Vîna ku di Newrozê de derketî pêş: Ocalan, rêya xelasiya ji aloziyê ye

img
ENQERE - Endamê MYK’a HDP’ê Mahfûz Guleryuz diyar kir ku vîna di pîrozbahiyên Newrozê de şênber bûyî, azadiya Ocalan e û wiha got: “Di pîrozbahiyan de gel nîşan da ku dê sala 2022’yan bibe sala berxwedan û destkeftiyan.” 
 
Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” hate pîrozkirin. Agirê ewil ê Newrozê jî li Bêşebap a Şirnexê hat vêxistin û li 72 navenda berbelav bû. Bi milyonan kesên ku li qadên Newrozê hatine ba hev, daxwazên xwe yên aştî û demokrasiyê qîriyan û ji bo çareseriyê jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke vîna xwe nîşan dan. 
 
Tevî hemû provakasyonan jî li Amedê bi milyonan kes li qada Newrozê kom bûn û dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” piştrast kirin. Endamê Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mahfûz Guleryuz ku hem di amadekariyên Newrozê de cih girt û hem jî pîrozbahî jinêzve şopand, têkildarî Newrozê bi ajansa me re axivî. 
 
 
 
 
YEKITIYA NETEWEYÎ Û KOMARA DEMOKRATÎK
 
Mahfûz Guleryuz diyar kir ku gelê kurd girîngiyeke mezin bi Newrozê dide û wiha got: “Lê bo me îsal hêj girîngtir bû. Partiya me jî xebateke baş kir. Me li Amedê zêdetir mijarên yekitiya neteweyî û neteweya demokratîk, li Stenbolê jî komara demokratîk derxist pêş. Di xebatên me yên Kurdistanê de gelemperî daxwazên giştî yên Tifaqa Kurdistanî derketin pêş. Li qada Tirkiyeyê jî me bi hemû hêzên ked û demokrasiyê re ku em weke Rêya Sêyemîn pênase dikin, di çarçoveya komara demokratîk de xebat meşandin.” 
 
ÇIMA DIRÛŞMA ‘DEM DEMA SERKEFTINÊ YE’?
 
Di berdewamê de Guleryuz bal kişand ser dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” û ev nirxandin kir: “Em gelek li ser vê dirûşmê fikirîn. Em di serdemeke wisa de ne ku hem di asta neteweyî û hem jî di asta navneteweyî de daxwazên azadî û demokrasiyê yên kurdan zêde bûne. Me jî xwest nîşan bidin ku bêyî astengiyê nas bikin, êdî dema serkeftinê hatiye. Mirov dikare gelek wateyan li vê dirûşmê bar bike. A yekemîn; êrişa AKP-MHP’ê ku di sala 2014’an de li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê dabû destpêkirin êdî bêencam ma û berxwedana li dijî vê êrişê heta astekî encamek bi xwe re anî. Me jî xwest bibêjin ku îsal divê êdî ev êriş bi temamî were têkbirin. Lewma em ji bo vê dirûşmê dibêjin; ‘dem dema têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê ye.’” 
 
‘PÎROZBAHÎ GELEK XURT BÛN’
 
Bi domdarî Guleryuz anî ziman ku gelê kurd û hêzên ked û demokrasiyê bi ruhekî serhildêr bersiva vê dirûşmê dan û wiha domand: “Bi pîrozbahiyên xurt ên 8’ê Adarê re me ji xwe texmîn kir ku dê encameke wiha ya baş derkeve. Sekn û ruhê berxwedêr ê jinan derketibû holê. Lê ji texmîna me gelek zêdetir kes tev li pîrozbahiyan bûn. Li her 72 navendan jî rewşa heyî rewşeke nûwaze bû. Newroza Amedê jî fînala vê tabloya nûwaze bû. Tevî hemû zext û dorpêçan jî gel herikî qadê pîrozbahiyeke biheybet kir.” 
 
DAXWAZÊN MILYONAN
 
Guleryûz got ku du wêneyên girseyan hebûn û ew wêne wiha şîrove kir: “Bi taybet jî daxwazên li Kurdistanê derketine pêş, nîşanî hemû partî û rêxistinan da bê ka divê xwedî seknekî çawa bin. Kurdan bi vekirî got; ‘yekitiya neteweyî, yekbûn û tevgerîna bi hev re.’ Lewma jî xwestin dawiyek li zexta ser nasname û çanda kurdan bînin. Di vê wateyê de daxwaza xwe ya statûyê anîn ziman. Ev pir aşkere bû. Bi taybet jî ji bo dema pêş berpirsyarî û peywir li milê hêzên Kurdistanî bar kirin. Divê kesek li hemberî daxwaza milyonan xwe bêdeng neke û van daxwazan bêbersiv nehêle. Li Tirkiyeyê hema hema hemû derdorên muxalîf tev li pîrozbahiyan bûn. Li vir jî daxwaza esasî komara demokratîk û bidawîkirina sepanên faşîzmê bû. Em dikarin bibêjin ku li vir ji dewletê re ev peyam hate dayîn; ‘polîtîkayên we têk çûne û encamek jê derneket.’ Divê her kes li gorî van encaman xwe bi ser û ber bike.” 
 
TEVLIBÛNA CIWANAN
 
Sedema beşdariya zêde ya ciwanan jî Guleryuz wiha rave kir: “Di demên dawî de hejmareke zêde ya ciwanan çûn welatên ewropî. Jixwe ev yek rewşa welat radixe berçavan. Ciwanên mayî jî xwestin êdî bibêjin ‘bes e.’ Daxwaza ciwanan ên beşdarî Newrozê bûyîn jî welatekî demokratîk û qanûna bingehîn a demokratîk bû. Nifşeke ku polîtîze bûyî û baş dizane bê ka çi dixwaze li pêşberî me ye. Ji bo xwedîderketina li vîn û pêşeroja xwe daketin qadan. Bila kesek daxwazên ciwanan paşguh neke. Pêşeroja me di destê ciwanan de ye û di Newrozê de îrade û berxwedaneke bêhempa raber kirin. Bi astengiyên li Amedê re xwestin vîna ciwanan têk bibin lê ciwanan li dijî vê zîhniyeta yekperest sekneke xurt raber kirin û hemû astengî têk birin.” 
 
DIRÛŞMÊN JI BO OCALAN
 
Guleryuz, daxuyand ku her dirûşma di Newrozê de hatiye berzkirin, xwedî wate û sedemên cuda ne û wiha derbirî: “Em jî baş dizanin ku tecrîda li ser birêz Ocalan, tecrîdeke şexsî nîne. Li wir rejîmek tê avakirin û ew rejîm li tevahiya welêt tê ferzkirin. Gel jî di ferqa vê de ye. Lewma îtîrazeke mezin li dijî vê heye. Civak pêş pê dizane bê ka her gotina birêz Ocalan bandoreke çawa li hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û li raya giştî ya Kurdistan û Rojhilata Navîn dike. Îradeya di Newrozê de derketiye holê ew bû ku ev deng neyê qutkirin û ev deng bigihije civakê. Bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, daxwaza sereke ya Newrozê bû. Heke rêveberên Tirkiyeyê bi rastî jî girîngiyê bidin pêşeroja Tirkiyeyê, divê tiştên pêwîst bikin. Rêya xelasiya ji aloziya heyî ew e ku birêz Ocalan bi gel re were ba hev.”
 
HELWESTA PARTIYÊN MUXALÎF
 
Bi domdarî Guleryuz got ku peyamên di Newrozê de ji bo hemû hêzên civakî bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di esasê xwe de li dijî helwesta Tifaqa Milet a li hemberî pirsgirêka kurd jî seknek hat raberkirin. Divê ew jî vê îradeya milyonan baş binirxînin. Dê ev îrade, teşe bide organîzasyonên rêveberiya Tirkiyeyê. Hêzên ku hesaba vê nekin, dê di bin vê hesabê de bimînin. CHP û ÎYÎ Partî jî di nav de, divê hemû partiyên siyasî vê rastiyê baş bibînin. Lê partiyên muxalîf hêj jî daxwazên gelê kurd paşguh dike. Divê êdî dev ji vê helwestê berdin û guh bidin daxwazên Newrozê.” 
 
KOMARA DEMOKRATÎK 
 
Endamê MYK’a HDP’ê Mahfûz Guleryuz bal kişand ser peyama komara demokratîk û wiha berdewam kir: “Gelên me, komara demokratîk dixwazin. Ne tenê daxwaza gelê kurd lê daxwaza hemû gelan e. hemû peyamên di Newrozê de hatine dayîn, di çarçoveya komara demokratîk de bûn. Newrozê baş nîşanî me da bê ka rêya xelasiya ji van rojên zehmet çi ye. Li pêşiya me dozên girtina HDP’ê û doza kompasê ya Kobanê hene. Em sala 2022’yan, weke sala berxwedan û destkeftiyan dinirxînin. Dê gelê kurd bi tu awayî paşdegav navêje, ji daxwaza xwe ya demokrasiyê lêve nebe û her tim daxwaza xwe ya komara demokratîk bîne ziman. Bi ya min dê bi ruh û baweriya Newrozê bikevin pêvajoya hilbijartinê. Dawiya vê rêyê dê ya ronî be. Dawiya vê têkoşînê dê serkeftin be. Dem dema serkeftinê ye û em ê teqez bi ser kevin.”
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

23/03/2022
11:56 Muslim: Şerê li Ûkraynayê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike
11:17 Midûr ferman da mamosteyan: Divê keç û kur li kêleka hev nerûnin
11:06 Vîna ku di Newrozê de derketî pêş: Ocalan, rêya xelasiya ji aloziyê ye
09:42 Aydogan ku milê wî hatiye şikandin giliyê Soylu kir
09:06 30 sal in li heman cihî bi 4 darikên şixatê agirê Newrozê hil dike
09:04 Berxwedana 8'ê Adarê veguhest qada Newrozê
09:01 Hiqûqa neteweyî û navneteweyî saleke tu xeberê ji Îmraliyê nagire!
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2022'YAN
22/03/2022
21:41 Li Girtîgeha Wanê girtî Guder bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
20:33 Rojnamevan Ertûş û Barût hatin berdan
19:25 Ji NÇM'ê berteka dijî qedexekirina stran û kincên neteweyî
19:03 Bûldan, li girtîgehê serdana Leyla Guvenê kir
18:15 Rojanemavan Nûjiyan Erhan hat bibîranîn
16:52 Girtîgehê qertên 8'ê Adarê desteser kir
16:40 Piştgirî dan Nobeta Edaletê: Daxwaz rewa ne
16:39 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 96'an de ye
16:39 Ji bo Doza Mûsa Anter bang hate kirin: Demborî sûcê mirovahiyê ye
16:38 Danişîna hevşaredar Elîk û Oncu taloq bû
16:18 Tedawiya girtiyê nexweş Akbabatê astengkirin
15:42 Binçavkirina parêzer Alîşan Şahîn hate şermezarkirin
15:18 ÎHD'ê êrişa li dijî endamên Weqfa Fûrkanê şermezar kir
15:16 Emîne Şenyaşar: Em li benda edaletê ne
15:08 Di qezaya balefirê ya Çînê de kes xelas nebû
15:04 Rojnamevan Eryîgît li ser gora xwe hat bibîranîn
14:41 AYM'ê serlêdana takekesî ya Semra Guzel red kir
14:40 Rapora pisporan a kuştina Kûrkût: Dewletê erka xwe ‘binpê’ kir
14:24 Li Afganîstanê jinan bi awayekî sembolîk Newroz pîroz kirin
14:24 Li ber derê girtîgehê banga azadiya girtiyan kirin
13:55 HDP: Hişkesalî wê di sala 2022'yan de bibe pirsgirêkeke mezin
13:40 Li Bolûyê 20 kes hatin binçavkirin
13:39 Faîlê destdirêjiyê Erkmen hat girtin
13:21 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
13:17 Ji ber beşdarbûna Newrozê Hevserokên HDP’ê spasiya milyonan kirin
13:16 Danişîna Araç ku di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû dîsa taloq bû
12:31 Ji Yenîkapiyê peyama Rêya 3’yemîn hate dayîn
12:30 TTB: Li Tirkiyeyê çavkaniyên avê di bin êrişa rantê de ne
11:46 Astengî nas nekir û tevlî Newrozê bû
11:13 Bi wêneyan Newroza Amedê ya 2022’yan
10:51 Ji ber talûkeya aşûtê taxek hat valakirin
10:02 Amedî çareseriyê di azadiya Ocalan de dibînin
10:01 ‘Jin wê desthilatê hilweşînin, Serokatiya xwe azad bikin’
09:02 Vegan Kadîroglû: Em dev ji awayê îstismarkirinê berdin
09:00 ROJEVE 22'YÊ ADARA 2022'YAN
21/03/2022
23:05 Li Newroza Amedê 150 jê zarok 298 kes hatin binçavkirin
21:58 Bûldan, bi heyetên ji welatên cuda hatin re hevdîtin kir
20:38 Li Nisêbînê polîsan piştî Newrozê avêt ser malan
19:54 Li Newroza Amedê posterê Ocalan
18:22 Li Geverê girse bi berzkirina dirûşmeyan meşiya
17:46 Kemal Kurkut li cihê hatiye qetilkirin bi bîr anîn
17:35 Ozturk: Ev Newroz Newroza azadiya Ocalan e
17:24 Mizrakli: Bi agirê Newrozê em ê teqez bi ser kevin
17:23 Ji Cizîra Botan ji bo Amedê: Amed navend be Cizîr jî ruh e
17:14 Xizmên girtiyan: Qadên Newrozê hêz dan me
16:53 Newroza Sêrtê: Bila deriyên Îmraliyê vebin û bihar bê
16:47 Temel: Ev sê roj in gelê kurd li qadan azadiya Ocalan diqîre
16:24 Li Geverê piştî Newrozê meş
16:17 Bûldan: Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin, dem dema çareseriyê ye
16:07 Ji Leyla Guven peyama Newrozê
16:06 Li Newroza Amedê ruhê Tifaqê: Em ê ji bo azadiyê têbikoşin
15:42 Ji sed hezaran kes banga yekitiya neteweyî: Êdî dem dema yekîtiyê ye
15:25 Gelê Konyayê bi tililiyan agirê Newrozê vêxist
15:13 Bertek nîşanî girtina 11 jinan dan: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinkirî ye
15:12 Xelkê Mûşê guh neda astengiyan û agirê Newrozê vêxist
15:11 Gelê Wêranşarê azadiya Ocalan xwest
14:53 Agirê Newroza dîrokî ya Amedê hat hilkirin
14:49 Li Tatosê agirê Newrozê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:48 Li Hezexê pîrozkirinek bi çoş: Çareserî di Îmraliyê re derbas dibe
14:33 Newroza Sêrtê bi tevlibûna hezaran dest pê kir
14:26 Newroza Amedê dest pê kir: Ji Ocalan re azadî
14:21 Li Aydinê hunermend hatin binçavkirin
14:15 Ji Ceyhanê bertek li dijî astengiya Newroza Amedê: Berxwedan li her derê ye
13:22 Amediyan bersiv da astengiyan: Dê hemû kuçe bibin qada Newrozê
13:05 Li Geverê bi kelecanî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
13:02 Îşkenceya ku polîsan li endamên Weqfa Fûrkan kiribû xist rojeva Meclisê
13:01 Xelkê Agiriyê agirê Newrozê vêxist
12:24 Li Çînê balefireke rêwiyan a 133 kes têde bûn ket
11:57 Newroza Amedê tu astengî nas nekir û ciwanan barîkat hilweşandin
11:36 Gelê Amedê diherike qada Newrozê
11:31 Peyama Yenîkapiyê: Ocalan vîna me ye
11:18 Ji bo ku 21'ê Adarê bibe betlaneya fermî HDP'ê peşniyarqanûn da meclisê
11:10 Gelê Cizîrê bi ruhê Newroza 92’yan diherike qada pîrozbahiyê
11:07 Li Nisêbîna Rengîn coşa Newrozê
10:58 Ji Mezopotamyayê heta Anatoliyayê pîrozbahiyên Newrozê
10:52 Malbat Şenyaşar: Em Newrozê bi edaletê tacîdar bikin
08:30 Nûjiyan li pey xwe rojnivîskeke bi alfabeyeke cuda nivîsandî hiştiye
08:00 ROJEVA 21'Ê ADARA 2022'YAN
20/03/2022
23:35 Ji ciwanan meşa ji bo Newrozê
20:51 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat lidarxistin
20:08 Amadekariyên ji bo Newroza Amedê temam bûn
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû