Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Semsûr û navçeya Elbistan a Mereşê bi hezaran kes bi coşeke mezin daketin qadên Newrozê û peyama berxwedanê dan. 
 
Li Semsûr û navçeya Elbistan a Mereşê cejna Newrozê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. 
 
SEMSÛR 
 
Ji bo Newroza îsal ku bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye” hat pîrozkirin, li Semsûrê bi hezaran kes li Qada Newrozê ya li taxa Mîmar Sînan hatin ba hev. Rêyên ber bi Qada Newrozê ve diçûn ji hatin û çûna wesayîtan hatibûn girtin û welatî hêj di saetên zû yên serê sibehê de ber bi qadê ve çûn. Li qada Newrozê pankarta ku wêneyê Kemal Kurkut li ser û bi nivîsa “Kawayê Hemdem Kemal Kurt nemir e” hatibû daliqandin. Polîsên ku di ketina qadê de noqteya kontrolê danîbûn, bi hinceta ku peyva “Kawayê Hemdem” re qala Mazlum Dogan tê kirin, gotin ku dê destûrê nedin ev pankart bikeve hundir. Lê tevî hemû astengiyan jî girseyî pankart xist qadê û hilayîst. Welatiyên ku bi saetan beriya destpêkirina pîrozbahiyê hatibûn qadê, xelekên govendê gerandin. Ji 7 salî heta 70’ê salî bi sedan kesan cil û bergên xwe yên kurdî li xwe kiribûn û beşdarî pîrozbahiyê bûn. 
 
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî komîteya amadekar û hevserokên HDP’ê yên bajêr gel silav kir. Agirê Newrozê, di nava çepik û tililiyan de ji hêla jinan ve hate vêxistin. 
 
Parlamentera HDP’ê Hûda Kaya di pîrozbahiyê de axivî û got ku tevî şert û mercên zehmet ên avhewayê jî gelê kurd bi coşeke mezin daket qadan û cejna xwe pîroz kirin. Dema Kaya qala astengiyên di Newrozan de hatine derxistin dikir, girseyê dirûşma “Em ê bi berxwedanê ser kevin” berz kirin. Kaya wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd Newroz, veguherand roja berxwedana li dijî zaliman. Daxwaza me aştî ye û em dixwazin mirovahî bi ser keve. Em dixwazin hemû gel wekhev bin. Em aştî û azadiyê ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê dixwazin. Heke ev daxwaz, daxwaza terorîstan be, wê demê em ê heta dawiyê bibêjin aştî, edalet û wekhevî.” 
 
Endamê MYK’a HDP’ê Tugut Oker jî bal kişand ser polîtîkayên zextê û got ku heke yekitiya xwe ava bikin, wê demê dikarin li dijî tarîtiya heyî têbikoşin û têk bibin. 
 
Piştî axaftinan, hunermend Azad Bedran û Koma Jinawaz derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Girseyê li ber stranan xelekên govendê gerandin. Pîrozbahî bi dirûşm û tililiyan bi dawî bû. 
 
MEREŞ 
 
Ji bo pîrozbahiya Newrozê, li Taxa Cumhuriyet a navçeya Elbistan a Mereşê jî bi sedan kes hatin ba hev. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen, hevserokên bajêr û navçeyan ên HDP’ê û gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Tevî dorpêça polîsan jî, hêj di saetên serê sibehê de qada pîrozbahiyê bi alên HDP’ê hate xemilandin. Polîsan, bi hinceta ku li ser pankarta “Dem dema serkeftinê ye” wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye, nehiştin ku were daliqandin. 
 
Li navçeyê berfeke zêde dibariya lê belê welatiyan guh nedan û ketin qadê. Welatiyan li ber dahol û zirneyê xelekên govendê gerandin. Di pîrozbahiyê de parlamenter Zeynel Ozen di serî de Newroz li hemû gelan pîroz kir û bal kişand ser girtiyên siyasî û got ku ew vê sepanê qebûl nakin. Ozen, qala doza girtina HDP’ê jî kir û destnîşan kir ku ew tenê yek kes jî bimînin, dê berxwedana xwe bidomînin. 
 
Bi xelasbûna axaftinan re agirê Newrozê hate vêxistin. Piştre jî hunermend derketin ser dikê û welatiyan li ber stranên kurdî xelekên govendê gerandin. Li qadê gelek caran dirûşmên “HDP gel e û gel li vir e” û “Bimre faşîzm” hatin berzkirin û welatiyan tililî avêtin. Di dema pîrozbahiyê de berf dibariya lê welatiyan guh nedanê û li rexekî govend gerandin û li rexa din jî xwe li ser agir avêtin. 
 
Pîrozbahî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

23/03/2022
11:56 Muslim: Şerê li Ûkraynayê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike
11:17 Midûr ferman da mamosteyan: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin
11:06 Vîna ku di Newrozê de derketî pêş: Ocalan, rêya xelasiya ji aloziyê ye
09:42 Aydogan ku milê wî hatiye şikandin giliyê Soylu kir
09:06 30 sal in li heman cihî bi 4 darikên şixatê agirê Newrozê hil dike
09:04 Berxwedana 8'ê Adarê veguhest qada Newrozê
09:01 Hiqûqa neteweyî û navneteweyî saleke tu xeberê ji Îmraliyê nagire!
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2022'YAN
22/03/2022
21:41 Li Girtîgeha Wanê girtî Guder bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
20:33 Rojnamevan Ertûş û Barût hatin berdan
19:25 Ji NÇM'ê berteka dijî qedexekirina stran û kincên neteweyî
19:03 Bûldan, li girtîgehê serdana Leyla Guvenê kir
18:15 Rojanemavan Nûjiyan Erhan hat bibîranîn
16:52 Girtîgehê qertên 8'ê Adarê desteser kir
16:40 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Daxwaz rewa ne
16:39 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 96'an de ye
16:39 Ji bo Doza Mûsa Anter bang hate kirin: Demborî sûcê mirovahiyê ye
16:38 Danişîna hevşaredar Elîk û Oncu taloq bû
16:18 Tedawiya girtiyê nexweş Akbabatê astengkirin
15:42 Binçavkirina parêzer Alîşan Şahîn hate şermezarkirin
15:18 ÎHD'ê êrişa li dijî endamên Weqfa Fûrkanê şermezar kir
15:16 Emîne Şenyaşar: Em li benda edaletê ne
15:08 Di qezaya balefirê ya Çînê de kes xelas nebû
15:04 Rojnamevan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
14:41 AYM'ê serlêdana takekesî ya Semra Guzel red kir
14:40 Rapora pisporan a kuştina Kûrkût: Dewletê erka xwe ‘binpê’ kir
14:24 Li Afganîstanê jinan bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin
14:24 Li ber derê girtîgehê banga azadiya girtiyan kirin
13:55 HDP: Hişkesalî wê di sala 2022'yan de bibe pirsgirêkeke mezin
13:40 Li Bolûyê 20 kes hatin binçavkirin
13:39 Faîlê destdirêjiyê Erkmen hat girtin
13:21 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
13:17 Ji ber beşdarbûna Newrozê Hevserokên HDP’ê spasiya milyonan kirin
13:16 Danişîna Araç ku di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû dîsa taloq bû
12:31 Ji Yenîkapiyê peyama Rêya 3’yemîn hate dayîn
12:30 TTB: Li Tirkiyeyê çavkaniyên avê di bin êrişa rantê de ne
11:46 Astengî nas nekir û tevlî Newrozê bû
11:13 Bi wêneyan Newroza Amedê ya 2022’yan
10:51 Ji ber talûkeya aşûtê taxek hat valakirin
10:02 Amedî çareseriyê di azadiya Ocalan de dibînin
10:01 ‘Jin wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin’
09:02 Vegan Kadîroglû: Em dev ji awayê îstismarkirinê berdin
09:00 ROJEVE 22'YÊ ADARA 2022'YAN
21/03/2022
23:05 Li Newroza Amedê 150 jê zarok 298 kes hatin binçavkirin
21:58 Bûldan, bi heyetên ji welatên cuda hatin re hevdîtin kir
20:38 Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû