ŞIRNEX -Mela Saît Ozdemîr ku 80 roj berê li Cizîrê hatibû girtin, hat berdan.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê di 9'ê Çileyê de, 24 kes di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin. Ji van kesan Mela Saît Ozdemîr (63) û Huseyîn Înedî bi îfadeya "şahidên nepen" hatibûn girtin.
Ozdemîr û Înedî, di danişîna ku îro hat lidarxistin de hatin berdan. Malbata Ozdemîr û Înedê û HDP'a navçeyê li ber girtîgehê Ozdemîr û înedê pêşwazî kirin.