STENBOL - Polîsan navenda wê Stenbol li 5 bajaran bi ser malan de girtin û rojnamevan jî di nav de gelek kes binçavkirin.
Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daye destpêkirin de li Stenbol, Enqere, Hatay, Îzmîr û Erziromê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de rojnamevan Emre Orman û Ahmet Bay, Rojda Yalinkiliç, Bayram Dalyan, Arda Tûran û Çagdaş Aydogdû jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Hat hînbûn ku kesên li Stenbolê hatine binçavkirinn birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê.