Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min

img

AMED - Rojnameger Abdurrahman Gok, di doza ku jê tê darizandin de diyar kir ku ji ber wêneyên cînayeta Kemal Kûrkût kişandiye tê xwestin ku bê cezakirin. Hat xwestin ku Gok ji "endamtiya rêxistinê" bê beraetkirin û ji "propagandaya rêxistinê ya li pey hev" jî bê cezakirin. 

Danişîna doza edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok ku ji ber axaftinên telefonê yên bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re, parvekirinên xwe yên medya sanal û daxuyaniyên şahidê veşarî yên derbarê xwe de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" tê darizandin, li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Gok û parêzerê xwe Resûl Tamûr li danişînê amade bûn. Nûnerên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) jî ji bo piştgiriyê danişînê şopandin. 
 
'NAFIKIRIM KU WAN QANIH BIKIM'
 
Di danişîna ku hat dîtin heyeta dadgehê hatiye guhertin de Gok, derbarê doza ku ji ber 5 parvekirinên wî yên li ser medya sanal bi angaşta "propagandaya rêxistinê" lê hatibû vekirin û di danişîna beriya niha de bi dosyayeke din re hatibû yekkirin de parastin kir. Gok, di parastina xwe ya ku bi awayekî nivîskî bi 4 rûpelan pêşkêşî heyeta dadgehê kir de diyar kir wêneyên ku bi wan tê sûcdarkirin dema nûçegîhantiyê kiriye kişandiye û wêneyên nûçeyan e. Gok, da zanîn ku rexmî beriya niha di vê mijarê de daxuyanî daye jî daxuyaniya wî li ber çav nayê girtin û ev tişt got: "Di wêneyan de tenê serê çekê diyar e û ne diyar e ku kê çekê hilgirtiye. Ev jî ji hêla dozgeriyê ve tê zanîn. Lê li dijî dozgeriyê çi parastinê bikim jî nafikirim ku dozgeriyê qanih bikim."
 
'TÊ XWESTIN BÊM CEZAKIRIN'
 
Di berdewamê de Gok, derbarê sûcdariyên ku ji ber kişandina wêneyên cinayeta Kemal Kûrkût lê tên kirin de jî got ku rexmî daxuyaniyên wan ên derew jî derbarê Miduriyeta Polisan û Walîtiya Amedê tê lêpirsîn nehatiye destpêkirin lê ji ber ku vê cînayetê bi belge kiriye tê xwestin bêcezakirin. Gok ji bo 4 weneyên ku li Kobanê û Reqayê kişandiye û bi wan tê sûcdarkirin jî got ku kesên ku wêneyên wan kişandiye her çiqas endamê rêxistinekê bin jî ji ber çêkirina nûçeyên wan angaşta propagandaya rêxistinê li dijî aqil û hiqûqê ye. 
 
'TU TIŞTEKÎ SÛC NÎNE'
 
Di berdewamê de Gok, destnîşan kir ku tu wêneyên ku nûçeyan wan çêkiriye û bi raya giştî re parve kiriye ne sûc in û parastina xwe wiha domand: "Ez rojnameger im û weke her hempîşeyê xwe ku li qadên şer û pevçûnê di bedila canê xwe ji bo agahdarkirina raya giştî dişopînin ez jî li vir nûçe dişopînim û derbarê geşedanên li herêmên şer gel û gelan agahdar dikim. Hûn jî bi saya kesên mîna me ku pîşeya talûke dikin tiştên li van deveran diqewimin hîn dibin. Heke sûcdariyeke wiha hebe wê demê hemû hempîşeyên min ku li herêmên şer nûçeyan dişopînin sûcdar in? Weke nûçegîhaneke girêdankirina min a bi kesên ku nûçeya wan çêdikim re ne li dijî xwezaya amûr e? Li vir ji bo dozger a girîng ne rojnamegerî çî ye. Divê ne li bendê be ku rojnamegeriya gelekî ku hebûna wî tehemûl nake qebûl bike. Li gorî hêzên ewlehiyê û dozger divê ez bêm cezakirin. Ji bo vê qet pêwistiya wan bi hebûna delîl jî tuneye. Li dijî dozgerekî ku ji gotinên şahidê nepen ê 'çêker' ku ji Kemal Kûrkût re bibêje 'endamê rêxistinê' û ji bo min jî bibêje bi fermana 'rêxistinê' wêneyên Kemal Kûrkût kişandiye ez parastineke çawa bikim."
 
'HINCETA BINGEHÎN WÊNEYÊN CÎNAYETÊ NE
 
Gok, bi lêv kir ku ji destpêka dozê ve ne ew rojnamegerî tê darizandin û ev tişt got: "Hinceta herî mezin a sûcdarkirina min kişandina wêneyên Kemal Kûrkût e. Li vir polis û dozger ji ber ku min wêneyên cînayeta Kemal Kûrkût ku weke 'bombeya zindî' ji raya giştî re hatibû ragihandin kişandiye û vê derewê derxistiye holê 'li ser navê dewletê' dixwazin tolê ji min bigirin. Lewre min wêneyên ku daxuyaniya rayedarên gire gire yên Miduriyeta Polisan ên ji rastiyê dûr ku Waliyê Amedê yê demê ragihandibû û Wezareta Karên Hundir ku berpirsyarên vê cînayetê diparast derewandin weşandibû. Dizanim û di ferqê de me ku wê bedileke vê hebe." 
 
Herî dawî Gok, ev tişt got, 'Çi dibe bila bibe, ji vê dadgehê çi biryar derdikeve bila derkeve, ez ê dev ji rojnamegeriyê, hewldana ragihandina heqîqeta ku bedila wê çi dibe bila bibe bernedim.' û daxwaza beraeta xwe kir. 
 
MUTALAAYA DOZGER
 
Piştî ku parêzer Resûl Tamûr jî diyar kir ku tevlî daxuyaniyên muwekîlê xwe dibe dozger mutalaaya xwe ya derbarê esasê de aşkera kir. Di mutalaayê de hat xwestin ku Gok ji "endamtiya rêxistinê" bê beraetkirin û ji "propagandaya rêxistinê ya li pey hev" jî bê cezakirin. Her wiha dozger xwest ku mesrefa darizandinê jî ji aliyê Gok ve bê pêşwazîkirin. 
 
XWEST BIÇE BIRYARÊ
 
Heyeta dadgehê piştî pêşkêşkirina mutalaayê careke din mafê axaftinê da Gok û parêzerê wî. Gok û parêzerê xwe daxwaza demê kirin. Lê serokê dadgehê ku hat fêmkirin xwest dosyayê bi dawî bike got, 'em biçûna encamê' û xwest ku Gok û parêzerê xwe di vê danişînê de parastin bikin. 
 
PARASTINÊ GUHdAR NEKIR
 
Li ser vê Parêzer Tamûr, ev tişt got, 'Ji destpêkê ve muwekîlê min diyar dike ku rojnamegerek e. Rexmî vê jî dozger bêyî ku parastinê guhdar bike mutalaaya ku berê amade kiriye pêşkêşî dadgehê kiriye.' û di xwestina demê de israr kir.
 
DANIŞÎN TALOQ BÛ
 
Heyeta dadgehê, li ser vê ji bo ku Gok û parêzerê wî derbarê esas û mutalaayê de parastin bikin danişînê taloqî 30'ê hezîranê kir. 
 
 
 

Sernavên din

01/04/2022
09:03 Doza cenazeyê xwe kirin, gef li wan hat xwarin!
09:03 Cotkar ji neçarî dê biçin ber Îş-Kûrê!
09:00 Lêpirsîna Mahsûm Karaoglan 13 sal in 'veşarî' ye
09:00 Ozturk: Em di 4'ê Nîsanê de peyama xwe li Amarayê bidin
09:00 Dayikên Aştiyê: Serok, ruh û canê me ye
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2022'YAN
31/03/2022
21:08 Cenazeyê Kûbîlay Acet li Êlihê hat definkirin
19:33 Mela Saît Ozdemîr hat berdan
19:11 Îstinafê cezayê ku li kiryarê destdirêjiyê Orhan hatibû birîn erê kir
18:46 Kesên li Şirnex,Wan û Erdexanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:59 SYKP: Em li dor Nobeta Edaletê bibin xelek
16:55 Şahidên ku di Doza Kobanê de axivî: Tenê yek çalakî jî derqanûnî nebû
16:33 HDP’ê ji bo kêmtirîn heqdest teklîf da Meclisê
16:33 Ji bo lêpirsîna Mîraç Mîroglu re biryara neşopandinê hat dayîn
16:21 ‘Bila tecrîda li ser girtîgehan demildest bi dawî bibe’
16:03 Ozturk: Aştiyeke birûmet bi Ocalan pêkan e
15:37 Rojnameger Gok: Dixwazin ji ber wêneyên Kurkut ceza bidin min
15:25 Ji bo Aksem serî li Meclisê da
15:04 Koma nîjadperest êriş kir polîsan xwendekarên kurd binçav kirin
15:01 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di hefteya duyemîn de ye
15:00 ‘Mirina Mûharrem Aksem çima nayê zelalkirin?’
14:36 Sebahat Tuncel: Pêbaweriya vê dadgehê nema ye
14:29 Bûldan: Di Newrozê de bi milyonan kesî çareseriyê nîşan da
14:16 Ji ber xelata ku da Jin TV'yê doz li Odeya Avahîsazan hat vekirin
14:02 Dayika Sîbel Balaç: Keça min 25 kîlo dane
13:43 Salek û 6 meh ceza dan nivîskar Yavuz Ekîncî
13:40 Doza parêzerên ku qeyûman protesto kiribûn hat paşxistin
13:36 Bijîjkê ku dest dirêjî nexweşa xwe kir hat girtin
13:33 Îfadeya ji bo îlana windabûnê hatiye dayîn li Doza Kobanê zêde kirine
13:12 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:45 Ferît Şenyaşar: Xelk wê vê neheqiyê ji bîra neke
12:40 Danişîna rojnameger Canozer taloq bû
12:23 Arteşa tirk li herêma Biradostê gef li gundiyan xwar
12:10 Gunay: Newrozê tifaq nîşan da divê tifaqa netewî pêk were
11:37 Doza derbarê kuştina Hantaş de hat taloqkirin
11:26 Bernameya Yenîsahneyê ya meha nîsanê eşkere bû
11:23 Li Stewrê 6 kes hatin binçavkirin
11:22 Malbata Ocalan li benda mêvanên 4'ê Nîsanê ye
10:53 Ji Alî Dogan Gonultaş albûmek: Gêxî
10:51 DBP: Xwedî derketina Qazî Mihemed bi xebatên yekitiya neteweyî pêkan e
10:29 Li ser cenazeyên li Newala Qesaba vîla tên lêkirin!
09:45 Daxwaza dayika 100 salî ew e ku cara dawî kurê xwe bibîne
09:14 Ji ava Gola Wanê sabûnê çêdike
09:13 Avahiyên Sûrê kirin platoya TRT'ê
09:10 Rapora girtiyê jiyana xwe ji dest da: Girtîgeh ji bo jiyana wî talûke ye
09:09 Kîloya penêrê bisîrik bû 120 TL
09:05 Birayê Eser: Belasebeb birayê min kuştin
09:05 'Vê îktidarê meha Remezanê kir meha xizaniyê'
09:05 Tevgera Azadî: Armanc bi şirîkatiya PDK'ê dagirkirina herêmê ye
09:05 Hunermend Demîr: Cihê Nûdem Dûrak ne girtîgeh e divê bê berdan
09:05 Xelkê Amedê: Girtî û malbatên nobeda edaletê digirin rûmeta me ne
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2022'YAN
30/03/2022
20:07 7 sal û 6 meh ceza li serokê DÎAYDER'ê yê berê hat birîn
17:01 Li parêzera ku got 'komplo hat kirin' 10 sal û 6 meh ceza hat birîn
16:40 Nobeda Edaletê ya li Wanê û Îzmîrê berdewam dike
16:33 Parêzer Tarik Guneş hat tehliyekirin
16:32 Karker û sendîkavan hatin binçavkirin
16:31 Mahîr Çayan û rêhevalên wî hatin bibîranîn
16:12 Bersûcê gotibû 'derûniya min xirab e' cezaî ehliyeta wî tam derket
15:36 Girtiyan bi erdê re kaş kirin!
15:30 Ji 7 partiyan daxuyaniya pergala hilbijartinê
15:29 Hikûmeta Iraqê dê biryara xwe ya ji bo nefta Başûr pêk bîne
15:29 Şahidên qetilkirina li Qazakîstanê: Dewlet piştgiriya nijadperestiya li dijî kurdan dike
14:53 Parlamenter Kaçmaz: Divê berpirsiyarên mirina Aksem bên cezakirin
14:13 HDK banga tevlibûna ‘Konferansa Avhewayê’ kir
13:00 Ji bo azadiya Ocalan bang kirin: Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Amarayê ve
12:08 Ji ber ku qeyûm rê venake 5 roj in nikare bê veşartin
11:49 Li Şehbayê teqîn: Herî kêm 10 kes birîndar bûn
11:40 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê 2 zarok revandin
11:23 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Hemû dinyayê feryada dayikê bihîst lê Erdogan nebihîst
11:00 Li Wanê îşkenceya polîsan: Heta xwîn ji guhên wî hatî lê xistin
10:29 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:28 Faîlên êrişên ser avahiya HDP'ê ya Erdemliyê nayên girtin
10:11 ‘Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna jinan rawestînin’
10:08 Ji bo operasyoneke berfireh PDK ji Tirkiyeyê bêhtir bizavê dike
09:49 Girtiyê nexweş ê giran Guler sewqî Girtîgeha Menemenê kirin
09:29 Pirtûka 'Nexweşiyên Sereke' ya Dr. Erdal Sîpan derket
09:26 Rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê: PDK ji bo rojnamegeran astengiyan derdixe
09:09 6 ferdên malbata Gezmîş li benda dermankirin û alîkariyê ne
09:07 Pêşmergeyê berê: Heke em nebin yek em ê bi ser nekevin
09:06 Çavê Cemiyeta Belawekirina Ilmê ji rantê têr nabe!
09:03 Siyaseta qeyûmtiyê AKP şikand
09:03 Li dijî qeyûman şaredarîtiya bêşaredarî
09:01 Wanî ji bo hilbijartina tê amade ne: Em ê dersa AKP'ê bidin
09:01 'Tu hêz nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2022'YAN
29/03/2022
23:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî bi dawî bû
21:09 Li Bagokê operasyona eskerî
18:23 Li Gundikê Melê Adarok hat pîrozkirin
17:02 Astengdarên ku çavê wan nabînin daxwaza mafê bikaranîna dengê veşarî kirin
17:02 Daxwaza girtina leşkerê ku Hazna Su kuştibû hat redkirin
16:41 Malbatên girtiyan xwestin fîxana wan bê bihîstin
16:29 Doza Kobanê taloqî dusiba hat kirin
16:15 Dayika Aştiyê gazî Wezareta Dadê kir: Berpirsiyariya xwe bicih bînin
16:15 DAIŞ'ê êrişî Qampo Holê kir: Hemû êrişkar hatin girtin
15:23 Bûldan: Bi milyonan kes xwest ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:01 Biryara bihincet a doza Melek Karaaslan: Terkî mirinê hatiye kirin
14:24 EGE TÛHAYDER: Ji hemû girtiyên siyasî re azadî
14:07 Li Wanê ciwanên hatibûn îşkencekirin, hatin girtin