Gelê Amedê: Ev Newroz wê bibe wesîleya şikandina tecrîdê

img
AMED - Gelê Amedê ku dê di 21’ê Adarê de Newrozê pêşwazî bike, girîngiya Newrozê destnîşan kirin û gotin: “Em ê di Newrozê de peyama hevpar bidin. Ev Newroz ê bibê wesileya şikandina tecrîdê.”
 
Gelê kurd watêyek mezin dide Newrozê û her sal meha Adarê wekî meha cejnê pêşwazî dikin. Gelê kurd niha jî wekî her sal xwe ji Newrozê re amade kiriye. Newroza îsal bi biryara hevpar a partiyên Kurdistanî diyar bû ku dê bi diruşmeya ‘Dem dema serkeftinê ye’ li gelek qadan bi tevlîbûna milyonan ê were pîroz kirin. Ji bo Newrozê bajarê herî girîng û wekî nîşana Newroze tê penasekirin Amed e. Gelê Bakurê Kurdistanê, Amedê wekî navend dibînin. Her sal ji gelek bajaran welatî tên Amedê û agirê Newrozê vedixin. Newroz dê îsal jî bi tevlîbûna milyonan kesan di 21’ê Adarê de li Amedê were pîroz kirin. 
 
Me jî bi wesîleya Newrozê mikrofona xwe dirêjî gelê Amedê kir. Gelê Amedê, wateya Newrozê û pîrozbahiya îsal nirxandin. 
 
‘NEWROZ TEKOŞÎN E’
 
Welatiyê bi navê Mehmet Ozgur destnîşan kir ku Newroz dîroka xwe ji têkoşînê digire û girîngiya Newrozê wiha bi lêv kir: “Zext û zor li ser gel heye. Dema Newroz tê gel jê cesaretê digire û dixwaze roja nû bi vî awayî pêşwazî bike. Ji ber we jî Newroz cesaret e, têkoşîn e. Her sal li gorî pêvajoyan şiyareke Newrozê heyê. Newroza îsal jî hat diyar kirin ku dê bi şiyara ‘Dem Dema Serkeftinê ye’ were pîrozkirin. Li gorî vê yekê divê mirov gavên nû biavêje û rêxistinkirina xwe xurt bike. Ji ber vê yekê wateya wê cuda ye.”
 
‘DIVÊ DAXWAZA ME ŞIKANDINA TECRÎDÊ BE’
 
Ozgur, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku tecrîd li ser hemû kurdan tê meşandin û ji bo tevlîbûna Newrozê wiha bang li gel kir: “Tecrîd ne tenê li ser Rêber e, tecrîd li ser hemû gelê kurd e. Divê tecrîd bê şikandin. Tecrîd hemû gelê kurd eleqedar dike, ji ber wê yekê jî divê daxwaza me şikandina tecrîdê be. Bila gelê kurd hemû kom bibe û daxwazên xwe bîne ziman. Ew roj roja me ye. Ew roj ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn girîng e bi taybêtî jî ji bo me girînge. Ji ber vê yeke jî em dibêjin bila gelê me di Newrozê de kom bibe û tekoşîna xwe pêş bixe.” 
 
‘BILA NEWROZ BIBE AZADIYA BINDESTAN’
 
Welatî Salîh Kizil jî dîroka Newrozê bi bîr xist ku Kawayê Hesinkar li hemberî Dehaq serî rakirî ye û piştî wê Newroz wekî nîşana azadiyê di nav kurdan de tê pîrozkirin. Kizil, bi lêv kir ku Newroz serhildan e û wiha axivî: “Newroz hatina biharê ye. Çawa biharê li her derê kulîlk vedibin. Wateya Newrozê jî ewe ku milet weke kulîlkan şîn bibê, şîyar bibe, azadiyê û serxwebûna xwe bixwazê. Newroz ne tenê agir vexistinê, jîyan bi xwe ye. Newroz her sal tiştekî nû bi xwe re tîne, azadiya bindestan tîne. Newroza hemû gelan pîroz dikim. Ya girtiyan ji pîroz dikim. Bila Newroz azadiyê ji kesên di bin zilmê de ne re bîne. Newroz nîşana berxwedana li dijî zilmê ye.”
 
‘NEWROZ DÊ JI ZILM Û ZORÊ RE BIBE BERSIV’
 
Welatî Welat Dargin anî ziman ku gelek zext û zor li ser gelê kurd hene û wiha got: “Newroz dê ji zilm û zor û tecrîda ku li ser girtiyan tê meşandin re dê bibe bersiv dê peyamekê bide. Ji ber wê yekê jî em bang li hemû kesê dikin ku tevlî Newrozê bibin û Newroza xwe pîroz bikin.”
 
Welatî Hozan Taş jî bi lêv kir ku gelê Mezopotamyayê Newrozê weke cejnê pîroz dike û wiha axivî: “Em çawa li benda cejnê disekinin bi wî awayî jî li benda Newrozê ne. Em dixwazin vê Newrozê jî wekî şahî bi hev re pîroz bikin. Serkêftin jî di deste me kurdan de ye. Heke em li qadan bi hev re dîlana xwe bigrin, we serkêftina xwe ji pêk bînin. Dixwazin ku em Newroza pîroz nekin ku di nav civaka me de were winda kirin. Lê em winda nakin. Em e heta dawiya mehê jî  Newroza xwe pîroz bikin. Heke em di Newrozê de girtiyan jî têxin rojevê wê baş bibe.”
 
‘DIVÊ JI BO SERKEFTINÊ EM BIBIN YEK’
 
Welatî Emîr Ramazanoglu jî bi bîr xist ku Mazlûm Dogan roja newrozê di girtîgehe bi 3 şixatan li dijî zilme çalakiyek li dar xistiye û anî ziman ku ji ber vê yekê wateya Newrozê zêde ye. Ramazanoglû da zanîn ku ji bo Newroze ji Antalyayê hatiyê Amedê û wiha got: “Newroz aştî ye, ronahiya Kurdistanê ye. Ez dixwazim di Newroza 2022’yan de kurdên me jî weke Mazlûm Dogan, weke Kemal Pîr li dijî  zilma ku li ser me tê meşandin derkevin. Divê ji bo serkêftine em bibin yek. Barê qada Amedê pir giran e ji ber wê dixwazim milet berê xwe bide qada Amedê û Newroza xwe geş bike.”
 
‘LI SER ZAROKÊN KURD JÎ TECRÎD HEYE’
 
Ramazanoglû, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û got: “Girtiyen me pir zêde ne, ew bê sûc in, ji bo zimanê xwe, axa xwe ketine girtîgehe. Bila Newroza 2022’yan ji girtiyên ku rehin hatine girtin re azadiyê bîne. Tecrît ne tene li ser Serokê kurdan heye, li ser zarokên kurd ku nû ji dayik bûne jî heye. Lê em jî tûcarî teslîm nabin. Zindana Amedê jî şahidî kiriye, duh em teslîm nebûn îro em qet teslîm nabin berxwedana me dê bidome.”
 
MA / Mahmût Altûntaş

Sernavên din

16/03/2022
09:11 Şahidên Newrozên salên 90'î bi heman ruhî li benda Newroza îsal in
09:07 Ev 28 sal in ji bo Newrozê stranên şoreşgerî distre
09:06 Gelê kurd li dijî Dehaqan bû ‘Kawayê Hemdem’
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'YAN
08:47 TBB'ê qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî
08:46 Xwendekaran birîna avê şermezar kir
15/03/2022
21:18 Li Mêrsînê jinan agirê ewil ê Newrozê vêxist
18:59 Li gundên Mêrdînê agirê Newrozê gur bû
18:51 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê
18:39 KESK û TÛHAD-FED'ê serdana Nobeda Edaletê kirin
16:56 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyek revand
16:55 Yerlîkaya: Cejnên me bûne rojên berxwedana me
16:52 Taşçier: Em li dijî zordariyê biherikin Newrozê
16:41 Çawişê pispor tundî li bijîjk kir
16:32 Sancar: Dê hesabên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê li dîwarê HDP’ê bieliqe
16:31 Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da
16:31 Di mitînga DÎSK’ê de karkeran bi kefen û darbestê bihabûn protesto kir
16:07 Eniya Hevpar a Têkoşîna Kedê: Yekitiya Kedkar û Karkeran
15:58 Li Rihayê agirê Newrozê geş kirin
15:57 Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat hilkirin
15:38 Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin
15:07 Bernameya Newroza Stenbolê diyar bû
14:42 Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin
14:25 Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin
14:24 Ceza li rojnameger Zekîne Turkerî birîn
13:11 Ji bo astengkirina malperan ‘ewlekariya neteweyî’ kirin hincet
12:55 Derbarê parêzerê malbata Dedeogullari de 3 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin
12:28 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdanek nû kirin
12:27 Daxwaza azadî û demokrasiyê bi Newrozê şênber bû
12:26 'Polîtîkayên hikûmetê yên ku krîza Başûr çareser bikin tune ye'
12:26 Emîne Şenyaşar: Hemû dinyayê dengê me bihîst lê ma tenê Erdogan nabihîze?
11:57 Serekşêwirmendê Zelenskiy: Dibe ku şer di meha gulanê de bi dawî bibe
11:43 Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye
11:26 Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn
10:57 Bozarslan: Putîn bi şerê Ûkraynayê re Tirkiye xiste xefikê
10:40 Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne
10:10 Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’
09:47 Girtiyên li Girtîgeha Qubînê 5 saetan di bin berf û baranê de hatine hiştin
09:24 6 sal in li benda hestiyên kurê xwe ye
09:21 Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!
09:19 Şahidan behsa Newroza Cizîrê ya 92'yan kir
09:14 ‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’
09:13 Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin!
09:12 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:11 30 sal in li qadên Newrozê ye
09:10 Xelkê Bazîdê: Newroz ji bo azadiya kurdan roja serhildanê ye
09:10 ‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN
14/03/2022
22:23 Li Îzmîrê govenda ewil a Newrozê
21:14 Li gundê Sûrê Newroz hat pîrozkirin
21:08 Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir
19:59 Gundên Amedê amade ne ji bo Newrozê
18:13 Serlêdana ji bo Newroza Wanê û Erdîşê hat qebûlkirin
17:59 Li Elkê coşa Newrozê
16:56 Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir
16:51 Ji Wezîrê Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin
16:30 Li gund û taxan dûyê agirê Newrozê bilind dibe
15:43 Gelê Elkê vexwendin Newrozê
15:22 Pîrozbahiyên Newrozê yên li tax û navçeyên Amedê didomin
15:07 Ûkrayna û Rûsya dîsa li hev rûniştin
15:01 Li Êlihê agirê Newrozê hat vêxistin
15:01 ‘Dixwazin ser Komkujiya Konyayê bigirin'
13:54 Banga Newrozê: Em li dora agirê Newrozê yekitiya xwe xurt bikin
13:26 Li Efrînê 11 kes hatin revandin
13:25 Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne
13:02 Greva bijîşkan bandora xwe li seranserî welat kir
12:49 AKP-MHP benda hilbijartinê dadixînin ji sedî 7'an
12:21 HDP'ê ji bo kedkarên tenduristiyê pêşniyarqanûn da meclisê
12:21 Doza Kobanê: Dozger biryara Gurcistanê dît, biryara bo Tirkiyeyê ji nedîtî ve hat
12:13 Malbata Şenyaşar: Hem kesên komkujî kirin û hem jî serdozger dê bên darizandin
12:12 Li gorî rapora SIPRI'yê dinya bi çek dibe
10:24 Ev 30 sal in pora xwe hine dike û berê xwe dide qada Newrozê
10:20 Ji ber greva bijîşkan nexweşxane vala man
10:02 Nêzî 30 cenazeyan 6 sal in nedane malbatên wan
09:17 Li Mêrdînê ji ber berfê dibistan hatin girtin
09:17 Banga gelê Elkê ya li Barzanî: Serkeftina me bi tifaqa me pêkan e
09:03 Rojnamevan Oktay: Jin bûbûn remza berxwedana xwerêveberiyê
09:03 ‘Em ê serê xwe netewînin’
09:03 Di 11 salan de tenê 7 caran hevjînê xwe yê girtî dîtiye
09:03 ‘Newroz wek mîrasa berxwedana hevjînê min ji me re ma’
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2022'YAN
13/03/2022
22:30 Li Amedê hilkirina agirê Newrozê berdewam dike
22:19 Bûldan: Em mil bidin milê hev û bimeşin qadên Newrozê
19:56 Malbata Dedeogûllari: Heke edalet pêk neyê em ê dest bi Nobeda Edaletê bikin
16:51 Li Sûr a Amedê agirê Newrozê hate vêxistin
16:04 Dîmenên teqîna li Tesîsên Etî Bakirê pêk hatibû derketin holê
16:04 Li Mêrdînê komxebata jinan: Peymana Stenbolê dîsa têxin meriyetê
15:14 Li Dêrsimê xebatên Newrozê dest pê kirin
15:14 Ji bo Newroza Wanê bang kirin
14:28 Tirkiyeyê gundê Hirûrê bombebaran kir
11:59 Başaran: Coşa jinan a 8’ê Adarê dê biherike qada Newrozê
11:57 Gelê Amedê: Ev Newroz wê bibe wesîleya şikandina tecrîdê
11:56 Jinên Cizîrî: Dewlet, bi cezayên sivik re tecawizkaran xelat dike
11:16 Malbata Şenyaşar bang li Înce kir: Dîmen li ku ne?
11:02 ZINDÎ | Şerê Rûsya û Ûkraynayê: Bajar tên bombebarankirin
10:48 Bi kampanyayên xwe dibin dengê jinên girtî
10:28 3 mûçeyan distîne: Hem qeymeqam hem qeyûm û hem jî midûr e
09:50 Dadgeha Îstînafê: Kemal Kûrkût di çarçoveya qanûnan de hat kuştin
09:07 6 sal bi ser qedexeya derketina derve ya Geverê re derbas bûn: Me serî netewand
09:06 Nisêbîn xwedî li têkoşîna xwe derdikeve