* Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç diyar kir ku Newroz dikare bibe starta serdemek nû û got: “Muxalefet heta ku daxwaza bi milyonan kesên di Newrozê de kom bûn nebîne, nikare soza Tirkiyek nû bide û heta ev girse neyê dîtin Tirkiyeyek nû nayê avakirin.”
* Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek diyar kir ku tecrîd, rewşa girtiyên nexweş û neberdana kesên cezayê wan xelas bûyî çend binpêkirinên li girtîgehan in û wiha got: “Bi van binpêkirinan dixwazin girtiyan di girtîgehê de birizînin.”
* Dayikên girtiyan, destnîşan kirin ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û bang li berpirsan kirin ku li gor peywira xwe bînin cî.
* Derbarê 20 jinên ku 5 sal berê di çalakiya 8'ê Adarê de hatibûn binçavkirin, doz hat vekirin. Doza hatiye vekirin xwe disipêre delîlên trajkomîk ên wekî li ber çepikan berzkirina dirûşmeyan.
* Hat hînbûn ku di Newroza Bismilê de jî kincên herêmî ên cêwiyên 5 salî ji wan hatine kirin û ew birine qereqolê.
* Midûriyeta Polîsan a Enqereyê bi hinceta "zirar dane wesayîta binçavkirin", do 2 hezar û 714 TL'yê ji bo tamîrkirina wesayîtê hatiye xerckirin ji 16 kesan xwest.
* Jinan, anî ziman ku di Newrozê de bi milyonan kes xwedî li Ocalan derketine û got: "Divê Ocalan azad bibe."
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 382'yemîn de berdewam bike.
* Danişîna doza endamên meclisa şaredariya HDP'ê Necla Tamrîş û Bahar Karakaş Ulug dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (10.00-17.00)
* Tora Têkoşîna Dijî Tundiyê dê têkidlarî binpêkirinên mafan ên di Newroza Amedê de qewimîn li Baroya Amedê daxuyanî bide. (11.00)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Wan û Îzmîrê berdewam bike. (13.00-16.00)