ŞIRNEX - Di lêpirsîna ku der barê çalakiya bîranînê ya Miraç Mîroglû yê ku di encama wesayîta zirxî lê dabû jiyana xwe ji dest dabû de biryara neşopandinê hat dayîn.
Di 3’ê Îlonê de li Taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê, wesayîteke zirxî li zarokê 7 salî Mîraç Mîroglû dabû û ew qetil kiribû. Piştî bûyerê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hezexê Mîroglu li cihê ku lê hatibû qetilkirin bi daxuyaniyekê bi bîr anîbû. Serdozgeriya Komarê ya Hezexê der barê Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a HDP'ê Elfesya Nas a ku ji peyvira xwe hatibû dûr xistin û hunermendê NÇM’ê Abdullah Ayav ê ku di bîranînê de kilam gotibûn bi îdiaya “Ji bo kîn û dijminatiyê gel sor dikin” lêpirsîn dabû destpêkirin. Di lêpirsîna ku ev 5 meh bûn berdewam dikir de, ji ber nebûna delîl û nedayina destûra lêpirsînê, biryara neşopandinê hat dayin.