Çelebî: Di doza Kûrkût de ji polîsan re gotin ‘serbest bin, em we diparêzin’

img
AMED - Parêzer Serdar Çelebî, bertek nîşanî biryara Dadgeha Îstînafê ku îdia dike Kemal Kûrkût “di çarçoveya qanûnî de” hatiye kuştin da û wiha got: “Biryara beraetê jî kêm hat dîtin. Bi biryarê ji polîsan re gotin, 'Ey polîsno serbest bin, em we diparêzin'.”
 
Di Newroza 2017'an a Amedê de polîsan xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê 23 salî ku xwestibû tevli pîrozbahiyên Newrozê bibe di ketina qadê de kuştibûn. Di doza têkildarî kuştina Kûrkût hatiye vekirin de biryara beraetê ya derbarê polîs Yakûp Şenocak de hatibû dayîn hat xerakirin. 1’emîn Daireya Cezayê Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê, têkildarî biryara ji aliyê 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hatiye dayîn, îdia kir ku di kuştina Kûrkût de polîsê bersûc bi tu awayî nikare were sûcdarkirin. Di biryara 1’emîn Daireya Cezayê Dadgehê de hat diyarkirin ku Kûrkût “di çarçoveya qanûnan de” hatiye kuştin û hat xwestin biryara ku polîsê bersûc neyê cezakirin bê dayîn. 
 
 
‘RÊYA KUŞTINAN HAT VEKIRIN’
 
Parêzerê malbata Kûrkût Serdar Çelebî biryara Dadgeha Îstînafê nirxand. Çelebî, bi bîr xist ku Kûrkût li cihekî ku bi sedan polîs lê hebûn û îhtîmala girtina wî hebû de hat kuştin û wiha got: “Dadgehê tevî delîlan bi hêceta “têrnekirina delîlan” polîsê bersûc beraet kir. Îstînaf berî ku qala vê biryarê bike, biryara beraetê jî netêr dît. Got ku polîs karekî qanûnî kir û rêya bûyerên kuştinê yên ji niha û pê ve qewimin vekirin.”
 
DADGEHÊ BERAET ZÊDE DÎT
 
Çelebî, bi lêv kir ku li bajarên bakurê Kurdistanê gelek binpêkirinên mafan diqewimin û wiha berdewam kir: “Ev yek ji ber lêpirsîneke bi bandor nayê kirin çêdibin. Polîsên faîl jî zêdetir tên parastin. Tişta ku îstînafê kir jî ev e. Biryara beraetê jî netêr dît. Esas bi awayekî teknîkî biryara beraetê, biryareke ji ceza nedayînê bilindtir e. Ev biryarên wisa destê polîsan bi hêz dikin. Ev biryar biryareke ku di bûyerên kuştinan de polîs neyên darizandin. Ev biryar rê li ber bûyerên wisa vedike. Dadgeha Îstînafê bi vê biryarê ji polîsan re got ‘Ey polîsno ji niha û şun de ji tiştên hûn dikin re serbest bin, em we diparêzin'.”
 
‘DIVÊ FAÎL BÊ TESPÎTKIRIN’
 
Çelebî, bi lêv kir ku Dadgeha Îstînafê bêyî bûyer çawa pêk hatiye tespît bike biryareke wisa daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxwazên me yên têkildarî tespîtkirina sûc hatin paşguhkirin. Bêyî ku faîl diyar bikin, sedemê li gorî hiqûqekê avakirin. Ji xwe li gorî îstînîfê faîl kî ye ne gelek girîng e. Polîs in an na? Dibe ku kesekî tevlî Newrozê jî bûye piştî hefteyekê an du salan derkeve bêje ‘min ev tişt kiriye’. Ewil kê bûyer pêk aniye tê tespîtkirin, pişt re di çarçoveya qanûnan de an di çarçoveyê de ye tê niqaşkirin. Di vê rewşê de divê ewil faîl were tespîtkirin. Îstînafê têkildarî tespîtkirina faîl de nirxandinek nekir. Ji bo ku bûyer li gor hiqûqê be divê ewil faîl were tespîtkirin. Ev biryar hewldana parastina polîsan e. Ji ber wê yekê ne gengaze ku mirov bêje ev biryar li gor hiqûqê an jî li gor Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye.”
 
WÊ ÎTÎRAZÎ BIRYARÊ BÊ KIRIN
 
Çelebî, bal kişand ku ji roja Kûrkût hatiye kuştin ve hewl tê dayîn li ser cînayetê were girtin û got: “Piştî bûyerê Walitiya Amedê daxuyaniya “bombeya zindî” belav kir. Lê piştî wêne derketin holê ku bûyer ne wisa ye. Heke wêne nebûna wê bi daxuyaniya walitiyê ser bûyerê bê girtin. Piştî ku ew wêne derketin holê me ev dît. Kemal Kûrkût zirar neda tu kesê, zirar neda polîsan. Nekete nava hewldaneke wisa. Îfadeyên bi dehan polîsan jî yên bi vî awayî hebûn. Ne hiqûqî ye ku mirov bêje ciwanekî kêr di destê wî de bû divê were kuştin.”
 
Çelebî, diyar kir ku bi biryara dawî rê li ber qewimîna bûyerên bi heman rengî vekirin û ji polîs û eskeran re ev tişt hat gotin: “Hûn dikarin bê şik û guman di çalakiyên wisa de çekê bikar bînin.” Çelebî, da zanîn ku wê îtîrazî biryarê bikin û hêvî dikin ku dadgeh faîl derxînin holê û cezayê pewîst lê bibirin. 
 

Sernavên din

18/03/2022
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye
16:17 Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak
15:55 Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin
15:47 Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye
15:31 Hunermend Çiya Şenses hat binçavkirin
14:36 Ji dehan partî û saziyên kurd bo Newrozê peyama hevpar
13:38 Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine
13:23 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:53 Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn
12:40 Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
11:55 Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir
11:49 ‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’
11:13 Walîtiyê nehêla ku derheqê polîsên Şenyaşar binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin
11:07 Rahşan Demîrel di rûhê milyonan de dijî
11:06 Li Batmanê kelecana pîrozbahiya Newrozê didome
10:41 Wê gelê Botanê bi rengên xwe bi herike qadên Newrozê
10:31 Qoser ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye
10:26 Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke
10:14 Li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin
10:12 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli Newrozê dibe: Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin
10:12 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
09:52 ‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’
09:09 Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin
09:09 ‘Newroz, dê bibe gava herî xurt a Tifaqa Demokrasiyê'
09:09 Li Cizîrê amadekariyên Newrozê: Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin
09:06 Têkoşîna hevpar dê di Newroza Stenbolê de li hev kom bibe
09:06 'Newroz meşaleya yekitiyê ye'
09:06 Mazlum Dogan: Dê tiştên gelek xweş çêbin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2022'YAN
17/03/2022
22:18 Mûsa Farisogûllari yê HDP'î ji girtîgehê derket
19:00 Li Mêrdînê agirê Newrozê geş bû
18:49 Rêvebira HDP'î Aksû hat berdan
17:10 Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Şaredariya Silopiyayê Bazara Keda Jinan vekir
16:43 Girtiyê nexweş Ozkan ku nikaribû bê odeya SEGBÎS'ê nehat berdan
16:28 Li Hezex û Rezanê amadekariyên Newrozê hatin kirin
16:01 Daxwaza keşfê ya di Doza Komkujiya Îzolê de hate redkirin
15:45 ‘Heke edalet hebûya dê dayik ne li vir bûna’
15:30 Federici û Devis ji bo Aysel Tugluk banga azadiyê kirin
15:30 Zaînal Abarakov hat binçavkirin
14:58 Ji Newroza Hezroyê: Heke îro deriyên Îmraliyê bên vekirin dê aştî were
14:53 Bertek nîşanî binçavkirina 23 jinan dan: Tundî lê hatiye kirin
14:37 Banga Doza Geziyê: Berxwedan didome
14:32 Malbatan ji bo azadiya girtiyan li pêşiya edliyeyê bang kirin
14:31 Li Silopiya û Dîlokê amadekariyên Newrozê didomin
13:56 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
13:52 Doza parêzerên Ocalan hat taloqkirin
13:52 Polisan li Mêrsînê bi ser malan de girtin
13:19 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir
13:13 23 jin bi hêceta meşa 25’ê Mijdarê hatine binçavkirin
13:11 Di doza rojnameger Kurşun de biryara yekkirinê dozê hat dayîn
12:29 Şandeya ingîlîz: Divê Erdogan ji ber sûcên şer were darizandin
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila walî û dozger nebin şirîkê sûc
12:02 Tenê 6 meh ma ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demboriyê
11:54 TEV-DEM: Tirkiyeyê Efrîn veguherand navenda çete û terorê
11:43 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Dayika Aştiyê Meryem Soylû birî
11:37 AYM dê ji bo serlêdana Semra Guzel bicive
11:34 Parêzer Çakas: Rêveberiyên girtîgehan guh nadin biryarên AYM’ê
11:26 Li Erdîşê bi hezaran kesî xwe da ber tîna agirê Newrozê!
11:06 Partiyên Kurdistanî: Werin Newrozê, dem dema yekitiyê ye
10:48 Newroza ku ji Kadîfekaleyê veguhêzî Gundogduyê
10:47 Banga xwedî derketin û tevlibûna mihrîcana fîlmê kurdî kirin
10:46 Banga ji bo saziyên navnetewî: Tiştên ku tên serê jinên Efrînê bibînin
10:04 Qeyûmê Qoserê navê Parka Mehmet Sîncar guhert!
09:59 Bernameya Duyemîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê
09:37 Wê qada Newrozê bi cil û bergên xwe bixemilînin
09:23 Bangawaziya HDK'ê ya ji bo Newrozê: Dem dema mezinkirina têkoşînê û serkeftinê ye
09:13 Hevdîtina Barzanî-Erdogan: Amadekariya êrişeke topyekûn tê kirin
09:12 'Şahidên nepen' ên bûn sedema girtina bi dehan kesan pûç derketin!
09:11 Şahidê gelek Newrozan: Aştî bi Ocalan pêkan e
09:10 Dîrokzan Bayrak: Newroza îsal dê ne kêmî ya 2013'an be
09:09 Cil û bergên Newrozê amade ne
09:08 Şêniyên Rihayê: Em ê di Newrozê de azadiya Ocalan daxwaz bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2022'YAN
16/03/2022
21:13 Li Dersimê agirê Newrozê gur kirin
21:05 'Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne'
20:12 Li Japonyayê bi pileya 7.3 erdhejek çêbû
17:06 Qurbaniyên komkojiya Helepçe û Beyazitê bi bîr anîn
16:41 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bû
16:26 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:18 Mezlûm Ebdî li gel şandeyeke DYA û NY'yê civiya
15:36 Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn: Em ê tu carî ji bîr nekin
15:22 Derbarê parlamenterên muxalefetê de 9 fezleke hatin amadekirin
15:21 Venêrîniya Cemaweriyê serlêdana ji bo Ozkan red kir
15:05 Ji bo Newroza Mêrsîn û Hatayê destûr hat dayîn
14:52 Temellî: Werin em li qada Newrozê mil bidin milê hev
14:43 ÎHD'ê qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî
14:21 Di dorpêça polîsan de dirûşma ‘Bijî berxwedena zindanan’ berz kirin
14:11 ÎHD'ê çavdêriya xwe ya 8'ê Adarê bi raporekê weşand
13:47 KESK: Jinên binçavkirî tavilê berdin
13:37 Cenazeyê Şîlan Çîçek li Mêrdînê hate definkirin
13:26 Li ser sînorê Dirbêsiyê 2 ciwan hatin kuştin
13:00 Li navenda Şirnexê starta Newrozê hat dayîn
12:36 Li 4 navçeyên Amedê destûra Newrozê hat dayîn
12:27 HDP’ê Kemal Kûrkût bi bîr anî
12:26 Di muzakereyên Rûsya û Ûkraynaye de pêşketin çêbûn
12:09 Malbata Şenyaşar: Kesên li dijî zilmê xwe bêdeng dikin neçarî têkçûnê ne
12:03 Hejmara bersûcên di doza teqîna Pasûrê de zêde bûn
11:39 Li Wanê rojev Newroz e: Wê gel peyamê bide