* Rojnamevan Nûjiyan Erhan ku di êrişên hêzên PDK'ê de hatibû qetilkirin, li dû xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke wê bi xwe çêkiriye nivîsandî û gelek bîranîn hiştin.
* Li Amed, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Sêrt, Hezex, Wêranşar, Agirî, Mûş, Tekman, Konya û Ceyhanê dê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin. (11.00-16.00) ZINDÎ
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 378'emîn de berdewam bike.
* Danişîna doza Geziyê dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Baroya Îzmîrê berdewam bike. (13.00)