Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye

img
RIHA - Mehmet Ocalan, diyar kir ku ji sala 2004'an ve roja jidayikbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awayekî girseyî tê pîrozkirin û ev bang kir: "Di 4'ê Nîsanê de em li benda mêvanên Ocalan in."
 
Komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi derxistina wî ya ji Sûriyeyê dest pê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de bi radestkirina wî ya Tirkiyeyê berdewam kir, 23 salan li pey xwe hişt. Komploya ku Amerîka, Îngilistan û Îsraîlê li serê hevpar bûn, bi tecrîda giran a ku hatiye daîmîkirin tê berdewamkirin û paradîgmaya wî jî ji bo nîjad û baweriyên cuda û beşên civakê yên bindest bûye hêvî. Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîda şertê wê giran de tê girtin, destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Herî dawî Ocalan di 25'ê adara 2021'an de bi telefonê bi malbata xwe re axivîbû û piştî demeke kurt telefona wî hatibû qutkirin. Ji vê rojê ve agahî ji Ocalan nayê girtin. Ocalan bi parêzerên xwe re jî herî dawî di 7'ê tebaxa 2019'an de hevdîtin pêk anî. 
 
Kurd ku Ocalan weke "vîna xwe ya siyasî" qebûl dikin û zêdetirî salekê ye jê agahî nagirin, amadekariya pîrozkirina 73'emîn salvegera rojbûna Rêberê PKK'ê dikin. Kurd, rojbûna Ocalan weke rojbûna xwe qebûl dikin û her sal di 4'ê Nîsanê de bi meşên mîna "Rêwîtiya Ber bi Rojê ve" û "Ji Rojê re Azadî" li dar dixin û berê xwe didin gundê Amara yê navçeya Xalfetiyê ya Rihayê ku Ocalan lê ji dayik bûye.  
 
MEŞA AMARA 
 
Îsal jî wê bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 4'ê Nîsanê de wê çalakî û û bernameyên cuda bên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de wê di navbera 1 û 10'ê nîsanê de li gelek navenda dar bên çandin. Di 4'ê Nîsanê de jî wê ji navçeya Xalfetiyê ber bi Amarayê ve meşek bê lidarxistin. 
 
Van pîrozbahiyên ku her sal mîna mihrîcanê derbas dibin, dema ku têne qedexekirin jî bi bûyerên tundî û mirinê derbasî dîrokê bûne. 
 
Mehmet Ocalan, hûrguliyên pîrozbahiyên rojbûna kekê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji sala 2014'an ve 17 sal in bi awayekî girseyî tên kirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. 
 
2004: PÎROZBAHİYA YEKEMÎN 
 
Ocalan, da zanîn ku pîrozbahiya yekemîn a girseyî di sala 2004'an de bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-FED) ku bi KHK'ê hatiye girtin ve hatiye lidarxistin û rexmî astengiyan jî ji çar aliyên Tirkiyeyê bi deh hezaran kesî berê xwe dane Amarayê. Ocalan, destnîşan kir ku coşa pîrozbahiya yekemîn qet ji bîr nake û wiha got: "Tiştek nû bû û weke malbat em gelek kêfxweş bûn. Ji ber ku kurd ji salan ve bindest hatine hiştin piranî nizanin rojbûn çî ye û rojên wiha bi bîra xwe naynin an jî jê re dem venaqetînin. Kurd di rewşeke wisa de bûn ku nikaribûn rojbûna xwe pîroz bikin. Gelekî di vê rewşê de di sala 2004'an de dest bi pîrozkirina rojbûna birêz Ocalan kirin. 
 
2005-2006: TEVLÎBÛNÊN ZÊDETIR 
 
Ocalan, bi lêv kir ku di sala 2005'an de girseyeke mezintir berê xwe daye Amara û û mudaxale li girseyê hatiye û gelek kes birîndar bûne. Ocalan, da zanîn ku rexmî astengiyan jî bi sedan kesî di rêyên cuda xwe gihandin Amarayê û wiha got: "Rojbûna vê salê ji sala berê bi coştir hat pîrozkirin. Di sala 2006'an de jî di bin bandora serhildanên 28-31'ê adarê yên li Amedê de hat pîrozkirin. Tevî astengiyan jî bi hezaran kes li qerexê Firatê hatin gelhev û rojbûnê pîroz kirin û qurnefîl avêtin Firatê. Hin welatî jî xwe gihandin Amarayê û li mala ku birêz Ocalan lê ji daiyk bû rojbûna wî pîroz kirin."
 
2007: TENDURISTIYA WÎ TENDURISTIYA ME YE 
 
Ji bo sala 2007'an jî Ocalan, destnîşan kir ku agahiyên jerhkirina Ocalan mohra xwe li pîrozbahiyan daye û ev tişt got: "Bi deh hezaran kes tevlî meşa ku bi şîara "Tenduristiya te tenduristiya me ye" hat lidarxistin bûn. Rexmî astengiyan jî welatiyan xwe gihand mala ku birêz Ocalan lê ji dayik bûye û rojbûna wî pîroz kirin."
 
2008: PÎROZBAHIYA DI HEWAYA MIHRÎCANÊ DE 
 
Ocalan, bi lêv kir ku di sala 2008'an de ji gelek bajarên Tirkiyeyê bi deh hezaran kes ji bo ku bên Amarayê li taxa Alîgor a navçeya Pirsûsê li hev kom bûne û rojbûnê di hewaya mihrîcanê de pîroz kirin. Piştî pîrozbahiya li vir girseyê berê xwe da Amarayê û polisan êrişê girseyê kir. 
 
2009: MÛSTAFA Û MAHSÛM JIYANA XWE JI DEST DAN 
 
Dema ku rûpelên salnemayê 3'ê nîsana 2009'an nîşan didan bi deh hezaran kes li taxa Alîgor a Pirsûsê hatin gelhev. Piştî mihrîcana ku rojek berdewam kir, ji bo pîrozkirina rojbûna Ocalan bi deh hezaran kesî berê xwe da Amarayê. Ocalan, diyar kir di 4'ê Nîsanê de bi şîara "Azadiya te azadiya me ye" gel ket ser rêya Amarayê û wiha got: "Nêzî têketina Amarayê rê ji aliyê cendirmeyan ve hat girtin. Di encama êrişa polis û cendirmeyan xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê Mahsûn Karaoglan û karkerê înşaetê yê ji Pirsûsê Mûstafa Dag jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran kes xwestin bên Amarayê lê dewletê bi çekan êriş pêk anî û du ciwanan kuşt."
 
2010: ROJBÛNA TE ROJBÛNA ME YE 
 
Ocalan, da zanîn ku di sala 2010'an de jî bi şîara "Ji Ocalan re azadî" û "Rojbûna te rojbûna me ye, azadiya te azadiye me ye" ber bi Amarayê ve meş hatiye lidarxistin û wiha got: "Li gorî sala ku Karaoglan û Dag jiyana xwe ji dest dan pîrozbahiyên vê salê girseyîtir bûn. Rexmî astengiyan jî girse ket Amara û pîrozbahî pêk anî."
 
2011-2012: PÎROZBAHIYA DI BIN DORPÊÇA REWŞA AWARTE DE 
 
Ji bo sala 2011'an Ocalan, bi lêv kir ku ji dehan navendan bi deh hezaran kesî berê xwe daye Amarayê û pîrozbahî weke mirîcanê derbas bûye. Ocalan, diyar kir ku pîrozbahiyên sala 2012'an di bin dorpêça Rewşa Awarte de derbas bûne û rexmî hemû astengiyan jî bi deh hezaran kesî xwe gihandiye Amarayê û pîrozbahî pêk aniye. 
 
2013: BI SED HEZARAN KES TEVLÎ BÛN
 
Ocalan, diyar kir ku di sala 2013'an de pîrozbahî di pêvajoya çareseriyê de pêk hatiye û wiha got: "Bi sed hezaran kes tevlî pîrozbahiyên mîna mihrîcanê bûn. Ji ber ku astengiya dewletê tune bû pozê kesekî jî xwîn nebû. Mirov hatin bi çoş pîrozbahî pêk anîn."
 
2014: OCALAN PEYAM ŞAND 
 
Di sala 2014'an de Ocalan ji bo pîrozbahiyê peyam şand. Ocalan, destnîşan kir ku peyama ku Ocalan şandiye mohra xwe li pîrozbahiyê daye û wiha axivî: "Peyama Ocalan ji aliyê bi deh hezaran kesî ve bi çoş hat pêşwazîkirin. Ocalan di peyama xwe de ev tişt got, 'Ez îro bi we re li ser sifreya rojê ku li Amarayê hatiye danînim'. Birêz Ocalan rojbûna xwe weke rojbûna gelê kurd dît û ev rast e. Salên ku dewletê astengiyan dernexist kurdan mîna rojbûna xwe pîrozbahî pêk anîn."
 
2015: JI ÇAR MILAN VE MEŞ 
 
Ocalan, diyar kir ku di sala 2015'an de ji çar milan ve ber bi Amarayê ve meş hatiye lidarxistin û pîrozbahî mîna mihrîcanê derbas bûye. Ocalan, destnîşan kir ku pîrozbahiya sala 2015'an bûye pîrozbahiya herî dawî ku nehatiye qedexekirin. 
 
REXMÎ QEDEXEYÊ JÎ PÎROZBAHÎ
 
Daxwaza meşa Amarayê ya sala 2016'an bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan û vegera ser meseya muzakereyê bû. Ocalan, dstnîşan kir ku bi pêvajoya şer careke din pîrozbahî hatin qedexekirin û di sala 2016'an de hemû rêyên ku dihatin Amarayê ji aliyê polis û cendirmeyan ve hatin girtin. Rexmî astengiyan jî hişn welatiyan xwe gihand Amarayê û rojbûnê pîroz kirin. 
 
Ocalan, diyar kir ku di salên 2017 û 2018'an de jî rexmî qedexeyan bi hezaran kesî ji bo xwebigihînin Amarayê ketin ser rêyan. Ocalan, da zanîn ku di sala 2019'an de jî çend roja beriya 4'ê Nîsanê Amara hatiye dorpêçkirin lê rexmî hemû astengiyan jî kurdan deverên ku lê bûn pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê li dar xistin. Ocalan, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûna ya ji aliyê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hatibû destpêkirin mohra li pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê yên vê salê dane. Di sala 2020-2021'an de jî vîrûsa koronayê ji pîrozbahiyan re bû astengî. Ji ber pandemiyê van her du salan destûra pîrozbahiyê nehat dayîn û kurdan li her derê pîrozbahî kir. 
 
BER BI PÎROZBAHIYA 73'EMÎN
 
Kurd, îsal 73'emîn salvegera rojbûna Rêberê PKK'ê Ocalan di bin siya agahî nagirtina jê de pêşwazî dikin. Mehmet Ocalan, got ku Pirsgirêka Kurd û nêzikbûna 4'ê Nîsanê bi hev ve girêdayiye û ev tişt anî ziman: "Bi zextê hûn nikarin rastiyê biguherînin. Gel dixwaze rojbûna rêberê xwe pîroz bike. Astengkirin ne çareserî ne. Heke Pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin wê tu pirsgirêk neyê çareserkirin."
 
'EM LI BENDA MÊVANÊN OCALAN IN'
 
Ocalan, destnîşan kir ku 4'ê Nîsanê ji bo kurdan remzeke û ev tişt gotin: "Birêz Ocalan, li vê mala li Amarayê çavê xwe li dinyayê vekir. Weke malbat em li benda mêvanên wî ne. Heke bixwaze pîrozbahî bike bila kes nebe asteng. Banga ji gel re heye; em li bendê ne herkes bê vir. Divê kes li pêşiya vê nebe asteng. Ev daxwaza gel e. Gel di Newrozê de bi dûrişmeyan azadiya birêz Ocalan qîriya. Ev deng di 8'ê Adarê de jî berz bû. Wê di 4'ê Nîsanê de jî ev deng berz bibe. 8'ê Adarê, 21'ê Adarê û 4'ê Nîsanê girêdayî hev in. Gel ji her demê zêdetir azadiya Ocalan dixwaze. Kes nikare ji vê daxwazê re çav û guhên xwe bigire. Tu hêz nikare gel û birêz Ocalan ji hev qut bike."
 
MA / Emrûllah Acar
 
 
 
 

Sernavên din

01/04/2022
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye
09:09 Kîloya penêrê bisîrik bû 120 TL
09:05 Birayê Eser: Belasebeb birayê min kuştin
09:05 'Vê îktidarê meha Remezanê kir meha xizaniyê'
09:05 Tevgera Azadî: Armanc bi şirîkatiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye
09:05 Hunermend Demîr: Cihê Nûdem Dûrak ne girtîgeh e divê bê berdan
09:05 Xelkê Amedê: Girtî û malbatên nobeda edaletê digirin rûmeta me ne
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2022'YAN
30/03/2022
20:07 7 sal û 6 meh ceza li serokê DÎAYDER'ê yê berê hat birîn
17:01 Li parêzera ku got 'komplo hat kirin' 10 sal û 6 meh ceza hat birîn
16:40 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:33 Parêzer Tarik Guneş hat tehliyekirin
16:32 Karker û sendîkavan hatin binçavkirin
16:31 Mahîr Çayan û rêhevalên wî hatin bibîranîn
16:12 Bersûcê gotibû 'derûniya min xirab e' cezaî ehliyeta wî tam derket
15:36 Girtiyan bi erdê re kaş kirin!
15:30 Ji 7 partiyan daxuyaniya pergala hilbijartinê
15:29 Hikûmeta Iraqê dê biryara xwe ya ji bo nefta Başûr pêk bîne
15:29 Şahidên qetilkirina li Qazakîstanê: Dewlet piştgiriya nijadperestiya li dijî kurdan dike
14:53 Parlamenter Kaçmaz: Divê berpirsiyarên mirina Aksem bên cezakirin
14:13 HDK banga tevlibûna ‘Konferansa Avhewayê’ kir
13:00 Ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Amarayê ve
12:08 Ji ber ku qeyûm rê venake 5 roj in nikare bê veşartin
11:49 Li Şehbayê teqîn: Herî kêm 10 kes birîndar bûn
11:40 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 zarok revandin
11:23 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hemû dinyayê feryada dayikê bihîst lê Erdogan nebihîst
11:00 Li Wanê îşkenceya polîsan: Heta xwîn ji guhên wî hatî lê xistin
10:29 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:28 Faîlên êrişên ser avahiya HDP'ê ya Erdemliyê nayên girtin
10:11 ‘Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna jinan rawestînin’
10:08 Ji bo operasyoneke berfireh PDK ji Tirkiyeyê bêhtir bizavê dike
09:49 Girtiyê nexweş ê giran Guler sewqî Girtîgeha Menemenê kirin
09:29 Pirtûka 'Nexweşiyên Sereke' ya Dr. Erdal Sîpan derket
09:26 Rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê: PDK ji bo rojnamegeran astengiyan derdixe
09:09 6 ferdên malbata Gezmîş li benda dermankirin û alîkariyê ne
09:07 Pêşmergeyê berê: Heke em nebin yek em ê bi ser nekevin
09:06 Çavê Cemiyeta Belawekirina Ilmê ji rantê têr nabe!
09:03 Siyaseta qeyûmtiyê AKP şikand
09:03 Li dijî qeyûman şaredarîtiya bêşaredarî
09:01 Wanî ji bo hilbijartina tê amade ne: Em ê dersa AKP'ê bidin
09:01 'Tu hêz nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2022'YAN
29/03/2022
23:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî bi dawî bû
21:09 Li Bagokê operasyona eskerî
18:23 Li Gundikê Melê Adarok hat pîrozkirin
17:02 Astengdarên ku çavê wan nabînin daxwaza mafê bikaranîna dengê veşarî kirin
17:02 Daxwaza girtina leşkerê ku Hazna Su kuştibû hat redkirin
16:41 Malbatên girtiyan xwestin fîxana wan bê bihîstin
16:29 Doza Kobanê taloqî dusiba hat kirin
16:15 Dayika Aştiyê gazî Wezareta Dadê kir: Berpirsiyariya xwe bicih bînin
16:15 DAIŞ'ê êrişî Qampo Holê kir: Hemû êrişkar hatin girtin
15:23 Bûldan: Bi milyonan kes xwest ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:01 Biryara bihincet a doza Melek Karaaslan: Terkî mirinê hatiye kirin
14:24 EGE TÛHAYDER: Ji hemû girtiyên siyasî re azadî
14:07 Li Wanê ciwanên hatibûn îşkencekirin, hatin girtin