ENQERE – Derbarê Parlementera HDP'ê Semra Guzelê de ku parêzbendiya wê hatibû betalkirin, biryara berdestkirinê hat dayîn.
Piştî betalkirina parêzbendiya Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel, derbarê Guzelê de biryara berdestkirinê hat dayîn. Hat hînbûn ku bi sûcê "endamtiya rêxistina terorê" derbarê Guzelê de biryara berdestkirinê hatiye dayîn.