AMED - Li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê yên Amedê agir hat vêxistin û Newroz hat pîrozkirin.
Li Amedê ji bilî navçeyên Sûr û Çêrmûgê, li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê jî agirê Newroza "Dem dem serkeftinê ye" hat vêxistin. Li gundên Alankozê û Mirûkizirê yên bi ser navçeya Rezanê ve welatiyan agirê Newrozê vêxist û hewa sar jî Newroz pîroz kirin. Welatiyan ewilî agir vêxist û pişt re jî li ber def û zirnê govend gerandin. Jinan cilên xwe yên netewî li xwe kirin û serê govendê kişandin. Ciwanan xwe di ser agir de avêt û dirûşma "Bijî Newroz" berz kirin.
Her wiha li taxa 450 Evler a bi ser navçeya Yenîşehîrê ve jî agir hat vêxistin û Newroz hat pîrozkirin.