Erdîşê bi hezaran kesî xwe da ber tîna agirê Newrozê!
11:06 Partiyên Kurdistanî: Werin Newrozê, dem dema yekitiyê ye
10:48 Newroza ku ji Kadîfekaleyê veguhêzî Gundogduyê
10:47 Banga xwedî derketin û tevlibûna mihrîcana fîlmê kurdî kirin
10:46 Banga ji bo saziyên navnetewî: Tiştên ku tên serê jinên Efrînê bibînin
10:04 Qeyûmê Qoserê navê Parka Mehmet Sîncar guhert!
09:59 Bernameya Duyemîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê
09:37 Wê qada Newrozê bi cil û bergên xwe bixemilînin
09:23 Bangawaziya HDK'ê ya ji bo Newrozê: Dem dema mezinkirina têkoşînê û serkeftinê ye
09:13 Hevdîtina Barzanî-Erdogan: Amadekariya êrişeke topyekûn tê kirin
09:12 'Şahidên nepen' ên bûn sedema girtina bi dehan kesan pûç derketin!
09:11 Şahidê gelek Newrozan: Aştî bi Ocalan pêkan e
09:10 Dîrokzan Bayrak: Newroza îsal dê ne kêmî ya 2013'an be
09:09 Cil û bergên Newrozê amade ne
09:08 Şêniyên Rihayê: Em ê di Newrozê de azadiya Ocalan daxwaz bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2022'YAN
16/03/2022
21:13 Li Dersimê agirê Newrozê gur kirin
21:05 'Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne'
20:12 Li Japonyayê bi pileya 7.3 erdhejek çêbû
17:06 Qurbaniyên komkojiya Helepçe û Beyazitê bi bîr anîn
16:41 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bû
16:26 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:18 Mezlûm Ebdî li gel şandeyeke DYA û NY'yê civiya
15:36 Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn: Em ê tu carî ji bîr nekin
15:22 Derbarê parlamenterên muxalefetê de 9 fezleke hatin amadekirin
15:21 Venêrîniya Cemaweriyê serlêdana ji bo Ozkan red kir
15:05 Ji bo Newroza Mêrsîn û Hatayê destûr hat dayîn
14:52 Temellî: Werin em li qada Newrozê mil bidin milê hev
14:43 ÎHD'ê qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî
14:21 Di dorpêça polîsan de dirûşma ‘Bijî berxwedena zindanan’ berz kirin
14:11 ÎHD'ê çavdêriya xwe ya 8'ê Adarê bi raporekê weşand
13:47 KESK: Jinên binçavkirî tavilê berdin
13:37 Cenazeyê Şîlan Çîçek li Mêrdînê hate definkirin
13:26 Li ser sînorê Dirbêsiyê 2 ciwan hatin kuştin
13:00 Li navenda Şirnexê starta Newrozê hat dayîn
12:36 Li 4 navçeyên Amedê destûra Newrozê hat dayîn
12:27 HDP’ê Kemal Kûrkût bi bîr anî
12:26 Di muzakereyên Rûsya û Ûkraynaye de pêşketin çêbûn
12:09 Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê xwe bêdeng dikin neçarî têkçûnê ne
12:03 Hejmara bersûcên di doza teqîna Pasûrê de zêde bûn
11:39 Li Wanê rojev Newroz e: Wê gel peyamê bide