Ji DEVA’yê soza piştevaniya bo malbatên girtiyan: Daxwazên we daxwazên me ne

img

AMED - Malbatên Nobeda Edaletê digirin serdana Partiya DEVA’yê ya Amedê kirin. Serokê DEVA’ya Amedê Cîhan Ulsen got: “Em soz didin ku em ê bibin dengê malbatan.” 

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Amedê di roja 119’emîn de berdewam kir. Malbatan îro serdana Partiya Demokrasî û Pêşvebirinê (DEVA) a Serokatiya Amedê kirin. Serokê DEVA’yê yê Amedê Cîhan Ulsen û rêveberên wê malbatan pêşwazî kirin. 
 
DAXWAZÊN MALBATAN 
 
Xwişka girtiyê nexweş Reşahat Ada di serdanê de axivî û bi bîr xist ku 4 meh in ji bo girtiyan nobeda edaletê digirin û di vê pêvajoyê de ji 10’an zêdetir girtî jiyana xwe ji dest dane. Ada bertek nîşanî neberdana girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin da û got: “30 sal in girtî ne, hêj radibin ji wan dipirsin dibêjin ‘hûn poşman in’. Dema dibêjin ‘em ne poşman in’ berdana wan taloq dikin. Bila ev zilm û şidet bi dawî bibe. Bila girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Çend sal in dayika min birayê min girtî nedîtiye. Çend roj berê ez çûm hevdîtina wî. Bûye hestî û maye. Em aştî û edaletê dixwazin û dibêjin tavilê zilma li ser girtiyan bi dawî bikin.” 
 
Xezal Yildirim a xizma girtî jî diyar kir ku ew beriya her tiştî dixwazin girtiyên nexweş werin berdan û got: “Rewşa Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tugluk li ber çavan e. Bila daxwazên zarokên me bînin cih. Êdî çavê me li rêyan e. Em naxwazin cezayên wan bên taloqkirin. Ji me re bibin alîkar. Ji bo zext bi dawî bibin û tecrîd rabe, bibin alîkar. Çimkî edalet nebe, tu tiştek bicih nayê.” 
 
Xwişka girtiyê nexweş Încî Guler jî got: “Îro daxwaziyek me bi tenê heye ku vê bêedaletiyê bi dawî bike. Bila ji bo hemû girtiyan heman qanûnan bisepînin.” 
 
'SOZÊN XWE BICIH NEANÎN’ 
 
Bavê girtiyê nexweş Hakki Boltan jî destnîşan kir ku daxwaziya wan ew e ku girtiyên nexweş bên azadkirin û got: “Heke ev bêedaletî rabe bila ji bo her kesî rabe. Divê em di vê pêvajoyê de bibin yek û xwe ji vê pêvajoyê rizgar bikin. Hûn dikarin di çalakiyan de li cem me bin. Dema hûn wisa me bi tenê bihêlin, dê bêdengî çêbibe. Heke hûn werin ba me wê dengê edaletê jî bilind bibe. Destê kurê min nîne û çavên wî nabînin. Em li hemû partiyan geriyan lê sozên ku dan bicih neanîn.” 
 
ULSEN: EM SOZA PIŞTEVANIYÊ DIDIN MALBATAN 
 
Serokê DEVA’ya Amedê Cîhan Ulsen jî anî ziman ku daxwaza malbatan daxwazek mafdar e û wiha got: “Em li cem hemû dayikên ku daxwaza edaletê dikin cih digirin. Yek ji pirsgirêkên mezin ên li welat rewşa girtiyên nexweş e. Her ku çareserî pêk neyê û wext here dê bibe ku pirsgirêkek kes nikare ji navê derkeve. Di çend salên dawî de bi awayek cidî problema edaletê li Tirkiyê heye. Bêhiqûqî û bêedaletiyên cidî diqewimin. Em li cem mezlûman cih digirin û zilmkaran naxwazin. Divê ji bo tevahiya girtiyên nexweş qanûnên sererastkirinê werin çêkirin. Ev jî bi têkbirina îktidarê pêkan e. Saziyên Tiba Edlî (ATK) girtiyên nexweş terkî mirinê dike. ATK ne saizyek siyasî ye û divê serbixwe be û hikûmet destê xwe ji ser ATK’ê vekişîne. Daxwaza malbatan însanî û ehlaqî ye. Divê tavilê daxwaza malbatan were qebûlkirin. Em jî soz didin malbatan ku em ê bibin dengê wan. Em ê ji niha pê ve li meydanan bêtir li cem hev bin. Dibe ku em em xwedî bîrdozî û ramanên cuda bin, lê belê em di mijarên mirovî de dikarin bibin yek.” 
 
 

Sernavên din

18/03/2022
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye
16:17 Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak
15:55 Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin
15:47 Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye
15:31 Hunermend Çiya Şenses hat binçavkirin
14:36 Ji dehan partî û saziyên kurd bo Newrozê peyama hevpar
13:38 Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine
13:23 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:53 Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn
12:40 Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
11:55 Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir
11:49 ‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’
11:13 Walîtiyê nehêla ku derheqê polîsên Şenyaşar binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin
11:07 Rahşan Demîrel di rûhê milyonan de dijî
11:06 Li Batmanê kelecana pîrozbahiya Newrozê didome
10:41 Wê gelê Botanê bi rengên xwe bi herike qadên Newrozê
10:31 Qoser ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye
10:26 Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke
10:14 Li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin
10:12 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli Newrozê dibe: Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin
10:12 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
09:52 ‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’
09:09 Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin
09:09 ‘Newroz, dê bibe gava herî xurt a Tifaqa Demokrasiyê'
09:09 Li Cizîrê amadekariyên Newrozê: Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin
09:06 Têkoşîna hevpar dê di Newroza Stenbolê de li hev kom bibe
09:06 'Newroz meşaleya yekitiyê ye'
09:06 Mazlum Dogan: Dê tiştên gelek xweş çêbin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2022'YAN
17/03/2022
22:18 Mûsa Farisogûllari yê HDP'î ji girtîgehê derket
19:00 Li Mêrdînê agirê Newrozê geş bû
18:49 Rêvebira HDP'î Aksû hat berdan
17:10 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Şaredariya Silopiyayê Bazara Keda Jinan vekir
16:43 Girtiyê nexweş Ozkan ku nikaribû bê odeya SEGBÎS'ê nehat berdan
16:28 Li Hezex û Rezanê amadekariyên Newrozê hatin kirin
16:01 Daxwaza keşfê ya di Doza Komkujiya Îzolê de hate redkirin
15:45 ‘Heke edalet hebûya dê dayik ne li vir bûna’
15:30 Federici û Devis ji bo Aysel Tugluk banga azadiyê kirin
15:30 Zaînal Abarakov hat binçavkirin
14:58 Ji Newroza Hezroyê: Heke îro deriyên Îmraliyê bên vekirin dê aştî were
14:53 Bertek nîşanî binçavkirina 23 jinan dan: Tundî lê hatiye kirin
14:37 Banga Doza Geziyê: Berxwedan didome
14:32 Malbatan ji bo azadiya girtiyan li pêşiya edliyeyê bang kirin
14:31 Li Silopiya û Dîlokê amadekariyên Newrozê didomin
13:56 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
13:52 Doza parêzerên Ocalan hat taloqkirin
13:52 Polisan li Mêrsînê bi ser malan de girtin
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
13:13 23 jin bi hêceta meşa 25’ê Mijdarê hatine binçavkirin
13:11 Di doza rojnameger Kurşun de biryara yekkirinê dozê hat dayîn
12:29 Şandeya ingîlîz: Divê Erdogan ji ber sûcên şer were darizandin
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila walî û dozger nebin şirîkê sûc
12:02 Tenê 6 meh ma ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demboriyê
11:54 TEV-DEM: Tirkiyeyê Efrîn veguherand navenda çete û terorê
11:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Dayika Aştiyê Meryem Soylû birî
11:37 AYM dê ji bo serlêdana Semra Guzel bicive
11:34 Parêzer Çakas: Rêveberiyên girtîgehan guh nadin biryarên AYM’ê
11:26 Li Erdîşê bi hezaran kesî xwe da ber tîna agirê Newrozê!
11:06 Partiyên Kurdistanî: Werin Newrozê, dem dema yekitiyê ye
10:48 Newroza ku ji Kadîfekaleyê veguhêzî Gundogduyê
10:47 Banga xwedî derketin û tevlibûna mihrîcana fîlmê kurdî kirin
10:46 Banga ji bo saziyên navnetewî: Tiştên ku tên serê jinên Efrînê bibînin
10:04 Qeyûmê Qoserê navê Parka Mehmet Sîncar guhert!
09:59 Bernameya Duyemîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê
09:37 Wê qada Newrozê bi cil û bergên xwe bixemilînin
09:23 Bangawaziya HDK'ê ya ji bo Newrozê: Dem dema mezinkirina têkoşînê û serkeftinê ye
09:13 Hevdîtina Barzanî-Erdogan: Amadekariya êrişeke topyekûn tê kirin
09:12 'Şahidên nepen' ên bûn sedema girtina bi dehan kesan pûç derketin!
09:11 Şahidê gelek Newrozan: Aştî bi Ocalan pêkan e
09:10 Dîrokzan Bayrak: Newroza îsal dê ne kêmî ya 2013'an be
09:09 Cil û bergên Newrozê amade ne
09:08 Şêniyên Rihayê: Em ê di Newrozê de azadiya Ocalan daxwaz bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2022'YAN
16/03/2022
21:13 Li Dersimê agirê Newrozê gur kirin
21:05 'Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne'
20:12 Li Japonyayê bi pileya 7.3 erdhejek çêbû
17:06 Qurbaniyên komkojiya Helepçe û Beyazitê bi bîr anîn
16:41 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bû
16:26 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:18 Mezlûm Ebdî li gel şandeyeke DYA û NY'yê civiya
15:36 Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn: Em ê tu carî ji bîr nekin
15:22 Derbarê parlamenterên muxalefetê de 9 fezleke hatin amadekirin
15:21 Venêrîniya Cemaweriyê serlêdana ji bo Ozkan red kir
15:05 Ji bo Newroza Mêrsîn û Hatayê destûr hat dayîn
14:52 Temellî: Werin em li qada Newrozê mil bidin milê hev
14:43 ÎHD'ê qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî
14:21 Di dorpêça polîsan de dirûşma ‘Bijî berxwedena zindanan’ berz kirin
14:11 ÎHD'ê çavdêriya xwe ya 8'ê Adarê bi raporekê weşand
13:47 KESK: Jinên binçavkirî tavilê berdin
13:37 Cenazeyê Şîlan Çîçek li Mêrdînê hate definkirin
13:26 Li ser sînorê Dirbêsiyê 2 ciwan hatin kuştin
13:00 Li navenda Şirnexê starta Newrozê hat dayîn
12:36 Li 4 navçeyên Amedê destûra Newrozê hat dayîn
12:27 HDP’ê Kemal Kûrkût bi bîr anî
12:26 Di muzakereyên Rûsya û Ûkraynaye de pêşketin çêbûn
12:09 Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê xwe bêdeng dikin neçarî têkçûnê ne
12:03 Hejmara bersûcên di doza teqîna Pasûrê de zêde bûn
11:39 Li Wanê rojev Newroz e: Wê gel peyamê bide