Encu ji bo 'Newroza hesabpirsînê' bang kir: Em bi milyonan berê xwe bidin Yenîkapiyê

img

STENBOL - Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu, destnîşan kir ku dê Newroza 2022'yan bibe dengê li dijî tecrîda Îmraliyê û wê li dijî polîtîkayên şer bibe Newroza "hesabpirsînê." 

Îsal wê Newroza Stenbolê di 20'ê Adarê de bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" li Yenîkapiyê bê pîrozkirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê û rêxistinên partiyê yên navçeyan bênavber xebatên xwe yên di vî warî de didomînin. 
 
Tê payin ku bi sedhezaran kes tevli pîrozbahiya Newroza Stenbolê bibin. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu, destnîşan kir ku dê Newroza îsal bibe "Newroza hesabpirsînê." 
 
NEWROZA HESABPIRSÎNÊ
 
Encu, anî ziman ku dê Newroza 2022'yan di pêvaoyeke ku daxwazêên xwe yên guherîn û veguherînê bi awayekî berz bînin ziman de bê pîrozkirin û got: "Divê Newrozê wekî fînalekê bê dîtin li dijî hemû polîtîkayên şer, çewisandin û êrişparêz ên AKP'ê. Yanî em dikarin wekî dengê herî bilind ê îtiraza li ber polîtîkayên şer ên AKP'ê bihesibînin. Lewma Newroz ji bo me û gelan girîng e û Newroza hesabpirsînê ye." 
 
BI MILYONAN KES
 
Encu, diyar kir ku bi awayekî baldar amadekariyên Newrozê dikin û got: "Me hevdîtin bi hemû pêkhateyan û saziyên demokratîk re kir û plansaziya xwe kir. Me bernameyên xw eçêkirin ku divê Newroz çawa bê pîrozkirin û çawa bê birêxistinkirin. Hema bibêje em hatin dawiya hemû plansaziyên xwe. Dê li çar hawirdorên Stenbolê ji bo Newrozê çalakiyên bicoş bên lidarxistin. Di 20'ê Adarê de jî em hewl didin bi milyonan kes ber bi qada Newrozê ve biherikin. Gava em li hemû kongreyên xwe û herî dawî jî li 8'ê Adarê mêze bikin, em wisa texmîn dikin ku dê ew coş qada mîtîngê ya YEnîkapiyê tije bike. Armanca me bi milyonan kes ber bi qada Yenîkapiyê ve biherikin." 
 
NEWROZA AZADIYÊ
 
Encu, destnîşan kir ku dê Newroza 2022'yan li dijî polîtîkayên qeyûman, êrişên li ser ziman û stranên kurdî û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibe îtiraza herî bilind û got: "Dê qada Newrozê li dijî kesên dixwazin HDP'ê derî siyaseta demokratîk bihêlin bibe degê herî bilind ê liberrarbûnê." 
 
Encu, bilêv kir ku dê di vê Newrozê de daxwazên gel ên bingehîn û azadî bê bilêvkirin. 
 
‘DENGÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ'
 
Encu, diyar kir ku Newroza 2022'yan ewilî dê bibe dengê herî bilind ê li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û got: "Dê bibe Newrozeke bilindkirina dengê ji bo daxwaz û azadiya girtiyên nexweş û tecrîda li ser civakê. Lewma divê her kes di 20'ê Adarê de li qada Yenîkapiyê be." 
 
Encu, di dawiya axaftina xwe de bang li jinan, dayikan û tevahiya gel kir ku bi rengû dengê xwe li qada Newrozê bin. 
 
MA/ Ferhat Çelîk

Sernavên din

20/03/2022
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn
13:31 Li Dêrsimê tevî barîna berfê jî Newroz tê pîrozkirin
13:06 Xelkê Panosê guh neda berf û sermayê û agirê Newrozê vêxist
12:19 Lîsa Çalan hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin
12:19 Li şûna bijîşkan gardiyan li girtiyê bi covîdê ketî nihêrt!
12:06 Li 7 navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:05 Newroza Îdirê bi rengê jinan dest pê kir
11:05 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:04 Gelê Amedê ji bo Newrozê amade ye
10:51 John Kusack jî piştgirî da kampanya azadiya Nûdem Dûrak
10:41 Ocalan: Newroz meşa azadî û serkeftinê ya kurdan e
10:40 Gardiyanan ji jinan re got: Em rehetiyê nadin we
10:34 Turkdogan: Li gorî hiqûqê divê Ozkan were berdan
10:32 Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 'heqaretê' hat vekirin
10:07 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
09:20 Bi wêneyan 20 Newrozên Amedê
09:15 Bangawaziya ji bo Newroza Stenbolê: Em li Yenîkapiyê li benda milyonan e
09:14 Nûnerên sendîkayan: Ji bo azadiyê ber bi qadên Newrozê ve
09:07 Ji bo bîranîna 33 rêwiyên xeyalan Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê ava kirin
09:06 Dema ku telefon lê dide ditirse ku tiştek hatiye serê bavê wê
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2022'YAN
18/03/2022
22:31 NY: Li Ûkraynayê herî kêm 816 sivîl jiyana xwe ji dest dane
20:22 Jinan li quntarên Çiyaboza agirê Newrozê vêxistin
20:17 7 jin hatin girtin
17:42 Partiyên siyasî serdana Nobeda Edaletê kirin
17:10 Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin
16:50 Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye
16:17 Lîstikvan Peake piştgirî da hunermend Nûdem Dûrak
15:55 Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin
15:47 Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye
15:31 Hunermend Çiya Şenses hat binçavkirin
14:36 Ji dehan partî û saziyên kurd bo Newrozê peyama hevpar
13:38 Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine
13:23 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:53 Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn
12:40 Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin
11:55 Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir
11:49 ‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’
11:13 Walîtiyê nehêla ku derheqê polîsên Şenyaşar binçavkirin de lêpirsîn bê vekirin
11:07 Rahşan Demîrel di rûhê milyonan de dijî
11:06 Li Batmanê kelecana pîrozbahiya Newrozê didome
10:41 Wê gelê Botanê bi rengên xwe bi herike qadên Newrozê
10:31 Qoser ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye
10:26 Ahmet Turk ji bo Newrozê bang kir: Tevlibûn erk û berpirsyariyeke
10:14 Li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin
10:12 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli Newrozê dibe: Em mecbûr in agirê Newrozê vêxin
10:12 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
09:52 ‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’
09:09 Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin
09:09 ‘Newroz, dê bibe gava herî xurt a Tifaqa Demokrasiyê'
09:09 Li Cizîrê amadekariyên Newrozê: Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin