Fermandarê Pêşmerge Feysel: Em şer wek xiyanetê dibînin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Pêşmergeyan ê YNK’yî Xazî Feysel amadekariyên operasyonek nû ya Tirkiyê ku dixwaze bi PDK’ê re bike nirxand û got: “Em şerê navxweyî-xwekujiyê naxwazin. Em vê wek xiyanetê dibînin.” 
 
Ev demeke di medyaya Başûrê Kurdistanê de tê gotin ku dê Tirkiye di 15’ê nîsanê de li dijî hin deverên Başûrê Kurdistanê dê operasyona leşkerî bide destpêkirin. Li gorî daxuyanî û dîtinên çavkaniyên xwecihî tê destnîşankirin ku Tirkiye dixwaze Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) di vê operasyona leşkerî ku tê texmînkirin de bikar bîne. 
 
Fermandarê Yekîneya Pêşmergeyên Dilxwaz ên li Herêma Mexmûrê Xazî Feysel ê Yekitiya Niştamaniya Kurdistan (YNK) îhtîmala operasyonek leşkerî ya Tirkiyê ku tê gotin dê PDK piştevaniya wê bike nirxand. 
 
 
‘KURD DIXWAZIN AZAD BIJÎN’ 
 
Feysel diyar kir ku her roja ku diçe pirsgirêkên kurdan zêdetir dibin û got: “Tevahiya kurdan dixwazin li welatek azad bijîn. Dixwazin di xizmeta welatê xwe de bin. Dixwazin awayê rêveberiya herî pêşketî ava bikin lê belê her roja ku diçe em dikevin heyamek xerabtir. Kurdên li herêma YNK’ê dimînin yekitiyê û bihevrebûnê û jiyanek aştiyane dixwazin.” 
 
Feysel bal kişand ser polîtîkay3en PDK’ê yên li başûrê Kurdistanê û got: “PDK li şûna ku danûstandinê bi YNK’ê û tevgera azadiyê re bike, lê bêtir bi Tirkiyê re danûstandinê dike. PDK bi qasî ku li Tirkiyê guhdar dike li kurdan guhdar nake. Du salên dawî de gelek rewşek cuda çêbûye. Polîtîkayên ku dike ne ji bo berjwendiyên gelê kurd e. Li gorî daxwazên Tirkiyê polîtîkayê dike. Polîtîkaya ku disepîne zirarê dide Kurdistanê. Tirkiyê niha li deverên bi ser Dihok, Zaxo û Hewlêrê nêzikî 56 baregehên leşkerî ava kiriye. PDK bi Tirkiyê tevger dike û xesarê dide gelê kurd. Pirsgirêkan derdixe pêşiya YNK’ê û naxwaze li ser Serokkomariya Iraqê lihevkirinek çêbe. Li şûna ku bi YNK’ê re li hev bike, di şûna vê yekê de diçe Bexdayê. Pirsgirêka rêveberiyê dixe nava şiîyan û dixwaze pirsgirêka şiî û sûniyan derxe. Her cihê ku PDK destê xwe diavêje pirsgirêkan dibe wir.” 
 
'DIVÊ EM PIŞTEVANIYA XWIŞK Û BIRAYÊN XWE BIKIN’ 
 
Feysel destnîşan kir ku piştî girtina Abdullah Ocalan û Mam Celal divê Mesût Barzanî bêtir bi rolek baş rabûya û got: “Divê PKD hin bêtir bi hişmend tevger bikira. Lê mixabin Başûrê Kurdistanê ber bi pirsgirêkên bêçareserî ve tê birin. Li gorî agahiyên di rojên dawî de li ser medyayê hatine belavkirin, PDK û Tirkiye dixwazin amadekariyên êrişên li hemberî Kanîmasî bikin. Em wek YNK’ê alîkarê çareseriyê ne. Ne Tirkiye dikare kurdan biqedîne û ne jî kurd dikarin wan biqedînin. Dem dema nîqaş û diyalogê ye. Heke şer biqewime em ê wek YNK’ê ne Tirkiyê em ê xwişk û birayên xwe biparêzin.” 
 
‘PDK HER KESÎ WEK DIJMIN DIBÎNE’ 
 
Feysel da zanîn ku kurd ji sed salî zêdetir e têkoşîna hebûn, nasname û statûya xwe didin û got: “Me ji bo azadiyê gelek can dan. YNK’ê jî bi pêşengiya Mam Celal di vê têkoşînê de cih girt. Divê em ji bo sedhezaran cangoriyên xwe destkeftiyên xwe û welatê xwe biparêzin. Ev berpirsiyariya me hemûyan e. Lê belê PDK vê yekê piştguh dike. Guh nade rexneyên gel û YNK’ê. Li şûna ku guh bide radibe me tawanbar dike û digire. Niha li herêma Behdînanê gelek rojanmevan girtî ne. Her ku kî PDK’ê rexne dike wan ji xwe re wek dijmin dibîne. Kesên PDK’ê rexne dikin wek dijmîn dibîne û li şûna bi kurdan re tevger bike radibe bi Tirkiyê re tevger dike.”
 
'EM WEK XIYANETÊ DIBÎNIN’ 
 
Feysel destnîşan kir ku beriya niha jî gelek tişt ji rûyê PDK’ê hatine windakirin û wiha domand: “Berpirsiyarê hemû windakirina destkeftiyên kurdan malbata Barzanî ye. Di warê rêveberî û leşkerî de têk çûn. Xelk feqîr bû. Di sala 2017’an de bêyî ku tu gulekî biteqînin ji sedî 51’ê xaka Kurdistanê hat windakirin. Pêşmergeyên PDK’ê guleyek jî bernedan û ji Kurdistanê vekişiyan. Niha jî PDK dixwaze bi Tirkiyê êrişî qadên azad bike. Em ji ber vê yekê xemgîn in. Em qet ne alîgirê şer in. Ezmûnek me ya şerê navxweyî heye. Me ji wî şerî zirarek mezin dît. Em li dijî şerê xwekujiyê ne. Em ê qet şerê xwekujiyê destek nekin. Hemû dinya serkeftina hêzên kurd a li dijî dagirkeran baş dizane. Em naxwazin bên rûbirûyî hev. Em vê wek xiyanetê dibînin.”
 
‘EWILÎ LI DAIŞ’Ê BIDIN’ 
 
Feysel da zanîn ku di demên dawî de Tirkiyê 8 caran êrişî Wargeya Penaberan a Mexmûrê kiriye û wiha got: “Li Wargeha Mexmûrê welatiyên sivîl dijîn. Li Çiyayê Qereçoxê gelek DAIŞ’î hene, li şûna hûn êrişî kurdan dikin ewilî li DAIŞ’ê bidin. Lê li DAIŞ’ê nadin. Divê saziyên kurdan yên derveyî welat, aktîvîstên mafê mrovan û saziyên din ên cîhanê li dijî van neheqiyên li ser kurdan derkevin û bisekinin. Divê kurd fişaran li ser PDK’ê bikin û divê siyaseta PDK’ê ya tenê bi serê xwe bê astengkirin.” 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

29/03/2022
13:58 Kuzu: Kurdên ku leşkeran ew kuştin di Doza Kobanê de bûn kuştî
13:53 Li Çîyayê Mazî operasyona leşkerî dest pê kir
13:41 AYM'ê ji bo cezayê pere yê şermezarkirina qeyûman biryara 'binpêkirina maf' da
13:40 Dadgeha ku delîlek nedît ji sûcê ‘dijderketina doktoran’ ceza li parêzeran birî
13:06 AYM'ê ajokarên ku qeyûm wan ji kar avêtibû mafdar dît
13:02 Polisê bûbû sedema mirina Efe yê 5 salî beraet kir
12:32 Ji Emîne Şenyaşar bo Erdogan: Gelo qet wîjdanê te nîne?
12:02 Zilamê ku hewl dabû dest dirêjî zarokekê bike hat girtin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:41 Fermandarê Pêşmerge Feysel: Em şer wek xiyanetê dibînin
11:32 CHP'ê li Konseya Ewropa qeyûman parast: Li hundir cuda li derve cuda ne
10:53 Muharrem Aksem ne yê ewil e: Divê berpirsiyar bên cezakirin
10:29 Li Girtîgeha Sîncanê lêpirsîna dîsîplînê li pîrozbahiya Newrozê vekirin
10:14 Derûnnas ji girtî pirsa 'tu yê întihar bikî newsa?' kir
09:42 Li Şirnex û Erdexanê 3 kes hatin binçavkirin
09:02 Penteker: Divê Ocalan azad be
09:02 Balaç û Yildirim ên di rojiya mirinê de ne doza darizandinek adil dikin
09:02 Esnafên Bazara Keda Jinê: Em xwe bihêztir hîs dikin
09:02 'Di nirxandina rewşa girtiyan de ATK divê ne tekane navnîşan be'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2022'YAN
28/03/2022
21:31 Karkerê ji ser banê fabrîkeyê ket jiyana xwe ji dest da
20:52 Li Rihayê zilamekî dest dirêjî zarokeke 5 salî kir
17:23 Nobeta Edaletê: Bila ji girtîgehê darbest dernekevin
17:15 Ahmet Turk: Kesekî nedikariya li dijî wehşeta DAIŞ’ê bêdeng mabûya
16:52 ‘Li girtiyên nexweş zilm tê kirin’
16:32 ‘Heta ku edalet neyê em nahêlin ku hûn razin’
16:16 DFG'ê rapora ku derbarê rojnamevantiyê de amade kiriye parve kir
16:16 TGC: Bi teklîfa qanûnê ya nû re li dijî mafê azadiya raman derbeyeke nû kirin
16:01 TGC: Bi teklîfa qanûnê ya nû re li dijî mafê azadiya raman derbeyeke nû kirin
15:54 Doza Kobanê: Heke îdiaya derbarê Çolak de rast be divê biryara beraetê bê dayîn
15:40 Êrişa li dijî HDP’ê şermezar kirin
15:30 Rapora pêşotopsiya Aksem: Ji laşê wî 12 parçeyên metal hatin derxistin
14:35 Berxwedanên 28’ê Adarê: Jin jî be zarok jî be...
14:15 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Dadgeha Înfazê dan
12:33 ‘Em naxwazin darbestên girtiyên me ji zindanan derkevin”
11:41 Kuştina Muharrem Aksem kete rojeva Meclisê
10:51 Ji nû ve jidayikbûna gelekî
10:36 Malbata Şenyaşar: Daxwazên me yên hiqûqî bi paş de nexin
09:57 Xwediyên 94'emîn Xelatên Oscarê diyar bûn
09:03 Li Rihayê bi salan e heqdesta karkerên înşeatê wek xwe ye
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2022'YAN
27/03/2022
21:04 Temel: Heya tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin dê çareserî ne pêkan be
19:40 Dozger xwest 5 sal ceza li rojnamevan Canozerê bê birîn
17:12 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir: Newroz bû hevî
Hevseroka Giştî yê HDP’ê Buldan: Em ê bendavên li pêş aştiyê jî rakin
16:43 Ji DEVA'yê îstifa kirin û derbasî HDP'ê bûn
16:37 Mihrîcana Fîlmên Kurd di roja 4'an de berdewam dike
16:21 TÛAY-DER: Girtiyên nexweş bi pêkanînên dijî hiqûqê re rû bi rû ne
16:07 Nobeda Edaletê ya Wanê: Em tecrîdê qebûl nakin
15:36 Di kongreya OHD'ê de balê kişandin ser tecrîda li dijî Ocalan
14:58 Latîfecî ku beriya 27 salan hat kuştin li ser gora xwe hat bibîranîn
13:55 Ajansa me hêjayî 25'emîn Xelata Metîn Goktepe hat dîtin
13:28 Êrişî avahiya HDP'ê ya Erdemliyê hat kirin
13:02 Malbata Şenyaşar: Peywira darazê ne parastina sûcdaran e
13:02 Koma HDP'ê ya Meclisê nexşerêya xwe ya dema nû nîqaş kir
12:11 Doza Kobanê sibê dest pê dike: Wê ji bo serokê berê yê dadgehê daxwaz bên kirin
11:12 Cerdevanên ku dest dirêjî zarokê kirin parastvanê şaredarê AKP'î derket
10:17 Rêya mezrayê 10 roj in girtî ye
10:16 Şanoger Ûlûsoy: Xwedîderketina şanoyê ji berê xurtir e
09:18 Xizmên malbata Dedeogûllari: Em mafê xwe dixwazin
09:17 Rexmî biryara AYM'ê jî lêpirsîna "polisên îşkencekar" hat girtin
09:17 'Em ê destûr nedin ku nebaşî bibe ji rêze'
09:16 Dayikên Aştiyê: Ji bo aşitiyê deriyê Îmraliyê vekin
09:08 Êdî dixwaze stranên aştiyê bibêje
09:03 'Guh bidin dengê gel ku ji qadên Newrozê bilind bû'
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2022'YAN
26/03/2022
21:45 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:45 Berham Salih: Divê qrîza siyasî ya li Iraqê bi dawî bibe
17:54 Ji DFG'ê kurtefîlmê binpêkirina mafên rojnamegeran
17:33 Ji karkerên ku birîndar bûbûn yek jê jiyana xwe ji dest da
17:00 Muhtac e ku malbata wê li wê binêre lê dikare di girtîgehê de bimîne!
16:35 Nobeda Edaletê ya Wanê 100 roj li pey xwe hişt
16:31 Hilbijartina Serokomariyê ya Iraqê dîsa hat taloqkirin
16:26 Başaran: Bi ruhê Newrozê tecrîd dikare bê rakirin
16:24 Fîncanci: Heke demokrasî nebe tenduristî jî nabe
15:59 Walîtiya Rihayê derbarê Aksem de daxuyanî da
15:55 Rêxistinên jinan: Polîsan gef li malbatên jinên tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne xwar
15:53 Jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar di xetereyê de ye
15:52 Dayikên Şemiyê: Dema dosyeya Nezîr Acar hate borandin
15:38 Tedawiya girtiyê nexweş Çîçek nayê kirin
15:09 2 kesên li Stenbolê hatibûn kuştin, li Colemêrgê veşartin
15:02 Veysel Îlhan ê 30 sal girtî ma hat berdan
14:51 Li Girtîgeha Wanê lepik û stûmal hatin qedexekirin
14:50 Li bakurê Kurdistanê rapirsiya hilbijartinê: Rayên HDP’ê zêde dibin û AKP dihele
14:49 ‘Ocalan îradeya bi milyonan mirov e’
14:34 TUAY-DER’a Çukurova xwest rayedar bikevin tevgerê
14:09 KESK’ê xwest endamên wan ên îxrackirî vegerin karê xwe
13:51 Xizmên Windayan li aqûbeta Alî Muldir û Alî Gunduz pirsîn
13:48 ‘Divê binpêkirinên ji pergala esnaf-kurye diqewimin ji holê bên rakirin’
13:36 ‘Gelo hêceta girtina şopa tiliyên zarokên 5 salî çi ye?’
13:18 ‘Yên ku peyamên Newrozê paşguh dikin dê nekarin hebûna xwe bidomînin’
12:51 Ji Çîftçî yê li Hewlêrê hatibû binçavkirin agahî nayê girtin
12:24 Cismên ku li bedena Aksem ketine nehat diyarkirin
12:11 KCK: Tirkiye û PDK bi hev re amadekariya operasyonê dikin
12:10 ‘Çima tu pere ji hevalê xwe yê zarokatiyê re dişînî?’
11:38 Siyasetmedarê misrî: Divê Ocalan azad bibe
11:38 Malbata Şenyaşar: Israra dayikan wê edaletê bîne
11:03 Li dijî ANHA’yê êrişa sîber hat kirin
10:52 Li navçeya Basa 4 kes kirin binçavan
10:19 Twitterê, hesaba ajansa me rawestand
10:15 Bektaş felc bûye û dermanê nexweşiya Çardak jî nîne lê nayên berdan