* Jinên ku tevî êrişan jî herikîn qada Newroza Amedê, diyar kirin ku zextên tên kirin politikaya dewletê ya bi zanebûne û wiha gotin: “Hebûna me ya di Newrozê de ji wan re bersivek bû. Jin, wê desthilatê hilweşînin, serokatiya xwe azad bikin.”
* Îlay Kadîroglû ya vegan got: "Vegantî, awayê jiyaneke ku em îstimarkirina candarên tên hîskirin red dikin bi xwe ye. Şert û merca jiyaneka biehlaq û etîk, devjêberdana ji vê îstismarkirinê ye."
* Welatiyên ku tevlî Newroza bi çoş a Amedê bûn, destnîşan kirin ku aştî û çareserî bi azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e.
* Danişîna doza Serokê Giştî yê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli, parêzer Barkin Tîmtîk û Ozgur Yilmaz ê hikumxwarî ku jê tên darizandin wê li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were dîtin. (09.00)
* Beriya danişîna Doza Mûsa Anter a sibê were dîtin wê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê civîneke çapemeniyê bê lidarxistin. (13.00)
* Danişîna ji nû ve darizandina doza têkildarî kuştina Kemal Kûrkût wê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk were. (13.00)
* Nûçegihanê DÎHA’yê Volkan Eryigît ê ku di sala 2004’an de li Edeneyê di dema nûçeyên li ser hilbijartinên herêmî dişopandin de jiyana xwe ji dest da, dê li ser gora xwe were bibîranîn. (13.00)
* Malbatên girtiyan wê di roja 127’emîn çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê de li pêş Girtîgeha Tîpa D a Amedê werin gelhev. (12.30)
* Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Îzmîrê dane destpêkirin berdewam dike. (13.00-16-00)
* Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, wê têkildarî êrişa polîsan a li ser endamên Weqfa Fûrkan a li Edeneyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)
* Rêxistinên Ekolojiyê wê têkildarî 22’yê Adarê Roja Avê ya Cîhanê li Gola Marmarayê werin gelhev. (13.00)
* Şaxa ÎHD’a Stenbolê wê têkildarî girtiyê nexweşê giran Yûsûf Akbaba civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.30)