Yureklî: Divê rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê bê dîtin

img
STENBOL - Parêzer Cengîz Yureklî anî ziman ku divê hemû kes rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê baş bibîne û wiha got: “Bi Newrozê xuya bû ku nepêkane ku bêyî Ocalan çareseriyek pêş bikeve.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Ji 25’ê adara sala 2021’an heta niha jî tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Ji roja hatiye girtin heta niha Ocalan, yekemîn car karî di 27’ê nîsana 2021’an de mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Bi zêdebûna fikarên derheqê tenduristî û ewlekariya Ocalan de, di 25’ê adar 2021’an de jî duyemîn car bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivî. Mehmet Ocalan, diyar kir ku li ser telefonê 4-5 deqeyen hevdîtin kirine û piştî gotina Ocalan a “Ev hevdîtin gelek xelet e, ev hevdîtin nîne” jî telefon li ser wan hatiye qutkirin. 
 
Bi ser vê axaftina telefonê ya dawî re salek derbas bû û ji wê rojê ve tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Ji parêzerên Ocalan, Cengîz Yureklî da zanîn ku nizanin bê ka miwekîlên wan Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş di şert û mercên çawa de dijîn û rastî nêzikatiyeke çawa tên. Yureklî, destnîşan kir ku êdî rewşa heyî sînorê tehemûlê derbas kiriye. 
 
GELEK SERLÊDAN HATIN KIRIN 
 
Parêzer Yureklî da zanîn ku di nava salekê de ji bo gelek saziyên neteweyî û navneteweyî serlêdan kirine û wiha got: “Dema derfet çêdibûn jî me ev serlêdan bi raya giştî re parve kirin. Biqasî ku hiqûq rê dide, me ji merciyên îdarî heta saziyên darazê, gelek serlêdan kirin. Her wiha em li benda biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û serlêdanên me yên ji bo CPT’yê çêbûne. Her wiha me serî li roportorên taybet ên têkildarî Îşkence û Mafên Mirovan ên Neteweyên Yêkbûyî (NY) jî da.” 
 
ŞERT Û MERC NAYÊN ZANÎN 
 
Di berdewamê de Yureklî diyar kir ku agahiyên derheqê Îmraliyê de ji wan tên veşartin û wiha pê de çû: “Tevî ewqas serlêdanan jî me nekarî peywendiyekî bi miwekîlên xwe re deynin. Her wiha haya me ji agahiyeke herî biçûk a derheqê şert û mercên tê de dimînin de jî nîne. Di vê mijarê de rayedar tu agahiyan nadin me. Di piştperdeya vê de helwest û armancên qirêjî hene. Di şexsê birêz Ocalan de gelê kurd hedef tê girtin û ev rewş tenê bi binpêkirina mafên mirovan nayê pênasekirin. Di halê hazir de îşkence tê kirin. Tu hiqûq vê rewşê qebûl nakin. Rewşeke polîtîk û civakî ku sînorê îşkenceyê derbas dike li Îmraliyê heye. Hinek nirxên ku di şexsê birêz Ocalan de li Îmraliyê nûnertiya wan tên kirin hene. Li wir berxwedanek heye. Mijara behsa xeberê, daxwaza azadiyê ya miletekî, daxwaza wekheviyê û têkoşîneke demokrasiyê ya topyekûn e. Ya ku li Îmraliyê tê kirin jî di esasê xwe de ji bo tunekirina van daxwazan e.” 
 
ROLA SAZIYAN 
 
Yureklî, diyar kir ku pergala Îmraliyê li ser vê bingehê hatiye avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewma hemû cîhan çavê xwe li vê îşkenceyê digire. Raste rast an jî neraste rast, tiliya tevahiya van saziyan kêm zêde di vê pergala tecrîdê de heye. Yan beşdar bûne, yan jî ji ber ku xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derneketine rê li ber vê rewşê vekirine. Dizanin bê ka birêz Ocalan nûnertiya kîjan nirxên kurdan dike. Lewma dixwazin van nirxan li wir tune bikin. Lê bi ser neketin. Ji ber ku têkiliya di navbera birêz Ocalan û gelê kurd de hîn xurtir bû û pozîsyona birêz Ocalan êdî derket asteke gerdûnî. Ji Ewropayê heta Rojhilata Navîn, li çar aliyên cîhanê îro azadiya birêz Ocalan tê qîrin. Fikrên birêz Ocalan tên nîqaşkirin û daxwaza azadiya wî tê kirin. Kesekî texmîn nedikir ku dê birêz Ocalan berxwedaneke ewqas mezin raber bike. Lewma tecrîdeke ewqas giran tê sepandin.” 
 
RASTIYA OCALAN 
 
Bi domdarî Yureklî anî ziman ku gelê kurd bi motîvasyona nirxên ku Ocalan nûnertiya wê dike ve herikî ye qadên Newrozê û wiha derbirî: “Qadên Newrozê nîşan dan ku pirsgirêka bingehîn a vî welatî pirsgirêka kurd e û di çareserkirinê de muxatab Ocalan e. Di rewşeke ku hemû cîhan bi agirê şer dikele û rejîmên otorîter zextê li gelan dikin de li qadên Newrozê pratîka demokrasiyê hat nîşandan. Ya ku ev pratîka demokrasiyê xistiye meriyetê jî nirxên ku birêz Ocalan nûnertiya wan dike û motîvasyona ku wî afirandî bû. Lewma divê em bi vî rengî binirxînin û guh bidin dengê qadan.”
 
QANÛNÊN ÎMRALIYÊ 
 
Parêzer Yureklî da zanîn ku nîşaneya demokratîkbûna dewletekê girêdayî bi pêkirina qanûnên heyî ye û ev nirxandin kir: “Di qanûna bingehîn de îşkence tê qedexekirin lê li Îmraliyê îşkence heye. Hûn neçarin bibêjin bê ku çima ev 23 sal in li ser miwekîlê me birêz Ocalan û girtiyên din nêzikatiyên îşkenceyê hene. Di Qanûna Bingehîn de cihêkarî hatiye qedexekirin lê çima di şexsê birêz Ocalan de ev qanûn tê beravajîkirin? Çima qanûnên xwe pêk nayînin? Çima sepanên li hemû girtîgehan li Îmraliyê derbasdar nînin? Meclis neçare ku van qanûnan bişopîne. Ev berpirsyariya wan a li hemberî gel e.” 
 
BANGA XWEDÎDERKETINÊ 
 
Cengîz Yureklî, destnîşan kir ku ji bo pêşîlêgirtina bêhiqûqiya li Îmraliyê bi gelek rêxistinên civaka sivîl re serlêdan kirine û ev tişt anî ziman: “Sepandina qanûnên heyî di asta neteweyî û navneteweyî de li gorî mafên mirovan, maf û erka her hemwelatî û rêxistinên civaka sivîl e. Di vê pêvajoyê de me zêdetirî 30 serlêdan li baroyê kirin. Me xwest ku ji bo parêzer bikarin peywirên xwe pêk bînin, derfetên guncav bên amadekirin. Yek du nêzikatiyên erênî çêbûn. Lê di mijara şopandina wan de pirsgirêk derketin. Mînak; di çalakiyên greva birçîbûnê yên sala 2019’an de rewşenbîr û nivîskaran gotin; ‘daxwazeke rewa û rast e. Hûn çalakiya xwe bi dawî bikin û dewrî me bikin. Em ê bişopînin.’ Lê belê di halê heyî de vê berpirsyariya xwe pêk nayînin. Ev berpirsyartî dîsa ketiye ser milên gel û civakê. Lewma her kesê xwedî wijdan, divê xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkeve.” 
 
BERPIRSYARTΠ
 
Di berdewamê de Yureklî got ku ev nêzî saleke tu agahî ji Ocalan nayên girtin û wiha berdewam kir: “Ev jî rê li ber polîtîkayeke ku encamên wan nediyar vedike. Bifikirin ku hûn 23 saetan di hucreyekê de bi tena serê xwe dimînin û salekî bi kesekî re peywendiyan nadeynin. Ev, îşkence ye. Rêbazeke îşkenceya veşarî ye ku texrîbkirina madî, manewî, fîzîkî û ruhê wî hedef digirî. Birêz Ocalan di hevdîtina dawî ya li ser telefonê de ev rewş teşhîr kir û berpirsyariyên me bi bîra me tevan xist. Divê hemû sazî û dezgeh, hemû kesên maf û azadiya mirovan diparêzin, rewşenbîrên ku demokrasî, aştî û azadî ji xwe re esas girtine, hemû derdorên muxalîf û tevahiya gel deng bide vê bangawaziyê. Ji bo vê daxwazê divê tiştên hewce bikin.” 
 
'BÊYÎ OCALAN ÇARESERÎ PÊKAN NÎNE’ 
 
Herî dawî jî Yureklî ev tişt destnîşan kir: “Lewma jî ji bo ku miwekîlên me bikarin bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin û mafên wan ên li girtîgehê neyên binpêkirin, divê hemû kes vê daxwazê mezintir bike. Qadên Newrozê bûn lûtkeya vê daxwazê. Li qadan diyar kirin ku ev tecrîd li ser tevahiya Tirkyeyê, li ser demokrasî û gelan e. Û nîşanî hemû kesî dan ku mimkin nîne ku çareserî bêyî Ocalan çêbibin. Divê hemû kes li dora vê daxwazê bicive û bangewaziya me mezintir bike.” 
 
MA / Ferhat Çelîk
 

Sernavên din

26/03/2022
09:08 Li Wan û Colemêrgê qedexekirina zozanan: Ên 'lêpirsîna ewlehiyê' derbas nekin dê nikaribin şivantiyê bikin
09:06 Ahmet Turk: Divê Tûglûk bê berdan
09:05 Apê Aksemê ku li qada telîmê cenazeyê wî hat dîtin: Em şikê dibin ser midûriyeta polîsan
09:04 Nobeda Edaletê ya Stenbolê: Bibin dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2022'YAN
25/03/2022
18:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî didome
17:34 Li Bolûyê 7 kes din jî hatin berdan
17:15 ‘Divê binpêkirinên li girtîgehan bên teşhîrkirin’
16:19 Rojnamevan Aydin Engîn hat veşartin
15:20 Derbarê êrişkarê avahiya HDP’ê de doz hat vekirin
14:46 Li cihê ku cenazeyê Aksem hatibû dîtin qalikên guleyan û xwîn heye
14:25 Ji bo hevşaredara ku ji peywirê hat girtin ceza hat xwestin
13:38 Bernameya heyva nîsanê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
13:29 'Di Newrozê de cihêkarî li jinan hat kirin'
13:27 Doza parvekirina nîgara jinên Zapatîsta bi beraetê encam bû
12:22 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Hevdîtina bi Ocalan re berpirsiyariya organên dewletê ye
12:02 Serokê dadgeha Doza Kobanê yê berê hat berdan
12:01 Malbata Şenyaşar: Em jî mîna Diyojen di nava rojê de li ber edliyeyê li edaletê digerin
12:01 Salek û 6 meh ceza li parlamenterê HDP'ê Sarisaç hat birîn
11:52 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:07 Zarokek li cihê guleberdanê ya polîsan mirî hat dîtin
10:55 Xwestin hevserokê DBP’a Qoserê birevînin
10:52 Xelkê Wanê: Me bersiveke baş da dijminên gelê kurd
10:34 ‘Werin em bi ruhê Newrozê tevli kongreyê bibin’
10:23 Çelîk ê ÎHD’î: Divê ji bo girtîgehan xebatên encamgir bên destpêkirin
09:49 Genç: Newroz ji bo Tirkiyeyê dikare bibe destpêkeke nû
09:36 Bûrhan Babaoglû piştî 30 salan ji girtîgehê derket
09:09 Li Êlihê di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:09 'Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derket'
09:08 Heqê tamîra wesayîta xwe jî ji binçavkiriyan xwestin
09:06 Cêwiyên 5 salî ji ber cilên kurdî hatin binçavkirin!
09:05 Ji ber çepik û pankartan derbarê 20 jinan de doz hat vekirin
09:04 Dayikên girtiyan: Berî bi derengî bikeve dengê wan bibihîsin
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2022'YAN
24/03/2022
23:58 Mihrîcana Fîlmên Kurdî bi fîlma 'Kurdên Êzidî' dest pê kir
21:02 Agir bi Girtîgeha Eyyubiyeyê ket
19:23 Derbarê Guzel a HDP'î ya parêzbendiya wê hat betalkirin de biryara berdestkirinê
17:01 HDP’a Şirnexê ji bo kongreya xwe bang kir
16:53 Rojnamevan Aydin Engîn koça dawî kir
16:28 Şandeya HABER-SEN'ê çû serdana malbata Şenyaşar
16:19 Di Nobeda Edaletê de azadiya Ocalan û girtiyan hat xwestin
15:57 Ji binçavkiriyên Newroza Amedê yek jê hate girtin
15:38 Hevşaredarên HDP’î: Em qeyûman nas nakin
15:35 'Bila mirinên li girtîgehan bên ronîkirin'
15:28 Li Girtîgeha Akçadagê gardiyanan girtiyek derb kir
15:27 Li Stenbolê jî Nobeda Edaletê dest pê kir
14:57 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê dest pê dike
14:52 Medya Çinar li ser gora xwe hat bibîranîn
14:46 ÎHD: Girtiyên ji Efrînê nayên tedawîkirin
14:39 Qeyûmê Êlihê şaredarî 134 milyon lîreyên din deyndar kir
13:52 Girtiyê nexweş ê 80 salî jiyana xwe ji dest da
13:47 Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistin
13:42 Îfadeyên 5 binçavkiriyên Bolûyê hatin girtin
13:30 Di doza Efe Tektekîn de ji polîsê bersûc re ceza hat xwestin
13:27 Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin
13:26 Tevî ji sedî 98 astengdar bû jî hate girtin û ev 2 meh in di beşa lênihêrîna awarte de ye
12:59 Di danişîna rojnamegeran de mutalaa hat dayîn
12:51 'Rexneyên Li Ser Civaknasiya Nûjen' li bersivên rola civaknasiyê digere
12:47 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdaneke din kirin
11:50 Yureklî: Divê rastiya Ocalan a li qadên Newrozê derketiye holê bê dîtin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dê edalet bi ser bikeve
11:30 Li Dêrikê hefteyeke ceyrana mezreya Xanîka Meşkînan tune ye
11:30 Rojnamevana rûsî Baulina di bombebaranê de hat kuştin
10:47 Li Rihayê xelk ji bo birincê erzan kete rêzê
10:28 Bi hinceta meşê gazî kirin ji ber axaftina Newrozê binçav kirin
10:20 Malbata Ayten Beçet: Tecrîd nayê qebûlkirin
10:12 Aydenîz: Divê partiyên muxalîf bo xwe ji peyamên Newrozê dersan bigire
10:03 Endamên Weqfa Fûrkanê: Polîsan xwest me bikujin
10:02 Qanûna hilbijartina nû di Komîsyona Destûra Bingehîn de hat qebûlkirin
09:42 Girtiyên ku hatin sewqkirin bi lêgerîna tazî û tundiyê re rûbirû mane
09:42 Li Sîteya Pîşesaziyê ya 3'yemîn a Amedê teqîn çêbû
09:02 Dengbêjekî ku dengê wî li zozanên Îdirê olan dide
09:01 Dûman ê piştî 28 salan hat berdan: Ev trajediyek e
09:01 Mehmet Ocalan: Dem dema azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'YAN
23/03/2022
23:43 Wesayîta cenaze nedan malbata Guderê ku li Girtîgeha Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
21:40 Encu: Kesên Newrozê hezim nakin êriş dikin
21:21 Li Êlihê ciwanê ku trên lê qelibî jiyana xwe ji dest da
18:51 Doza Dayikên Şemiyê: Pirsa rapora ne di îdianameyê de hat kirin
18:15 Bi hinceta 'pesindayîna sûc û sûcdar' avêtine ser Rêxistina HDP'ê ya Kartalê
17:22 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
17:11 Xwendekarên Hacettepeyê ku êriş li wan hatibû kirin: Em bi rêxistinkirî tên
16:54 Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketin
16:33 Kesên di Newrozê de hatine binçavkirin rastî îşkenceyê hatin
16:33 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 97’emîn de ye
16:13 Nobeta Edaletê: Her kesê xwedî wijdan divê xwedî li malbatan derkeve
16:01 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Kartalê de girtin
16:01 Li ber ATK’ê bang kirin: Bi qanûnên xwe bikin
15:47 Doza ku Dayikên Şemiyê lê tên darizandin dest pê kir
15:43 ‘Tayînên bêliyakat li her aliyên welat tên kirin’
15:27 Kozagaçli: Ev doz, dozeke kompasê ye
15:07 OHD’ê bertek nîşanî êrişa li ser parêzeran da
14:40 Di doza Peymana Stenbolê de ji bo 33 jinan biryara beraetê hat dayîn
14:31 Soylu êrişa nîjadperest parast
14:17 Doza sereke ya JÎTEM’ê: Wezaret dixwaze bi demê re doz bikeve
13:56 Li endamê Egîtîm Sen’ê û ÎHD’ê Akdenîz cezayê hefsê hate birîn
13:17 Parlamenter Dede mirina Guder xist rojeva Meclisê
12:54 Şandeya IPPNW'ê çû serdana malbata Şenyaşar
12:47 AYM: Nedayîna rojnameyan a girtiyan binpêkirina maf e