* Omer Ocalan ê HDP'î diyar kir ku yê ku 4'ê Nîsanê berbiçav kiriye gelê kurd e û wê wekî rojbûna xwe pîroz dike û got: "Tu hêz nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe."
* Rojnamegerên ku li Başûrê Kurdistanê kar dikin gotin: "Deriyê parêzgeha Hewlêr û Duhokê li ber çapemeniya azad girtî ne. Bi tu awayî nahêlin rojanemgerên ne nêzî desthilatdarê li wir kar bikin."
* Waniyan destnîşan kir ku sedema krîza aborî îqtidar e û gotin, dê tu tişt baş nebe û dê di hilbijartina bê de dersa AKP'ê bidin.
* Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci ku behsa texrîbatên qeyûm ên li bajêr kirin, anî ziman ku li dijî qeyûman li gor derfetên xwe "şaredarîvaniya bêşaredarî" dikin.
* Hevşaredar Licê Rûken Yilmaz ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin got: "Bila şaredarî yên wan bin. Em ê tim li qadan bin."
* Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, bi hinceta "çêkirina wargeha xwendekaran" bi milyonan lîre pere dabû Îlîm Yayma Cemiyetiyê. Niha jî Şaredariya Artûklû ya AKP'ê jî qenciyek lê kir.
* Peşmergeyê berê Ahmet Îsmaîl Urun, destnîşan kir ku tişta ku dê aloziyên navxweyî çareser bike yek helwestî û yêkitî ye û got: "Heger îro rê nedabûna, dê Tirkiye bi rihetî nikaribûna bikeve Başûrê Kurdistanê. Niha tişta ku herî zêde ji me re pêwîst, aşitiyeke navxweyî ye."
* Malbata Gezmîş a ji 9 kesan pêk tê ku rewşa wan a aboriyê xerab e û yek jê penceşêr 6 ferdên wê nexweş in, li benda dermankirin û alîkariyê ne.
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 387’emîn de berdewam bike.
* Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, aktîvîstên TJA û rêveberên HDP'ê wê li ser tecrîdê li MED TUHAD-FED’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00) ZINDÎ
* Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê beriya "Konferansa Avhewaya Gelan a Navneteweyî" ya dê di navbera 4-5’ê Hezîranê de li Stenbolê pêk bîne wê li Navenda Giştî ya HDK'ê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Li Enqere, Stenbol û Mersînê ji bo Mahîr Çayan û hevalên wî dê çalakiyên bîranînê bên lidarxistin. (12.30)
* Komîsyona Zarokan a HDP'ê, derbarê zêdebûna mirina zarokan û êrişên li ser zarokan wê li Meclisê civîneke çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û înfazên wan hatine şewitandin li Wan û Îzmîrê dane destpêkirin dê berdewam bike. (13.00-16.00)