30 sal in li qadên Newrozê ye

img

AMED - Necîme Yaşarer a beriya 30 salan bi zarokên xwe re tevli pîrozbahiya Newrozê ya ewil bûbû, niha xwe amade dike ku bi nêviyên xwe re tevlî Newrozê bibe. Yaşarer, her kesî vexwend Newrozê û wiha got: “Newroz, yekitî, aştî û hebûna Kurdistanê ye. Divê em biçin Newrozê û ji 7 salî heta 70’ê salî qadan dagirin.”

Necîme Yaşarer a 54 salî ku Newrozê weke “berxwedan” berxwedanê jî weke “jiyan” penase dike, tevî hemû zext û astengiyan 30 sal in li qadên Newrozê ye. Yaşarer, xwe amade dike ku îsal jî bi heman kelecanê tevlî Newroza Amedê ku bi milyonan kes tevli dibin, bibe. 
 
Yaşarer a li Gundê Sersiya yê girêdayî navçeya Pîrana Amedê ji dayik bûye, hêj 16 salî bi darê zorê hatiye zewicandin û 9 zarok anîne ser dinê. Lê ji ber nexweşî û xizaniyê 3 zarokên xwe winda kirine. Yaşarer, pêvajoya beriya zewicînê û zewica di temenê biçûk de wiha vegot: “Di zarokatiya min de tu rojeke me ya xweş nebû. Bavê min nehekî li dayika min dikir. Di wî temenê xwe yê biçûk de min li sewalan dinêrî, ez diçûm pembû û binkolê.” Yaşarer weke jinên kurd ên din ji bilî zexta zilaman nesîbê xwe ji zexta dewletê jî girt. 
 
TUNDIYA DEWLETÊ
 
Yaşarer, di salên 1990’an de bi tundî û heqareta esker û cerdevanên bi ser malên wan de girtin re rûbirû ma. Yaşarer a li ser berdewamkirina zextan koçî navenda Amedê kir, li vir jî bi heman zext û tundiyan re rûbirû ma. Yaşarer, zextên pê re rûbirû ma bi van gotinan anî ziman: “Pirsa îşareta serkeftinê ya ku min li Newrozan kir jî kirin.” Yaşarer piştî sala 2015’an, ji ber hevjînê wê û kurê wê bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” hatin girtin, xwe di rêyên girtîgehan de dît. Yaşarer hêj jî di navbera Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê ku hevjînê wê lê ye û Girtîgeha Dîlokê ya lawê lê ye de diçe û tê.  
 
Yaşarer, li dijî tundî û zexta ku di temenê zarokatiya xwe de pê re rûbirû ma, demeke tenê di qadên 8’ê Adarê û Newrozê bêhnê bigire û daxwazên xwe bîne ziman. Yaşarer, a di çalakiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku beriya çend rojan hat li dar xistin de bi hezaran jinan re azadî qîr kir, bi çar çavan li benda Newroza ku dê di 21’ê Adarê de were pîroz kirinê ye. 
 
‘ÇENTEYÊ DERDAN’ Ê YAŞARERÊ
 
Yaşarer, dazanîn ku wê bi neviyên xwe yên weke wê bi kelecanin re tevlî Newrozê bibe. Yaşarer, çenteyê ku weke “çenteyê derdan” pênase dike yê wêneyên kevin yên Newroz û girtîgehê tê de ne nîşan dan û wiha got: “Ev çente hevrêyê min, hevkarê hemû derd û keyfxweşiyên min e. Dema ez mirim bila deynin ber serê gora min. Tiştên ku bi me kirin li dijî mirovahiyê ne, kes qebûl nake. Dîsa jî em li ser piyên xwe ne.”
 
NEWROZÊN BERÊ XWEŞ BÛN
 
Yaşarer, bi lêv kir ku 30 sal in diçe qadên Newrozê û serpêhatiyên xwe yên beriya niha wiha vegotin: “Ez bi 6 zarokên xwe re tevlî pîrozbahiya Newroza ewil bûm. Xwezî wênegirek hebû ya ku wêneyê wê kêliyê kişandibûya. Zarokekî min di hembêza min de, yek bi pişta min ve, yek di dest min de her sêyên din jî li pey min em diçûn. Ew dem gelek xweş bûn. Êvaran di kolanên taxan de Newroz dihat pîrozkirin. Dahol û zirne dihat, Teker dihatin şewitandin. Me li dora agir govend digerand. Herkes dihat rex hev, me bi hevalên xwe re demekî xweş derbas dikir. Dîsa li Batikentê Newroz çêdibû. Kesekî ku serê wî neşikestî, seqet nemayî nebû. Gelek mirovan di Newrozê de jiyana xwe ji dest dan.”
 
‘NEWROZ YEKITÎ, AŞTÎ Û HEBÛNA KURDISTANÊ YE’
 
Yaşarer, destnîşan kir ku ji ber serpêhatiyên wan ên berê Newroz ji bo wan rojeke gelek bi wate ye û wiha berdewam kir: “Ez ji niha ve kelecan bûme. Neviyên min jî amadekariyên Newrozê dikin. Ez ê îsal bi neviyên xwe re biçim Newrozê. Newroz ji bo min yekitî, aramî, mirovahî û hertişt e. Herkesên ku diçin Newrozê aştiyê dixwazin. Kes ji bo şer naçe. Newroz, yekitî, aştî û hebûna Kurdistanê ye. Heke em îro neçin Newrozê û pîroz nekirn wê demê em hebûna xwe diavêjin aliyekî. Newroz roja gelê Kurdistanê yê bindest e.”
 
‘BILA AMED BIHEJE’
 
Yaşarer, herkes vexwend Newrozê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê em biçin Newrozê. Bila Newroza 2022’yan bibe azadiya hemû girtiyên dîl girtî û bila di vê Newrozê de herkes tişta ku dikeve berê wî/wê bike. Kes bi girtinê û kuştinê xelas nabe. Em dibêjin aştî, aştî û careke din aştî. Her kesê ku ji xwe re dibêje ‘kurd im’ bila dakeve qadan. Bila îsal tiştek çêbibe û Amed biheje. Em dawiyê li van zextan bînin û ji 7 salî heta 70’ê salî qadan dagirin.”
 
MA / Eylem Akdag 
 
 
 

Sernavên din

18/03/2022
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye
16:17 Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak
15:55 Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin
15:47 Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye
15:31 Hunermend Çiya Şenses hat binçavkirin
14:36 Ji dehan partî û saziyên kurd bo Newrozê peyama hevpar
13:38 Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine
13:23 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:53 Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn
12:40 Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
11:55 Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir
11:49 ‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’
11:13 Walîtiyê nehêla ku derheqê polîsên Şenyaşar binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin
11:07 Rahşan Demîrel di rûhê milyonan de dijî
11:06 Li Batmanê kelecana pîrozbahiya Newrozê didome
10:41 Wê gelê Botanê bi rengên xwe bi herike qadên Newrozê
10:31 Qoser ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye
10:26 Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke
10:14 Li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin
10:12 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli Newrozê dibe: Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin
10:12 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
09:52 ‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’
09:09 Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin
09:09 ‘Newroz, dê bibe gava herî xurt a Tifaqa Demokrasiyê'
09:09 Li Cizîrê amadekariyên Newrozê: Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin
09:06 Têkoşîna hevpar dê di Newroza Stenbolê de li hev kom bibe
09:06 'Newroz meşaleya yekitiyê ye'
09:06 Mazlum Dogan: Dê tiştên gelek xweş çêbin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2022'YAN
17/03/2022
22:18 Mûsa Farisogûllari yê HDP'î ji girtîgehê derket
19:00 Li Mêrdînê agirê Newrozê geş bû
18:49 Rêvebira HDP'î Aksû hat berdan
17:10 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Şaredariya Silopiyayê Bazara Keda Jinan vekir
16:43 Girtiyê nexweş Ozkan ku nikaribû bê odeya SEGBÎS'ê nehat berdan
16:28 Li Hezex û Rezanê amadekariyên Newrozê hatin kirin
16:01 Daxwaza keşfê ya di Doza Komkujiya Îzolê de hate redkirin
15:45 ‘Heke edalet hebûya dê dayik ne li vir bûna’
15:30 Federici û Devis ji bo Aysel Tugluk banga azadiyê kirin
15:30 Zaînal Abarakov hat binçavkirin
14:58 Ji Newroza Hezroyê: Heke îro deriyên Îmraliyê bên vekirin dê aştî were
14:53 Bertek nîşanî binçavkirina 23 jinan dan: Tundî lê hatiye kirin
14:37 Banga Doza Geziyê: Berxwedan didome
14:32 Malbatan ji bo azadiya girtiyan li pêşiya edliyeyê bang kirin
14:31 Li Silopiya û Dîlokê amadekariyên Newrozê didomin
13:56 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
13:52 Doza parêzerên Ocalan hat taloqkirin
13:52 Polisan li Mêrsînê bi ser malan de girtin
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
13:13 23 jin bi hêceta meşa 25’ê Mijdarê hatine binçavkirin
13:11 Di doza rojnameger Kurşun de biryara yekkirinê dozê hat dayîn
12:29 Şandeya ingîlîz: Divê Erdogan ji ber sûcên şer were darizandin
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila walî û dozger nebin şirîkê sûc
12:02 Tenê 6 meh ma ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demboriyê
11:54 TEV-DEM: Tirkiyeyê Efrîn veguherand navenda çete û terorê
11:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Dayika Aştiyê Meryem Soylû birî
11:37 AYM dê ji bo serlêdana Semra Guzel bicive
11:34 Parêzer Çakas: Rêveberiyên girtîgehan guh nadin biryarên AYM’ê
11:26 Li Erdîşê bi hezaran kesî xwe da ber tîna agirê Newrozê!
11:06 Partiyên Kurdistanî: Werin Newrozê, dem dema yekitiyê ye
10:48 Newroza ku ji Kadîfekaleyê veguhêzî Gundogduyê
10:47 Banga xwedî derketin û tevlibûna mihrîcana fîlmê kurdî kirin
10:46 Banga ji bo saziyên navnetewî: Tiştên ku tên serê jinên Efrînê bibînin
10:04 Qeyûmê Qoserê navê Parka Mehmet Sîncar guhert!
09:59 Bernameya Duyemîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê
09:37 Wê qada Newrozê bi cil û bergên xwe bixemilînin
09:23 Bangawaziya HDK'ê ya ji bo Newrozê: Dem dema mezinkirina têkoşînê û serkeftinê ye
09:13 Hevdîtina Barzanî-Erdogan: Amadekariya êrişeke topyekûn tê kirin
09:12 'Şahidên nepen' ên bûn sedema girtina bi dehan kesan pûç derketin!
09:11 Şahidê gelek Newrozan: Aştî bi Ocalan pêkan e
09:10 Dîrokzan Bayrak: Newroza îsal dê ne kêmî ya 2013'an be
09:09 Cil û bergên Newrozê amade ne
09:08 Şêniyên Rihayê: Em ê di Newrozê de azadiya Ocalan daxwaz bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2022'YAN
16/03/2022
21:13 Li Dersimê agirê Newrozê gur kirin
21:05 'Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne'
20:12 Li Japonyayê bi pileya 7.3 erdhejek çêbû
17:06 Qurbaniyên komkojiya Helepçe û Beyazitê bi bîr anîn
16:41 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bû
16:26 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:18 Mezlûm Ebdî li gel şandeyeke DYA û NY'yê civiya
15:36 Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn: Em ê tu carî ji bîr nekin
15:22 Derbarê parlamenterên muxalefetê de 9 fezleke hatin amadekirin
15:21 Venêrîniya Cemaweriyê serlêdana ji bo Ozkan red kir
15:05 Ji bo Newroza Mêrsîn û Hatayê destûr hat dayîn
14:52 Temellî: Werin em li qada Newrozê mil bidin milê hev
14:43 ÎHD'ê qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî
14:21 Di dorpêça polîsan de dirûşma ‘Bijî berxwedena zindanan’ berz kirin
14:11 ÎHD'ê çavdêriya xwe ya 8'ê Adarê bi raporekê weşand
13:47 KESK: Jinên binçavkirî tavilê berdin
13:37 Cenazeyê Şîlan Çîçek li Mêrdînê hate definkirin
13:26 Li ser sînorê Dirbêsiyê 2 ciwan hatin kuştin
13:00 Li navenda Şirnexê starta Newrozê hat dayîn
12:36 Li 4 navçeyên Amedê destûra Newrozê hat dayîn
12:27 HDP’ê Kemal Kûrkût bi bîr anî
12:26 Di muzakereyên Rûsya û Ûkraynaye de pêşketin çêbûn
12:09 Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê xwe bêdeng dikin neçarî têkçûnê ne
12:03 Hejmara bersûcên di doza teqîna Pasûrê de zêde bûn
11:39 Li Wanê rojev Newroz e: Wê gel peyamê bide