Komplo lê hat kirin û dozger jî xwest cezayê muebedê le were birîn!

img

RIHA - Li navçeya Pirsûsê di 2013'an de hatibû îdiakirin ku "çewalek bombeyan" hatiye dîtin. Nivîskar û rojnamevan Mehmet Serhat Polatsoy ku 8 sal in ji ber vê îdiayê tê darizandin got: "Li holê delîlek berbiçav tune ye, tenê sêwirandin e." 

Di 30'yê Nîsana 2013'an de hatibû îdiakirin ku li ser rêya gundê Şevranê yê navçeya Pirsûs a Rihayê "çewalek bombeyan" hatiye dîtin û nivîskar-rojnamevan Mehmet Serhat Polatsoy 8 sal in ji ber vê îdiayê tê darizandin. Di îdianameya hatiye amadekirin de hatiye xwestin ku carekê cezayê muebedê û bi giştî 96 sal cezayê girtîgehê li Polatsoy bê birîn. 
 
Ji ber vê îdiayê Polatsoy û 5 kesên din di 28'ê Gulana 2013'an bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "peydakirina madeyên teqemeniyê û ji rêxistinê re peydakirina muhîmatan" hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin. Paşê her 6 kes hatibûn berdan. 
 
Di îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Polatsoy û 5 kesên din de amade kiriye hatiye gotin ku "ev operasyon li Tirkiyeyê yekem operasyon e û diyarî TEM'a Rihayê ye." Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku operasyon li ser "îxbarekê" hatiye kirin û hatiye gotin ku "Madeyên teqemeniyê di 30'yê Nîsana 2013'an de ji aliyê peywirdarên midûriyeta polîsan ve ji cihê lê hatine binaxkirin hatine derxistin. Di 2'yê Gulana 2013'an de li şûna wan amûrine bi heman şikilî bi amûrên sinyaldayînê hatine bicihkirin." 
 
Di îdianameyê de yek jê winda 3 şahidên "nepen" li ser Polatsoy îfade dane. Her wiha qaçaxçiyê ku çewal dane Polatsoy û jê re gotine "kartonên cixareyan e" jî hê nedatiye dîtin. Di îdianameyê de şahidê bi kodnav "Abûzer" di danişîna ewil a li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan Rihayê navê xwe yê bera eşkere kiribû. Şahid A.O, di danişînê de gotibû, "Ev îfade ne yên min in. Polîsan ji ber xwe ve ev tişt nivîsandine. Gef li min xwarin. Kaxezek dan ber min û gotin îmze bike. Ev ne gotinên min in." A.O., di îfadeya xwe de diyar kiriye ku polîsan xwestiye vê bûyerê têxin stuyê Polatsoy û ya hatiye kirin "komplo" ye.
 
Di danişîna 31'ê ya dozê de mdozger bi îdiayên "endamtiya rêxistinê", "peydakirina madeyên talûke" û "propagandaya rêxistinê" xwest carekê cezayê muebedê û bi giştî 96 sal ceza li Polatsoy bê birîn. 
 
Dadgehê ji bo biryarê û parastinê dosyeyê taloqî 17'ê Gulana 2022'yan kir. 
 
WEKÎ ROMANÊN ‘SHERLOCK HOLMES’
 
Polatsoy, destnîşan kir ku tiştên hatine serê wî ne kêmî romanên Sherlock Holmes ên nivîskar Sir Arthur Conan Doyle ne. Polatsoy, diyar kir ku di bûyerê de çewaline hatine "manîpulekirin" hene. Polatsoy, bilêv kir ku heya 2013'an jî li Pirsûsê "bazirganiya sînor" dihat kirin û "qaçaxçîtiya cixareyan" berbelav bûye û wê demê ji ber ku rewşa wî ya aborî enbaş bûye wî jî biryar daye ku vî karî bike. Polatsoy, anî ziman ku qaçaxçiyek ev ka rpêşniyazî wî kiriye û got: "Rojekê peyamek hat telefona ku qaçaxçî dabû min. Piştî vê peyamê ez çûm gundê Gûgik ê Pirsûsê. Min 3 çewalên araq û cixare tê de wergirtin û min danî xaniyekî vala yê xizmekî xwe. 10 roj bi şûn de ji bo wan bifiroşim 2 xwendekarên zanîngehê, em çûm cihê ku min çewal lê danîbûn. Gava me çewal vekirin me dît ji dêvla cixareyan macûnan caman û çend têl hene. Ji ber vê ez çûm navenda Pirsûsê cem qaçaxçî. Li qada Pirsûsê min dît polîs birayê min binçav dikin. Ji bo meseleyê hîn bibim ez çûmc em wan. Gava ez nêzî wan bûm yekî ji wan got, 'vî jî bibin.'" 
 
KOMPLO
 
Polatsoy, diyar kir ku li nava Pirsûsê hatibûn binçavkirin lê çapemeniya alîgir nûçeyên wekî "Li Pirsûsê 2 terorîst li gundekî tevî çewalên bombeyan hatin zevtkirin" serwîs kirine. Polatsoy, anî ziman ku di îdianameyê de nivîsa wî ya bi sernavê “Gülen Cemaatinin Kirli Planları" jî hebûye û got: "Sala 2013'an sala destpêka 'Pêvajoya Çareseriyê' bû. Di destpêka pêvajoyê de, ji bo pêvajo bê berterefkirin gelek bûyerên bi vî rengî rû dabûn. Wê demê polîs ji bo li Pirsûsê HUDA-PAR û BDP'ê bera hev bidin lis er dîwaran nivîs jî nivîsîbûn û wê demê nûçeyên wekî 'li pirsûsê provakasyonên polîsan' hatibûn çêkirin. Gava me ev tişt hemû anîn cem hev du, me fêm kir em ketine nav komployekê. Îdia kiribûn ku di hundirê wan çewalên cixareyan de 'bombe' hebûne, lê macûna caman di wan de bû." 
 
‘NATIRSIM'
 
Polatsoy di dawiya axaftina xwe de got: "Ev operasyon hê jî li Tirkiyeyê yekem operasyon e. Û ez 8 sal in têm darizandin. Derbarê min de gelek tiştên wisa pûç çêkirin. Bi hinceta 'Dixwaze hilbijartinên 1'ê Mijdarê di nava xwînêd e bihêle' hatim binçavkirin. Ji ber parvekirinaeka li se rmedyaya sanal a derbarê teqîna li Enqereyê de ku min tiştek wisa parve nekiribû hatim binçavkirin. Ji ber nivîsên xwe gelek caran hatim binçavkirin. Dozger di mutalaaya xwe de dixwaze cezayê muebedê û nêzî 100 sal ceza li min bê birîn. Li holê delîleke berbiçav tune ye. Ev tenê sêwirandin e. Bombe filan bêvan tune ye. Rojek bi şûn de rojnameya Zamanê bi manşeta 'Dê Enqereyê di nava xwînê de bihiştana' derketibû. Yanî li holê 'komployek' heye. Ev lêgerîneke li dijî 'pêvajoya çareseriyê' bû. Li Rihayê pergaleke hiqûqê ya cuda heye. Ez nivîskarek im, qunciknivîsan dinivîsim. Ez doza edaletê dikim. Hibra pênûsa me hinekan nerihet dike. Dê ji niha û pê ve jî nerihet bike. Ez ji bo heqîqetê têdikoşim û natirsim." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

18/03/2022
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye
16:17 Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak
15:55 Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin
15:47 Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye
15:31 Hunermend Çiya Şenses hat binçavkirin
14:36 Ji dehan partî û saziyên kurd bo Newrozê peyama hevpar
13:38 Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine
13:23 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:53 Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn
12:40 Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
11:55 Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir
11:49 ‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’
11:13 Walîtiyê nehêla ku derheqê polîsên Şenyaşar binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin
11:07 Rahşan Demîrel di rûhê milyonan de dijî
11:06 Li Batmanê kelecana pîrozbahiya Newrozê didome
10:41 Wê gelê Botanê bi rengên xwe bi herike qadên Newrozê
10:31 Qoser ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye
10:26 Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke
10:14 Li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin
10:12 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli Newrozê dibe: Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin
10:12 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
09:52 ‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’
09:09 Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin
09:09 ‘Newroz, dê bibe gava herî xurt a Tifaqa Demokrasiyê'
09:09 Li Cizîrê amadekariyên Newrozê: Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin
09:06 Têkoşîna hevpar dê di Newroza Stenbolê de li hev kom bibe
09:06 'Newroz meşaleya yekitiyê ye'
09:06 Mazlum Dogan: Dê tiştên gelek xweş çêbin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2022'YAN
17/03/2022
22:18 Mûsa Farisogûllari yê HDP'î ji girtîgehê derket
19:00 Li Mêrdînê agirê Newrozê geş bû
18:49 Rêvebira HDP'î Aksû hat berdan
17:10 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Şaredariya Silopiyayê Bazara Keda Jinan vekir
16:43 Girtiyê nexweş Ozkan ku nikaribû bê odeya SEGBÎS'ê nehat berdan
16:28 Li Hezex û Rezanê amadekariyên Newrozê hatin kirin
16:01 Daxwaza keşfê ya di Doza Komkujiya Îzolê de hate redkirin
15:45 ‘Heke edalet hebûya dê dayik ne li vir bûna’
15:30 Federici û Devis ji bo Aysel Tugluk banga azadiyê kirin
15:30 Zaînal Abarakov hat binçavkirin
14:58 Ji Newroza Hezroyê: Heke îro deriyên Îmraliyê bên vekirin dê aştî were
14:53 Bertek nîşanî binçavkirina 23 jinan dan: Tundî lê hatiye kirin
14:37 Banga Doza Geziyê: Berxwedan didome
14:32 Malbatan ji bo azadiya girtiyan li pêşiya edliyeyê bang kirin
14:31 Li Silopiya û Dîlokê amadekariyên Newrozê didomin
13:56 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
13:52 Doza parêzerên Ocalan hat taloqkirin
13:52 Polisan li Mêrsînê bi ser malan de girtin
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
13:13 23 jin bi hêceta meşa 25’ê Mijdarê hatine binçavkirin
13:11 Di doza rojnameger Kurşun de biryara yekkirinê dozê hat dayîn
12:29 Şandeya ingîlîz: Divê Erdogan ji ber sûcên şer were darizandin
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila walî û dozger nebin şirîkê sûc
12:02 Tenê 6 meh ma ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demboriyê
11:54 TEV-DEM: Tirkiyeyê Efrîn veguherand navenda çete û terorê
11:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Dayika Aştiyê Meryem Soylû birî
11:37 AYM dê ji bo serlêdana Semra Guzel bicive
11:34 Parêzer Çakas: Rêveberiyên girtîgehan guh nadin biryarên AYM’ê
11:26 Li Erdîşê bi hezaran kesî xwe da ber tîna agirê Newrozê!
11:06 Partiyên Kurdistanî: Werin Newrozê, dem dema yekitiyê ye
10:48 Newroza ku ji Kadîfekaleyê veguhêzî Gundogduyê
10:47 Banga xwedî derketin û tevlibûna mihrîcana fîlmê kurdî kirin
10:46 Banga ji bo saziyên navnetewî: Tiştên ku tên serê jinên Efrînê bibînin
10:04 Qeyûmê Qoserê navê Parka Mehmet Sîncar guhert!
09:59 Bernameya Duyemîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê
09:37 Wê qada Newrozê bi cil û bergên xwe bixemilînin
09:23 Bangawaziya HDK'ê ya ji bo Newrozê: Dem dema mezinkirina têkoşînê û serkeftinê ye
09:13 Hevdîtina Barzanî-Erdogan: Amadekariya êrişeke topyekûn tê kirin
09:12 'Şahidên nepen' ên bûn sedema girtina bi dehan kesan pûç derketin!
09:11 Şahidê gelek Newrozan: Aştî bi Ocalan pêkan e
09:10 Dîrokzan Bayrak: Newroza îsal dê ne kêmî ya 2013'an be
09:09 Cil û bergên Newrozê amade ne
09:08 Şêniyên Rihayê: Em ê di Newrozê de azadiya Ocalan daxwaz bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2022'YAN
16/03/2022
21:13 Li Dersimê agirê Newrozê gur kirin
21:05 'Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne'
20:12 Li Japonyayê bi pileya 7.3 erdhejek çêbû
17:06 Qurbaniyên komkojiya Helepçe û Beyazitê bi bîr anîn
16:41 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bû
16:26 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:18 Mezlûm Ebdî li gel şandeyeke DYA û NY'yê civiya
15:36 Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn: Em ê tu carî ji bîr nekin
15:22 Derbarê parlamenterên muxalefetê de 9 fezleke hatin amadekirin
15:21 Venêrîniya Cemaweriyê serlêdana ji bo Ozkan red kir
15:05 Ji bo Newroza Mêrsîn û Hatayê destûr hat dayîn
14:52 Temellî: Werin em li qada Newrozê mil bidin milê hev
14:43 ÎHD'ê qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî
14:21 Di dorpêça polîsan de dirûşma ‘Bijî berxwedena zindanan’ berz kirin
14:11 ÎHD'ê çavdêriya xwe ya 8'ê Adarê bi raporekê weşand
13:47 KESK: Jinên binçavkirî tavilê berdin
13:37 Cenazeyê Şîlan Çîçek li Mêrdînê hate definkirin
13:26 Li ser sînorê Dirbêsiyê 2 ciwan hatin kuştin
13:00 Li navenda Şirnexê starta Newrozê hat dayîn
12:36 Li 4 navçeyên Amedê destûra Newrozê hat dayîn
12:27 HDP’ê Kemal Kûrkût bi bîr anî
12:26 Di muzakereyên Rûsya û Ûkraynaye de pêşketin çêbûn
12:09 Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê xwe bêdeng dikin neçarî têkçûnê ne
12:03 Hejmara bersûcên di doza teqîna Pasûrê de zêde bûn
11:39 Li Wanê rojev Newroz e: Wê gel peyamê bide