‘Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me’

img

AGIRÎ - Aynûr Karatay a ku du zarokên wê û hevjînê wê jiyana xwe ji dest dane, 2 zarokên wê di girtîgehê de ne û herî dawî jî cenazeyê keça wê Sitî di nava qûtiyekê de dan wê wiha got: “Ez dayika egîda me, serbilind im û li ser pêya me.”

Aynûr Karatay jineke kurd a 55 salî û 14 zarokên wê hene ye. Çîroka Karatay a di pêvajoya 55 salan de şahidiya hemû cure êrişên dewletê kiriye, weke wêneyê 40 salan a gelê kurd e. Ji 14 zarokên Aynûr Karatay a ji bilî zarokên xwe yên windakirî gelek caran hat binçavkirin, îşkence û mûameleya nebaş lê hat kirin 2 piştî tevli PKK’ê bûn di şer de jiyana xwe ji dest dan. 2 zarokên wê jî hêj di girtîgehê de ne. Karatay a hevjînê wê jî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû, herî dawî cenazeyê keça wê Sitî Karatay (Ezda Avesta) bi qûtiyê dan wê û bi vî awayî careke din hat rojevê. Aynûr Karatay a rûyê herî qirêj ê şerê li dijî kurdan xistin dewrê nas kir, bi gotina “ez dayika egîdan im, serbilind im û li ser pêya me” baweriya xwe ya bi têkoşînê dubare dike. Aynûr Karatay li navçeya Bazîda Agiriyê dijî. 
 
2 ZAROKÊN WÊ Û HEVJÎNÊ WÊ JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Lawê Aynûr Karatay, Vehap Karatay di sala 1996’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li navçeya Bazîdê tê girtin û cezayê hefsê yê muebedê lê hatiye birîn. Vehap Karatay 26 sal in li gelek girtîgehan rastî binpêkirina mafan hat. Piştî vê bûyerê malbata Karatay hema bêje her roj ket hedefa dewletê. Li lawê wê yê din Abdûllah Karatay ê 10 sal in girtiye û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 22 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatiye birîn. 
 
Piştî van girtinan kurê Karatay ê din Emrah jî di sala 2010’an de tevli PKK’ê dibe û di sala 2017’an de di şerekî li navenda Bazîdê de jiyana xwe ji dest dide. Keça wê Sitî Karatay jî di sala 2013’an de tevli PKK’ê dibe û di sala 2016’an de di şerekî li navçeya Şemzînana Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dide. Tiştên ku hatine serê Karatay bi van bisînor neman. Hevjînê Karatay, Bûrhan Karatay ê di sala 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê hat girtin jî di sala 2018’an de li Girtîgeha Gîresûnê ya Tîpa E'yê ku lê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da. Bûrhan Karatay (67) qeyrana dil derbas dike û jiyana xwe ji dest daye. Tevî nexweşiyên wî jî rêveberiya girtîgehê tu daxwazname berçav negirtin û Karatay terkî mirinê kir. 
 
Aynûr Karatay ku herî dawî bi şandina cenazeyê keça wê Sitî Karatay ê bi qûtiyê hat şandin hat rojevê tiştên hatine serê wê û têkoşîna xwe ji ajansa me re vegot. 
 
‘EZ DAYIKA EGÎDA ME’
 
Karatay, diyar kir ku tevî hemû serpêhatiyên xwe jî bi zarokên xwe serbilind e û bi gotina “Ez dayika egîd a me, serbilind im” bersiva dayîna cenazeyê keça xwe ya bi qûtiyê da. 
 
Karatay, anî ziman ku ji aliyekî ve xemgîn e ji aliyekî ve jî keyfxweş e ku hestiyên keça xwe wergirtin û bi lêv kir ku wê dest ji berxwedanê bernede. 
 
Karatay, kurteya tiştên ku jiyan wiha vegotin: “Kurê min Vehap Karatay di sala 1996’an de bi hêceta “endamtiya rêxistinê” hat girtin û bi rojan hat îşkencekirin. Di encama darizandinê de cezayê hefsê yê muebbetê lê hat birîn. 26 sal in di girtîgehê de ye. Niha li Girtîgeha Tîpa F a Wanê de tê ragirtin. Piştî vê bûyerê mala me bû hedefa dewletê. Kurê min Emrah ê ev zilm qebûl nekir, di sala 2010’an de tevlî PKK’ê bû û di sala 2017’an de di şerekî navenda Bazîdê de jiyana xwe ji dest da. Kurê min Abdûllah jî bi hêceta xebatên partiyê di sala 2012’an de hat girtin. Hevjînê min Bûrhan jî ji ber xebatên partiye di sala 2016’an de hat girtin û di sala 2018’an de li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Keça min Sitî jî di sala 2013’an de tevlî PKK’ê bû û di 17’ê Cotmeha 2016’an de di şerekî li Şemzînanê de jiyana xwe ji dest da. Piştî 6 salan cenazeyê keça min di nava qûtiyekê de dan min.”
 
‘MIN BI SAYA HEVRÊYÊ XWE BÛRHAN XWE NAS KIR’
 
Karatay, da zanîn ku tevî ku kurt bû jî haya wê ji nasnameya wê ya kurd nebû, saya hevjînê xwe Bûrhan Karatay nasnameya kurdbûna xwe nas kir û wiha got: “Piştî ku em zewicîn li Gundê Çalixê Zato em jiyan. Hevjînê min di partiyên kurd de xebatên siyasî dimeşandin. Lê min partiyên kurd nedizanîn. Min nedizanî ku kurd jî kî ne. Hevjînê min kurd û tekoşîna kurdan bi rojan ji min re vegot. Hevjînê min weke zilamên zordar zext li min nedikir. Ev yek hemû gund jî dizanî. Elbet weke jinekê vê rewşê ez keyfxweş dikirim. Rojekê ez birim avahiya partiya ku kurdan diparêze û ez tevlî xebatan kirim. Êdî me bi hev re xebat dimeşandin. Min bi saya hêvrêyê xwe Bûrhan xwe nas kir. Di vê navberê de zarokên me jî çêbûn û me hewl da zarokên xwe jî bi vê hişmendiyê mezin bikin. Piştî ku em 10 salan li gund jiyan ji ber sedemên aboriyê me mala xwe bar kire navenda Bazîdê.”
 
‘EZ BI ZAROKÊN XWE SERBILIND IM’
 
Karatay, bi lêv kir ku bi zarokên xwe re tevlî xebatên partiye dibû û  wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê zarokên min hêj di temenekî biçûk de bi nirxên xwe mezin bûn. Min jî hevjînê min jî me gelek dixwest wan tevlî têkoşînê bikin. Ji ber vê yekê ez û hevjînê xwe kengî tevlî xebatên partiyê bûna me zarokên xwe jî bi xwe re dibirin. Ji ber ku me dixwest zarokên ku bi kêrî gelê xwe bên mezin bikin. Ez her tim bi zarokên xwe serbilind im. Ji bo ku zarokên min bi kêrî gelê xwe bên ez tu car ji wan re nebûm asteng û piştevaniya biryarên wan kir. Kesekî ku bi kêrî gelê xwe neyê bi kêrî kesê nayê. Me êş kişandin, bedel dan lê em dizanin ku wê gelê me rojekê teqez serbikeve.”
 
TÊKOŞÎNA XWE DIYARÎ DAYIKA XWE KIR
 
Karatay, bal kişand ser kesayeta têkoşer a zarokên xwe Emrah û Sitî yên jiyana xwe ji dest dan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lawê min di taxê de gelek dihat hezkirin. Ji pêvajoya çareseriyê heta roja ku jiyana xwe ji dest da min tu agahî jê negirtin. Keça min Sitî jî tevî temenê wê biçûk bû jî di saetên serê sibê de bi me re radibû û tevlî xebatên partiyê dibû. Me jê re digot ‘hêj zû ye raze’ lê guhdariya me nedikir. Tevî temenê xwe yê biçûk di çalakiyan de li herî pêş cih digirt, kovar belav dikir û di xebatên ciwanan de bi awayekî çalak cih digirt. Sitî 15 salî bû tevlî PKK’ê bû. Şevekê dema ez hatim malê min dît ku cilên xwe yên herî xwe li xwe kirine. Min jê re pirsa ‘çima te ev cil li xwe kirin’kir. Ji min re got ‘sibê roja dayikan e were em hinek bigerin’. Dema ez sibê hişyar bûm Sitî çûbû. Min careke din agahî jê negirt.”
 
‘MIN NE LORAND’
 
Karatay, anî ziman ku tevî ew qas êşan jî kêliyekê jî ji nava têkoşînê cih girtinê poşman nebûye û dayîna cenazeyê keça wê ya bi qûtiyê ya di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de polîtîkayeke bi zanebûne. Karatay, destnîşan kir ku wê ji têkoşîna xwe gavekê jî paş ve neavêje û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi salan bi ser mala me de girtin. Dema zivistanê dihatin bi ser mala me de digirtin bi saetan em li ber sarmayê dihiştin. Min tu car serê xwe netewand û tu car bêhêvî nebûm. Heke ez lorîn im çima ketim nava vî karî? Min ne lorand. Min bi xwe zarokên xwe fêr kirin. Bila malbat bê hêvî nebin û serbilindiya xwe bidomînin.”
 
MA / Hakan Yalçin
 

Sernavên din

18/03/2022
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye
16:17 Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak
15:55 Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin
15:47 Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye
15:31 Hunermend Çiya Şenses hat binçavkirin
14:36 Ji dehan partî û saziyên kurd bo Newrozê peyama hevpar
13:38 Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine
13:23 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:53 Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn
12:40 Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
11:55 Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir
11:49 ‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’
11:13 Walîtiyê nehêla ku derheqê polîsên Şenyaşar binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin
11:07 Rahşan Demîrel di rûhê milyonan de dijî
11:06 Li Batmanê kelecana pîrozbahiya Newrozê didome
10:41 Wê gelê Botanê bi rengên xwe bi herike qadên Newrozê
10:31 Qoser ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye
10:26 Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke
10:14 Li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin
10:12 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli Newrozê dibe: Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin
10:12 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
09:52 ‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’
09:09 Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin
09:09 ‘Newroz, dê bibe gava herî xurt a Tifaqa Demokrasiyê'
09:09 Li Cizîrê amadekariyên Newrozê: Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin
09:06 Têkoşîna hevpar dê di Newroza Stenbolê de li hev kom bibe
09:06 'Newroz meşaleya yekitiyê ye'
09:06 Mazlum Dogan: Dê tiştên gelek xweş çêbin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2022'YAN
17/03/2022
22:18 Mûsa Farisogûllari yê HDP'î ji girtîgehê derket
19:00 Li Mêrdînê agirê Newrozê geş bû
18:49 Rêvebira HDP'î Aksû hat berdan
17:10 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Şaredariya Silopiyayê Bazara Keda Jinan vekir
16:43 Girtiyê nexweş Ozkan ku nikaribû bê odeya SEGBÎS'ê nehat berdan
16:28 Li Hezex û Rezanê amadekariyên Newrozê hatin kirin
16:01 Daxwaza keşfê ya di Doza Komkujiya Îzolê de hate redkirin
15:45 ‘Heke edalet hebûya dê dayik ne li vir bûna’
15:30 Federici û Devis ji bo Aysel Tugluk banga azadiyê kirin
15:30 Zaînal Abarakov hat binçavkirin
14:58 Ji Newroza Hezroyê: Heke îro deriyên Îmraliyê bên vekirin dê aştî were
14:53 Bertek nîşanî binçavkirina 23 jinan dan: Tundî lê hatiye kirin
14:37 Banga Doza Geziyê: Berxwedan didome
14:32 Malbatan ji bo azadiya girtiyan li pêşiya edliyeyê bang kirin
14:31 Li Silopiya û Dîlokê amadekariyên Newrozê didomin
13:56 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
13:52 Doza parêzerên Ocalan hat taloqkirin
13:52 Polisan li Mêrsînê bi ser malan de girtin
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
13:13 23 jin bi hêceta meşa 25’ê Mijdarê hatine binçavkirin
13:11 Di doza rojnameger Kurşun de biryara yekkirinê dozê hat dayîn
12:29 Şandeya ingîlîz: Divê Erdogan ji ber sûcên şer were darizandin
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila walî û dozger nebin şirîkê sûc
12:02 Tenê 6 meh ma ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demboriyê
11:54 TEV-DEM: Tirkiyeyê Efrîn veguherand navenda çete û terorê
11:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Dayika Aştiyê Meryem Soylû birî
11:37 AYM dê ji bo serlêdana Semra Guzel bicive
11:34 Parêzer Çakas: Rêveberiyên girtîgehan guh nadin biryarên AYM’ê
11:26 Li Erdîşê bi hezaran kesî xwe da ber tîna agirê Newrozê!
11:06 Partiyên Kurdistanî: Werin Newrozê, dem dema yekitiyê ye
10:48 Newroza ku ji Kadîfekaleyê veguhêzî Gundogduyê
10:47 Banga xwedî derketin û tevlibûna mihrîcana fîlmê kurdî kirin
10:46 Banga ji bo saziyên navnetewî: Tiştên ku tên serê jinên Efrînê bibînin
10:04 Qeyûmê Qoserê navê Parka Mehmet Sîncar guhert!
09:59 Bernameya Duyemîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê
09:37 Wê qada Newrozê bi cil û bergên xwe bixemilînin
09:23 Bangawaziya HDK'ê ya ji bo Newrozê: Dem dema mezinkirina têkoşînê û serkeftinê ye
09:13 Hevdîtina Barzanî-Erdogan: Amadekariya êrişeke topyekûn tê kirin
09:12 'Şahidên nepen' ên bûn sedema girtina bi dehan kesan pûç derketin!
09:11 Şahidê gelek Newrozan: Aştî bi Ocalan pêkan e
09:10 Dîrokzan Bayrak: Newroza îsal dê ne kêmî ya 2013'an be
09:09 Cil û bergên Newrozê amade ne
09:08 Şêniyên Rihayê: Em ê di Newrozê de azadiya Ocalan daxwaz bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2022'YAN
16/03/2022
21:13 Li Dersimê agirê Newrozê gur kirin
21:05 'Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne'
20:12 Li Japonyayê bi pileya 7.3 erdhejek çêbû
17:06 Qurbaniyên komkojiya Helepçe û Beyazitê bi bîr anîn
16:41 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bû
16:26 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:18 Mezlûm Ebdî li gel şandeyeke DYA û NY'yê civiya
15:36 Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn: Em ê tu carî ji bîr nekin
15:22 Derbarê parlamenterên muxalefetê de 9 fezleke hatin amadekirin
15:21 Venêrîniya Cemaweriyê serlêdana ji bo Ozkan red kir
15:05 Ji bo Newroza Mêrsîn û Hatayê destûr hat dayîn
14:52 Temellî: Werin em li qada Newrozê mil bidin milê hev
14:43 ÎHD'ê qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî
14:21 Di dorpêça polîsan de dirûşma ‘Bijî berxwedena zindanan’ berz kirin
14:11 ÎHD'ê çavdêriya xwe ya 8'ê Adarê bi raporekê weşand
13:47 KESK: Jinên binçavkirî tavilê berdin
13:37 Cenazeyê Şîlan Çîçek li Mêrdînê hate definkirin
13:26 Li ser sînorê Dirbêsiyê 2 ciwan hatin kuştin
13:00 Li navenda Şirnexê starta Newrozê hat dayîn
12:36 Li 4 navçeyên Amedê destûra Newrozê hat dayîn
12:27 HDP’ê Kemal Kûrkût bi bîr anî
12:26 Di muzakereyên Rûsya û Ûkraynaye de pêşketin çêbûn
12:09 Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê xwe bêdeng dikin neçarî têkçûnê ne
12:03 Hejmara bersûcên di doza teqîna Pasûrê de zêde bûn
11:39 Li Wanê rojev Newroz e: Wê gel peyamê bide